Eto, ji Weranşarê bû û li hêla me jîyana xwe diborand, berpirsîyarê partîyek Kurd bû. Peyvendîyên min bi partîya Eto va tune bû. Belê dema pirsgirekek Eto çêdibû, dihat cem min alîkarî dixwest. Min alîkarîya Eto dikir û pirsgirêkên wî haldikir. Min mamostetî dikir û tim partî ji min ra di eynî rêzê da bûn û di pirsgirêkan da dibûm aîkarê herkesî.. Min propoxanda partîyan ne dikir. Ramanek min hebû. Bi ramana xwe ez ne nêzî partîya Eto bûm. Belê Kurdewarî karê Kurdên welatparêz e û ne karê Eto bû. Eto û kesên partîya Eto digotin kesên ne ji me bin nikarin ji bo gel xebat bikin û nikarin mamostetîya zarokên gelê Kurd bikim. Pêwiste ew ewil ji me misede bistînin.
Dersa Kurdî destpêkir û Eto ji bo zarok neçin dersa zimanê Kurdî, gelek nexweşî û çalekîyan kir. Belê nikaribû bibe manî ji zarokên Kurd ra ku neçin dersa zimanê Kurdî. Zarokê Eto tunebûn. Belê ewî zarokên Kurd hemî zarokên xwe dihesiband.
Du xwuşk û birayek Hiso hebûn ku dihatin dersa zimanê Kurdî. Ders berî nîvro û di heftîyê carek da jî piştî nîvro dihat pêkanîn. Xwuşk û birayên Hisoyê Wêranşarî berî nîvro dihatin dersê û piştî nivro ne dihatin. Berî nîvro diçon dersên Elmanî. Di demjimara (sieta) dersa dînê filan da zarok diman vala û dihatin dersa Kurdî. Belê piştî nîvro karek wan nebû û dîsa jî ne dihatin dersa Kurdî. Ev hal, bala min kişand û di dersa berî nîvro da min ji wan pirisî gelo çima piştî nîvro nayên dersa Kurdî. Zarokan ji min ra gotin:
- Mamoste em newêrin piştî nîvro bên dersa zimanê Kurdî.
Min got:
- Win çima newêrin, ji kî û çî ditirsin?
Zarokan bersiv dan, gotin:
- Em berî nîvro tên Dersa Kurdî Eto nizan e. Dibêj e belkî em li dersa Elmanî ne. Belê em piştî nîvro werin, tê Eto me bibîne. Eto ji me ra got “Heker win herîn dersa zimanê Kurdî ezê lingên we bişkênim. “ Ji birê me ra jî got: “ Tu xwuşk û birayên xwe bişînî dersa Kurdî ezê te ceza bikim. Ev fermana partîyê ye û partî ferman da ye kesên zarokên xwe bişînin dersa Kurdî tê bên ceza kirin. Ev ceza jî lêdanek ji kuştinê dijwartir e û çend hezar mark pere ye.”. Seba vê yekê em newêrin piştî nîvro bên dersa Kurdî ku Eto lingê me neşkên e û birayê me ceza nek e.
Li Elmanya berî nîvro li dibistanan ders hebû û piştî nîvro zarokên Elman ne diçon dibistanê. Ji bo zarokên bîyanîyan diçon dersên Elman, dersên zimanên bîyanî bi piranî piştî nîvro dihatin pêk anîn. Zarokên biyanîyan jî, berî nîvro diçon dersa Elmanî. Eto nizanibû ku ew diçin dersa zimanê Kurdî jî. Heker zarok piştî nîvro bihatin dersa zimanê Kurdî, sedem dibistan sirf ji bo dersa zimanê Kurdî vekirû bû û zarıkên Kurd li dibistanê bûn, Eto didît ku zarok diçin dersa zimanê Kurdî. Zarok jî, ji Eto ditirsîn û piştî nîvro nedihatin dersa zimanê Kurdî.
Piştî salek babê zarokan ji Tirkiyayê hat iltica kir û zarokên xwe bi eşkere şand dersa Kurdî. Reda iltıca birê zareokan hat ku wî bişînin welat. Eto li mala birê zarokan xwedî derneket. Min birê zarokan, jin û zarokên wî xist dêrek Elman. Keşe xwedî li wan derketin û piştî demek dewleta Elman dev ji şandina wan berda. Niha birê zarokan bûye hevwelatîyê Elman û ji xwe ra dikanek vekirî ye. Belê Eto li kijan cenemî ye ez nizanin.
Eto û al çirandin:
Eto berpirsîyarîya partîyê bi pisîtayîyên xwe didomand. Berpirsîyarên jortir jî, pîsîtayîyên Eto qenc ditîtin û ji kiryarên Eto ra çepikên xwe li hev dixistin.
Li bajara ez têda me, dema dewetên Kurdan çêdibûn, Eto û hevalên xwe diçon dewetê, ala partîya xwe daliqandin, propoxanda partîya xwe dikirin, li ser navê Xaçasora Kurd şabaş dikirin, pere dicivandin. Ji xwedîyê dawetê jî gelek pere distandin. Van peran dixistin cêbêkên xwe an didan partîyê ne ez dizanibûn ne jî kesek dizanibû.
Yekê Wêranşarî ku gelek tirsonek bûö deweta sineta zarokên xwe kir. Hat cem min û min, alîkarîya salon dîtinê xwest û min jê ra salonêk peyda kir, li ser navê xwe salonê ji bo deweta zarokên wi girt. Dema dewet çêbû, karê min gelek bû ez neçûm dawetê.
Eto û hevalên wî, di dawetê da ala partîya xwe û şiklê serokê xwe di salonê da bi dîwar va daliqînin. Xortek Kurd ku hevbendê partîyek Kurd bû, ji xwedîyê dawetê izin digre û ala Kurdistan ala kesk û sor û zer li tenişt ala partîya Eto bi diwar va daeliqîne. Eto dibîn e, bi qasî 15 – 20 hevalên xwe li dora xwe kom dike û ala Kurdistan ji dîwar hildikin davêjin çopê.
Belê xwendevanên hêja we xelet nexwend. QEREMAN ETO(!) Û HEVALÊN WÎYÊN WELATPARÊZ Û WEK WÎ QEREMAN(!), ALA KURDİSTAN, ALA KESK Û SOR Û ZER DAVÊJİN ÇOPÊ. Jİ ALÎYÊK VA ALA KURDİSTAN DAVÊJİN ÇOPÊ û ji alîyê dî va êrîşî ser xortê Kurd dikin. Xortê Kurd qed ji wan na tirse û dikeve nav wan bi kulman û bi refsan. Belê hinek wî digrin û dixazin bavêjin ser erdê û wî di bin refsan da biperçiqînin. Xortê Kurd yek ji wan kesan dike bin zikê xwe. Yekê dî, ji paş va 2 kêran li ranê xort dixe. Xort birîndar dibe belê dest danayne û berxwe dide. Kes dikevin navbera wan û şer didin sekinandin. Polosê Elman tê ev kesên ku şer derxistine direvin. Kes şahidî nade.
Ecêba giran û rûreşîya mezin ev e ku tu kesek Kurd li wê nabêj e “Ev çî bêşerefî ye ku hun ala Kurdistan davêjin çopê.” Heker hinek kesên Tirk di dawetk Tirkan da ala Tirk bavêtan çopê tê tirkin dî wanan bifetisandin, ji kuştinê xirabtir bikran. Ev bûyêr jî dide eşkere kirin ku Kurd hê nebûne milet û hê gelek tirsonekin. Salonek tijî Kurd, li ber çavên wan hin kes ala Kurd davêjin çopê kes dengê xwe nake. Hey li min xweli li sero, hey li min evdalo....
Telefon dan min ez çom nexweşxanê. Polos hatin wir û xortê Kurd gilîya wan kesan kir. Çar kesan ji wanan nas dikir û ên dî bi temamî ne ji bajara em tê da rûdiniştin bûn. Ji cîyên dî hatibûn û kesî navê wan negot.
Di wê demê da hevalbendên partîya Eto gelek bûyêran li Elmanya derdixistin û bi polosên Elman ra jî şer dikirin, li ser rêyên otoban disekinin, pêşîya trafîkî disidimandin û li polosê Elman dixistin. Polosên Elman li temamîya Elmanya davêt ser mal û komelên wan, gelek kesan dikir bin çav. Polosên Elman, bûyêra bajara me jî, bûyerek politik qebûl kir û avêtin ser hinek malan. Di mala yekî da delîlên propoxanda partîyê dîtîn. Belê ev kes di şerê dawetê da tune bû û kesî gilîya wî jî nekiri bû. Belê Eto û hevalên xwe vî merivî jî kirin nav rêfên xwe û gotin ku xortê Kurd gilîya wî kirî ye.
Sewcîyê dewletê idîa xwe li ser Eto û hevalên wî hazir kir ku di dadgehê da bêne ceza kirin û bikevin girtîxanê yê. Berpirsîyarên partîya Eto ên bakûrê Elmanya û Elmanya xwestin bi min ra bipeyîvin. Em li bajara Oldenburgê hatin cem hev. Berpirsîyarên partîya Eto ji min ra gotin:
- Seba gilîya xortê ku kêr lêketî bû, polos û sewcî dewa wan kirî ye nav dewa politik û ji sedan sed ew çar hevalên me tê bêne cezakirin. Daxwaza me ev e ku dijminî nekev e nav me Kurdan û ew xort ji dewa xwe bibor e, em nekevin pêsîra hev.
Min ji wanan ra got ku hevalên wan ala Kurd avêtin e çopê û pêwiste ji alîyê wan va bên cezakirin. Wan kesan jî sozdan ku tê Eto û hevalên wî ji alîyêyê wan va bên cezakirin. Gotin, Eto û her sê kesên dî endamê cepe ne û ew naxwazin ku ev kes bikevin hepsa Elman, seba vê yekê em bixwe wan cezadikin. Bi vî awayî ez bûm şahid ku Eto û hevalên wî endamê cephê ne û berpirsîyarê partîya wan in.
Ez hatim bi xort ra peyîvim. Xortê ku birîndar bibû dev ji dewa xwe berda û gilîya xwe bipaş va kişand. Eto û sê hevalên xwe ji cezayê hepsê xilaz bûn, belê partîya wan, ti cezayek neda wan. Di ser da jî Eto şandin bajarek mezintir, bajara Ninburgê kirin berpirsîyar. Anî wezîfeyek mezintir dan Eto. Piştî salek ji bajara Niınburgê ji şandin bajara Braunschweigê û li wê kirin berpirsîyrê partîyê. Paşi ez nizanim çibû ji Eto. Kesên Eto qenc nasdikirin gotin ku li Baunschweigê Eto pereyê partîye xistîye cêbika xwe û wî ji partîyê avêtine. Kesên ji Eto xirabtir jî dikirin berpirsîyar. Kurd û Kurdîtî ji destê Eto û kesên wek Eto gelek xirabîyan dît û dibîne..
Dumahik heye
|