Histêrên çavan, di nav qermûçekên rûyê di bin sorgulîyên hene kirî da, wek ava tavîyên barana nîsan û gulanê çewa dibe leyî û di nav cîyên nizm da ji serê gir û çîyayên bê daristan û cûyên berwaran da nişîv dibe, bi lez û bez di xuşxuşe, wisa di rûkên kal û pîr, lê belê pirr delal da berjêr dibûn. Bejnekê şaxîn, navtengekê zirav her wek bûka salê, lê hebû. Ji ber qehrên salan û zilma neyaran ku parîkî pişta wê xûl û qilûz ne bibûya meriv dema ji paş va, an jî ji dûr va bala xwe bida bejin û bala wê, tê bigota ev jin hê keçekî xame ye.. Di jêrîna rûhên gurçik sor da birûyên qelemî qeytan û li ser birûhan ênîya meydanî... Çiqas jî xalên qermiçî, wek xetên cotê erda sor li nepenîyan, ketibûn ênîya meydanî, dîsa jî nikaribûn delalîya Gulnaz Xatûnê bidan veşartin.. Gulnaz Xatûn kal bû, pîr bû, belê hê didanek we neketibû û didan di dev da wek du rêzên mircan û sedefan sipî dikirin.. Wê demê kesê Kurd mecûnê didanan nas nedikir û didanên xwe bi mecûn ne dişûşt. Dîsa jî didanê devê Gulnaz Xatûnê wek berfa serê çîyayê Nemrûdê sipi dikirin..
Dema jin û zarûkên Xifya, Gêsa, Marnîk û gundên din li dora Gulnaz Xatûnê kom dibûn, ewê dizanîya ku ji bo serpêhatî, bûyêr û çîrokên wê kom bûne û dixwazin serpêhatî, bûyêr an çîrokek guhdarî bikin.. Dixwestin serpêhatî û bûyêrên ku ji xeynî wê bi serê kesî va nehatîne guhdarî bikin.
Gulnaz Xatûne, histêrên ku bi rûkên qermiçî va berjêr dibûn paqij dikir, berê xwe dida guhdarvanên xwe, keserek ji kezebê dikişand û digot:
- Ez ji Roja Reş û virda ji inyat û qehirdana dijminên bêbext û bê îman pora serê xwe hene dikim.
Roja Reş çî bû?.. Kengê bû?.. Roja Reş, rojeki ji jîyana Gulnaz Xatûnê bû!.. Gulnaz Xatûn, bûyer, biserhatin û derbazbûna wê roja reş, ji jin, mêr, keç, xort û zarûkên Kurdan ra di her fersend û çareyî da qise dikir.
Gulnaz Xatûn, jinekê pîrê kal bû. Pişta wê ji ber derd û kulên bêbextan û bê wijdanan xûl û qilûz bibû. Di jîyana xwe da gelek bûyêr, derd û eleman, zor û zordestîyan ji destên zodaran dîtibû. Ji ber kar û barên giran, ji ber qehir û kederên bê olan, ji ber ne mirovatî û pozbilindîya dijminên bê îman, rûkên wê ên delal qermiçî bûn û pişta wê wek dara sipîndarê ku bi darê zorê tê xwar û tewandin wilo xûl bibû. Gulnaz Xatûn wek koçekî dara dîrokê bû. Dîroka Kurdan an nû vî koçî kevnar kiribû... Di nav agirê vî koçî da gelek çax û belgên dîroka Kurdên serhedê hebûn... Malbata Gulnaz Xatûnê, malbatekî mezin, navdar û giran bû. Gulnaz Xazun, wekî dayîka herkesî bû, û tim kesên deşta Mûşe wê bi dil û can dayîka xwe di hesibandin, qedir û qîmeta giran didan wê... Mezin, biçûk herkes jê ra rûmet digirt û jê ra digotin „Xatûna Mezin“!..Gulnaz Xatûn, ji malbata serçira eşîreta Xwêtê bû û li gundekî deşta Mûşê, li gundê bav û kalan Xifya dawîya jîyana xwe ya bi qehir û bargiran derbaz dikir.
Gundê Xifya, li deşta Mûşê, navbera Mûş û Bilîsê, li rênîvîya Norşêna Hizret û Dêrxasê, nêzîkî Avareş e. Li rojhilata Xifya Norşêna Hizret, deşta Rehwa xopan, Dehlereş û çiyayê Nemrût li dû hev rêz dibin. Li rojavayê Xifya, gundê Dêrxas, pozê girê Elîkirpûn, çîyayê Hewadorkê, çemê Mûradê û çîyayên dora pira Evdirhman Paşa ku di navbera Mûş û Vartoyê da ye, cî girtine.. Çîyayên navbera deşta Mûşê û Bilanixê û çîyayên dora Gelîsorkê di pêşmiqabilê Xifya da, di xilazîya deşta Mûşê da li tenişt hev, milê xwe dane hev û sekinîne.. Li başûr çîyayên Xwêtê û Xaçereşê bi silsile dirêj dibin. Xifya pişta xwe daye palê xilazîya çîyayê Xaçereşê ku deşta Mûşe dest pêdike. Xifya, pişta xwe da ye çîya û berê xwe da ye deşta Mûşê. Di nêzîkî gund, nivê deşta Mûşê da çemê Avareş, wek marek reş deştê fetlo- fîlo diqelêşe û bi alîyê rojavayê va dikişe, li hêla binê Norşêna Firing dikeve ser ava çemê Muradê. Deşta Mûşe, biharan ji kulilk, çiman, nefel, ket, nêrgiz, sosin, soryask, kereng, sîrik, sîrimok û qaqîjokan kesk, sor û zer dike. Kulîlkên beybûnan cî bi cî di nav rengên kesk, sor û zer da sipî dikin. Deşta Mûşê biharan û havînan heta nêzîkî payîzê wek ala kesk, sor, zer û gewher e.. Ev deşta rengîn xwîna meriv di kelîe, dilê merivên di nav da derbaz dibin xweş û geş dike... Li deşta Mûşê û gundên havîdorê deştê zivistan sar e, sirr e, seqem e, berf e, bapêç e, baxoz e û tofan e... Zivistan li deşta Mûşê dirêje, meriv dibêje qet xilaz nabe... Dilê ku buhar û havînan xweş û geşe, zivistanan reş dibe..
Gundê Xifya, belkî xwe qenctir di nav ewletîyê da bibîne, pişta xwe da ye çîyayê Xaçereşê. Newalek ji çîyayê Xaçereşê va berjêr dibe, di nav gundê cînarê Xifya, Gêsa da derbaz dibe, di binê Xifya da wek şûrek deşta Mûşe qet dike, digihîje ser Avareş.. Xilazîya zivistanê dema berf dihele, newal tijî av dibe, buhir nade, dibe wek çemek giran.
Di navbera gundê Xifya û gundê Gêsa da girikek hebû. Herdu gund wek du taxên gundek nêzî hev bûn.. Mala me li gundê Gêsa bû. Navbera Xifya û Gêsa bi lingan bi qasî 15 deqan dikişand û dayîka min pirr diçû Xifya mala Gulnaz Xatûnê û ez jî we demê biçûk bûm ji dayîka xwe ne diqetîm pêra diçûm...
Xifya, her çiqas jî pişta xwe bi çîya va girêda be û xwestibe di nav ewletîyê da jîyana xwe bidomîne, dîsa xwe ji zilm û zordarîya kolonyalîstan xilaz ne kirî ye.
Dawîya salên şerê emperyalizma duwemîn bû. Li Kurdistanê nan giranî, xela bû, dexil qedexe bû. Em birçî, tazî, bê pêlav, cil û libas bûn. Feqîrî, tuneyî, belengazî hikma xwe di domand.. Dema li me dibû tengî û birçî diman, dayîk û bavên me diçûn mala Gulnaz Xatûnê, ji bo me hinek xwarin, vexwarin tanîn. Mala Gulnaz Xatûnê ji herkesî belengaz ra bibû wek hicek, wek zîyaretek, wek mizgeftek, tucar vala ne dima...
Em zarûk jî bi dayîk û bavên xwe ra diçûn mala Gulnaz Xatûna xwe, me bê deng û bê his guhdarîya serborîyên Gulnaz Xatûnê dikir. Gulnaz Xatûn, wek pirîka me, dayîka me, xatûna me, rêzana me, mamosta me bû. Her dema em biçûn ba Gulnaz Xatûnê, ji me ra bûyerêkî, serborîyekî xwe qise dikir. Bûyer û serbihatinên Gulnaz Xatûnê pirr bûn. Bûyera ku carekî ji me ra qise bikir, êdî zû bizû carek din qise nedikir. Belê bûyêra Roja Reş ku bi serê Gulnaz Xatûnê va hatibû, her tim bê westan û acizbûn ji me ra, ji mêvanan ra qise dikir. Vê bûyêrê agir berda bû kezeb û gurçikên Gulnaz Xatûnê. Jin mêr, keç, kur, zarûk li dor Gulnaz Xatûnê kom dibûn, bê deng, bi mereqekî gelek mezin, bi dil û can guhdarî dikirin... Min jî wek kesên hêlê gelek caran guhdarîya bûyêra Roja Reş kir. Belê cara yekem ku min guhdarî kir ez qed jibîr nakim. Vê cara yekem, em wek mihên ku li dor şivanê xweyê bilûrvan kom û koz dibin, wisa li dor Xatûna xwe Gulnazê civîyabûn, belê bilûra Xatûna me pirr hûr û kûr ji kezebê lê dixist. Agir û pêt bi dilên me dixist...
Xatûna me, histerên çavên xwe paqij kir, keserek ji kezebê kişand û peyvandina xwe berdewam kir:
- Dewleta Rom xayîn e, bê bext e, xîmê wê li ser zilm, zordestî, fêl û derewan hatîye danîn.. Keç û lawên min!.. Ez Ismet jî, Kemal jî qenc nasdikim. Dema şerê seferberlikê (şerê cîhanê ê yekemin) eskerên Ûrus deşta Mûşê girt û derbazî gelîyê Bilîsê bû, ji Kevirêqul jî buhirî, gîşt Duxana. Mûsa Begê birayê min bi eşîra me va dijî Ûrus şer dikir. Piştî derketina Ûrusan ji deşta Mûşê, rojekî dema zabitê Rom Kemal bi hin zabitên hevalên xwe va di ber gundê me da zivirî Mûşê hate mala me cem Mûsa Beg, demeki kurt ji me ra bû mêvan. Me qedir û qîmet jê ra girt. Di berî rabûnê da pirr fortên me da, dilê me şa kir, destbiratî da Mûsa Beg..
Sal di navê da derbaz bûn. Tirk dîsa ketin tengasîyê. Kemal civînan çêkir, Têlgerafan ji Mûsa Beg ra şand, wî dewetê van civînan kir. Li Enqerê meclisek danî. Bang kir Mûsa Beg, bir wê meclisê. Soz û bext da axayên Kurdan ku dewletekî nû ji Kurdan û Roman bê danîn. Kurd jî wek roman azad bin. Belê nexapin keç û lawên min!.. Kemal, wek tim beg û rêzanên Kurd, Mûsa Beg jî xapand. Piştî ku dewleta Rom ciyê xwe zexim kir, bi esker, top û tifingên xwe va girt ser Kurdistanê, ji bo qelandin û qirkirina Kurdan, çî dikaribû kir...
Kemal, bi hezaran rêzan û serokên Kurdan darda kir, da eliqandin, xeniqandin û kuştin. Kemal, destebirayê xwe Mûsa Beg jî ku bi têlxerafan pesn û senayê wî dida kir zîndanan û di dawîyê da wî jî da eliqandin.
Gulnaz Xatûnê histêrên çavên xwe bi destmala neqiş kirîya di destê xwe da paqij kir, keserek ji kezebê kişand û car din peyvandina xwe dom kir:
- Em xelkên Kurd, ji bo azadî û hebûna xwe, ji bo serbilindî û serfirazîya xwe, mecbûr bûn serhildin û isyan bikin. Leşkerên Rom wek zerzûrên kulîyên bej girtin ser welatê me, ser erd û axa me, çi kete ber dest û lepên wan talan kirin, welatê me di bin potînên xweyên pîs û çepel da kambax û wêran kirin.
Eskerên Romareş, erz û eyanê me, namûs û şerefa me avet bin ling û pîyêm xwe, wek bê wicdan û bê îmanan perçiqandin. Em jinên Kurd jî, bi mêr, bira û lawên xwe ra derketin serê çîyan û ji bo nekevîn destên wan bênamûsan û ji bo parastina namûs û welatê xwe, dijî Romareşa bêbext şerr kir.
Ez jî derketim serê çîya û ketim şerr dijî Roma xayîn.. Ez pirr dirêj nekim lawên min!. Bi sedan, bi hezaran serborî û biserhatinê min, mesele û bûyêrên min ku bi serê kêm kesan va hatine hene... Ez ji we ra, ji wanan îro yekî qise kim, ku win heta mirinê zilmî û bêbextîya duwêla Romareş jibîr nekin... Ez wesîyeta xwe li we dikim, vê bûyêrê ji zarûkên xwe, ji nevî û nevîçîçirkên xwe ra qise kin ku ew jî zilm û zordarîya duwêla Rom bizanibin, ji zarûk û nevîyên xwe ra qise bikin û tucar bewarîya xwe li vê duwêla bêbext neynin!..
Çewa min ji we ra got Kemal bi Kurdan ra xayîntî kir û Kurdan xapand. Axa û mezinên Kurdan li her alîyê welat isyan kirin, ji bo heqê xwe dest avêtin tifingê û ketin çîyayên welat.. Birayê min Mûsa Beg jî serhildanî kir ket çîyayên Xwêtê, Sasonê û Mûşê. Leşkerê Romareş me tengezar kir. Em hinek jinên Kurd ji derketin serê çîyan. Malbata me bi temamî ketibûn çîya û zarûkên xwe, welatê xwe diparastin. Me di çîyan da heyata xwe berdewam dikir. Me dijî eskerên Romê şerr dikir. Em bê çek û xwarin bûn, bê dost û heval bûn... Benda Romîya bendekî pirr giran bû.. Di çîyayê Xwêtê da şerrekî gelek dijwar qewimî û ji me pênc kes ji alîyê eskerên Rom va hatin girtin. Ez jî di nav van pênc kesan da hatim girtin... Em du jin û sê mêr êsîr ketibûn. Me dizanibû kesên êsîr bikevin çî tê serê wan. Me qenc dizanibû emê batan kuştin. Yek bi yek navê me kifş kirin û me ji hev dûr kirin, îfada me girtin. Bi wan beyan bû ku ez ji mala Mûsa Begê Xwêtî me û xwuşka Mûsa Beg im. Gotin :
- Ev ji me ra lazim e. Wê ji wanên din bi veqetînin.. Emê paşî pê ra weberdin. Ewên din ji me ra ne lazimin. Çareserîyêk li wan bînin... Eskeran hevalên min ên din birin newalokek û wan bi tade û zilmê kuştin.. Zabitên Rom di berîyê da jî navê min dizanibûn. Min birin Mûşe, xistin zîndanê. Çi bi min kirin, çî anîn serê min ez nikarim yek bi yek ji we ra qise bikim.. Eker ez yek bi yek ji we ra qise kim, bi rojan, bi mehan, bi salan xilaz nabe.. Ez dixwazim bi tenê yek ji van sebihatîyan ku ez ji vê sebihatîyê ra Roja Reş dibêjim, ji we ra qise bikim.
Rojeki ji rojan çar zeftîyeyên Rom, min ji hepisxanê derxistin birin dayra zabitên xwe. Ew roj, roja mehkema min ne bû. Min dizanibû tiştek heye belê nizanibû çîye!.. Ji bo çî min ji hepiswanê derxistin birin dayra zabitan, min nikaribû ji hev derxim.
Derî vekirin, min xistin hundir. Di oda min xistinê da bênc, şeş kes rûniştî bûn!.. Dilşa û bi kêf bûn. Terqa terqa wan bû dikenîyan. Ev kêfxweşîya wan jî, ji min ra nîşan dida ku ji alîyê min va tiştekê xirab heye. Maseyek li nîvê odê danîbûn. Dema meriv derî vedikir, berî her tiştî, mase diket ber çavên meriv. Ewan masê bi zanebûn li tîka derî danîbûn... Dixwestin ku ez ji dil herim, bi teyişim, an jî dilê min bisekine, bimrim!.. Dixwestin ku ez qîr û hewar, zar û fîzar kim!.. Dixwestin ez bi kevim, bişkêm, perîşan bim, biperçiqim!... Çend kesan ji wanên odê, min berê jî nas dikir. Ewan ifada min girtibûn, hin ji wanan tade û zilim li min kiribûn. Di îfadegirtinê da bi heqaretîyekê mezin pirs û pirsîyaran ji min dikirin...
Dema ez ketim hundirê odê, agir û pêtek bi dil û kezeba min ket, dilê min jan û ar da, aqil ji serê min çû, çok û qamên min reçifîn, lerizîn, dinya min bi serserê min va xirabû, çavên min tarî bûn, dor alîyê min bû wek mij moran, ode wek şeva reş tarî û zelemat bû!.. Bi kurtî roj li min reş bû, bû şevtarî!.. Ew roja reş tucar û tucar jibîr nabe!.. Ewê rojê, heyat li min reş kir!...
Gulnaz Xatûna me nikaribû peyvandina xwe bi domand. }irik lê tijî bû, hîqen pê ket, hêstir ji çavan berjêr bûn!.. Jin û hin jî zilamên di dîwanê da dest bi girînê kirin. Her wek ezîzê dilê wanan mirî be, cendekê wî li erdê an li ser mefşenê şûştinê be û jê ra şîn bikin.. Ew zilamên ku ne digirîyan axîn û keseran ji kezebê dikişandin... Ji zarûkan jî hin kes bi dayîk û bavên xwe ra digirîyan. Dîya min jî her wek birayê wê an jî zarokekê wê miribe wisa digirîya... Belê girîna min ne dihat. Ez mabûm şaş, ecêb û metal.. min nizanî bû ev kes ji bo çi digirîn... Bi rastî ji bo min tiştekî ku meriv jê ra bigrî ne bû li holê... Gelo ev ji bo çi ji kezebek şewitî va vê girînê dikirin?.. Min nû guhdarîya vê serbihatîya Gulnaz Xatûnê dikir. Min pirr caran guhdarîya serbihatî û serborîyên Gulnaz Xatûnê kiribû. Belê ez hayîdarê „Roja Reş“ nebûm û gumanê min ji vê bûyêra ku niha Gulnaz Xatûnê ji me ra qise dikir ne bû.. Min texmîn dikir ku di wê oda zabitên Tirk tê da rûniştibûn û leşkeran Gulnaz Xatûnê biribûn wir, tiştekî pirr dilşewat û xerab çêbibû!.. Min çirok û dîrokên zilm, zordestî û neheqîyên zabitên Tirkan pirr his kiribûn... Lêdan, kutan, heqaretî, tade û bênamûsîyên wanan dijî jin û keçên Kurdan ne bi hesab bûn... Bi sedan jin û keçên Kurd, ji bo nekevin destên bê wicdanên zabitan xwe di zinaran da davêtin dikuştin. Xwe davêtin av û çeman, xwe dikuştin û herwisa namûsa xwe di parastin. Belê di qisekirina vê serbihatîya Gulnaz Xatûnê da ku zabitên Romareş destên xwe dirêjî irz, eyan û namûsa Gulnaz Xatûnê bikin ne dihat xuya kirin...Heta ku Gulnaz Xatûnê dest bi qisekirina masa nîvê odê ne kiribû ne digirîya..Herkes bê deng û bi dil û can guhdarîya Gulnaz Xatûnê dikirin.. Dema Gulnaz Xatûnê dest bi qisekirina masa nîvê odê kir, dil û hiş jê çû û dest bi girînek ji kezebê kir!.. Dida nîşandan û eşkere kirin ku mase agir bi kezeb û gurçika Gulnaz Xatûnê dixist!..Hiş û aqil ji serê wê dibir. Ez di mereqê da bûm, min nizanibû çi bikim...
Min serê xwe danî ser çoka dayîka xwe, bi dilekî şikestî û mereqek giran, bê sebir û sebat hêvîya dawîhatina girînê sekinîm.. Dayîka min, ji alîkî va pora min miz dida, ji alîyê din va jî her wek mirîyê li holê ez bim zaftir histêran di barand!...
Dengê Gulnaz Xatûnê, min ji xeyalan şîyar kar!.. Min serê xwe ji ser çoka dayîka xwe hilda, rûniştim, guhên xwe bel kir ka wê Gulnaz Xatûn çî bêje?.. Dengê Gulnaz Xatûnê vê carê zelal û aza bû.. Bi vî dengê aza dest bi bûyêrê kir û got:
- Keç û lawên min !.. Wesîyeta min li we be, gunehên min di sitûyên we da be, win tucar û tucaran kêmasîyên xwe, zeîfîyên xwe, şikestî û perçiqandina xwe , histêrên çavên xwe nîşanî dijminên xwe nedin... Nexasim ku dijmin û neyarên we kesên ji Romareş bin... Tirsa xwe, şikestin û dilşewtandina xwe ji wan ra kifş nekin.. Ser bilind bin, rewşa xwe zelûl û melûl nîşan nedin, dilê neyarên xwe xweş û geş nekin!..
Çewa min ji we ra got, dema çavên min bi masa nivê odê ket agir û pêtî girt dilê min, roj li min tarî û reş bû!.. Çavên min tarî bûn, dinya li dor min min zivirî, çok û qamên min nikaribûn gewda min ragirin!.. Ez hejîyam, zaf nemabû bikevim erdê!... Belê min zû hiş û aqilê xwe anî serê xwe!.. Di derbên wiha da, rîya qenc evê ku aqilê meriv, hakimê dilê meriv be, hakimê her hereketan be, meriv bikaribe bixwe, hakimê xwe be... Heta ji min hat, min qeweta xwe civand, serê xwe bilind kir, xwe bi kêf nîşan da, serbilind û serfiraz li devê derî sekinîm, hêvîya zabitên Rom mam gelo tê çî bêjin?..
Zabitek ji cîyê xwe rabû, hat ber masê, tilîya xwe dirêjî alîyê ser masê kir, çavên xwe beloqî çavên min kir, bi dengekî pêkenok, bi halekî serbilind û bextîyar pirs kir got:
- Tu van kesan nas dikî?...
Du serîyên zilaman jêkirî, bi xwînê va li ser masê bûn... Berê rûhên wan dabûn alê derî ku kesê ji derva derî veke were hundir çavên wî ewil van serîyên jêkirî bibîne... Serî nû hatibûn jêkirin, xwîna wan taze bû... Pora van serên jêkirî bi xwîn bû, belê rûhê wan paqij bûn... Her wek kesên ji derîva derkefe hundir, jê ra dikenîyan wisa rûhekê bextîyar li wan hebû... Wisa xûya dikir ku wezîfa xweyê dijî welat û miletê xwe pêk anîbûn û herwiha bextîyar bûn... Zabitê Rom xwe qurre kiribû, bi kêf bû, xwe gelek mezin didît û bi çavekî biçûk dinihêrî min...
Roj ev roj, dem ev dem bû ji min ra... Diva ku min insanetî û qehremanîya jina Kurd nişanî zabitên bê iman û ne insan bida!.. Diva min dersek bida van zaliman ku heta li ser rûyê erdê saxbûna vî dersî jibir nekirin!.. Nexasim diva ku min wî zabitê ne insanê wehş ku hatibû cem masê û ji min pirs dikir ka ev serên jêkirî ên kine, rezîl û risway bikra... Heta ku ji min hat min dilê xwe zexim kir!.. Wek insanek dilşa û dilxweş, bi gavên jîr ez nezî masê bûm... Herwek çewa ez diber xwe da bikenim wisa bisimîm û min şiklekê devkenîyê da dev û lêvên xwe... Min destê xwe dirêjî pora serekî jêkirî kir, piçekî pora delal mizda û bi dengekî zelal û kêfxweş got:
- Ev birayê minê qehreman Izet Beg e!... Ji bo ku ez xwuşka qehremanekî bi vi awayî me, ez serbilind û bextîyarim, bi şeref û namûsim!.. Ez bi dawîbûna wî ku bi vî awayî xwe ji bo milet û welatê xwe feda kir bi şeref dibim, ez bi birayê xwe serfiraz im, serbilindim û şanaz im,!.. Ew kete nav refên şehîdên nemir, ciyê wî cinet e!...
Min destê xwe dirêjî pora serê din, serê jêkirî kir, pora vî serê delal ji gewrîya jêkirî heta nava serê wî û ji nava serê wî min destê xwe berjerî ser ênîya wî kir, pora kej û nerm mizda!...Ez nêzîktirê masê bûm, min xwe tewand her du çavên wî maç kir û ewil berê xwe da zabitê ku rabibû û hatibû nêzî masê bi qure û pozbilindî ji min di pirisya gelo ev kine, di dûda berê xwe da zabitên li odê rûnişti bûn, bi denkekî serketî, serbilindî, bê lerz û reçif, wek hakimekî ku ifada wan bigre, herwek bi insanetî û mirovatîya wan tinaz û yarîyan dike got:
- Ev jî berxê eşîreta Xwêtê, beranê qemer li deşta Mûşê, merxasê Kurdan, şehîdê Kurdistan, lawê minê şêr Sadê Beg e!.. Min wî ji vê rojê ra anîbû dinyayê!... Ev Kurê min, lawê minê qehreman serê xwe wek îro di ber xelkê xwe, di ber welatê xwe da neda fedakirin min şîrê xwe jê ra helal ne dikir!... Belê ev lawê minê şîr helal e!... Ewî şîrê min li xwe da helal kirin!.. Heyata xwe di ber rîya welat û xelkê xwe da feda kir!.. Ez gelek serbilindim ku berxê min, serê xwe di vê rîya bi şeref da qurban kir!.. Welatnasî, milet û xelknasî eve, namûs û şeref eve!..
Min berê xwe da zabitê ku dixwest ez bêjim ev serên jêkirî ên kîne û ji min pirs kir, tîrê çavên xwe da nav çavên wî, jê ra û ji wan zabitên odê ra got:
- Zarok û nevîyên Birê min Izet beg û kurê min Sade Beg, bi rastî zarôk û nevîyen me Kurdan tê bi me serbilind, serfiraz û bi şeref bin!.. Tê bi me kubar bin!.. Belê gelo zarok û nevîyên wê tê kîjan şerf û serfirazîyê ji we bigrin?.. Tê ji wan ra bîranîna we gelo çewa be, win dikarin ji min ra bêjin ku tê ew bi serbilindî ji kesên dema xwe, ji heval û hogirên xwe ra behsa we bikin?.. Gelo tê ew bikaribin bi we serbilind bin?.. Gelo tê ew li ber heval û hogirên xwe, li ber zarûk û nevîyên me ser nizim nebin, gelo tê ew lenetê li we neynin?.. Ki ji we dikare ji min ra bêje?..
Zabitê li ber masê sekinî bû bi lez êrîşî ser min kir û du-sê sîlan avêt min!.. Ji min ra got „o.... }...“ Min ewrên çavên xwe ji nav çavên wî dernanî û got:
- Ji zordarî û zilmê zêdetir tiştek ji we nayê!.. Win bawerin ku winê bi zilm û zordarîya xwe me bişkênin?.. Ev tişt ji we ra xeyal e, vî qenc bizanibin!...
Gulnaz Xatûn dîsa dest bi girînê kir. Bi rastî kesên guhdar tev digirîyan!.. Kezeba me temaman şewitî bû!... Herkes histêrkên çavên xwe baqij dikir, hinan eşkere û hinan bidizî!... Piştî demek kela dilê Gulnaz Xatûnê danî, berê xwe da me û got:
- Keç û lawen min!.. Parîkî ji xwe ra fikir û merheze bikin!.. Ew hal û pergala ku ez di nav da bûm, çiqasî zor û zilmî bû?... Hal û pergalên we ku win di nav da bin çiqasî zor be bila be, li ber dijmin û neyarên zalim û zordar xwe ne melisînin, ne çilmisînin, ne perçiqînin... Xwe serbilind kin bila neyarên we bi teqin, bi perçiqin... Di wê demê da agir û elew bi kezeba min keti bû... Belê min dixwest ez wan zalimên zabit, bi vî hereketê wanê bê wicdanî bidim poşman kirin... Dema ku min pora lawê xwe Sadê Beg mizda, destê min bibû bixwîn... Min destên xwe nîşanî zabitên Romareş da û got: „ Dema dawetek an jî tiştekî bi şayî li cem me Kurdan çêdibe, jin destên û porên xwe hene dikin... Ev xwîna bi destê min va ji min ra hena destê min e. Lawê min, şîrê min li xwe helal kirîye û canê xwe di ber welat û xelkê xwe da feda kirî ye... Bira û lawê min li ser eslê bav û kala man e û heta behna xweya dawî dane, bi kesên ku welatê wan zeft kirîye, bi neyarê xelkê xwe ra şerr kirinê, teslîm nebûne, dexma reş li eslê xwe nedane!... Ez vê xwîna wan wek hena bûkanîya xwe dihesibînim..
Keç û lawên min, win dizanin ewî zabitê ji min pirs kir çî ciwab da min?.. Got:
- Eker tu dixwazî em heneyê ji te ra bişînin hepisxanê, destê xwe û pora xwe hene ke. tuyê destê xwe bişoyî, ev xwîn mecbûr tê ji destê te here...
Ez nikaribûn li ser lingan bisekinim... Belê min xwe gelek bi can nîşan dida û qet kêmasîya xwe kifş nedikir. Ez di nav kul, dert û hêrsê da bûm. Min nedixwest ez ji vî zabitê heywanê wehşê ne mirov kêm bikşînim li ber wî bişkêm. Min got:
- Ku tu hene bişînî dilê min bi xem nabe, ezê şa bibim.
Min dixwest ku ez bi wan gotinên xwe, vî ne insanî bidim qehrê. Belê nexapin, di wan da kêm kes hene ku şerm û heya dikin.. Rehim ji dilê wan derketîye, kîn û xezeb ketîye cîyê rehmê...
Divê mirov heqê hin insanan jî nexwe. Her çiqasî rehim û hiskirina mirovatî ji dilê kesên Romareş derketibe, xezeb, kîn, zilim û zordestî cî girtibe jî, dîsa hin kesên bi rehim û bi wicdan di nav wan da hene.. Zabitekê dil rehim di nav zabitên odê da jî hebû.. Ji cîyê xwe rabû, bi alê min va hat, li ber min sekinî û wiha got:
- Ji jin û dayîkên wiha ra qedir û hurmet heqe!... Bi rastî meriv dixwaze destên vê jinê maçê ke... Jinên wek vê jinê maçêkirina destên xwe dane heq kirin!... Meriv nikare di vî halî da heyranîya xwe biveşêre!.. Heta jinên bi vî awayî cesûr di niv van kesan da hebin, meriv nikare bi zorê wan ji ortê rake, ev kes zû bizû naşkên, teslim nabin!..
Zabit berê xwe da hevalên xweyên di odê da o gotinên xwe domand:
- Bi rastî win ji min aciz jî bibin, min xwe mecbûr dît van gotinan bêjim!.. Ez bawerim ku neheqîyek neqenc li vê jinê dibe.. Em xwe bixne cîyê wê, gelo meyê çewa hereket bikra!..
Zabit hate cem min û destê xwe danî ser milê min, got:
- Here ana here!.. Tiştek me nema em ji te ra bêjin!..
Gazî cendirman kir. Ji wan ra got bila min dîsa bibin hepisxanê.. Eskeran min bi paş va zivirandin, anîn hepisxanê. Bi kotek min xwe gihîştan hepisxane.. Min xistin oda min, derî li ser min dadan...
Ma gelo kes nema bû ku wan zalimên bêbext û bê iman min birin cem serên law û birayê min ên ji bedena wan jêkirî!... Ew wisa bê dîn û bê wicda bûn, ku serê bira û lawê min jêkirin û wan seran anîn nîşanî min dan, xwestin ku ez law û birayê xwe bi wanan bidim nas kirin!... Bi rastî wan dizanibûn kesên hatine kuştin law û birayê min in. Wan dixwest ku ez bigrîm, hewar û fîzar kim, bi kevim erdê bi perçiqim... Girîn, hewar, fîzar tu feyde ne dikir, Sadê û Izet Beg bi baş va ne dizivirand.. Roj roja berxwedanê bû, roja xwe nîşandanê bû!... Diva ku min wan bida şermê, eker ku şerma wan hebû ya... Diva min wan biqehiranda, poşman bikira, jina Kurd çeva bi dirayete û berxwe dide, çewa di her şert û awayên xirab da naşikê, nakeve min nîşanî wan bida!.. Ez bawerim min nîşanî wan jî da!.. Ez bawerim min wisa kir ku heta ew sax bin vê demê jibîr nakin...
Zabitê Rom ê ku ji temaman bê wicdantir bû û serê law û birayê min Sedê û Izet Beg nîşanî min da û dixwest ez bêjim ev kîne û di odê da ji min ra got ku dixwaze hene ji min ra bişîne hepisxane, bi rastî hewçend bê dîn û îman bû, zalim û bê hesyet bû, gotina xwe pêk anî û ji min ra piştî du rojan hene şand hepisxanê. Min di eks û înata wî da pora xwe hene kir... Min jî xwest ku ew biteqe, bifetise!.. Çewa hebû ne miravatî û ne insanetîya xwe nas nedikir, ne didît, hewçend ji insanîyetîyê derketibû, bibû wehşî ku imkan nebû bikaribe bibine!..
Min hêstirên çavên xwe nîşanî xayînên Romareş neda!.. Min xwe li ber wan zelûl û melûl nişan neda... Ez wek pehlewanek, wek egîtek, wek dara çinarê hişk li ber çavên wan li ser lingên xwe sekinim... Agir bi dil û kezaba min diket, belê ne şewilîm, min reng neda, wek şêran di pêşmiqabilê wan da, bi serbilindî û kubarî min berxwe da û ez ji micadelê kêm neketim... Dema ez hatim hepisxanê oda têda dimam, wek gurê serê çîya qûrên û zûrên ji min ço!... Min xwe avêt erdê û ji kezeba agir pêketî girîyam. Dinya li min tarî û reş bû!... Xwudê duwela Romareş kambax bike, mala zabitên Romareş wêran bike dinya min reş kirin!... Ew roja reş tucar jibîr nabe!..
|