Ez bawerim peyva “Heyder” ji peyva “hayîdar” ê peyda dibe. Mana hayîdar ev e ku xeberdar e, ji tiştak hayîdar eö bi xeber e...
Heyder, merivek ku navê wî bi Tirkî Haydar tê gotin. Heker meriv paşnavê wî bizivirîne Kurdîyê dibe Çirîsk. Ji vî qasî ez rast û rast jê ra bêjim Heyder Çirîsk.
Çewa ez dizanim mala Heyder Çirîsk, li Elmanya bajara Nurenbergê bû û Heyder Çirîsk, di destpêkê da hevalbendîya KOMKARê kirî ye, di dû da ku partîya çekdar xurt bû Heyderê me gihîşt partîya çekdar, ji bo ew li heqî neheqîyê nedinêrî, her tim alîkarê xurtan bû.
Heyder ji, yek ji wan kesan bû ku xwe welatparêz, sîyasetmedar, ronakbir û rewşenbîr didît. Bi nivîs û bêjeyên xwe ketibû çavên berpirsîyarên partîya çekdar û di nav refên wan da cîyek herî xweşik ji bo xwe kiribû dest. Di rojname û çapemenîyan da nivîsên xwe çap dikir, di civînan da dibû gotebêj. Heyder, xwe niviskarek mezin dihesiband. Çend pirtûkan çap kiribû ez nizanim. Min ti pirtûkên wî nedîtine û ne xwendine. Belê dîsa jî Heyderê me bi alîkarîya partîya çekdar bibû serokê PENA KURD. Ji bo kongera civîna Pena Kurd, Heyder min jî wek endamek dawet kir. Min nameyek jê ra nivisî û got ku nivîsên min di rojnaman da çap dibin belê pirtûkên min ên ku hatine çapkirin tunin û ne pêwiste ku ez bibim endamê PENA KURD û werim qongera Pena Kurd. Pêwiste ji bo endametîyê şert hebin. Ne qence ku herkes bibe endamê Pena Kurd.
Heyder, gelek kesên ne niviskar bi dawetnama ku di rojnameyek Kurd da bi Tirkî hat nivisandin, dawetî qongera Pena Kurd kir û gelek niviskarên ku 5, 10, 15 pirtûkên wan hatibûn çapkirin dawetî qongerê nekir.
Heyder, di quncikê rojnameyek partîyek Kurd da ku li Elmanya bi Tirkî dihat çapkirin, cîyek germ ji xwe ra girtibû. Rojek nivîsek Heyder li ser rojnemavanê rojnama Hürriyetê Emim Çölaşan derket û nivîsa Emîn Çölaşan rexnekir. Belê di rexneyên xwe da tim kêmasîyên me Kurdan, kêmasîyên serokên Kurdan û kêmasîyên xwe ne didît û tim kêmasîyên me dikir sûcdarîya dewleta Tirk. Helbet sucdarîya dewleta Tirk gelek mezin e ku em Kurd zimanê xwe jibîr dikin, belê pêwiste em jibîr nekin ku di vî warî da kêmasîya me Kurdan ji sûcdarîya dewleta Tirk mezintir e. Seba vê nivîsa Heyder min jî, vî nameyê jêrîn jê ra nivîsand û faks kir.
Birêz Haydar
Min nivisandina we ya roja 03.03.2000`an, a di O.P yê da, di bin destpêka „ KÜRTÇE=KURRDÎ “ da, bidilxemî û dilşikestî xwend. Ez dixwazim ramana xwe li ser nivîsa @e ji were diyar kim.
Pir niviskar û rojnamevanên Tirk di rojnameyên ku bi hezaran, sedhezaran tên firotin da, wek çewa dema kevin ku di malan da, di cîyên soban da tifik hebûn û kalê malê di quncikê tifikê da cîye xwe digirtin, ne didan kesî, di rojên sarên xedar da ji germa agir, ji herkesî zaftir feyde digirtin, her wisa van kesên xwe rojnamevan û rêzanên gel dibînin, belê ji malxirabî û zerar bêtir tiştek nadin gel, di quncikên rojnaman da cî girtine û çewa dixwazin wisa bi pêş û paş va diçin, ger bixwazin gerdena xwe li ser gel ditewînin, ger bixwazin gerdanê rast dikin û bi kêfa dilê xwe hereket dikin. Gelê Tirk û gelê Kurd jî, bi van rojnamevanên Tirk ku derewan û sixtekarî dikin, bawerî tînin.
Pirinaya rojnemavanên Kurd, çewa win jî dibêjin, li dibistanên Tirkan xwendine û ber destên Tirkan mezin bûne. Ji hostayên xwe borandine, di quncikên rojnaman da govenda giranî, lorkê, yarqiştan, çêpik, nermanî û xirpanî dilîzin.
Win di nivisara xwe da wiha dibêjin. „ Kesê zimanek dizane insaneke, kesê du ziman dizane du insan e.“ Başe kesê ku deh ziman dizane û zimanê dayîka xwe nizan e, na emilîne çîye?..
Ew mirovê rojnama „Tirkîye ê Tirkan e“, ku Kurdan sedem zimanê xwe na emilînin rexne kirîyê, gelo ne heqlî ye?.. Rehmetîyê Kamîran Elî Bedirxan dibêje: „Bo gelên bin dest azadîya xwe bikin destên xwe, du sîlehên wanan hene. Yek ziman û ê di jî ol (dîn) e. Ger ola gelê bindest û serdest yek be, sîlehê azadîyê dimîne yek û ew jî ziman e.“
Belê ez nizanim sebeb çîyê Kurdên Kurdistana Bakûr li zimanê xwe nabin xwedî û di vî warî da tim û tim Tirkan sûcdar dikin.
Ji nivisandina we bi kurtî ev armanc, nixte û perspektîv derdikevin:
- Dewleta Tirk zimanê Kurdî qedexe kiri ye.
- Zimanê hatibe qedexe kirin nikare bi pêş va here û xwe fire bike, bi xemilîne.
- Zimanê ku li dibistanan neyê fêrkirin nabe zimanê komînîkasyonê.
- Tirk, asîmîlasyon û tek insançêkirin didomînin.
- Kurd, dema dest bi dibistana ewil dikin, wanan bi daran fêrî zimanê Tirkî dikin.
- Mamosteyên Tirk, emilandina zimanê Kurdî ji zarokan ra di malên wan da jî qedexe dikin.
- Li Bulgarîstan û Yewnanîstan qedexekirina zimanê Tirkî barbarî bû, Tirkên wanderan nikaribûn zimanê xwe fêr bibin.
- Kurdên Îran, Îraq û Surîyê zimanê dayîka xwe rihet di emilînîn, belê ên Tirkîyê nikarin rehet bi emilînîn.
- Eker Kurdên Tirkîyê nikaribin zimanê xwe bipeyîvin, sucdar dewleta Tirk e.
- Evdila Ocalan, zimanê kurdî qenc di axife û pêktîne, belê ji bo Tirk ne xeyîdin zimanê Kurdî na emilîne.
- Ger Kurdên Tirkîyê bi Kurdî bipeyîvin û binivisînin tê ev mifterî ( rojnamevanê rojnama Tirkîyê ê Tirkan e) bixeyîde û bêje „Win çima bi kurdî dipeyîvin.“
- Em dixwestin ku Tirk, kesên wiha (vî niviskarê Tirk) protesto bikin.
Birêz Haydar,
We ji 12’an çeman av anî û van 12 armanc, nixte an jî perspektîvên xwe ji bo çî beyankir?. Ji bo eşkerebûna qedexekirina zimanê Kurdî û ku Kurd sedem wê yekê bi Tirkî dinivisînin û dipeyîvin. Ji bo ku Kurd di warê emilandina zimanê xwe da ne sûcdarin û dewleta Tirk sûcdar e. Xeberekî Tirkan heye: Dibêjin: “Xwar rûne, rast biaxife.” Di vira da em Kurd sûcdarin û ne kesek dî.
Ez dixwazim bi kurtî li ser van 12 xalên nivîsa we, ramana xwe beyan bikim:
- Rast e, dewleta Tirk bi her zorî û ne insanetî dijî zimanê Kurdî derketî ye. Ji bo ku dizane tek silahê azadîya Kurdan, ziman ma ye di destên Kurdan da, seba vê yekê bi her awayî dijî fêrbûna zimanê Kurdî derikeve, zor û zordarîyên ku nakevin xeyala insanan li ser zimanê me dimeşîne. Ji bo xwe pir bi aqilî hereket dike. Madem ev dewlet ji bo xwe pir bi aqilî hereket dike, gelo em Kurd ji bo çî bê aqilî hereket dikin û zimanê xwe na emilînin?.. Madem ziman ne emilandin ji bo dijmin qenc e, emilandin jî, ji bo me qenc e, emê çima alîkarîya dijmin bikin?.. Em Kurd çima bi ya dijmin dikin û dev ji zimanê xwe berdidin?... Madem dijmin zimanê min qedexekirî ye, ji înadê ez jî tê tim û tim zimanê xwe bi emilînim, bi zimanê xwe va bizeliqim.. Rojnama ku win tê da dinivisînin, 6 mehe ez nakirim. Ji bo ku bi salane peyvek bi Kurdî nedinivisand. Niha dibêjin ku pelek bi Kurdî çapdike. Pir qenc e..
- Kesên zimanê wî hatibe qedexekirin dîsa jî dikare bi pêş va here. Pêwiste insanên ku zimanê wî hatibe qedexekirin ji herkes zêdetir li ser zimanê xwe bisekine. Madem zimanê me hatîye qedexekirin, gelo em jî bi ya dijmin bikin û zimanê xwe ne emilînin, xwedî li zimanê xwe dernekevin?.. Em ne bi zimanê xwe, belê her tim bi zimanê dijmin bipeyîvin û binivisînin, gelo ji dijmin pêtir xwe asîmîle nakin û nabin alîkarî dijminê xwe?…
- Zimanê ku li dibistanan neyê fêrkirin çewa nabe zimanê kominîkasyonê ?.. Ev ramana ilmî( !) ji ku va hatî ye gelo?…
4. Rast e, dewleta Tirk ji bo asîmîlasyonê û tekinsançêkirinê çî ji dest tê dike. Madem
ew vî dixwaze, pêwiste em çibikin?… Zimanê xwe bi emilînin… Em çima alîkarîiya
vê dewletê dikin û zimanê xwe na emilînin ku insanên wek rojnama “ Tirkîye ê
Tirkan e” tinaz û yarîyên xwe bi me bikin?…
- Dema Kurd bi daran û bi zorê fêrî zimanê Tirkî bênkirin, gelo pêwiste Kurd teslîm bibin û wek we zimanê Tirkî bi emilînin?..
- Ez ji we pirs dikim, win dibêjin mamosteyên Tirk, di malan da jî zimanê Kurdî qedexedikin, ma gelo ew bi serdikevin?.. Ew dikarin bêne nav mala min, ji min û malbata min ra zimanê min qedexebikin, min û zarokên min bidin sekinandin ku em bi zimanê Kurdî nepeyîvin?… Me jî wan rojan dît û derbaz kir û îro jî zarokên Kurdan dibîbin. Belê me berxwe da û em zimanê Tirkî di jîyana xwe ya rojevî da û li nav malbata xwe ji binî pêk naynin…
- Li Bulgarîstan û Yewnanîstan zimanê Tirkî hat qedexekirin belê Tirkên van her du welatan dev ji zimanê xwe bernedan.. Ez sê salan çom nav Tirkên Yewnan û min tetîla xwe li Trakya li nav wanan dernaz kir. Min dît ku çewa li berxwe didin û wek me Kurdan rojnameyên xwe bi zimanê dewletê bi Yewnanî çap nakin.
- Di dibistanan da zimanê Kurdî li İran, Îraq û Sûrîyê jî qedexe ye. Belê Kurdên van sê parçan wek Kurdên Kurdistana Bakûr di nav qomleksên kêmketîyê û nizimtîyê da nînin û zimanê xwe her tim pêktînin.
- Eker Kurdên Tirkîyê bi zimanê xwe nikaribin bi peyîvin, çiqas jî li ser wanan zor û zordestî hebe, çıqas dewleta Tirk sûcdar be jî, dîsa sûcê mezin ê wan Kurdên ku bi zimanê xwe nikarin bipeyîvin e.. Sûcdar Kurd in... Ma dewleta Tirk hatîye li vir Elmanya ji me ra, ji we ra zimanê me qedexe kirî ye ku em/ win bi zimanê xwe ne nivisînin, di nav malbatên xwe da ne peyîvin?.. Li cem me dersa zimanê Kurdî bi fermî/resmî heye, 5 sale ez di dibistanên Elman da dersa zimanê Kurdî didim. Kesên ku dibêjin „ Ez Kurdistan azad dikim.“ Zarokên xwe naşînin dersa zimanê Kurdî.. Kesên hevalbendên partîya we, ji min û ji dersa zimanê Kurdî ra tengesîyan çêdikin. Li bajara ez li wê me, dersa zimanê Tirkî rabû, belê Kurdên ku dixwazin Kurdistan azad bikin zarokên xwe qeyda dersa Kurdî nekirin. Bi erzûhalan mirecet kirin ku dersa zimanê Tirkî bidin zarokên wan. Berpirsîyarê dibistanan rojek bangî min kir û hin erzûhalên van kesan da min got. „ Ev kes Tirk in an Kurd in?. Vana dersa zimanê Tirkî dixwazin.”
Min ji berpirsîyarê dibistan û mamostan ra got ku ev kes Kurd in. Ewî jî got gelek
qenc e. Ezê bersiva van bidim ku ew Kurd in û dersa zimanê Tirkî ji bo zarokên
wan çênabe. Tu ji, vê meselê ji wan ra bêje.
Berpirsîyarê dibistan û mamostan ji van kesan ra dibêj e win Kurd in û
daxwaza dersa Tirkî ji wan ra reddike.. Ma dewleta Tirk ji wan ra gotî ye wiha
bikin?.. Ma cendirmeyên Tirk tifingên xwe danê pêsîra wan û zordarî li wan dikin
ku zimanê Tirkî bixwazin?.. Ma li vira dewleta Tirk zor daye wanan?..
- Ger Evdila Ocalan zimanê Kurdi pêk bîne û bipeyîve Tirk bi xeyîdin çîye, ne
xeyidin çîye?.. Tiştên win dibêjin ne rastin û bê mantiqî ne. Evdila Ocalan berî 10
salan, çewa win dibêjin hewçend qenc bi Kurdî nizanîya. Belê niha Kurdîya wî ji
berî 10 salan pir qenctir e. Osman Ocalan, ji Evdila Ocalan pir qenctir Kurdî
dizane.. Metihkirina zimanzanîna Evdila Ocalan tiştekî pir mezin naxe destên we.
Pewiste her tişt di cîyê xwe da bê metihkirin.
- Ger ev mifterîyê rojnama « Tirkîye ê Tirkan e. » sedem peyvandin û nivisandina
weya bi Kurdî bi xeyîde an jî ne li xweşê wî were, bila bi teqe, bifetise.. Ma derdê
me xeyîdandina wî ye ku win vê fikra xwe pêşkêş dikin?.. Ma win zaf bi ber wî ne
insanî dikevin?… Ew kesên dixwazin Kurdistan azad bikin, li vir Elmanya ser li
berpirsîyarên wezareta perwerdî didin û dibêjin:„Em zimanê Kurdî na dixwazin.“
Zarokên xwe ji bo zimanê Tirkî qeyd dikin û ji dewleta Elman dersa zimanê Tirkî
ji bo zarokên xwe dixwazin. Ev ne tiştek gelek ecêbe?.. Bereket Schulratê vira
(brpirsîyarê dibistanan) daxwaza van Kurdên xwe ji herkesî zaftir Kurd dibînin,
qebûl nake.
- Win wî kesî protesto nakin û dixwazin ku Tirk wî protesto bikin. Ma win ji bo çî bi
Kurdî nanivisînin û bi vî awayî wî ne insanî protesto nakin?..
Hewalê delal, win di vê nivisa xwe da pir xelet hereket dikin û fikrên neqebûlkirinê didin pêşîya me kesên xwendevan. Ez nikarim van ramanên we qebûl bikim.
Pir dilxemî û rûreşîyek mezin e ku serokê PENA KURD di rojnaman da, bi Tirkî dinivisîne.. Xwezî we tucar serokatîya PENA KURD ne kiribûya.. Xwelî li serê me Kurdan ku serokê PENA me yanî PENA KURD bi zimanê xwe nanivisîne û bi zimanê biyanî dinivisîne û kesên wî rexne dikin, dixwaze ji 12 çeman av bîne xwe bişo û xwe heqlî derxe.. Bi ava 12 çeman jî xwe bişo, bi rastî di vî warî da nayê paqijkirin.
Silavên xwe ji bo we dîyardikim..
Dema Heyderê me vê nama min girt hema telefon kir min û got ku ew qenc bi Kurmancî nizane û vî nameyî fam nekir, pêwiste ez vî nameyê xwe jê ra bi Tirkî binivisînim.. Ez gelek qehirîm. Heyderê me serokê PENA KURD bû û bi Kurdî nizanibû, ji min dixwest ku ez nameyê xwe jê ra car dî bi Tirkî binivisînim. Heyder dixwest Kurdistanek serbixwe, yekbûyî û komunist damezirîne, belê bi zimanê dayîka xwe bi Kurdî nizanibû. Gelo komûnîstî ev tişte ku meriv dev ji zimanê dayîka xwe berde û jîyana xwe bi zimanê neyarê xwe bi domîne?..
Gelek ronakbir, rêzan û sîyasetmedarên me Kurdan eynî wek Heyder in ku di wê demê da serokatîya PENA KURD dikir.
Pêwiste ev tişt ji bo me Kurdan balkişandinek gelek mezin be...
Belkî xwendevanên hêja bejin, gelo Heyder çi bersiv da te an jî piştî vê nama te çikir?.. Wele tiştê ku Heyderê serokê PENA KURD kir, ez jî mam şaş.. Rojnama ku Heyder tê da quncekî germ girtibû û çî dihat aqilê wî dinivisand, kesên dî xayîn, diz, derewçî û xwe jî welatparêz, ronakbîr, rast û durist nîşam dida, min wê rojnamê ne dixwend. Hin kesên di wê rojnamê da dinivisandin min wan qenc nasdikir û dizanibû ku rêyek rast danaynin pêşîya gelê me. Ji min ra xwendina wê rojnamê ştresek mezin tanî... Seba vê yekê min wê rojnamê ne distan û ne dixwend.
Bi qasî 2-3 heyv pişti min vî nameyî ji Heyder ra şand, di semînerek mamosteyên Kurd da rastî hin hevalan hatim ku hevalên Heyder bûn û alîkarê sîyaseta partîya Heyder bûn. Belê ev kes ne wek Heyder mafparêz bûn. Ji min ra gotin ku Heyder nivîsek di heqê min da nivisandî ye û min bi xwendevanan ebûqatê dewleta Tirk dayê nasîn. Di nivîsa xwe da gotî ye “Mirovêk bi navê Kazim Özdemir ebûqatîya dewleta Tirk dike.” Min ji internetê vê nivîsê derxist û xwend ku Heyderê me li gorîya kêmaqilîya xwe çî xwestibe, di nivîsa xwe da anîye ziman. Min pêwistî nedît ez bersiva vê nivîsa Heyder bidim. Çewa be ewî di quncikek rojnameyek da cîyek germ dîtî ye û dikare kesan sûcdar bike û xwe ji herkesî qenctir nîşan bide. Ne pêwist bû ku ez bersiv bidim, car dî fersenda propoxendeyê bikim destê Heyder Çirîsîk û çirîskan jê bidim belavkirin. Çimkî çirîsk ronayî nadin pêşîya merivan. Merîv di tarîyek zelemat da hê tiştek nikare bibîne çirîsk disa di tefin. Merif dibêje belkî ev çirîsk pêşîya min ronayî dikin, belê çirîsk nikarin ronayî bidin kesî. Tim insanan dixapîni. (dumayîk heye)
|