Di sala 1979 an da 2 mamosteyên Tirk hatin bajara Leerê û iltica kirin. Bi Elmanî nizanibûn û li welatek bîyanî gelek pirsgirêkên wan hebûn. Heta ji min hat ez bûm alîkarên wan. Min tim ewraq û pelgeyên wan zivirand zimanê Elmanî, li her cî û dayran da ji wan ra tercûmanî kir, bi wan ra çom dadgehê. Piştî salan iltica wan hat qebûlkirin.
Ev her du mamoste, li Tirkîyayê di sazûmana Halkın Kurtuluşu da kar kiribûn, berpirsîyarîya teşkîlata xwe kiribûn û gelek car hatibûn girtin, hatibûn cezakirin. Her du mamoste kominist bûn û min gelek bawerî bi wan dikir.
Dema piştî salan li Zaxsena Jêrîn di dibistanan da dersa zimanê Kurdî destpêkir û ez bûm mamosteyê dersa zimanê Kurdî, di destpêkê da 35 zarokên Kurd ji bo dersa zimanê Kurdî hatin qeydkirin û min di heftîyê da 15 siet dersa zimanê Kurdî dida û di heftîyê da 12 siet jî dersa zimanê Tirkî dida. Li eyaleta Zaxsena Jêrîn mecbûr mamosteyek di heftîyê da 27 siet ders bide. Berî dersa zimanê Kurdî destpêkir min di heftîyê da 27 siet dersa zimanê Tirkî dida zarokên Tirk.
Dersa zimanê Kurdî destpêkir, gelek Tirk aciz bûn. Mamosteyên me ên komunîstên Tirk jî, di vî warî da nerazîbûna xwe nikaribûn biveşêrin û pêşengîya dê û babê Tirk kirin ku zarokên xwe neşînin cem min dersa Tirkî. Roj biroj hatina zarokên Tirk kêm bûn. Dê û babên zarokên Tirk yek bi yek xapandin û qeyda zarokan dan xirakirin. Temamîya dê û babên Tirk di nav du salan da bi temamî boyqot kirin, zarokên xwe ji dersa zimanê Tirkî li cem min qutkirin.
Armanca mamosteyên meyên Tirkên kominîst ev bû ku ew bibin mamosteyê dersa zimanê Tirkî. Pêşkêşî ji Tirkan ra kirin û erzûhalek ji walîyê Osnabrückê ra û yek jî, ji wezareta perwerdî a Zaxsena Jerîn ra şandin, mamosteyê Tirk xwest in û di erzûhal da eşkere kirin ku mamosteyên Tirk ên bê iş li bajara Leerê hene û ji dersdarîyâ dersê Tirkî ra amade ne. Walîyê Osnabrücke xeber da min got:
- Tirkan ji bo em mamosteyek Tirk tayîn bikin bi erzûhalek serdanî li me dan e. Belê heta tu li wê bajarê bî, em mamosteyên Tirk tayîn nakin. Ez bersiva erzûhalê wan didim û dinivisînim ku zarokên xwe bişînin cem te.
Hêjmara zarokên Kurd ku dihatan dersa zimanê Kurdî gîştibû sed zarokan. Min di heftîyê da 27 siet dersa zimanê Kurdî dida van 100 zarokan. Belê min ji walî got ku ez ji bo dersa zimanê Tirkî jî amademe. Walî ji dê û babê zarokên Tirk ra nivisand, got ku mamosteyê dersa Tirkî li bajara Leerê amade ye û ev mamoste bi salan dersa zimanê Tirkî daye zarokên wan. Heker dixwazin bila zarokên xwe bişînin cem vî mamusteyî û heker naxwazin, mamosteyek nû ji bo dersa zimanê Tirkî neyê tayînkirin.
Helbet Tirkan zarokên xwe neşandin cem min dersa zimanê Tirkî. Dersa zimanê Tirkî bi vî awayî li bajara Leerê, ne jî seba miliyetçîyên Tirk bi tenê, ji seba komunîstên Tirk ku hem mamoste bûn û him jî komunîst bûn hat rakirin.
Ew roj, ev roj li bajara Leerê bi alîkarîya van her du mamosteyên komûnîst û dê û babên miliyetçîyên Tirk, dersa zimanê Tirkî tune. Van miliyetçî û van komûnîstan destên xwe dan destên hev û dersa zimanê Tirkî rakirin, ez nizanim gelo, vanan ji xwe û miletê xwe ra qencî kirin an xirabî?..
|