Berî dersa Kurdî bi fermî di dibistanan da bê pêkanîn, li eyaleta Zaqzena Jêrin bi Elmanî Niedersachsen dersa zimanê Tirkî hebû û biqasî 30 mamosteyên Kurd di eyaletê da dersa zimanê Tirkî didan. Bi ferman derketina dersa Kurdî va, Wezaretê Çand û Perwerdîya eyaletê, ji tim mamosteyên ku dersa Tirkî didan ra nameyek nivisand û got kesên bi Kurdî dizanin û dikarin dersa zimanê Kurdî bidin, bila ji wezaretê ra binivisin û amedekarîya xwe ji bo dersa zimanê Kurdî ra eşkere bikin ku em wan ji dersdarîya zimanê Tirkî biqetînin û bikin mamosteyê dersa zimanê Kurdî.
Ji 30 mamosteyên Kurd ku di wezîfê da bûn û dersa zimanê Kurdî didan, me 3 kesan; ji bajara Leerê ez, ji bajara Hannoverê mamoste Elî û ji bajara Osnabrückê mamoste Ekrem binivisandin serî li wezareta çandi û perwerdîya eyaletê da û me xwest ku em ji bo dersa zimanê Kurdî amade ne. Mamosteyên Kurd ên dî, hinek mafên xwe dan ber çavên xwe û nexwestin dersa zimanê Kurdî bidin. Seba hin xalan ez dikarim wan mamostan heqlî bibînim.
- Konsolosa Tirk bi şiddet dijî ders zimanê Kurdî derdiket û digot Kurd tunin, Kurdî tune. Heker mamostan dev ji dersa Tirkî berdan û dest bi ders zimanê Kurdî bikirin, dikaribûn li Tirkîyayê bên binçavkirin û dû da bên cezakirin. (Piştî destpêka dersa zimanê Kurdî ez li Yeşilköy li meydana balafirê sedem ku dersa zimanê Kurdî didim, hatim binçavkirin. Heker dewleta Elman neketa navê ez ne dihatim berdan)
- Dê û babê zarokên Tirkan dikaribûn boykot bikin û zarokên xwe neşînin dersa zimanê Tirkî ku mamosteyê Kurd vê dersê dida. Bi vî awayî mamoste di ma bê iş. Minak min: Li bajara Leerê 35 zarokên Kurd hatin qeydkirin û dibûn 3 komik. Di heftîyê da serê komikê min 5 demhijmar =siet dersa Kurdî destpêkir û bi temamî dibû 15 demjimar. Ez mecbûrbûm di heftîyê da 27 demjimar ders bidim. Bi 15 demjimaran min nikaribû pereyek têrxwarinê bistînim. Mamosteyên ku ditirsîyan dersa zimanê Kurdî bidin heqê wan hebû. Pişti salek, Tirkan boyqot kirin zarokên xwe neşandin dersa min. Belê di vê demê da hêjmara zareokên Kurd di dersê da bûn 90 kes.
- Partîyek Kurd nedihişt ku Kurd zarokên bişînin dersa mamosteyê ku ne ji wan bû û dê û baban tehdît dikirin. Mamosteyên Kurd ne dixwestin serê xwe bikin derdê. Ne dixwestin him ji mizkeftê û him jî, ji dêrê bibin.
- Ji bo bikaribin dersa zimanê Kurdî bidin, ji mamostan ra zahmetîyek û fedakarîyek mezin bû. Him konsolosa Tirk him dê û babên zarokên Tirk û him jî hinek Kurd dijî dersa zimanê Kurdî serhildanî û şer dikirin. Mamostan bi hêsayî dersa zimanê Tirkî didan û nedixwestîn serê xwe bi dersa zimanê Kurdî bikin nav belayê. Seba van tiştan û hin tiştên dî, ji xeynî me 3 kesan kes nexwest dersa zimanê Kurdî bide.
Bajara Leerê bajarek gelek biçûk e û Kurd tê da hindik hene. Bajara Hannover paytextê eyaletê ye û di eyaletê da bajara herî mezin e. Bajara Osnabrück jî, di eyaletê da ji alîyê mezinayîyê va bajara duwemîn e. Li van her du bajaran jî Kurd gelek in.
Me dest bi dersa zimanê Kurdî kir. Hevalê Ekrem li bajara Osnabrückê 2 hefte bi hêsayî dersa zimanê Kurdî çêkir. Piştî 2 heftîyan, dê û babên Kurd, zarokên xwe neşandin dersa Kurdî.
Berpirsîyar û hevalbendên partîya Kurd, ku dixwest Kurdistanek yekbûn, serbixwe û komûnist damezirîn e, ji bo mamoste Ekrem ne ji partîya wan bû, nexwest Kurd zarokên xwe bişînin dersa Kurdî. Berpirsîyarên partîyê, dê û babên zarokan tehdît dikin ku zarokên ku xwe neşînin dersa zimanê Kurdî, dersa mamoste Ekrem dide. Dewleta Elman dolmîşek kira kiribû ku zarokan ji mala wan dibir dibistanê û dîsa tanî mal. Jinek Elman şofortîya dolmişê dikir. Berpirsîyarên partîyê, jinikê tehdît dikin, dibêjin heker zarokan bibe dersa Kurdî tê wê bikujin. Jinik ditirise û diçe ji walî ra dibêje ku tirk wê bikuştinê tehdît dikin. Paşî derdikeve kesên wê tehdît dikin, ku ne Tirkin berpirsîyarê partîyek Kurd in. Jinik jî, walîyê wilayetê jî, şaş dibin. Jinik dev ji birina zarokan berdide. Walî wezîyetê ji mamoste Ekrem ra dibêj e. Walî, civînek bi dê û babên zarokan ra çêdike. Mamoste jî diçe vê civînê. Berpirsîyarê partîyê 2 kesên bekar in û zarokên wan tune. Belê ew jî diçin civînê. Berpirsîyarên partîyê di civînê da dibêjin:
- Em vî mamosteyî naxwazin. Ev mamoste dersa zimanê Tirkî dide û ajanê Tirk, ajanê konsoloso ye. Pêwiste mamosteyê em dixwazin win tayîn bikin. Kesêb di civînê da ji tirsan dengê xwe nakin.
Walî jî dibêj e:
- Ez di bin fermana we da nînim. Mamosteyê Kurd li vira ye û win dixwazin zarokên xwe bişînin dersa Kurdî bişînin, naxazin bişînin ez mamosteyek dî tayîn nakim û dersa Kurdî li Osnabrücke didim sekinandin.
Dê û babên zarokan newêrin dengê xwe bikin û bi vî awayî partîya meya welatparêz(!) û şervan dersa Kurdî ji holê dide rakirin.
Konsolosa Tirk, sefareta Tirk û dewleta Tirk ji bo sekinandina dersa zimanê Kurdî gelek xebat û çalekîyan kirin belê nikaribûn dersa zimanê Kurdî bidin sekinandin. Belêêê partîyek Kurd ku digot ez ji bo Kurdistanek yekbûn, serbixwe û sosyalîst şer dikim, şerê ku Tirkan dijî zimanê Kurdî dikirin û nikaribûn serkevtî bibin, bi alîkarê wê partîya Kurd û berpirsîrên wê, dersa zimanê Kurdî hat sakinandin. Li Osnabrückê îro jî dersa zimanê Kurdî tune.
Pêwiste xwendevanên hêja gelek fikir bikin û biryara xwe bidin.
Dumahik heye
|