Newala Şiloha, ji serê Kozê dest pê dike. Kozê baneki bilind e. Wek banê xaniyek 20 qet, ji jor ve di nihêre deşta Erbinê û Kezer. Serê Kozê rastek bi dar û devi ye. Bi giya û kevir e. Biharê pir baran dibare. Ava baranê di nava dar û deviyan de newalokên biçûk, di şopa xwe de bi aliyên nizim va vedikin. Newalok her mezin dibin û dibin newalên kûr, fire û dirêj. Newala Semedar, Newala Eryend û Newala Şiloha ji van newalokên biçûk çêbûne.
Nawala Semedar, ji hêla Dêreba ve berjêr dibe, di binê kela gundê Girdika de kûr dibe û di bakûrê Kozê de derbaz dibe. Ji hêla Kozê pir newalên biçûk derdikevin û dikevin ser newâla Semedar. Li hêla gundê Şerno erd û axa gundê Şerno û gundê Girdika ji hev diqetine û dikeve ser Newala Eryend.
Newala Eryend, ji serê Kozê derdikeve û bi hêla rojava ve kûr û dirêj dibe. Aqarê erdê gundê Şerno û Erbinê ji hev cûda dike. Li serê Kozê newalokek hişkê bê ave. Di navbera gundê Şerno û Erbinê de dibe newalek kûr, bi dar û av. Ava newalê bihara bihur nade û mirov zor dikare derbaz bibe. Darê çinarên kevnarê sedsale, di newalê de hene. Viyali û wiyalê newalê di qerexa avê de zevi û erdê pir dewlemend heye. Havina ji ava newalê zaf e û hin ci kûre, xort di nav ava newalê de avjendi dikin. Siya darên Çinaran dide ser zeviyan û havina şivan û gavan pez û dewarên xwe li binê siya darên çinar dixin mexel. Rêwengi û karwan li binê siya darên çinar barên xwe datinin, rûdinin, nanê xwe dixwin û bihna xwe dertinin. Bihna mirov li binê siya çinaran pir xweşik derdikeve û bihntengiya mirov fire dibe. Newal di ber gundê Madar û di binê gundê Pirta de ku ev gund gundeki serçira eşireta Siloqan e, derbaz dibe, erda gundê Madar, Kanigurya û Pirta av dide û li nêzikê çemê Başûra, li hindava gundê Kanikarwana û Darê dikeve ser çemê Bilisê.
Biharan pir Baran li Kozê dibare. Baranê newalokek biçûk di nivê serê Kozê de vekiri ye û bi serjêriya rojhilatê ve di herike, diçe. Li hêla pişta gundê Şemaşe dibe newalek kû, fire û mezin. Dibe newalek bi av û dehl û dar. Dibe nawalek asê û bi nav û deng. Dibe newala Şiloha. Newaala şiloha çiqas diçe her kûr û fire dibe. Di ber gundê Erbindok de derbaz dibe, li hêla Basleys û li pêşmiqabilê gundê Tasilwan dikeve ser çemê Kezer. Kesên ji ber zilma dewletê an ji zilma beg û axa derketine çiya her tim bi hêsani xwe di Newala Şiloha de bi ci kirine û ji ber dijminê xwe dikaribûne di nav ewletiyê de xwe veşêrin û biparêzin. Van çiyan, van newalan pir alikariya kesên kêmketi û belengaz kirine. Pir kesên azidixwaz û diji zordaran ji dijminên wan di nav zikê xwe de veşartine û paraztine. Newal û çiyayên Kurdistanê pir kesan himêz kiri ne û wanan ji ber dijminên wan xilaz kirine. Bêle Xwedê xirab bike Newala Şiloha dû qehremanên Kurd ne parazti ye. Sedem vê yekê Kurdên wê hêlê qed ji Newala Şiloha his nakin. Kesên wê hêlê dibêjin ku newal, di diroka Kurdistan de ixaneti kiri ye û dû şervanên qehremanê Kurd daye şehit kirin.
Ez zarok bûm. Min pir ji insanan his dikir. Min xirabiya insanên xirab hê nas nekiri bû. Min insanan pir dost didit, qenc didit. Min cûdabûna gelan nizani bû. Min digot belki herkes Kurde û bi Kurdi di peyive. Min nizani bû Tirk, Faris, Ereb, Elman çi ne, ki ne. Gundê me nehiye bû. Midurek nehiyê hebû. Ew ji bi me re bi Kurdi dipeyivi. Di qereqola gund de cendirme hebûn. Wana bi Kurdi nizani bûn. Li gundiyan dixistin. Hin cendirman ji bi Kurdi dizanibûn û zaf caran alikariya gundiyan dikirin. Min wisa dizanibû kesên bi Kurdi nizanin ne qencin û xirabi bi gundiyan re dikin. Ew cendirmeyên bi Kudi nizanibûn, em ji wan ditirsiyan û dema me wan didit em direviyan. Belê ew cendirmeyên ku bi me re Kurdi di axifin me goz, hinar, hêjir, tiri û fêkiyê din dida wan.
Ez nizanim kija sal bû. Belê salên 1940`an bû. Bi rasti çewa ez hisab dikim salên beri sala 1945`an bû. Di salên şerê cihanê ê duwemin de li hêla me xela çêbibû. Dexil nebû. Dê û bavê min nikari bûn me xwedi bikin. Em pênc zarok bûn û ji me re nan peyda kirin pir zor bû. Sedem gezek nan ji bo zarêkên xwe bikaribin peyda bikin dê û bavê min macir bibûn, mala xwe biri bûn deşta Mûşê.
Dema min çavên xwe li dinyayê vekir û ez hatim ser biraniya xwe, babê min tim şivanti, ga- vanti, xulamti û paletiya xelkê dikir. Ez nizanim kijan sal bû, belê ez çewa hisab dikim di beri sala 1948`an de, bavê min li Basleys bibû emele, diya min û xwişkên min li gundê Erbindok bibûn mirabayê Ehmoyê Mamo.
Basleys û Erbindok nêziki hev bûn. Navbera Erbindok û Basleys bi lingan bi qasi niv seeti dikişand. Li Basleys mişarên (1) xwuhê hebûn. Ava şor li Basleys derdiket. Ji kaniki ava şor, di heriki û diço ser mişaran. Ciyên din bir bûn û av nediheriki. Ji biran bi dolab, weris û ilbikên çerm ava şor dihat kişandin û diket mişaran. Kaniyek û 5 bir li Basleys hebûn. Min bi xwe ji pişti salan li Basleys emeleti kir. Me ava şor ji birên her kûr bi hinbanên ilbik dikişand. Du kesan av ji birê dikişandin. Yek li ser dolabê rûdinişt û ê din ji li ser devê birê. Bi werisên her dirêj ilbikê berdidan birê. Devê ilbikê bi dareki gilover hatibû vekirin û du dar ji di ser hev de, bi devê ilbikê ve hatibûn derbaz kirin. Devê ilbikê tim û tim vekiri dima. Dema ilbik diket ser ave, kesê av dikişand çend car dolabê dibir tani ku hebana ilbik bikeve nav avê. Dema heban diket nav avê otomatik diji av dibû. Kesê li ser dolabê cerendekê dolabê, bi destan dikişan û bi lingan ji, derenca (hewqa) jêrtir def dida. Yani bi çar lep an ji çar dest û lingan dolap dihat zivirandin. Ev kareki pir zor bû. Kesê vi kari nekiri be, nikare zori û zehmetiya vi kari fahm bike. Dema heban dihat devê birê, kesê li devê birê rûnişti bû, dest davêt hebanê û vala dikir cuwa ava şor ku diço ser mişaran. Av di heriki, diço diket mişaran. Dema mişarek diji dibû, berê avê diguhastin, didan ser mişara din. Ji bo dijikirina mişarek bi hezaran heban an ji ilbik av lazim bû. Bi şev û roj av dihat kişandin. Bir vala dibû. Pişti çend seetên din disa diji dibû. Mirov mecbûr bû, av bikişanda û birê disa vala bikra. Di heftiyê de sê roj av dihat kişandin. Av kişandin pir taloke bû. Ger dolap ji destê mirov an ji ji ber lingên mirav bifilitiya, dest û lingên mirov perçe perçe dikir. Pêwist bû mirov pir bi balkêş av bikşand. Ava ku diket mişaran sê roj dima li ber tavê. Av li ber tavê dibû xwuhe. Rojek mirov wê xwuhê dida hev û ji nava mişaran derdixist derva. Şevek dima, zuwa dibû. Dora rojê ji, Mirov wê xwuhê dibir embarê. Me li ker û hêstira bar dikir, dikişand embarê. xwuhê dihat mêzandin û diket embarê. Ji bo ku iwehê neyê dizin hin kesan paraztinê çêdikir. Ji van parazkerên iwehê re digotin kolçi. Kolçi li ber embarê bûn û qontroli di destên wanan de bû.
Erbindok gundekê eşireta Siloqan bû. Gundeki biçûk bû û li tenişt gundê Şemaşe bû.
Şemaşe û Erbindok wek gundekê dû tai bûn. Çawa min bihisti ye, vi sê-çar salên davi gundê Erbindok û Şemaşe ji alê dewleta Tirk ve hatiye kambax kirin. Kes di van gundan de nema ye. Gundê Erbindok û Şemaşe di diroka Kurdan de kesên qehreman dane. Ji xeyni dû qehremanên çiroka me welatparêzên din ji, ji gundê Erbindok û Şemaşe derketine. Pişti faşizma 12 Êlûnê insanê her yekem ku jiyana wi li mintiqa Valiyê Herema Neteybetiyê hat qedexe kirin, ji gundê Şemaşe bû. Ji bajara Sêrtê dû kes, ji aliyê dewletê ve talûke hatin ditin û jivan her dû kesan re herema Valiyê Neteybeti hat qedexe kirin û ew ji heremê hatin sirgûn kirin. Yek ji vanan Zübeeyir Aydar û ê din ji Mehmet Eli Sevilgen bû. Mehmet Eli Sevilgen ji gundê Şemaşe ye. Ji gundê Erbindik, Şemaşe û ji Eşireta Siloqan kes nebû ye qorici ji. Her gundê mezin ê Siloqiyan Erbin e. Ez bawerim kokê Şemaşe û Erbindokiyan ji, ji Erbinê ye. Şemaşe gundê Axa bû. Axayek ku mala wi li bajara Sêrtê bû xwediyê gudê Şemaşe bû. Hayretredin Özgen û birayên wi li Sêrtê jiyana xwe berdewam dikirin. Birê Hayrettin, Sabri Özgen her tim diço Şemaşe û ji gundiyan heqê gund dicivand, gund idare dikir. Paşi Özgenan vi gundi firotin û bavê M.Eli û pismamên vi gund kirin.
Ez biçûk bûm. Bi rasti nizanim çend sali bûm. Mala me çobûn gundê Erbindok û li wê mirêbati dikirin. Ez û xwuşka xwe a mezin bi tenê mabûn li gundê me. Bavê min, diya min û mala me kesên din bi timami çobûn gundê Erbindok. Babê min li Basleys emeleti dikir. Sibê zû diço Basleys û Hevarê dihat Erbindok. Rojên ku li Basleys ne di xebiti, alikariya diya min û xwuşkên min dikir. Destgirtiyê xwuşka mina mezin ji, bi babê min re li Basleys emeleti dikir û ewi ji li gundê Erbindok alikariya mala me dikir. Ji bo ku ditin, bi hev re gera destgirtiyan li cem me şerm bû, xwuşka mina mezin mabû li gund. Ez ji zarokek pir piçûk bûm. Sedem wêkê min hiştibûn li gund cem xwuşka mina mezin.
Payiz bû. Mirêbati li ber xilaz bûnê bû. Rojek birayê min hat gund, min dani ser pişta kerê û bir gundê Erbindok. Pişti çênd heftiyan mirêbati xilaz bû û bi maliti car din em zivirin gundê xwe. Di zivirandina me da ewil ez û diya xwe hatin gund. Em bi linga ketin rê. Diya min piştiki dabû pişta xwe belê niha nayê bira min piştiyê wê çi bû.
Navbera gundê me û Erbindok bi lingan 4-5 saet dikişand. Belê em hêdi dimeşin û ev dem dirêjtir dibû. Riya me diket nava Newala Şiloha. Newal li binya Erbindok, hêla Basleys diket ser çem. Riya me, li pişta Erbindok diket nav newalê û li hêla Serê Kozê ji nav newale derdiket Serê Kozê. Di serê Kozê de berjêri Newala Semedar dibû. Di Şêx Eli`de derbaz dibû pişta Şerno û digihişt gundê me Minar.
Ez û diya min ketin nav Newala Şiloha. Germ bû û em di xwudanê de diman. Li nav newalê, li ciyê her kûr di pişta rê de kevirek pir mezin hebû. Ez bawerim ew kevir 40-50 hezar ton giran bû. Çiqas li ser erdê bû belki hewçend zaftir ji, di bin erdê de bû. Jêriya kevir li benda rê bû û bi qasi çend bejnan bilin bû. Pişta kevir nizim dibû digihişt erdê. Bi hêsani mirov dikaribû biço ser kevir. Ser kevir pir fire bû. Bi qasi bist kes zêdetir dikaribûn li ser kevir rûnen. Ser kevir wisa pan bû ku mirov dikaribû li ser rekeve, xwe dirêj ke, razê.
Dema em hatin hêla vi kevirê ku weke zinarek bû, diya min piştiyê xwe dani û li binê siya kevir rûnişt, axênek kijand. Ez pir westa bûm. Min got herhal diya min ji pir westa ye newma li vir rûnişt. Ez li keleka diya xwe rûniştim. }ederek em man bê deng. Diya min rabû û car din axênek ji kezebê kişand. Ji min re got:
- Lawo rabê ezê tiştek nişan te bidim. Lê pêwiste heta tû li dinê sax bi jibir neki. Tu ji
nişani zarokên xwe bidi û tiştê ez ji te re qise kim, tu ji, ji zarokên xwe re qise biki.
Bi rasti min ne dixwest ez rabim, ji bo pir westiya bûm. Diya min ço pişt kevir û bang kir min. Ez rabûm çûm cem diya xwe. Diya min derket serê kevir û girte bi destên min, kişand ser kevir. Serê kevir mina meydanek bû. Nivê meydanokê reş bû. Ew reşi çawa mirov boyaxa reş berde, wisa heta xilaziya kevir heriki bû. Histêran di cavên diya min de avêt û bi dengeki kelegirini dest bi qisekirinê kir:
- Tû vi keviri û vi tiştê ku li ser kevir reş dike dibini. Ev xwina du qehremana ye. [wina insana dema bi kevirek ve hişk bibe, êdi zû bi zû jê naçe. Berf ji bide ser, baran ji bide ser ew xwin dimine bi kevir ve. Ev xwina dû qehremanê Kurd e. Yeki ji wanan min nas dikir. Min çend caran wi diti bû ez pê ra peyivi bûm. Carek hat nav bostanê me, bi qasi seetek bi min û bavê te re peyivi. Di çiya de bû û tivinga wi li milê wi bû. Navê wi Reşo bû. Ê din ji Sadê bû. Reşoyê Zazê û Sadê(2).
Pişti Mistefa Kemal rabû ser text, li me Kurdan pir zilm û zordesti hat kirin. Şerê Şêx
Seid derket. Kurda şer winda kir. Pir kesan girtin. Çend sal pişti şer, eskerê reş kete gundên Kurdistanê. Ez nizanim çi wext bû. Birayê te ê mezin di destê min de bû. Çend mehi bû (3). Eskerê reş kete gundan û heroj çênd gundan ji Kurdan distandin. Hin gundan berxwe dida zû bi zû û hêsa teslin ne dibûn. Hin gund ji bê mecal bûn û nikari bûn berxwedan bikin. Ew sala ku eskerê reş kete gundan em jê re dibêjin „Sala ku eskerê reş hat.“
Dema eskerê reş hat ji Sêrtê derket, gundê Kezer û Erbinê zû zeft kir û kete gundên çiya. Belê gundên çiya berxwe dan û hêsa teslim ne bûn. Gundê Erbindok, Şemaşe, Şerno, Dê-reba, Girdika, Baska, Sedê, Dêzlak, Serşikeftê, Şiyan û Taxikê bi rojan berxwe dan. Di dawiyê de gund tev hatin sitandin, belê hin kes teslim nebûn. Mêrên ku di gunda de bûn, di revin, di ketin çiyan.Gundê me nehiye bû û têda ji zû va qerqol heye. Li gundê me berxwedan qet çêne bû. Ji bo ku bi salaye di destê dewletê de bû. Belê dema eskerê reş hat, mêr tev ji gund derketin di çiyan de xwe veşartin.
Pişti ku gundê Erbindok teslim bû Reşoyê Zazê û Sadê teslim nebûn. Çekên xwe avêtin milên xwe û derketin çiyan. Bi mehan diji eskerê reş şer kirin. Dema navên wan derbaz dibû esker di lerizin. Herkes alikariya wan dikir. Eskerê reş gundên hêla me tev teslim sitandin. Meqerên eskerê reş li gundê me bû. Şerê wan li hêla me nema bû. Li hêla Çilifte, Mereto û çiyayê }elems hêla Motkan şer dikirin. Şer li wê hêlê pir dijwar berdewam dikir. Li hêla me ji, ji bo Reşoyê Zazê û Sadê bên girtin qismek esker hişti bûn. Ev esker heroj li wanan digeriyan, xirabi û neqenciyan dikirin. Zor û zordesti li gundiyan dikirin, terş û talan, debar û alifê gundiyan dişewitandin. Reşoyê Zazê û Sadê bi qehremani û cengaweri şer dikrin. Bi şev li eskeran dixistin û bi roj xwe vedişartin.
Rojek sihûra serê sibê esker, Reşoyê Zazê û Sadê, xwudê xirab bike, di Newala Şiloha de dixin dafikê û hawidorên wan heleç digirin. Reşo û Sadê wek qehremanan şer dikin û didin vi palê pêşmiqabilê me. Him hevrazi diçin û him ji şer dikin. Digijin serê milê. Reşo di qulibe hêla din. Êdi esker nikarin bi tivingan lêxin. [we xilaz dike. Sadê sê çar gav li dû Reşo ye. Belê hê wernegeri ye hêla din. Gihişti ye serê milê gavek, dido ji bavêje wê wergere hêla din û ew ji wek Reşo xwe xilaz ke. Tam di serê milê de derbek lê dikeve û Sadê dikeve erdê. Ji Reşo re dibêje „Bira Reşo, ez ketim, tu xwe xilaz ke.“ Belê Reşo dizivire û dibêje: „Ezê çavan te bihêlim û xwe xilaz kim? Wê tarixa me, min bêbext ilan neke? Ez nikarim birayê xwe bihêlim di destên dijmin de û herim. Bi can ji em bi hev re, bi xwin ji em bi hev re. Ez te birindar nahêlim di destên wan de.“ Sadê dike, nake nikare Reşo razi ke. Reşo dizivire û Sadê ji erdê radike, dide pişta xwe ku wi ji ber berikan xwilaz ke. Belê kor be, berikek bê bext li Reşo ji dikeve, Reşo dikeve erdê.
Esker digije ser wan ku hê saxin. Hin eskerên bê bext berê tivingên xwe didin ser wan. Di nav eskeran de çawişek ji Aydinê he ye. Çawişek Tirk. }ir dike eskera û dibêje: „Wanan ne kujin. Em wan bibin Sêrtê teslimê serdarê esker bikin.“ Belê zabitê ser eskeran emir dide ku serê wan jêkin. Esker wan kaşdikin, tinin vira, ser vi keviri. Esker, emrê zabidên iwe tinin ci, serê her du qehremanan jê dikin. Çawişê ji bajara Aydinê diji zabitê xwe derdikeve û dibêje:
-Kumandar beg, te qet dirokê nexwendi ye. Te qet mirovati û insaneti nediti ye. Insan li ku be, disa insane û ne layiqê heqaretê ye. Her milet û her din ji miriyan re rûmet digre, hurmet dide miriyan. Çevan tu dikari serê insanan wek pez, wek dewaran bidi jê kirin. Bi mehane em li du girtina van her dû mirovan bûn. Me wan birindar girt. Belê te wan da kuştin û serên wanan da jêkirin. Ev her dû mirov qehremanên wisa mezin bûn ku mirov mecbûre rûmet bide wanan. Zaf caran ewan hevalên me xistin dafikê. Dikaribûn bi dehan kes ji me bikujin. Belê bang kirin me û gotin em naxwazin we bikujin. Win ji lawen dê û bavan in. Destgirti, jin û zarokên hinan ji we hene.
Ev ji insanin û dê û bav, jin û zarokên wanan ji hene. Belê me wan ji kêfa xwe re kuşt. Ema tu heqê me û ê tu kesi tine kû serê wanan jê ke. Ger em vê wehşetê bikin, tê dirok lanet li me bine, tê zarok û neviyên me ji me nefret bikin. Tê zarok û neviyên van mirovan ji, bi wan serbilind û bi şeref bin. Navê miletê me tê zalim derkeve û navê Kurdan ji mezlûm derkeve.
Belê kumandar bi hêrs dibe ve û xeberên pir ne qenc ji çawiş re dibêje û bi silan li çawiş dixe. Çawiş ji zaf diqehire û li wê tiving û nişana xwe davêje. Çawiş wexteki ma di hepsê de. Pişti ji hepsê derket bi keçeki re, ji gundêki Hevêdan zewici û ma li vi welati, ne çû welatê xwe. Niha mala wi li Tetwanê ye. Min ji wi çawişi ditibû. Paşê mala xwe bir Tetwanê. Li Tetwanê çû ser heqiya xwe. Niha zarokên wi jiyana xwe li Kurdistanê berdewam dikin û diya wan li heyatê ye. Zarokên wi çûn Aydinê, pismamên xweyê şir helal naskirin.
Kumandar emir dide û wek pez serê van mêrxasan li ser vi keviri jê dikin jê dikin. Ew xwina wane bi vi keviri ve. Çend sal di ser de derbaz bû hê xwina wan qehremanan, xwina Reşoyê Zazê û Sadê ji vi keviri neço ye. Bi salan ev xwin tê bi vi keviri ve bimine. Ev xwin rû reşiya dewleta Rom û eskerê Romê ye. Ev xwin zilm, zordesti û bêbextiya eskerê Romê ye. Zilm û bêbextiyên ku min ji dewlet û eskerê Roma diti ye, tiştên ku ez bûme şahit, ger ez qise kim bi salan xilaz na be. Wesiyet li te lawê min, vê xwina serê vi keviri tucar û her tucar jibir neke.
Serê van qehremanan jê dikin û li dara didin, dibin Sêertê. Wan serên por zêrin wan serên delal li darên dirêj didin û sê roja li nava bajarê Sêrtê digerinin, nişanê xelkê didin, ku xelk bizanibe esker û dewaleta Rom çiqas bi qewete. Hin kes belki tirsiyan belê tim xelk, bi bê imaniya wan qençtir hisiya û ji wan zaftir nefret kir. Pêwiste tû ji jibir neki û van wehşeta ji zarokên xwe re, ji neviyên xwe re qise biki.
Daxwuyani:
Ew roj, ev roje ez Newala Şiloha jibir nakim. Ez mezin bûm û biqasi 20 sal zêdetir bişti his kirina vê bûyêrê ez çend car çûm Newala Şiloha û li wi keviri geriyam. Belê bi rasti min car din wi keviri nedit. Newal guhiri bû, ew riya kevin winda bibû. Belê kevir û xwina reş bi kevir ve hêja wek iro li ber çavên mine. Rê, dar, sitrin, devi, kevir û axa wê demê tim li ber çavên minin. Belê ji wê rojê û virda min car din vi keviri nedit, min rê û wan daran êdi nedit. Eman, yeman nêziki 50 sal pişti guhdari kirina vê meselê, bûyêrên xirabtir û zalimtir li newalên din hatin pêk anin. Li Newala }esaban, nêziki Erbindokê li Newala Basleys û gundê Serşikeftê bûyêrên wisa zilm û wehşet çêbûn ku kes heta niha nediti ye. Tim xwendevanan bûyêrên Newala }esaban his kirine. Belê bûyêrên Newala Basleys û Serşikeftê kes nenivisandiye û qal nekiri ye. Rojek ezê qala van bûyêran ji bikim.
(1) Mişar, birkikên biçûk, ne kûr belê fire û dirêjin. Ava şor dikevê wan.Av heta binê çokê dikevê mişara û li ber tavê dibe xwuhê. Ani mişar, ciyê çêkirina xwuhê ye.
(2) Navêkê din ji bi navê Sadê ve hebû. Belê min jibir kiri ye. Diya min wê demê qise kir Reşo û Sadê çiyê hev bûn. Bi rasti min jibir kiri ye.Ez nizanim birê hev bûn an ji kurmamê (kurapê) hev bûn. Ez bawerim Kurmamê hev bûn. Kesên mesela Reşo û Sadê qenc dizanibe, ji kerema xw re bila binivisine ji Rojnama Hêvi re bi şeyne an ji ji min ra bi şeyne ku ev bûyêr tam bi rasti bê nivisandin. Di derheqê vê bûyêrê de ez bawerim M.Ali Sevilgen qençtir dizanê. Ger ew vê bûyêrê bixwine dikare ji min re binivisine.
(3) Birayê minê mezin di nifusê de hatina wiyê dinyayê sala 1928 e. Belê ez nizanim bi rasti tam di kijan sal de hati ye dinyayê. Yani bi rasti nayê zanin kijan sal eskerê reş li hêla Sêrtê keti ye gundan. Sala 1928 e an ji beri 1928`ane. Çimki ew sal birayê minê mezin çebd mehi bû ye.
|