Ji serê çiyayê bi gola germav Nemrût, ji qerexa Gola Wanê kendala çiyayê Sîpanê Xelatê, ji girava Axtemarê, ji kela bajara dîrokî bajara Şerefxan û İdrîs bajara Bilîsê, ji deşta Rehwa xedar û deşta bereketa xêr û bêr deşta Mûşê ji serkanîyên avên cemidî kanîyên Zozanê Şerefdînê silavên dilsozî ji tim Kurdên ku ji welat dûrin û di hesreta Kurdistanek azad da jîyana xwe li metropolên Tirkîya û Ewropayê didomînin bi xweşîya dilek li Kurdistan û xemgînîya hal û pergala gelê Kurd ku di nava xwe da asîmîlasyonek dijwar û bê eman dane silavên xwe dîyardikim herkesî û xwendevanên hêja û bi rûmet.
Bang dikim kesên ronakbîr, rewşenbîr,sîyasetmedar, zana û pispor, şervan û xwezan, gelo ev kesên ku di metropolên Tirkiyayê û li ser erd û axa Kurdistan jîyan dikin, xwe windakirin, ziman û çanda Kurd windakirine, nabînin?..
Ji bo çî ev qîr û hewar e? Ji bo çî ev şerê dijwar e?.. Ji bo çî kes mane bê welat, bê evîn û yar?..Ji bo çî dibe ev şer û ev kar?.. Ji bo çî ev doz û daxwaz e?.. Ji bo çî ev kuştin, ev belengazî, ev daxwaz û nîyaz e?.. Ev berdêl, ev bedel, ev qehir, ev işkence, ev derd û kul, ev can fidayî, ev xwequrban, ji bo tiştek hêja û bi rûmet e, ev listik ne yarî û tinaz e?..
Ev hemî tiştên jîyana insan dikin, cehnim gelo ne jibona jîyanek serfitaz e?.. Ne ji bo Kurdistanek azad e?.. Ne ji bo hebûna gelê Kurd e?..
Ez ji herkesi pirs dikim. Miletek bi çî heye û bi çî hebûna xwe dikare bidomîne? Gelo sebebê hebûna domandina miletan ne ziman e? Gelo Kurd dikare di dîrokê da li ser rûyê cîhanê bi zimanê xwe hebûna xwe berdewam bike?. Heker zimanê Kurdî ji holê rabe gelê Kurd çiqas jî şer bike, çıqas brxwedan bide bê feyde ye û mehkûme ku ji holê rabe, ji dîroka cîhanê bê windakirin.
Gelê Kurd bi sedan sale berxwe dide, bi hezaran sale di dîroka cîhanê da hebû xwe berdewam dike. Dijmin gelê Kurd bi her awayî, bi zorî û zilmî, bi qencî û xirabî, bi metodên civakî û olî hicûm dane ser gelê Kurd û xwestine vî gelî ji dîrokê rakin. İşkence,kuştin, zilim, zordestî, nefîkirin, talan û wêrankirin, bi xapandin û xîyanetkirin, bi rişwet, bi bêjeyên oldarî xapandin, nikarîbûna gelê Kurd ji holê rakin û windabikin. Her hal û karên dijmin , ji dijmin ra tu feyde ne da ye?..
Li Bakûrê Kurdistan, di van salên dawî da, bi zagonên gundên ji nav daristan deranînê, bi pêşîgirtina çem û avên Kurdistan, bi gund şewitandin û kavilkirina cî û gundan, dijmin xwest gelê Kurd ji Kurdistan dûr bike û bi vî awayî asînîle bike, belê dîsa jî bi ser neket û gelê Kurd hebûna xwe bi serfirazî û servilindî domand.
Tim ev çek û dolabên dijmin, ji dijmin ra karek li ber çav nekirin. Di tu dem û dewranî da gelê Kurdên bakûrê Kurdistan, ji dijminê xwe ra wek van 20 salên dawî nebûye alîkarê dijminê xwe û hevçend bi dil û can ji dijminê xwe ra xizmetek mezin ne kirî ye.
Ev xizmeta ku gelê Kurd ji dijminê xwe ra dike, heker gelek heval û hogir, gelek xwendevan û xwezan, ji van bejeyên min, ji min bi qehirin jî, ez dikarim van kiryarên gelê me bi bê şexsîyetkirina (bê xwe ezîya) gelê Kurdên başurê Kurdistan va girêbidim.
Bi rastî kî çî dibêje bila bêje, gelê Kurd, li başûrê Kurdistan ji alîyê dewleta Tirk va hatîye bêşexsîyetkirin. Kurd jî roj bi roj vê bêşexsîyetîyê zêdetir dikin, zêç û zarokên xwe dikin nav komleksan. Kesên di nav komleksên kênketîyê û nizimîyê da xwe ji Kurdîtîyê dûr dikin, dibin koleyê dijmin, bîyanîyê xwe, dibin miletek dî.
Ji alîyê dî va hin kes ji van kesên bêşexsîyet dewa hebûna xwe, dewa çanda xwe, dewa zimanê xwe dikin. Ev jî, xwexapandin, bi xwe ra ixanetkirin e. Hewçend bê şexsîyet bûne ku vê xapabdina xwe, vê ixaneta xwe nabînin.
Ez, qehrandina hin kesên niha vê nivîsê dixwînin Hîsdikim û herwek dibînim. Gelek xwe ji min aciz dikin belkî hin kes jî min gelek şaş dibînin. Belê ne xapin ev rastîyek me ye û ev rastî her dem li ber çavên me ye.Heta em vê rastîyê nebînin û xwe ne guhirînin, nikarin pêşîya asîmîkasyona xwe bigrin.
Mînak gelek in. Ez bi rojane di nav qehra xwe da dikelim. Bajarên Kurdistanê digerim. Paytextê bakurê Kurdistan Dîyarbekir, bajara mîrekan û Şerefxanê nemir Bedlîs, bajara ku dibêjin “Li dinê Wan li axretê iman” bajara Wan, bajara Bingol, Mûş, Sêrt, Batman û bajarên dî. Li gundan digerim.. Bi bajarîyan ra, bi gundîyan ra dipeyîvim. Ez bi insanan ra tim bi Kurdî dipeyîvim, belê meriv dikare bêje ku kes xwe li Kurdîyê nake xwedî û bi min ra bi Tirkî dipeyîvin. Hela zarok qed nêzî Kurdîyê nabin. Ew zarokên li ser dirb, cad, zaboq û kolanên bajar û gundên bakurê Kurdistan êdi ne zarokên Kurd in, ew zarok bûne Tirk. Belê zarok, keç, xort û jinên Kurt bi Tirkîyek gelek xirab jî dipeyîn. Wanan vê Tirkîya xirab ji Kurdîya qenc çêtir dîtine û dev ji eslê xwe berdane, ji xwe ra bûne bîyanî. Ez çewa ne qehirim, çewa ne kelim?..
Evan kesan ne bitenê dev ji zimanê xwe berdane, dev ji adet û çanda xwe jî berdane. Kesî tifinga xwe negirtîye destê xwe û li devê derîyê wan nesekinîye, berê lûla tifingê nedaye singê wan û negotîye “Win mecbûrî bi Tirkî bipeyîvin”.
Gelo kesê di her warî jîyana rojevîya xwe, di nav malbata xwe da bi zimanek bîyanî bi peyîve meriv dikare jê ra “KURD” bêje?.. |