Televizyonên Tirk milîtarizmek gelek dijwar dikin ku ev milîtarizm rê zûtir dibe faşîzmê. Hin qenalên milîtarist û hin merivên kole û xizmetkarên faşîzmê hene ku meriv nikare salixê wan bide.
Beri çend salan Reha Mixtarek hebû dema nûçeyan digot agir û pêta milîtarizmê û faşizmê ji devê wî derdiket, xwe mixtarê temamîya Tirkîye didît. Bi rastî xwe mixtarê Tirkîyê bitenê hesabnedikir, li ku Tirk hebûn û jîyana xwe didomandin xwe mixtarê wan jî qebûldikir. Dema em kin bêjin ew Reha Mixtar xwe Mixtarê cîhanê dinirixand, çimkî Tirk li her welatê cihanê hene.
Niha jî di Flash TV da Gökxan Taşkınek heye ku xwe mixtarê cîhanê bi tenê hisab nake, dibêj e ez xanê ezmana me jî. Dema nûçeyan dîyar dike ji xeynê xwe kesî nabîne û dibêja madem ez Gökxanim, ez ne xanê bejîyan û deryayan bitenê me, ez ji xeynî erd û ax û deryayan xanê ezmanan me jî.
Dema xanê ax, av hewa û ezmana Gökxan efendi nûçeyan dibêj e, usa dide navê ku ji eşqan nizane çidik e. Ji bo leşkerên şehit ra, ji bo dayîk, bab, zarok û zêçên wan ra ji çavan Gokxan efendiyê me, histêrkên sexte di xulxulîne, bi van histêrkên çavên xwe dil û kezebên temaşevanan di peritîne. Ev Gökxanê erd û ezmanan ku dilê xwe li ser eskerên şehit wek pembû nermdike, dema fesla Kurdan û kurdên ku li serê çîyan tênê kuştin dike, yani bi gotina Gökxanê me dema fesla teroristan dike, dilê wî dibe wek kevirek seqî ku qet nayê şikandin, her wek terorist ne insan in, ne ji dayîk û baban çêbûne, dê, bab, yar, zarok, xwuşk û birayên wan tune, ji bin erdê derketine, di mirina wan da heqê wan çenkek ax tûne û divê leşê wan bibin xwarina hirç, gur, beraz, mar û mişk, teyrûtûran. Li gorîya Gokxanê milîtarîst divê kesek ji teroristan ra nebêje şehît, rehmet li wan neke, neçe serxweşîya dê û babên wan, leşê wan ji ber xwarina lewir û teyrûtûran hilnede, gorek layiqê wan nebîne. Gokxanê me di TV da dema qisekirina teroristan dike, qala Kurdan dike reng û rûyên wîyê hilû di qermiçî, madê wî xira dibê, kevirek hişk dikev e çepa singê wî û çiqasi gotinên heqaretî hene ji Kurdan û kuştîyê Kurd ra dibêj e.
Kesên ku bi Tirkî nizanin ez dixwazim ji wan ra mana navê Gökhan Taşkın bi Kurdî bêjim.
Gökhan Taşkın, bi Kurdî Xanêezmanan Leyî ye. ( Ava ku dı herikandinê da hawîdorê xwe xiradike). Bi rastî jî ez wî, hal û hereketên wî, kar û barên wî, ramanên wîyên mîlîtarîst ji leyîya tavîyên baranê xirabtir dibînim. Ev insan wek leyîya tavîyên baranê zirar dide dor terefê xwe, zirar dide welatê xwe, şer dixwaz e, di nav hevwelatîyên xwe da neyartî çêdike.
Dema qala mam Celal û Kek Mes’ut dike dibêje axayê eşîretê Telebanî û Berzanî... Dema fesla Abdullah Ocalan dike dibêje qatilê zarokan, serokê terorîstan. Nizane bi sedhezaran kesên Kurd hene ku gûmanê wan ji terorê tune belê Apo serokên xwe dibînin. Li gorîya wî Kurd tev terorîstin.
Dibêje me demekî pasaport da ye Talabanî û Barzanî pêwiste ew tim xizmetkarê me bin. Mam Celal serokkomar nabîbe, kek Mes’ut serokê Kurdistan nabîne. Ji Kurdistan ra jî wek tim Tirkên milîtarist û ne azadîxwaz dibêje başûrê Iraq. Wek tim Tirkên dijminên Kurda, naxwaze rastîyê bibîne û wek berdevkê dewleta xwe Kurdan û hebûna wan inkar dike.
Berî 30 salan ez ketim imtihana tercûmanîya zimanên Kurdî û Tirkî û ez li Elmanya, herema xwe, di dadgeh û dayreyên dewletê da bûm tercamunê zimanê Kurdî û zimanê Tirkî. Ez morek ji xwe ra dam çêkirin. Yekî Tirk bi jinek Elman ra zewicî bû û xwest bi ereba jina xwe here Tirkîyê. Mecbûr ji noterê Elman senedek da çêkirin û hat cem min ku ez senedê wî biwelgerînim Tirkî ku li konsolosa Tirk bide tesdîqkirin û bi ereba jina xwe bikaribe here Tirkîyê. Min senedê wî guharte zimanê Tirkî, morkir û da vî. Ev meriv piştî sê rojan hat cem min û got:
- Madem tu ne tercuman bûyî, te ji bo çî senedê min guhart zimanê Tirkî. Ez ketim nav mesrefek û çom konsolosê. Dema konsolos mora te dît, xwe gelek ji min qehirand û senedê min avêt got “Ez vî senedî tesdiq nakim û carek dî vê morê nebînim. Heke tu carek dî herî ba xwedîyê vê morê û nivîsên xwe bidî tercumekirin bi van ala va ne we, ezê pasaportê te ji te bistînim û te hema bajom Tirkîyayê.” Ez mecbûr çom cem tercumanek dî û min senedê xwe da guhirandin. Di du da dîsa çom konsolosê û ewan senedê min tesdiq kir.
Rojek min ji konsolose nameyek girt, tê da dinivisand dema tu bi van ala va werî ji kerema xwe ra were konsolosê îşek min bi te heye. Mamosteyek hevalê min di konsolosê da memûr bû. Ez rojek çom konsolosê û min nameyê wan nîşan da, min şandin cem vî hevalê min ku li konsolosê kar dikir. Xwedê rehma xwe lê bike, ez çom cem û min got ev çî name ye Kamil. Hevalê min ewil izrê xwe ji min xwest û got:
- Ez bi te ra me, belê başkonsolos dizane ku tu hevalê minî, ji min ra got ku ez ji te ra bêjim pêwiste tu vê morê bavêjî û car din di dayran da ne emilînî. Tu zimanê Kurdî di dayre û dadgehên dewletek bîyanî da resmî didî qebûl kirin. Başkonsolos dibêje pêwiste derhal vê morê bavêje.
- Min ji Kamil ra got:
-
- Başe Kamil li ser seran, ser çavan ez vê morê derhal davêjim. Tu dikarî ji kerema xwe ra bêjî dema min vê morê avêt, gelo tê zimanê Kurdî jî bê avêtin??.. Heker jimanê Kurdî bi avêtina mora min bê avêtin ezê ji bo xatirê başkonsolos derhal bavêjim. Belê ez vê morê bavêjm jî, zimanê Kurdî nayê avêtin, disa jî zimanê Kurdî heye û tê heta ebedê jî hebe. Tu jî, ji kerema xwe ra ji başkonsaolsê xwe ra eyni van gotinên min bêje.
Mam Celal serokê dewleta Iraqa Federal e. Kek Mes’ut jî di nav vê dewletê da serokê Federal Kurdistan e. Dewleta Tirk û Gökxanê Leyî, Mam Celal serokkomarê wê dewletê qebûl nekin, Kek Mes’ut sorakê Kurdistan qabûl nekin jî û ji wan ra bêjin axayê eşîretê jî, gelo tê rastî winda bibe?.. Gelo serokkomarîya Mam Celal tê ji holê rabe?.. Gelo tê Federe Kurdistan bê peşkilandin?.. Ev bê aqilî encax layiqê wan kesane ku inkarî dikin û xwe di eyna –neynika - dêwan da dibînin...
Dewleta Tirk li alîyek va dibêje Mam Celal axayê eşîretê ye. Disa dewleta Tirk dibêje ku kes nikare teklî işê me bibe, em her biryarên xwe bi serê xwe digirin. Belê ji alîyê dî va bi emir û fermana Emrîka Yekîtî kese axa bi navê serokkomara Iraqê dawetî Tirkîyayê dike. Gelo ev çî durûtî ye, ev çî bê şermî ye??..
Xanê me ê erd û ezmanan Gokxan efendîyê leyîya tavîyên baranê, dema qala esker dike, serê gotina xwe bi peyva qeremanîyê destpêdike û binê gotina xwe bi peyva qeremanîye dawî tine.
“Qehreman Mehmetcik wiha kir, qehreman Mehmetcik li dû terorista ye.”
“Qehreman Mehmetcik qulên terorîstan li serserê wan xira kir,” ‘Qereman memecik terorîstan pelişand, ji ortê rakir.’
“Qehreman Mehmetcik kokê teroristan qelend, wan ji ortê rakir.”
“Qehreman Mehmetcik jîyan ji teroristan ra winda kir.” Û bi sedan gotinên wala, dike hevalê qeremanîyê, qeremanîyê ûsa erzan kirî ye ku her tişt li cem wî bûye qeremanî û bi memecik va hatîye zeliqandin. Êdî ûsa xwe şaşki+rı ye heke eskerek ji bo avrêjek here avdestxanêyê tê bêje “ Binêrin gelî temaşevanan qehreman Mehmetcik ço tuwaletê çî qehramîyek mezin kir, terorîstan di tuwaletê da kuşt, wan bi mîza xwe xeniqand” Ev xanê me hevçend bê şerm û b^aqil nû ye..
Di televizyonâ ku nûçeyan da dibêje, leskerên cilên sipî li xwe kirinê û rêz bûne di nav berfê da bi rê va diçin nîşanî temaşevanan dide û temaşevanan wek ehmeqan hisab dike, dibêje
“Mehmetcik teroristan ji ortê rakir û li du wan diçe”
An jî şikeftek nîşan dide ku ji xeynî du-sê feraqên naylon pêtir, tiştek tune û şikeft vala ye, xanê me dibêje:
Binêrin di vê şikeftê da terorist xwe veşartibûn, qehreman Mehmetcik temaman kuşt.” an jî “ Binêrin ev şikeft cîyê cebilxanê terorista ye, cebilxane tev ketin destên qehreman Mehmetcik”
Cebilxane du-sê firaqên ji naylonan in ev cebilxanê giran ketine destê qereman Memecik!.. Meriv li hal û aqilê vî xanê ezmanan bikene an jî bigrî ez nizanim..
Xanê me di televizyonê da berî tiştek nîşanî temaşevanan bide, dibêj e:
“Niha ez nîşanî we didim, binêrin qehreman Mehmetcik çewa kokê terorîstan ji ninî rakir.” Helikopterek nişan dide ku li ser çîya û newalan difirê. Leşkerek li ber kevirek nîşan dide ku telîmat dide. Helikopter zinaran bimbe dike. Gokxanê me dibêj e:
“ Binêrin, qehreman Mehmetcik çewa teroristan dikuj e, çewa bimba li serserê wan direşîne, dibarîne.” Cîyê bimbe tên barandin zinarê keviranin an jî cîyek vala ye, tiştek li wir nîne, bele xanê me bi dehan terorist li wê dide kuştin û qeremanîya Memetci wek xwe dibe ezmana.
Gokxan efendî hêvarê di nûçeyên nivê şevê da dibêj e: “ Heta Mehmetcik teroristan ji binî xilaz neke ji Iraqê dernakeve. Ji bo zeftkirina qempa Zapê ma kilometroyêk. Sibê qehreman Mehmetcik qempa Zapê zeft dike.”
Belê eyni Gokxan efendî sibê di nûçeyan da xeberê zivirandina esker dide û dibêje “Qehreman Mehmetcik derbek gelek mezin li terorîstan da û bi qehremanî zivirî.”
Dema meriv temaşa Gokxan efendi û televizyonên Tirk dike tu bawerî namîne û xeberên ku rastin jî merif derew qebûl dike.
Gokxan efendî ne bitenê Memetcik dike qereman. Çî tê berdevê wî dike qereman.
Beri çend rojan ev Gokxanê Leyiya tavîyên baranê qala kûçikek kir û got:
“Geli temaşevanan binêrin kûçikê qehreman çewa mayînan dibîne. Dewlet serê kûçikê qehreman, qehreman Mehmetcik ji felaketek mezin xilaz bû. “
Gokxan efendî kuçikek anî ber çavên temaşevanan ku kuçik ji xwe ra li ciyek bi dar û kevir digere.
Gokxanê me qeremanîya kûçik eynî wek qeremanîya Memetcik bilind kir ezmana ew ezmanên ku Gokxan efendi xanê wan e û got:
“Binêrin qehreman kûçik çewa mayînê dibîne û qehreman Mehmetcik ji belayek mexin diparêze.”
Gelo ji vî hal û pergala Gokxan efendi û ên wekî wî ra em dikarin çî bêjin. Ji bo dilê wî û hevalên wî tim bi qeremanî bimîne, ez jîö çewa ew dibêj e, bêjim: Her bijî qereman Memetcik, her bijî qereman kûçik!....
|