Nameyê Komela Mamosteyên Kurdistan (KOM-MAK) seba derssekinandina Dersa Zimanê Kurdî ku ji Berpirsîyarê legal ê partîyê Z. A.ra şand.
Li bajara Osnabrückê, ji alîyê partîyek Kurd va ku çewa li jor hat qisekirin, dersa zimanê Kurdî hat sekinandin. KOM – MAK = Komela Mamosteyên Kurdistanê li Zaksena Jêrîn civîya û li ser bûyêrê dirêj û fire sekinî. Di dawîya civînê da biryarek girt ku ji berpirsîyarê legal tê zanîn û serokê Kongra Kurdistan e, Z. A. ra nameyek bêt şandin. Ez nameyê ku wê demê me ji Z. A. ra nivisan bi temamî li jêr dîyarî xwendevanên hêja dikim.
“ Birayê Berêz Z.A.
Xanî bi stûn û diwarên xwe di sekine. Zarok û ziman jî, stûn û dîwarên netewî ne. Jîyana miletekî bi zarokên guhdayî dirêj e. Ji ber vê sedema gelek girîng divê zarokên Kurda hînî zimanê neteweyî bibin.
Bingeha serxwebûnê, hêvîya gel û her tiştên Kurda, zarokên Kurda ne. Bizavên meyên aborî, sîyasî ô polîtîk teva ji bo wan in. Karekî gelek girînge ku mirov wan zarokan baş bi zimanê dayîkên wan mezin bike.
Fêrkirina zarokan li ser zimanê dayîkan, karekî herî yekemîne û gelek di cî da ye. Gelek sazûman jî, vê pêdivîyê bi zanîn û gor wê, zarokan li bîr û bawerîya sazmanên xwe hîn dikin. Xelkê dinê wilo wan zarokên xwe mezin dikin, didin ber nîr û kilaban, ji bo jîyana xwe ya neteweyî..
Di nav hemû miletan da bi hezaran pirtûk, qeset, film û gelek tiştên dî ji bo zarokan hatine çêkirin û kar anîn.
Wextekî gelek dirêj e zarokên Kurda di bin zor, zilm, çand û zimanên bîyanîyan da dijîn. Divê mirov vê paşvahiştina zarokan baş bide ber çavên xwe. Hemû welatparêz li zarokên xwe û hemû Kurdan xwedî derdikevin, ku em li zarokan xwedî dernekevin, dijmin wê weke dema borî wan zarokan li zimanê xwe, li çanda xwe, li dijî netewa Kurdan wê bikaranîna xwe bidomîne. Heger em li zarokan xwedî dernekevin, ewê sibê ji dijmin ra bibin maşe, bibin leşkerê romê, wê bibin parêzkar û mirovên bê qedir, bê sîyanet û bê buha. Zarok wê wextê, wê bêyî çanda xwe mezin bibin, wê nikaribin xwedî li gelê xwe derkevin. Tu caran nikaribin ziman û çanda gelê xwe pêş va bibin an jî berpirsiyarîya gelê xwe bikin û wê nikaribin navên xwe bikin nav pirtûk û rûpelên diroka Kurdayetîye...
Li Kurdistanê, bê ferqane heroj zarokên Kurda tên kuştin. Bi bimbeyên jehrî û balestîk, dayîk û bavên wan birîndar dibin, dimrin, tên girtin, talankirin û ew zarok sêwî dimînin. Dijmin wan zarokan, bi zimanê Tirkî, Farisî û Erebî didin xwendin. Zarokên Kurda yên di welatên bîyanî da dijîn, bi zimanê wan miletên bîyanî di xwînin, bi zarokên bîyanî ra û wek wan mezin dibin. Ev bûyêr, zarokan ji Kurdayetî û Kurdînîyê dûr têxê, welatê wî nayê naskirin ku Kurdistan welatê wî ye. Neha rewşa ragihandina zarokên Kurdan gelek xirabe, rojên wan gelek jê, di zarokxanan da û di dibistanên xerîban da derbaz dibe.
Wexta têne mal jî, bi hev ra bi zimanên bîyanî mijûl dibin. Li telewizyonên bîyanîyan dinêrin û guhdarî dikin. Bi çand û tora bîyanîyan dema xwe derbaz dikin. Bi zarokên bîyanîyan ra, cejna bîyanîyan pîroz dikin. Sersal û rojên zayîna xwe bi irf û adetên wan bîyanîyan di qedînin, wan porên xweyê xweşik qirêj dikin, an ku rengên bê awakî li xwe didin. Ew zarokên şîrîn û delal ne mîna Kurdan mezin dibin. Gelek ji wan jî dibin tole û tolazên zaboq û kolanên nava bajaran. Hinek ji wan bi tiştên biçûk dikevin zîndanan an jî malên xwe direvin. Wexta îro meriv li Kurdan meyze bike, ji sedî 80-85 navên wan ne navên Kurdi ne, ku meriv bi wan ra xeber nede kes nizane ev Kurd in an kîne. Zarokên malbatên wan welatparêz bin, çend gotinên Kurdî dizanin û dibêjin em Kurdin, lê jîyana wan ji wan zarokên dî ne zêdetire. Wekî diçin şevan, komelan an jî dîwanan, dîsa bi Kurdî deng nakin. Zarok nikarin bi hevdora xwe ra bi zimanê zikmakî tekilîyan bi kesî danin û bi hev ra şabibin.
Gelek malbat welatparêz û olparêzin. Gelek malmat jî li dijî Kurdînîyê ne. Hin jê xwe Ereb, hin xwe Tirk an Faris dibînin. Ew malbatên xwe Kurd nabînin, zarokên xwe li gorî wê bawerîya çewt xwedî dikin û hinek malbat xwe welatparêz, olparêz û şoreşger dibînin. Çima ev kesên hanê jî li zarokên zwe an ên Kurda xwedî dernakevin?
Lê belê xwedîderketina zarokan ji bo welatparêzî û niştimanperwerîyê ra ne karekî veqetandî ye, an jê cûda ye. Heke em dixwazin, yên ku li dûv me ra bên û jîyanake bi şan, şeref avabikin; pêwiste her Kurdek zarokên xwe bi bawerîyek netewî mezin bike. Ji ber ku vale ye em bêjin, wexta Kurdistan rizgar û ava bibe, wê demê zarok jî wê bi Kurdî bixwînin û binivisînin. Ev nêrîneke xirabe û çewte. Bi vê nêrînê em xizmeta gel kêm dihêlin û bêhtir dijmin feydê jê dibîne. Bê şike wekî Kurdistan azad û rizgar bibe, zarok wê rizgar bibin û wê bigihîjin armanca xwe.
Fêrbûna ziman, xwe pêşxistin û hemû kêmasî, wê di vê demê da bê çareserkirin. Îro li ser axa Kurdistanê şerekî bê wijdanî heye. Serketina vî şerî karê hemû welatparêza ye. Kurd bi sala ye ji bona çand, huner, ziman û jîyana azad xwe didin kuştin û ne ku hinek kes tenê xwe didin kuştin. Di vê nobetê da gelek bav û kalên me jî hatine kuştin, penabir bûne, talan bûne û dibin zikê erdê da tijî leşê bav û kalê me ne. Weki wan ev tekoşîn ne ajotan û dewrî me nikirana, me îro wê nekarîba qala netewa xwe, zarokên xwe û rizgarîya xwe kira. Ji ber ku emê bi bepeşifîyana.
Tevger û tekoşînê, welatparêzî xistine rewşeke usa, ku herkes xwe bikar bîne ji bo hemû erkên neteweyî bi cih bibin. Divê hemû welatparêz di warê xwe da li ser çareserkirina kêmasîyan, bisekine û nûka di alîyê hevalên xwe da bifikire. Ronakbirên Kurda û hemû rêxistinên Kurda di vî warî da divê giranîyên xwe li hemû alê ku jîyana Kurda tê da heyî deynin, ser fêrbûna zimanê Kurdî ji bona zarokan û hemû sazûmanên dî jî. Ji ber ku karûbarê Kurdayetîyê ne malê rêxistinek tenê ye, ev kar, karê hemû rêxistin, welatparêz û ronakbirên Kurda ye.
Komala Mamosteyên Kurdistan (KOM-MAK) li Zaxsena Jêrîn Almanya, li ser vê armancê ji bo karûbarê zimanê Kurdî xebatek baş dike. Di vê şopê da wezîrê kultura Zaxsena Jêrîn ji zimanê bîyanîyan ra encamek da derxistin. KOM-MAK di vî warî da ji bo dibistanan gelek zarok nivisandin û bi zimanê Kurdî dibistan vebûn e, li Zaxsena Hêrîn bi zimanê Kurdî vebûna dibistanan berdewam dike.
Lê mixabin Kurd hêja bêhtirên zarokên xwe rêdikin xwendina zimanê bîyanî. Sebeb ji van der û dorên ku îro dostên te tên dîtin. Ji wexta ku KOM-MAK dest bi kar û barê xwendina zimanê Kurdî kir li Zaxsena Jêrîn li Elmanya heta niha, ew kesêm dostên te bê mohlet ji mamostên KOM-MAK ra astengan çêdikin, tengasîyan derdixînin û zarokên em ji bo zimanê Kurdî dinivisînin, nahêlin bên dibistanên zimanê Kurdî. Teklîyên malbatên kurda û mamosteyên zimanê Kurdî ji hev dû qut dikin, li himber mamostan antî propoganda û ajîtasyonan dikin,qempanyan vedikin. Em pê bawerin ev kar ne karekî baş e û xizmetê ji Kurdînîyê ra nake û banga teya ji bo zimanê Kurdî têxe di bin sihikekî da.
Birayê berêz, em dikarîn tiştên bûyî hêja bêjin, lê em pê bawerin ku te em fahm kirin. Em hêvîdarin ku tê li banga xwe ya MED-TV da hatî dayîn bi xwedî derkevî. Em dixwazin tu bi wan dostên xweyên li Zaxsena Jêrîn li Elmanya bi kevî teklîyan da hun jî û em jî bi hev ra arîkar bin. Em KOM-MAK li Zaxsena Jêrîn li Elmanya, ji bo van sedeman û arîkarîyan bi hev ra bên ziman, em û şexsîyeta te bi hev ra civînek çêkin û ji kitla Kurda ra MED TV bila pêşdar be.
Birayê hêja, xizmeta me û ew dara me çandî, hêdî hêdî fêkîyê wê digihê. Ew zarokên ku tên bi zimanê Kurdî hîn dibin, xwe nû kirine, bi zimanê dayîk, muzîkê dikin û şanoya çêdikin, hemû bi hev ra şa dibin, ji bo kalikên xwe nas bikin gelek mereqan dikin û pirsa ala xwe dikin. Ev destpêkek başe, roj bi roj, bi ser dikevin. Zarok li zimanê bav û dayîkên xwe bêhtir hes dikin, ji dirêkên şewtîtîyê û mejîyê bîyanîtîyê xwe rizgar dikin.
Em dersên zimanê Kurdî didin, van zaroka em fêr dikin li ser elifbaya neteweyî û ev kar, karekî xwe parêzî ye.Di destpêk û xilazeka hefta da merşa EY REQÎB dibêjin û ev zarok ji biva xwe ya zelal guhdidin gotinên nû, û xwe bi nivîsana Kurdî mijûl dikin. Pirtûk, nivîsok û hemû alavên dersên wan, boj biroj di çavên wan da bi qîmet û biha dibin. Her roja tê zarok bêtir endeksî dersa Kurdî dikin. Gava vedigerin malê ji bo zibistanê û roja dî xwe ji bo dersên rajanê bêhtiri amade dikin, erk û elametên xwe baştirî roja dî tînin.
Ev xwe nû kirin ji bo mamosteyên Kurdistan û malbatên ku qedir û qîmeta ziman dizanin ra şabûnek gelek mezin e. Û dilê me ji bo ferehkirina wan dibistanan lê dide.
Wekî tê zanîn zarok ji listokan û navên ku di jîyana xwe da rojane dibînin, dixwazin li ser wan bi tevayî bi Kurdî fêrbibin. Li milê dîtir jî dixwazin welatê xwe Kurdistan û tiştên di tebîeta wê da şîn dibin û çêdibin nasbikin û fêr bibin. Dîtin ji bo vê eşkere ye. Zarokên dibistanên bêhtir li ser nevên dewara, kulîlka, ava û çîyan di pirisin. Em amade ne ku vê xebatê bêhtir pêş va bibin û çıqas tengasî derkevin pêşîya me jî, ji bo vî karî xebat wê bêhtir bi me şîrîntir be. Ji ber ku zarokên me vedigerin himbêza gelê xwe yê Kurdistanê û bi Kurdî fêr dibin.. Kurdistan, Kurdayetî û zimanê Kurdî çî ye û ev xelat ji bo çî ye pê fêr dibin. Em dibêjin dive em zanebûnên xwe yên Kurdînî li zarokên xwe bi mezêxin, bi warê bi Kurdî mijûl bibin û wan rêkin dibistanên zimanê Kurdî. Em bi hemû dost û cîranên xwe ra her wextî ji bo vê sedemê wextê xwe berdin û em şîretkar bin. Bila ev dibistanên bi zimanêm Kurdî vebûyî tijî zarokên Kurda bibin. Da ku hemû kes bizanibe, Kurd jî bi zimanê xwe wekî her kesî bi xwedî derdikevin.
Em hemî dizanin zarokên Kurda ji Kurd ra wek stûn û dîwarên xanî ne. Zarok û ziman emirdirêjbûna jîyana neteweyîyê ne.
Em hêvîdarin bi xwendina vê namê, em hevdu di warê neteweyî da si ser fêrbûna ziman û zarokên Kurda baş fambikin û ji bo arîkarî detpêbike em rojek zu bên ba hevdu. Bi silavên birayetî û germ. “
Sekreterê KOM-MAK
Xwendevanên hêja winê bêjin gelo Z. A. bersiv da û li ser zimanê Kurdî civîn bi we ra çêkir. Mixabin ji wê rojê hetanî roya îro, tu dengek ji vî hevalê hêja derneket.
Piştî demek ez li Hannoverê bi vî hevalê hêja û bi Kemal Burkay ra li civînek bûm. Di rawestana civînê da li pişt sehneyê min ji vî hevalê hêja ra got:
- Himşarîyî minê qenc, me bi navê KOM-MAKê ji te ra li ser çewtîyên hevalên we li Osnabrückê û li bajarên dî ku zor û zehmetî ji dersa zimanê Kurdî û mamosteyên Kurd ra derdixin nameyek nivisand û tu bersivek ji te negirt. Heval û hogirên we ji me mamosteyên Kurd ra gelek probleman derdixin û dibêjin ew mamosteyên ku ne ji me ne, ne alîkar û hevalbendê partîya me ne, bila Kurd zarokên xwe neşînin cem wan dersa zaimanê Kurdî.
Birêz Z. A. ji min ra got:
- Ew kes xeletîyan dikin. Heker mamosteyek faşîst jî dersa zimanê Kurdî bide ezê zarokên xwe bişînin wê dersê. Ders dersa zimanê Kurdîyê û ji zimanê Kurdî ra xizmet dike. Em bi we ra civînek çêkin û meselê zelal bikin
Belê ji wê rojê hetanî îro ne min birêz Z.A. dît û ne ewî ji bo zixtên heval û hogirên partîya xwe ku li dersa zimanê Kurdî dan û didin peyvek got an jî tiştek kir.
Dumahik heye
|