|
|
| Rojên peşiya me da ronahî ne an tarî ne? |
|
 |
Di rojnama Azadîya Welat da roja 2 Rezber 2006'an (min nizanibû "Rezber“ çî ye), dinivisîne ku Meclisa Navendî ya Tevgera Ziman û Perwerdehîya Kurdî (TZP-Kurdî) di rojên nevbera 29-30' ê gelewêjê da (Ez bi rastî nizanim "gelewêj" jî çî ye) civînek pêk tîne û di civîna xwe da rewşa zimanê Kurdî, bandora asîmîlasyon û otoasîmîlasîyonê û sersarîya sazîyên Kurdan a di warê zimanê Kurdî da bi firehî dinirxîne û biryardarîya xwe ya li dijî asîmîlasyon û otoasImîlasyonê dûbare dike û ji raha gîştî ra radigihîne.
Ez nizanim kesên endamên TZPKurdî kîne. Ez van hevalên birêz nasnakim. Hal û pergala wanan nizanim gelo di nav malbata xwe da, bi malîyên xwe ra bi zimanê Kurdî an bi zimanek din di peyîvin. Belê ez vî tiştî dizanim ku bi hezaran ronakbîr, rewşenbîr û sîyasetmedarên me Kurdan di nav malbatên xwe da bi zimanê Kurdî napeyîvin, di cîyê zimanê Kurdî da, bi dil û can zimanek bîyanî pêktînin. Malbatên xwe asîmîle dikin, zarokên wan, jin/mêrên wan bi Kurdî nizanin. Vê dilşewatîyê qed nabînin. Di civîn û konferansan da, ji kesên din dixwazin ku bi Kurdî bipeyîvin. Rêzek nivisandin bi Kurdî nanivisînin. Di rojnaman da bi zimanê bîyanî dinivisînin. Pirtûkên xwe bi zimanêk din didin çapkirin. Gelo kesên bi vî awayî ji xwe bawerdikin ku kesên din bidin bawerkirin?..
Li Elmanya berî çend salan gelê Kurd ji bo nasnama xwe. ji bo zimanê xwe meşek çêkirin, daxwazên xwe anîn zimên. Televiyyona Med TV bi sê kesan; xortek, xatunek û kalek ra hevpeyvandinek çêkir. Ji van sê kesan kalo bitenê Kurdî dizanibû. Xort û xatûna delal Kurd bûn belê bi Kurdî nizanibûn û di hevpeyvendinê da bi zimanê Tirkî dipeyivîn. Xatûna me ya delal di hevpeyvendinê da bi kubarî dengê xwe bilindkir û bi zimanê Tirkî got: "Ez Kurdim, ji bo zimanê xwe Kurdî micadele dikim. Heqê nasîya zimanê Kurdî dixwazim. Ez dixwazim ku her Kurdek bi zimanê dayîka xwe fêr bibe û li warî bi axife." Ev kesa ku li ber qemerayê van gotinên qenc bi kubarî digot bi zimanê dayîka xwe nizanibû û nikaribû du gotinan bi Kurdî bêje. Xwendevanên hêja tê bêjin ku ev xatûna delal ji alîyê koledaran va hatîye asîmîlekirin. Helbete dewlet bi her awayî Kurdan asîmîle dike. Belê gelo tu kêmasîyek dê û babê vê xatûnê tune?. Dewlet çi bike bila bike heke dê û babê zarokek bixwazin dewlet nikare zimanê vî zarokê bitemamî bide jibîrkirin, bide asîmîlekirin. Gelo di asîmîla vê xatûnê da qed sûc û kêmasîya vê xatûnê tune?. Ev xatûna qehreman 35-40 salî bû. Başe nikaribû xwe fêrî zimanê Kurdî bike? Bi hezaran kesên bîyanî zimanê Kurdî fêr dibin, ev kesa ku ji bo zimanê Kurdî şer dikir nikaribû fêr bibe?.. Xortê me ê zanyar jî wek xatûna delal, daxwaza xwe di televizyona Kurdî da bi zimanê Tirkî dîyar kir û dewa heqê zimanê Kurdî kir.. Heker xatûna 35-40 salî bi zimanê dayîka xwe nizanibe û heta vî emrî fêr nebûbe, heqê me nîne kû em ji xortek 17-18 salî zanîna zimanê Kurdî bixwazin.
Çewa min li jor jî beyan kir ez van hevalên hêja, endamên TZPKurdî nasnakim. Belê ez bi hezaran rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd nasdikim. Ji bo azadîya zimanê Kurdî xebat dikin, li her cî û warî şerê parastina zimanê Kurdî didin, belê di navmalbata xwe da bi Tirkî, Erebî, Farisî an jî zimandek din dipeyîvin. Bi vî hereketên xwe, him xwe û him gelê xwe dixapînin.
Sîyasetmadarên me, ronak û rewşenbîrên me Kurdan li ser maseyê nexweşanîyên Kurdan gelek delal û zelal teşhîs dikin, tînin holê û dermanan ji her derd û kulên Kurdan ra dibînin. Bi beyanatan û belavokan derd û girasêyîyan çareser dikdin. Piranîya van rewşenbîr û sîyasetmedaren me li xwe mêze nakin û nizanin ku ev nexweşanî, derd û kulên ku tînin hole bi wan ra êdî zaftir heye. Derman ji kesên din ra dibînin û nizanin ew bixwe di nava çi hal û pergalî da ne. Dermanên ku dibînin jî dimîne li ser masê, naçin nava gel vî dermanê bi destên xwe nadin gel...
Rastîya ku li ser masê tê dîtin û rastîya ku di nava gel da ye ne wek heve. Bi salane ku ez demek wiha dirêj li Tirkîyayê û li Kurdistan di nava gel da ne mame. Salê mehek ez ji Elmanya dihatim welat. Hetanî niha çare ji min ra nebû biçim gelek gundan nava gel. Vê carê vaye ku demek dirêje ez li welatim û li gundan, li bajarên biçûk digerim. Hetanî niha ez neçome bûroya partîyek, sazûmanek an jî komelek Kurdî. Min sîyasetmedarek an jî ronakbîrek Kurd zîyaret nekirî ye û ez heta demek dirêj jî serlêdanek li sazûmanên Kurdî, sîyasetmedar an rewşenbirên Kurd nadim. Heker ez ji nişk va rastî sîzasetmedar û rewienbirek Kurd bibim ew tiştek dî ye.
Ez wextê xwe bi temamî di nav gelê Kurd da diborînim. Kesên ku ez di nav wan da wextê xwe derbaz dikim bi piranî ne xwendevanin. Piranîya jinan û kêmbin jî disa gelek mêrên di emrê min da, ji min kaltir an 10 -15 sal ji min ciwantir derîyê dibistanê ne dîtine. Gelek ji mêran li eskerîyê fêrî nivisandine û Tirkîyê bûne. Jin û mêrên ku dibistana ewil xilazkiribin kêmin. Piranîya ciwanan jî dibistana ewil an a nîvî xilazkirine. Kesên lîseyê kuta be jî nikarbûye here dibistana bilind. Bi kurtayî ez ji roja hatime welat heta îro di nav gundî, cotkar, karker, rêncber, dikandarî û bêkaran (bêîş) da me. Ev kesên gundî, cotkar, rêncber, karker, dikandarî, xwendevan û ne xwendevan dev ji zimanê Kurdî bedane û bi Tirkîyek hebirmanî di peyîvin... Xeberek Erebî heye dibêjin "hasilê kelam" derd hûr e û kûr e...
Min li ser civîna TZPKurdî û biryardayîya li ser asîmîlasyona zimanê Kurdî dest bi nivisandinê kir, belê parîki dûr ketim ji bo ku dermanê li ser masê tê dîtin, ji binî sîyasetmedar û rewşenbîr anî ev kesen ku derman dibînin, nagihîjînin gel, mecbûr mam parîkî ji meselê dûr ketim. Niha dîsa dizivirim ser asîmîlasyona ziman.
Ez gelek caran di nivisên xwe da gotinek rehmetîyê Celadet Elî Bedixan tînim zimên. Rehmetîyê Celadet Elî Bedirxan dibêje : "Miletek bindest bi du çekan dikare azadîya xwe bistîne. Yek ji van çekan dîn û ê dî jî ziman e. Heker dînê miletê bindest û serdest yek be, di destê miletê bindest da çekek bitenê dimîne. Ev çek jî ziman e..."
Ji bo azadîya gelê Kurd yek çekek bi tenê di dest da ma ye. Ew jî ZIMAN e... Belê nexapin ev çek jî, ji destê me diçe. Asîmîlasyon bi her awayê şedat he ye û bi sed salane ku hebû... Bi metodên asîmîlasyonê kesî nikaribû û nikare vî çekî ji destê me bistîne. Em mala xwe bi destên xwe xirabdikin û vî çekê bi rûmet ji destên xwe berdidin. Niha di vî dewr û zemanî da kesî tivinga xwe negirtîye destên xwe û li derê mala me nesekinî ye ku em bi Kurdi ne peyîvin. Esker û polos jî bi çovên xwe li quncê oda me nesekinîne û bi kelepçên xwe zimanê me girê nedane. Belê em di nav malbata xwe da bi dil û kêfa xwe bi zimanek bîyanî di peyîvin û zarokên xwe ji gelê xwe dûrdikin, wan ji eslê wan derdêxin, dikin bîyanîyê Kurdîyê û Kurdewarîyê.
Ez demeke li Kurdistanim. Piranîyek gelek zêde gelê Kurd bi zimanê xwe na peyîve. Ez bi kî ra dipeyîvim ew bi min ra bi Tirkî di axife. Ez bi Kurdî û kesê himber min bi Tirkî... Carnan ji xwe pirsdikim dibêjim gelo sebebê vê komîkîyê ezim an ewin?.. Ez li her cî û warî bi zimanê xwe di axifim. Wisa xuya dike ku ez jî mecbûr bimînim rojek dev ji zimanê xwe berdim.
Em dikarin bêjin li bakûrê Kurdistan temamîya zarokên Kurd bi zimanê Tirkî dipeyîvin. Dema meriv ji dê û baban dipirise gelo çima zarokên wan zimanê dayîkê napeyîvin, ji heft newalan av tînin û xwe heqlî nîşan didin. Gelo çewa sîyasetmedar û ronakbîrên me li ser masan dibêjin ku rojên di pêşîya me da ronahîne?. Bi rastî ez qenc nizanim Kurd şîyar dibin an dikevin xewê, rojên di pêşîya me da ronîhî ne an jî tarî ne?..
|
|
|