|
|
| Madem tiştek ne
guherîye ev çi gûxwarin bû?.. |
|
|
 |
Qenc nayê bîra min, berî çend salan, nizanim di rojnama Azadî, Rîya Teze an jî
Ronahî da min hikayetek xwend. Em dikarin ji vê hikayetê ra “pêkenok ” jî
bêjin. Gelek li xweşê min hat. Ji bo tiştên bê wext û bê armanc, ders û aqilek
qenc dida xwendavan û meriv ji vê pêkenokê gelek aqil distand ku
meriv xwe nêzî tiştên zerar didin neke. Ez dixwazim vê hikayetê anî vê pêkenokê
li gorîya ziman û sitîla xwe li vira ji xwendevanên hêja ra binivîsînim. Ez
bawerim ku her xwendevan tê li gorîya xwe maneyek ji vê hikayetê derîne, bike
berîka xwe û li ku mihtacî çêbe, dîsa ji berîkê derîne bide kesên din. Di nav
civaka me da tim mihtacî çêdibe ku meriv vê pêkenokê ji kesan ra qise bike.
Li gundek, axayek heye. Xwedî çend gunda ye. Xwedî mal û warîdatek mezin e.
Xwedî qamyonan, ereban, motorên cot (diraqtoran), motorên dexildirûnê (döðerbiçer),
rez û pez e. Em bêjin navê wî Hemo Axa ye.
Rojek Hemo Axa bi şoforê makîna cot (tiraqtor) Memo ra, serê sibê zû piştî
limêja sibê diçe gundekê xwe ku şofêr li wê cot bike. Memo makîna xwe hazir
dike û bihev ra dikevin rê.
Kêfa axa li cî ye. Îro roj, roja axayê me ye. Ji gund derdikevin. Kêf, kêfa axa
ye. Bi Memo ra dikeve sihbetek xweş, henek û yarîyan dike. Şofêr jî gelek
memnûne û kêfa axayê xwe xweştir dike. Dewar ji gund nû derketine û li ser rê
rêx kirine. Lastîkê tekelê makînê di nava rêxa teze da dizivire. Axa dinêre li
ser rê rêxa teze geleke. Nehsîyek dikeve aqilê axa. Ji xwe ra fikirdike û ji
xwe ra dibêje ez niha listikek bi Memo bilîzim. Berê xwe dide Memo û dibêje:
- Memo çend sale tu şofêrtî dikî?
Memo bersiv dide:
- Ji hingî bîra min tê, ji 14-15 salîya xwê wirda ez şofêrtî dikim. Te cima
pirisî axayê min?
Axa dibêje:
- Te hetanî niha çi mal û war girtî ye?
Memo dîsa bersiv dide:
- Wele axayê min, ez tu mal û war nînim. Tu bixwe dizanî miaşê min çî ye û tu
miaş didî min. Zarokên min gelekin. Ez bi zorî zarokên xwe xwedî dikim. Bi
rastî bêjim min tu tişt nîne axayê minAxa bala Memo dikşîne ser gotinên xwe,
dibêj e:
- Binêre Memo, bi salane tu dixebitî û nikarî bi xweşî zarokên xwe têr bikî.
Ezê niha teklîfek li te bikim. Heke tu teklîfa min qebûl bikî, tuyê îro zengîn
bibî.Dewlemendî li kû, Memo li kû? Gelek ji hev dûrin. Bi salane Memo îş û kar
dike. Ruhê wî derdikeve, belê nikare idara xwe bike. Axa niha jêra dibêje ku tê
îro dewlemend bibî. Gelo axa pê dikene? Memo dikeve nav mereqê û ji axa
pirsdike:
- Ezê çewan zengîn bibim axayê min?
Axa dikene û ji Memo ra dibêje:
- Îro zengînbûna te gelek hêsa ye Memo!. Tiştê ku ez ji te ra bêjim tu
bikî, tê tu di eynî wextî da zengîn bibî, Memo.
Memo dikeve nav mereqê. Her tişt ji destê Memo tê. Îşê ku Memo neke tune. Heta
niha axa çi kar dabe Memo, di demek kin da Memo pêk anî ye. Niha jî îşê ku axa
bêje Memo tê pêk bîne. Memo ji axa pirsdike:
- Keremke axayê min! Bêje, ezê karek çewa pêk bênim?
Axa dibêj e:
- Memo, tu dibînî vê sibê li ser rê gelenk rêxa teze heye.
Memo dibêj e:
- Belê axa, ez dibînim. Garana ku vê sibê di rê da çoye vê rêxê kirî ye.
Axa dikene û ji Memo ra dibêj e:
- Memo, heke tu destê xwe li vê rêxê bidî, çengek jê hildî û bixwî, ezê vê diraqtora
tu niha dajoyî bidim te. Bi kurtî ez bêjim, tu vê rêxa teze bixwî diraqtora bin
te dibe malê te.Memo şaş dibe, nizane çi bêje. Gelo axa henekên xwe pê dike?
Ýnsan çewa dikare ji bo diraqtorek rêx bi xwe? Berê xwe dide Hemo axa û dibêj e:
- Axa tu tinazê xwe bi min dikî? Çewa meriv dikare ji bo malê dinê rêxê bixwe?
Hemo axa dibêj e:
- Memo, ez yarîyên xwe bi te nakim. Bi salane tu dixebitî, heta niha te çî gû
xwarî ye? Tu dikarî zarokên xwe qenc xwedî bikî?. Na!.. Ma hindik insan ji bo
malê dinyayê gû dixwin. Bi rastî tiştên ji gûxwarinê jî xirabtir dikin. Ma tu
piçek vê rêxê bixwî, tê çi ji te kêm bibe? Tiştek jî kêm nabe. Belê maldarîya
ku te di emrê xwe da ne girtîye, tuyê di deqîqêk da bigrî. Tu heta mirinê
dikarî diraqtorek bikrî?. Na wele tu nikarî.. Ma tu piçek rêx bixwî, tê qiyamet
rabe?., Qiyamet ranabe, belê tê tu bibî xwedî diraqtorek.
Memo dibîne ku axa di gotina xwe da gelek ji dil e. Ji xwe ra fikir dike û
dibêje “Teklîfa axa tiştek xirab nîne. Wele rast e. Ma min heta niha çi qezenc
kirî ye? Ez ruhê xwe dertînim û min tu gû ji nexarî ye. Ez nikari zarokên xwe
jî xwedî bikikm. Ma ez piçek rêx bixwim tê qiyamet rabe? Çewa axa dibêje tiştek
jî nabe. Belê ezê bibim xwedîyê diraqtorek. Zarokên min dikarin êdî jiyana xwe
di nava rihetîyê da baş bidomînin.”. Ji alîyê din va jî, ji xwe ra dibêje: “Ez
rêxê bixwim tê xelk çi ji min ra bêjin? Tê çi ji
zarokên min ra bêjin? Tê ji min ra nebêjin Memoyê rêx xwarî? Ji zarokên min ra
nebêjin kurê Memoyê rêx xwarî, keça Memoyê gû xwarî? Wele çênabe ez tiştek wiha
bikim?” Berê xwe dide axa û dibêj e:
- Axayê min, tucar tiştek wiha dikare biqewime? Eyb e, şerm e, fihêt e, heya
ye. Eyba reşê, çewa ezê ji bo diraqtorek rêx bixwim? Tuyê herî gund, ji gundîyan
ra qise bikî. Ezê rezîl û riswa bibim. Tê xelk bêjin Memoyê rêx xwarî, Memoyê
gû xwarî! Serê min di nav xelkê da êdî ranabe. Zarokên min tê di nav xelkê da
her dayîm sernizim bin..
Axa dibêj e:
- Wele ez ji tu kesî ra qise nakim, Baş fikir bike. Ew fersendek mezine. Ma tê
çi biqewime eker tu piçek rêx bixwî? Jehrî nîne tu pê bimrî, miqrop nîne tu pê
nexweş bikevî. Parîkî tê tehma devê te nexweş bibe, hewçend. Vî jî meriv dikare
ji bo diraqtorek bike.
Memo dikeve nav du dilîyan. Gelo vê rêxê bixwe an na? Ma bixwe wekî axa got, tê
çi biqewime? Zaf, zaf tê jê ra bêjin Memoyê rêx xwarî!. Ne tê zarokên wî ji
belengazîyê xilaz bibin. Dilê din dibêje tê di nav gundîyan da, bi rastî ne di
nav gundîyan da bitenê, tê di vê dinyayê da jî rezîl û riswa bibe. Li gorîya
dîne me rêxxwarin gunehe. Tê bikeve bin gunehên giran jî.
Memo, ji Hemo Axa ra dibêj e:
- Na Axayê minê qenc! Ev tişt tucar nabe. Ezê him di nav xelkê da rezîl û rûreş
bibim û him li ber Xwedê gunehkar bibim. Ma rêxxwarin di dînê me da ne guneh e?
Hemo Axa îro bi kêfe. Ketîye nav meseleyek gelek balkêşî û dixwaze a xwe bibe
serî. Memo di cîyek nazik da zeftkirîye. Dilê wî nîne zû bizû dev ji Memo
berde. Ji memo ra dibêj e:
- Memo can, rêxxwarin di dînê me da hewçend gunehek bezin nîne. Goştê keran, goştê
kûsîyan jî di dînê me da heram e. Belê di xelayê da bi milyonan Misilman goştê
ker û kûsîyan xwarin e. Di dînê me da reqî û şerab jî heram e. Him ji rêxê û
gûyê jî heramtire… Belê bi milyonan Misilman reqî û şerab vedixwin. Te ne
bihîstî ye, tu nizanî? Ew mesela dî ku tu dibêjî “ Ezê di nav gundîyan û di nav cîhanê da rezîl
û şermezar bibim.“ Tiştê tu bikî tiştek hewçend xirab nîne. Zaf zaf tê gundî û
kesên din mehek dido gala gal bikin û bisekinin, di du da jî tê jibîr bikin
here.
Memo fikir dike û ji xwe ra dibêje “Wele axa rast dibêj e. Bi milyonan Misilman
alkol vedixwin û bi rastî alkol vexawrin ji rêxxwarinê gunehtire. Berê xwe dide
axa û dibêj e:
- Belê axayê min, wele xeberê te ye, raste ku Misilmanan di xelayê da goştê keran,
goştê kusîyan û tiştên dinê hê xirabtir jî xwarin e. Raste ku bi milyonan
Misilman reqî û şerabê jî vedixwin.. Ev tişt jî rast e ku tê xelk demek bêjin û
bisekinin. Belê dîsa jî dest nade ku kesek bikaribe rêx bixwe. Rêxxwarin tiştek
wek guxwarrinê ye. Ev tiştek girane.
Axa bersiv dide û dibêj e:
- Binêre Memo, tu limêj dikî. Ji bo limêjkirinê teharetgirtin mecbûrî ye. Dema
tu teharet digrî qûna xwe dişoyî. Tu dema qûna xwe dişoyî destê te li gûyê te
dikeve. Tu destên xwe bi sabûnê naşoyî û destmêj digirî. Bi wî destê bi sabûnê
ne şûştî xwarin dixwî. Gûyê qûna te bi temamî ji destên te ne ço ye û tu nan bi
wi destî digirî dixwî. Heke em qenc û kûr fikir bikin ev jî wek gûxwarinek
nîne?
Memo, kûr fikir dike. Axa rast dibêj e. Bi milyonan kes çewa axa dibêje hereket
dikin û vî tiştî guneh nabînin. Tiştek xirab nabînin. Gelo axa qûna xwe bi
sabûnê dişo?.. Na wele axa jî qûna xwe bi sabûnê naşo û ew jî wekî kesên din
dike. Heta hêvarê Memo bi axa ra ye û dibîne ku sabûn bi axa ra tune û axa jî
qûna xwe bi sabûnê naşo. Ev jî tiştek ne qenc e. Çima kes tiştek nabêje, Çima
mela Misilmanan şîyar nakin, rêya baqijîyê nîşan nadin? Ev tişt ji alîyê insan
va nayê dîtin. Bi teharetgirtinê tamek nexweş nakeve devê insanan. Bitenê destê
insanan bihnek pis dide û insan vî muhîm nabînin. Belê rêxxwarin awayek eşkere
ye û tamek pîs dikeve devê merivan. Dema meriv li qezenc binêre, bi piçek
rêxxwarin diraqtorek qezencikirin gelek qence. Bi salane qirûşek wî nîne. Ýnsan
ji bo peran dizî dikin, xumar dilêzin, reqî difroşin, eroîn difroiin, heta hin
kes keçên xwe, jinên xwe jî difroşin kes ji wan ra dengê xwe nake. Dema bi van
heramî û xirabîyan zengîn dibin, her kes ji wan ra qedir û qîmet jî digir e.
Rêxxwarin ji van xirabîyên han hemî xirabtire gelo?.. Na wele xirabtir nîne.
Memo van fikran di demek gelek kin da, di aqilê xwe da derbazdike û ji axa ra
dibêj e:
- Axayê min, ez niha piçek rêx bixwim tuyê vê diraqtorê bidî min û ji kesî ra
nabêjî?
Axa bersiv die:
- Erê Memo, tu piçek ji vê rêxa teze bixwî ezê vê diraqtora bin te bidim te û
ev diraqtor ji niha pê va a te ye. Ez ji tu kesî ra jî nabêjim ku te rêx xwarî
ye. Ez sozê mêrê berê û sozê axatîyê didim te.
Rêxxwarin jiqas zor û xirab be jî, Memo ji ber belengazî û temahîya xwe biryar
dide ku rêx bixwe. Xirabîya rêxxwarinê di demek da jibîr dike û nagihêje pîsî û
şermezarîya rêxxwarine, gûxwarinê. Bi tenê hişê wî li ser qezenckirina
tiraqtorê ye. Wek gelek kesên vî zemanî merivatî, şeref, hesîyet, namûs, dîn,
îman kirine pere û dewlemendî û van riknên insanetîyê jibîr kirine, Memo jî her
wiha her kiryarên qenc jibîr dike û makîna xwe li Benda rê disekinîne, ji makînê
peya dibe, destê xwe li rêxa teze dide, çengek rêxa teze ji erdê hiltîne davêje
devê xwe dixwe. Dimeşe cem axa û dibêje:
- Axa niha ev diraqtor a min e?
Axa di cemide, belê carek soz da ye û nikare ji sozê xwe bi paş va bizivir e.
Ji Memora dibêj e:
- Erê Memo ev diraqtor ji niha şûn da diraqtora te ye. Min bi te ra soz da ye.
Diraqtor malê te ye. Tu çi bikî pê, bi qîma xwe yî. Madem em hatine cot, em ne
zivin gund. Eker em bizivirin tê xelk pirsbikin û belkî ez mecbûr bimînin
rastîyê bêjim. Em îro cotê xwe bikin û hêvarê diraqtorê bibe mala xwe. Êdî tu
ji xelkê ra çi bêjî bi kêfa xwe yî.
Memo û axa diçin gundê axa. Memo diçe ser erdê ku tê bê cotkirin û bi dilek xweş
û geş dest bi cotê xwe dike. Axa jî diçe nav gund, hinek îş û karan pêk tîne.
Piştî pêkanîna karên xwe, dixwaze bîhna xwe derîne, diçe ciyê cot, li binê sîya
darek xwe dirêj dike. Li ser kiryarên xwe ên kevneşopî ku bi Memo ra kiribû
disekine. Ji xwe ra fikir dike û dibêje “Gelo ev çi bê aqilî bû min kir? Min
çewa diraktorek da bi piçek rêxê.“
Axa gelek poşman dibe. Makîna wek zêr, ço ji destê wî. Ev çi ehmeqîyek bû kir?
Ji alîyek va makîne ço, ji alîyê din va şofêr jî, tê ji dest wî here. Şofêrê ku
bû xwedî makîna cot êdî li cem naxebite. Axa heta hêvarê bi dert û xem fikir
kir, gelo çewa dikare paşkî bistîne. Belê tu çare tune. Nikare ji sozê xwe poşman
bibe. Heke ji sozê xwe bizivire tê rezîl bibe, bê qîmet û bê rûmet bibe.
Ji alîyê din va hêdî hêdî Memo jî bi xwe va tê û ew jî li ser kiryarên xwe disekine.
Ji xwe ra dibêj e “ Ev çî gûxwarin bû min kir? Meriv çewa dikare ji bo
diraqtorek gut bixwe. Ev tiştek gelek ne insanetî ye. Dê rabe ji bo diraqtorek
rêx bixwe. Min ne xwe bitenê rezîl kir, wele min zirîyeta xwe jî rezîl kir.
Heta zirîyeta min hebe tê bi navê Memoyê gûxwarî bê naskirin. Gelo ez çewa
dikarim vê gûxwarinê ji ser xwe û zirîyeta xwe rakim? Gelo eceb tu çare nîne?
Divê ez çareyêk bibînim. “ Memo jî wek axa heta hevarê di nav xeyalan da perIşan
die, belê tu çare nabîne.
Mecbûr hêvarê axa û Memo, bi sitûxwarî li makînê siwar dibin û berê xwe didin
rêya malê. Qederek bi rê va diçin. Her du jî di nav kgl û xeman da ne. inWexta
ji kerban bifetisin, nizanin çi bikin? Qet na peyive, xemgînin.
Memo xemgînîya axa dibîne. Dikeve nav mereqê. Parikî ji xwe ra fikir dike.
Dibêje “Ev tiştek baş nîne min kir. Axa heta vê diraqtorê kirî ye miheqeq bi
salane xebitî ye. Min di nav çavgirtinek da vî emekê wî, qet emek ne da û jê
sitand. Gelo ev bê wicdanî nîne? Ez çewa dikarim vê bê wicdanîyê bikim? Ema ez
çibikim, ev bi temamî sûcê axa yê. Herhal aqilê xwe winda kirî ye. Kesî lê zor
nekiribû ku rêxê bi min bide xwarin û vê zerarê li xwe û vê ne insanîyê li min
bike. Ev nîvê heqê wî jî nîne. Hemin ez rezîl bû me, bila ew jî cezayê bê
merhezeyîya xwe bikşîne. Belê çiqas bê merhezeyî kiribe jî, dîsa tiştek gelek
qenc nîne, ez vê diraqtorê jê bistînim. Tiştê ku min kir jî zaf xirabe. Ýnsan
çewa ji bo malê dinê rêx bixwe. Wele ev rûreşî ye û bê hesyetî ye. Ne ji min
bitenê ra rûreşî ye, ev ji zarokên min ra, ji
nevîyê min ra û heta zirîyet ji min hebe ji zirîyeta min ra jî rûreşîyek mezin
e. Ez nizanim ezê çewa vê rûreşîyê ji ser xwe rakim? Hemin rêxxwarin bi baş va
nazivire. Ka ez binêrim axa çi fikir dike? Belkî ez çarayek bibînim ku ev şermezarî
hinek sivik bibe. ” Bi van ramanên xwe ên teklîhev Memo ji axa ra dibêj e:
- Axayê min, ev tiştek qenc nîne ku ez diraqtora te sedem piçek rêxxwarin ji te
bistInim. Wicdana min ne rihet e.
Axa bi dilşikestî bersiva Memo dide:
- Memo, wicdana te ne rihet be jî, sozek ji devê min derket û ez li ser sozê xwe
me. Ez jî dizanim ku min tiştek qenc nekir. Belê çibikim, soz, soz e û carek ji
devê mêran derdikeve.
Axa bi devê xwe van gotinan dibêj e, belê dil û kezeb agir pê ketî ye. Poşman
e, covan e, şaş e, gêj e. Dîsa jî li xwe danayne. Zêhna Memo jî li ser van
gotinên axa parîkî vedibe. Wisa texmîn dike ku serê fersendê girtî ye. Ji axa
ra dibêj e:
- Axayê min, wele ez naxwazim diraqtora te ji te bistînim. Belê şertek bû me girt
û te winda kir. Divê em çareyek bibînin.
Parîkî dilê axa xweş dibe, umîdek dikeve dilê wî. Dibêj e:
- Emê çi çare bibînin Memo! Şertek bû em ketin navê û min vinda kir. Ez ji sozê
xwe nazivirim ku ji min ra xelk bêje axazê virek.
Memo pê hisîya ku bi rastî fersed hat. Ji axa ra dibêj e:
- Axayê min, em dikarin dîsa şertek bigrin û tu vi şertî qezenc bikî, direqtora
xwe paşkî bistînî.
Axa bi merek pirs dike:
- Em çewa dikarin şert bigrin û ez vî şertî qezenc bikim, direqtora xwe paşkî
bistînim?
Memo dibêj e:
- Ev zor nîne, zaf hêsa ye, axayê min. Tiştê min kir, niha tu bike, bila
diraktor dîsa ji te ra be.
Axa bi qehir dibêj e:
- Yanî ezê rêx bixwim. Tu dizanî çi dibêjî? Tiştên ji devê te derdikeve, guhên
te hisdikin.
Memo dibêj e:
- Belê axayê min. Xeberên ku ji devên min derdikevin, guhên min hisdikin. Ev tiştek
xirab nîne. Te bixwe vê sibê ne got ku piçek rêxxwarin tiştek zaf xirab nîne û
meriv dikare ji bo tiştek wiha bi qîmet rêx bixwe. Her wek xela ye û te jî di
vê xelayê da goştê kusîyek xwaribe. Diraqtora te a heyf ço ji destên te. Ez
dixwazim ku tu dîsa diraqtora xwe bizivirînî. Belê dîsa tu dizanî.
Axa, ji alîyek va naxwaze makîna xwe bi destê Memo va berde û ji alîyê dî va
fikir dikei gelo çewa xwe ji nava vî gûyî derêxe, vê girêka asê çareser bike.
Ji Memo ra dibêj e:
- Memo mal xirab, çêdibe ku axayê çend gundan ji bo diraqtorek rêx bixwe? Wele
ev qed çênabe. Tu herî gund û ji gundîyan ra qise bikî. Ezê di nav gundîyan da
rezîl bibim Memo!..
Her diçe Memo, bi eşqtir û kêftir dibe. Serê wî jî qenctir dixebite. Tê derdixe
ku axa dixwaze makîna xwe paşkî bistine, belê nizane çewa ji nav derkeve. Di
navbera axa û Memo hêdî hêdî wekhevîyek derdikeve. Bê guman êdî wekhevîyek
hatîye meydanê. Memo dibêj e:
- Axayê min, ma te vê sibê negot ku tê xelk mehek dido galegal kin û meselê jibîr
bikin. Tu dibêjî ku ezê herim ji gundîyan ra qise bikim. Ev tişt qed çêdibe
axayê min?.. Ma min jî rêx nexwar? Kesê rêx xwaribe, çewa tê bêje ku kesek din
rêx xwarî yê?.. Ez ji te ra bi sonda herî mein soz û bext didim ku di heyata
xwe da ji kesî ra nabêjim. Ne hewceye ez zaf dirêj bikim. Sedem piçek rêx
xwarin te vê sibê her tiştî got û anî zimên ku rêxxwarin tiştek hewçend pîs û
xirab nîne. Te bi emekê milê xwe, bi xwîn û xudana xwe vê diraqtorê qeyenc kirî
ye û di rêyek hîç da ji dest derdixî. Vî tiştî evd jî qebûl nake, Xwedê jî
qebûl nake. Ev dibe bê edaletî ku ev diraqtora zêrîn bê ked û emek bigihîje
min. Belê dîsa jî tu dizanî axayê min.
Axa dibîne ku Memo jî naxwaze diraqtorê bibe. Memo gelek rastî dibêj e. Axa
bixwe jî vê sibê li ser rêxxwarinê tiştên xirab negotibû. Li ser nexirabîya
rêxxwarinê hewl dabû Memo razî bike. Madem ewî dixwest Memo razî bibe, ji bo çi
ew razî nebe.ew razî nebe? Axa ji Memo ra dibêj e:
- Memo, niha ez piçek rêx bixwim tu ji kesî ra nabêjî?
Memo bersiv dide:
- Na axa yê min na, bi hersê telaqên bêfitû, bi Qur’ana Mihemed, bi şeref û namûs,
ez xêr ji xwe û zarokên xwe nekim, bi çiqas sond di dinyayê da hene sond dixwim
ku heta mirinê ji kesî ra nabêjim û ezê vî sirî bi xwe ra bibim gorê. Ez
bixwazim bêjim jî, nikarim ji kesî ra bêjim. Çimkî min jî eynî tişt kirî yê,
ezê çewa bêjim axayê min?..
Axa, bi sonda Memo bawerî tîne û ji xwe ra dibêj e “ Ma tê çibibî ez piçekrêx
bixwim. Ji bo çi vê diraktora xweya qenc ji dest derxim? “ Axa jî Memo dixwaze
ku traqtorê li alîkî rê bisekinîne. Memo li benda rê disekinîne û axa peya
dibe, destê xwe li rêxê dixe parîyek rêx ji erdê hiltîne dixwe. Bîhna Memo
derdikeve û ji axa ra dibêj e:
- Temam axayê min. Elhemdûlila dîsa diraqtor a te ye. Ez ji bin vî barê
giran derketim.
Derdê memo ne eve ku traqtora axa naxwaze, bi rastÝ Memo dixwaze tiraqtorê ji
axa bistine. Ev tişt Memo qet aciz nake. Derdê Memo eve ku bi axa rêx bide
xwarin û ji bin vî barê giran derkeve, axa jî wekî xwe bike.
Hemin ewî rêx xwarî ye û rezîl bû ye, dixwaze axa jî wek xwe rêx pê bide
xwarin.
Axa û Memo dikevin rê dîsa bi makîna xwe dimeşin. Memo xwe xilaz kirî ye. Kêfa
wî hatîye cî. Êdî axa naçe li gund qise nake ku Memo rêx xwarî ye. Di nav gundîyan
da rezîl nabe. Dinya pê naken e. Zarokên wî pê sernizim nabin. Kêf kêfa Memo
ye.
Piştî rêxxwarinê axa zaftir ketîze di nava xemê û xelwetê. Xetayên wisa mezin
kirî ye ku nayên temîrkirin. Nikare bi paş va jî bizivire. Ketîye wezyetek zor.
Xemgîn e. Ema ev xemgînî bê feyde ye.
Demek bê deng di rê da diçin. Nêzî gund dibin. Axa serê xwe ji nav xem û xelwetan
radike, li Memo dinêre û bangê Memo dike:
- Memo!..
Memo, xemgîn nîne. Dilxweş e. Her çiqas jî rêx xwaribe, dîsa jî xwe ji rezaletek
xilaz kirî ye. Li ser banga axa, berê xwe dide axa, dibêj e:
- Kerem ke axayê min!
Axa dibêj e:
- Memo, dema vê sibê em ji gund derketin ev diraqtor ne diraqtora min bû?..
Memo bersiv dide:
- Belê axayê min, ev diraqtora te bû.
Li ser vê bersivê axa dibêj e:
- Em niha dîsa dikevin gund. Ev diraqtor dîsa ne diraqtora min e?..
Memo dîbêj e:
- Belê axayê min, diraqtor dîsa diraktora te ye.
Axa bi awayek dersdar ku ne bi tenê ji Memo û axa ra, ji herkesê ra bibe agil û
dersek mezin dide herkesî, dibêj e:
- Memo, dema em ji gund derketin ev diraqtora min bû û niha em dikevin gund dîsa
diraqtora min e. Madem wisa ye ev çî gûxwarin bû ku me kir û rêx xwar?.. Tu
dikarî ji min ra bêjî me çima vî gûyî xwar?..
|
|
|