Di wan rojên ku heval û hogirên partîyek Kurd ji bo dersa zimanê Kurdî çewtîyan derdixistin û zixtan li dersa zimanê Kurdî didan, nedihiştin dê û babê zarokên Kurd zarokên xwe ji bo dersa zimanê Kurdî qeydbikin û bişînin dibistana dersa zimanê Kurdî, perpirsîyarê vê partîyê ku berpirsîyarek bi legalî dihat nîşandan û seroktîya meclisa kongra Kurdistan dikir birêz Z. A. di MED TV û rojnama YENÎ POLÎTÎKA da qempanyek di bin gotinên
“Bİ KURDÎ XEBERBİDE! Bİ KURDÎ FİKİR BİKE! Bİ KURDÎ BİNİVİSÎNE! “
vekir. Di nameyê ku li ser navê KOM-MAK ji berêz Z.A. ra hat nivisandin da fesla vê qempanyê hat kirin, belê belkî hin xwendevan qenc negihîştin vê feslê.
Dema meriv nameyê KOM-MAKê, vê qempanyê û bûyêrên hevalbendên vê qempanyayê binêr e, bi rastî kesek ku parîkî bikaribe û bikaribe piçek fikirbike, tê şaş bimîne. Ji alîyek va di TV da û di rojnaman da, ji bo zimanê Kurdî qempanye vekirin, ji alîyê din va dibistanên ku ji bo dersa Kurdî ra amade bûne û dersa zimanê Kurdî vekirine bidin ber zixtan û bidin girtin, dê û babê zarokên Kurd tehdît bikin ku zarokên xwe ne şînin dersa zimanê Kurdî. Ji zoarokên biçûk ra ên ku diçin dersa zimanê Kurdî bêjin “ Heker win herin dersa zimanê Kurdî emê lingên we bişkênin. ” û ji zarokan ra bibin manî ku neçin dersa zimanê Kurdî. Gotin û kiryar li vira ji hev cûda ne, ne yekin û gelek ji hev dûr in. Ev kesên ku bi vî awayî hereketdikin ne kesên rast in, ne kesên welatparêz in, ne dostê Kurda ne. Her mixabin, dewran, dewranek bêbext û sixtekar e. Kes di vê dewranê da ketine dû sixtekaran û hespên sixtekaran li meydanê cirît davêjin, kes nikare pêşî li wan bigire.
Di wê domê da mamosteyên dest bi dersa zimanê Kurdî kirin gelek zorî û zehmetîyan ji alê berpirsîyarên dewleta Tirk va dîtin. Belê mixabin zorî û zehmetîyên partîyek Kurd û hevalbendên wan, zorî û kesên zehmetîyên alikarên televizyon û rojnamên Kurd ên ku qempanya
“Bİ KURDÎ XEBERBİGE! Bİ KURDÎ BİFİKİRE! Bİ KURDÎ BİNİVİSÎNE”
vekirin, ji zorî û zehmetîyên berpirsîyarên dewleta Tirk dijwartir bûn. Me dizanibû ku dewleta Tirk dijî dersa zimanê Kurdî ye û me her zorî danîbû pêşîya zwe û em derketibûn meydanê. Belê dijî zorîyên partîya Kurd şerkirin gelek li zorê me dihat.
Ez çom proxramek MED TV ku bin nav û armanca “perwerde û dersa zimanê Kurdî” da hat amadekirin, belê ji bo vî armancî nat pêşkêşkirin. Gelek mamoste jî, di wî proxramî da amadebûn. Dersa zimanê Kurdî ji alîyê partîyek Kurd û hevalbendên vê va li bajara Osnabrückê hatibû sekinandin û dewleta Elman biryar dabû ku li Osnabrücke dersa zimanê Kurdî bê ekinandin. Ez xwestim li ser vê pirsgirêkê bisekinim û min mesela dersgirtina zimanê Kurdî li bajara Osnabrückê anî ziman. Min pirsgirêkê bi kurtî vekir. Belê kesê berpirsîyarê proxramê û mamosteyên hevalbêndên partîya Kurd, mamosteyê Osnabrückê ku hevalek gelek qenc û welatparêz bû bi zanîn wî merivek wek dijminîya Kurdîtîyê dike nîşandan. Min kir nekir êdî heqê axaftinê nedan min.
Kesên rojname û TV di destê wan da hebin li kêfa xwe wek malê xwe difroşin. Hertişt dibêjin belê bi kesên dî peyvek nadin gotin û ji alê dî va jî fesla demoqrasîyê dikin.
Sedema zordarîyên alîkarên partîyek Kurd, Komaela Mamosteyên Kurdistanê li Zaxsena Jêrîn (KOM-MAK) nameyek, ji tim partî, rêxistin, sazûman, komel û çapemenîyên Kurd li Ewropayê ra nivisand û şand. Ez dixwazim vî nameyî jî li jêr ji xwendevanên hêja ra diyar kim. Ez dîsa navê partîya Kurd ku dijî dersa zimanê Kurdî bû, vekirî nanivisînim.
“ Ji bo komîta rêvebir a ............ li Ewropa
Birayên berêz, em mamosteyên zimanê Kurdî li Zaxsena Jêrîn hêjmarek gelekin. Di nav van mamosteyan da dost û hevalên hemû rêxistinên welatparêz yên Kurdistana bakûr hene. Sê sal berê me bihev ra ji bo zimanê Kurdî KOM-MAK (Komela Mamosteyên Kurdistanê li Zaxsena Jêrin) ava kirî ye.
Armanca KOM-MAK, di Zaxsena Jêrîn da ji bo zarokên Kurd hînî zimanê dayîk û bavên wan bikin û wekî em karibin bi vê rewşa birayetî li tevayê Elmanya bibe berpirsîyarek yê zimanê Kurdî.
Di destpêka xebatê da heta niha, di alîyê buroqrasîya dewletan da gelek asteng li pêşîya me derketin. Me ev asteng hemû derbaz kirin. Me li gelek heremên Zaxsena Jêrîn li Elmanya, bi zimanê Kurdî dibistan dan vekirin. Ji bo dersên zimanê Kurdî tayînkirina mamostan bi bi wezerata Kulturê a Zaxsena Jêrîn va girêdayî ye.
Lê mixabin heval û hogirên (...) ê ji buroqrasîya dewletê bêhtir astengan di pêşîya me da dertêxe, bêbextî û zorî didin ser mamosteyên zimanê Kurdî. Wekî tê zanîn û dîtin divê mamoste hevalên wan bin an jî divê pirs û şêwrên mamostan bi wan bên kirin û li himbberî (...)ê wek robot bimînin, lê nexwe nahêlin zarokên malbatên Kurda bêne derssên zimanê Kurdî û li himberî mamosteyên KOM-MAK propoxandekê gelek xirab dikin, heta tiştên ku nexweşîyên gelek mezin jê çêdibin dibêjin. Wekî tê zanîn, ji bo zimanê Kurdî di van dibistanan da bê rakirin, hevalbendên (...)ê, mamostan bi ajantî ixbarî dewletê dikin. İxbarên xwe bi propaxende û nivisandin dikin. Diçin malbatên Kurdan tehdît dikin û qempanya imza vekikin ji bo malbatên Kurd zarokên xwe rênekin dibistanên zimanê Kurdî.
Di 23.11.1993’an da valîyê bajara Osnabrückê ji bo zimanê Kurdî bi malbatên Kurd ra civînek çêkir. Ji van malbatan hat xwestin ku zarokên xwe rêkin dibistanê. Lê mixabin berpirsîyarên (...)ê, yên heremê bê dawetîye pêşdarî civînê bûn û wan eşkere malbatên Kurd tehdît kirin û gotin:
“ Mamosteyê Kurd ê Osnabrückê hevalbendîya Tirkan dike ji ber vê sedemê em nahêlin zarokên Kurd bêne Dibistanê.”
Lê belê wekî ku em dizanin ew mamostê zimanê Kurdî yê ku (...)e jê xeber dide berpirsîyarîya hêzekî welatparêz dike li Elmanya, lê ne (...)lî ye û hêja nefikirî ye ku bibe (...)’lî.
Wezareta Kulturê a Zakxsena Jêrîn çewa ev bûyêr bihîst derhal dersên ku bi zimanê Kurdî vebibûn di Osnabrückê da (li Wallenhorst, Back-Haus) girtin.
Em hêvîdarin ku hûnê ji me ra arîkar bin û nerazîbûnên xwe eşkere bikin. Ji ber ku ev name bibe sebeb û asteng li pêşîya van çewtîyan.
Me ev name rêkirîye ji gelek rêxistinên Kurdistana Bakûr ra. Navên van rêxistinan evin:
PYSK (Kawa, KUK, TS, TSK, YEKBÛN), PSK, PDK-BAKÛR, PÎK, PKK û KKP
Xwestin û xilasek:
- Kesên me ev name ji wan ra şiyandî, li hev bi pirsin û bên bahev.
- Ji bo zimanê Kurdî pêşvabirin û bi malbatên Kurd ra têkilî bên danîn.
- Wekî di nameyê da hatî eşkerekirin, li ser wan bûyêrên xirab dengê KOM-MAK û xwe hemûçka bigihînin xwedîyên van çewtîyan.
- Hewe bitevayî an jê bitenêkî ji hewe çikirîbê hun me xeberdar bikin û bi komîta meya rêvebir ra jî civînekî bikin (çêkin).
Bi silavên germ yên biratî û şoreşgerî..
Bi navê komîta Rêvebir Sekreterê KOM-MAKê “
Herkes dikare bêje gelo piştî şandina vî nameyî çibû?.. Bi rastî ji kesî û ji tu hêzî dengek derneket. Kesek bi KOM-MAKê ra neket teklitîyan. Hevalbendên partîya ku ji dersa zimanê Kurdî ra çewtîyan derdixistin, bûyêrên xweyên ne qenc domandin. Ji me mamosteyên zimanê Kurdî ra gelek astengîyan derxistin. Yek ji wan mamosteyan jî ez bûm ku min bê hed û hisab astengîyên van kesan didît.
Ez di vê bawerîyê da me ku ziman, miletek li ser lingan disekinîne û dibe berdewama hebûna miletek. Dema zimanê gel ji devê gel bê qutkirin, jîyana gel jî, ji dîrokê tê rakirin û gel êdî li ser rûyê cihanê namîne, asîmîle dibe, winda dibe.
Bi vê bîr û bawerîyê min singê xwe li ber van çewtî û zorîyan vekir, bi şev û roj di nav malbatan û hêzan da şerê jîyana zimanê Kurdî kir. Ew kesên ku dibûn û dibin sebeba peşkilandina dersên zimanê Kurdî, ji alîyê dîrokê va rûreş dibin û di dîroka Kurdan da rûreş dimînin.
Ez li vira car dî jî van kesan şermezar dikim û dibêjim ev kes nikarin bibin parezkerêrên Kurd, dikarin bibin xizmatkarê dijminên Kurd û Kurdistan.
Dumahik heye
|