|
|
| Mehmet Ağar û kurdên xwe nenas... |
|
 |
Gelo em kurd tê ji dîrokê tîştek fam nekîn û her tîm neyartîya xwe bîkîn?... an jî Mehmet Ağar û kurdên xwe nenas...
Însan mehlûqek bê tarîfe. Xwedîyê bi hezaran rêk û pek e. Îro bi awayek, sibê bi awayek din hereket dike.
Însan, mehlûqek bi tedbîr û pergal e. Ji bo her pirsgirêkek li çareyek digere û bi milyonan pirsgirêkan çareser dike. Xwe ji her awayî ra li gorîya şert, şirût, merc û erkanan amade dike. Ji baharê ra xwe bi awayek, havînê ra bi awayek û ji zivistanê ra xwe bi awayek din amade dike, li gorîya şert û mercên van demsalan xwe hazir dike.
Gelek ferqîyet di navbera insanan û heywanan da hene. Ji bo van ferqîyetan gelek tarîf hene. Tarîfa herî rast pêwist e ku ev tarîf be: Însan dikare sîyaset bike û xwe biguhirîne, an jî xwe nû bike. Belê heywan nikare sîyasetê bike û xwe biguhirîne nû bike. Yanî bi kurtayî Însan mexlûqek polîtîk e .
Insanê bêje "Ez ji polîtîkayê fam nakim" û insanê ku nikaribe xwe nû bike, bi şeklî insan e belê bi rûhî, civakî û sosyalî ne insan ê.
Mezîyeta insan, li gorîya şert û mercên cîhanê xwe nûkirin e. Di vê xalê da, di îslamîyê da hedîsek heye, tê da tê gotin: “Heker tu nikaribî cîhanê biguhirînî, mecbûr xwe li gora cîhanê biguhirîne û xwe nû bike.”
Em di demek wisa da dijîn ku meriv nizane insan xwe nû dikin, an jî, ji bona insanên din bixapînin bi sextekarî xwe wek nûkirinê nîşan didin. Em di nava dewr û demek wisa bêbextî da ne ku herkes herkesî dixapîn e, derew, vir, sextekarî ketine cîyê rastî, dirustî û mezîyetên qenc, mezîyetên qenc jî bûne sivikayîya agil, sîyaset bûyê xapandin û sextekarî. Rêçika guran, keran, kûçikan û merivan ketine navhev, ji hev nayên cûdakirin. Meriv nizane kî rast dibêje kê derew. Kê rast û dirust e, kê xwar e, ji hev nayê ferqkirin...
Van rojên dawî Mehmet Ağarê ku berî çend salan pêşkêşî û serbazîya hêzên tarî dikir, ji nişk va xwe qehremanê demokrasî û aşîtîyê nîşan da. Mehmet Ağar li Dîyarbekrê beyanatek da û piştî vî beyanatî jî derkete televizyonan hin tiştan got ku devê kesên wî nasdikirin û nasnedikirin vekirî ma. Kesên hevalên wî ên dewleta kûr wî hevalkarê terorîstan û bolûcûyan dîtin. Kesên Kurd jî wî dostê xwe hesibandin.
Baş e Mehmet Ağar kî ye?.. Mehmet Ağar, qaymeqam, walî, midûrê ewlewîya Tirkîyê (Emnîyet Genel Midûri), wezîrê edaletê û wezîrê hindirê Tirkîyayê ê kevine, wekîlê serbixwe ê wilayeta Elezîzê ê kevin e û serokê partîya Rîya Rast (DYP), wekîlê milet ê DYP’ yê. Ji bo bîranîna xwendevanên hêja ez dixwazim çend kiryarên Mehmet Ağar li vir kin bînim bîra herkesî.
- Mehmet Ağar, di malkambaxkirina Kurdan da rolek girîng girtîye ser milên xwe. Dema midûrê hêzên ewlewîyê û wezîrê karûbarê hundir bû bi awayek her şidetî hicûmê ser Kurdên welatparêz dikir. Her Kurdê ku xwe Kurd didît, dikir nav refên terorîst û wan layiqê heqê jîyanê nedidît.
- Mehmet Ağar, yek ji wan kesan e ku digot masî bi girtina yekoyeko nayên qelandin, pêwiste ava masîyan bê ziwakirin ku masî bi temamî bên qirkirin. Kurd masî bûn û bi yek-yek kuştinê ji ortê nedihatin rakirin. Pêwist bû ava masî di nav da ne, bihata zûwakirin ku bi temamî bihatan qirkirin. Ji bo qirkirina Kurdan pêwist bû tiştên jîyanê didin domandin, bi temamî ji holê bîhatin rakirin. Pêwist bû gundên Kurdan bihatin şewitandin, xirabkirin û kavilkirin. Sedem vê yekê bi emir û fermana Mehmet Ağar bi hezaran gundên Kurdan hatin şewitandin û kavilkirin.
- Mehmet Ağar, digot Kurdê ku dewa Kurdîtîyê dike, li kêderê bê ditîn bê eman û yeman pêwiste hema ji holê bê rakirin. Bi hezaran Kurdên welatparêz ji alîyê hêzên tarîyên ku bi hayîdarîya Mehmet Ağar hatibûn damezirandin, hatin kuştin û windakirin.
- Di dem midûrtî û wezîrtîya Mehmet Agar da cara ewil 15 çekên suîkastê ku xisûsî hatine çêkirin ji dewleta Îsraîl hatin kirîn. Van çekan bê qeyd, bê izin û misede dan destên kesên mafîya kesên wek Evdila Çatli û hevalên wî. Kurdên welatparêz bi van çekan hatin kuştin. Yek ji van çekan di mesela Susurluk’ê da derket meydanê.
- Mehmet Ağar, ser aktorê mesela Susurluk’ e bû.
- Di doma Mehmet Ağar da mafîya di nav dewletê da xwest doza hakimtîyê bike destê xwe û di vî karî da gelek bi pêş va çûn. Tetikçî derketin û ev tetikçî kesê welatparêz hatin hesibandin.
- Di dema midurtîya Mehmet Ağar da 1490 kes hatin kuştin ku qatilên wan meçhûl bûn.
- Di dema midûrtî û wezîrtîya Mehmet Ağar da ji bo kesên mafîya wek Abdullah Çatli, Halûk Kirci; û kesên din pasaporten dîplomat hatin çêkirin.
- Mehmet Ağar, di sala 1992'an da qatilê qetliama Bahçelievler Halûk Kirci da berdan.
- Di dema hikumeta 53'iyan da wezîrê edaletê bû. Girtîyên zîndanan ji ber bê edaletîya wî ketin boykota birçîbûna mirinê û 12 kes jîyana xwe ji destdan.
- Di dema wezaretîya Mehmet Ağar da 400 çekên sûîkastê winda bûn. Ji 2000 zêdetir kesên mafîyayê wesiqeyên sîlehan sitandin, bi fermî kesên mafîya bûne xwedî çek û fedayîyên dewletê.
- Di dema hikûmeta 54'an da wezîrê hundir bû çekên sûikastê winda bûn. Îfada xwe da komisyona parlementoyê û got ku dizane çikirine ji çekan û çek li kû ne. Belê ev sirê dewletêye û sedem sirê dewletê nabêje.
- Li her cîyên cîhanê înterpol li Evdila Çatli û Yaşar Öz digerîyan. Belê bi imzayê Mehmet Ağar pelgeyek ji wan ra hatibû tenzîmkirin ku ev wezîfedar û ûzmanên MÎT'ê ne û ev kesên mafîya bi pasaportên dîplomat li her welatî û li Tirkîyayê azad di gerîyan.
- Dema Halûk Kirci zewicî, Mehmet Ağar bû şahidê nîkaha wî bu.
- Mehmet Ağar di roja 26.04.199'an da ji komisyona îşkencê a Avropayê ra got ku li Tirkîyayê qed îşkenve tune. Sedem vê gotinê Suleyman Demirel aciz bû û got: "Bi gotina îşkence tinebûbê, îşkence ji ortê ranabe."
- Piştî van kiryarên Mehmet Ağar, li Elezîzê Kurdên nezan, Kurdên neyarên xwe 68.540 dengan dane Mehmet Ağar û di dîroka komara Tirkîyayê da ji bo Mehmet Ağar rekorek pêk anîn wî şandin parlemanê. Di dîroka Kurdan da ev tişt heye û tê zanîn ku Kurd gelek caran bûne dostê neyarên xwe û ji bo neyarên xwe canê xwe fedakirine. Di vir da jî em dibînin ku Kurd çewa bi destê neyarê xwe digire.
- Di vê hilbijartinê da serokê qaçaxçîyên eroînê Mehmet Alî Yaprak; Mehmet Ağar finanse kir.
Çewa min got di dîrokê da gelek caran Kurdan alîkarîya dijminên xwe kirine û mala xwe bi destên xwe kambax û wêran kirine. Di vira da dîsa dîrok xwe dûbare dike û Kurd sedem gotinek Mehmet Ağar ku li Amedê anî zimên dibin, dost û mihubê neyarên xwe.
Gelo em Kurd tê ji dîrokê tiştek fam nekin û tim neyartîya xwe bikin???
|
|
|