Sala 1993’iyan dersa zimanê Kurdî destpêkir û min dersa Zimanê Kurdî da zarokên Kurdan. Kesên xwestin zarokên xwe ji bo dersa Kurdî qeydkirin.
Bi salan bû ku min dersa zimanê Tirkî dida zarokên Tirkan. Di destpêka dersdan qebûlkirina dersa zimanê Kurdî, min him dersa zimanê Kurdî û him dersa zimanê Tirkî dida. Piştî demek Tirkan boyqot kir zarokên xwe neşandin cem min û dersdana dersa zimanê Tirkî jî di dibistanên bajara li wir bûm ji ortê hat rakirin.
Teşkîlata bajarên Elmanya wek ên Tirkaya yê nine. Bajarên ku li Tirkîyayê ji wan ra qeza tê gotin, dibistanên ewil di bin idara midûrek dane ku ji vî midûrî ra “İlköğretim Müdürü” dihat gotin û niha dibêjin “milli eğitim müdürü”. Ji xeynî vî midûrî mifettiş hene ku mamostan teftêş dikin. Li Elmanya wezîfa van midûr û wezifa mifetişan meqamek bitenê dibîne em dikarin ji vî kesê vî meqamî ra mifetiş an jî midûrê dibistanan, an jî berpirsîyarê tim dibistan û mamostan bêjin. Ev şexis midûrê tim dibistan û mamosteyên ku li qezayê hene ye. Ev şexis li ser tim midûra ye., Midûrê debistanên ewil, ê dibistanên nivî, lise, dibistanên senetê û tim dibistanê dî ye. Ev zatê ku ev wezîfe di destê wî da ye em jê ra bêjin mifettiş û ewî bang kir min, ez çom dayra wî cem. Lîsteyê navê zarokên qeydkirî da min û ji min ra serkevtin xwest. Navê sê zarokan û navê babê wan , telefon û navnîşana wan û erzûhalê qeydîya wan jî damin û got:
- Babê van zarokan hat cem min û vî erzûhalî da min, got ku dixwazê zarokên xwe miheqeq qeyda dersa zimanê Tirkî bike. Naxwazê zarokên xwe bişîne dersa Kurdî. Ev kes Kurd e an Tirk e?
Ez nihêrim ku babê zarokan Aloyê Heranî ye. Di mala xwe da bi Kurdî dipeyivin. Jina wî bi Tirkî nizan e. Ew jî Tirkîyek hebirmanî dipeyîve. Ez cemidim û mam şaş. Min ji xwe ra got, gelo Kurd çima wiha nezanin, malxirabin, xwe inkarin? Min ji midûr an mifetiş ra got:
- Ev kes ne Tirk e, Kurd e. Zarokên wî dixwazin werin ders zimanê Kurdî.
Midûr ji min ra got :
- Evî kesî zarokên xwe ji bo dersa zimanê Tirkî qeyd kir. Madem ev Kurd e, tu jî xeber bidê ku mecbûr zarokên xwe bişîne ders Kurdî. Heker ne şîne dersa Kurdî ez qebûl nakim zarokên wî herin ders Tirkî.
Min jî bank kir Eloyê Rihayî û wezîyetê jê ra got. Belê Elo zarokên xwe neşand dersa Kurdî. Min jî wan qebûlê dersa Tirkî nekir. Niha zarokên wî hevwelatîyê Elman in, belê hiş û aqilê Elo li ser Tirkîyê ye, emaaaa di dewetan da rismê serokê partîyek Kurd dertîne û dibêj e “Bijî ..........” .
Evdoyê mêrê du jinan
Evdo, li gundek bajara ez tê da me dimam, jîyana xwe didomand. Du jinên wî hebûn. Li vê bajarê Evdoyek dî jî hebû. Seba vê yekê Evdoyê ku li gund dima jê ra digotin Evdoyê mêrê du jinan. Gelek ji zarokên wî di çaxê dibistanên da hebûn.
Evdo, berpirsîyarek partiyek Kurd bû ku dixwestin Kurdistanek damezirîn in. Bi rastî ez nizanim berpirsîyar bû an na? Belê ewî xwe berpirsîyar di nirixand û ji bo propoxandayê li mala digerîya. Kesên Kurd li bajêr û gundan Evdo berpirsîyar didîtin û gelek rûmet didanê. Belê Evdoyê me piranîya wextê xwe di salonên listika peran da diborand. Piranîya Kurdan jî bê xebat bûn di destê wan da kar tune bû û diçon salonên listikê. Dema meriv ji Evdo ra digot çona van salonan qenc nîne, madem berpirsîyarek e ji bo çî diçe wê?. Ewî bersivek didît û digot ku insanên Kurd li van salonan şîyar û zane dike, wan dixe alîkarê partîyê. Belê Evdo, di salonan da tim her tim bi peran anî bi xumarê dilist û bi vî awayî Kurdistanek serbixwe dida damezirandin (!) ..
Dersa zimanê Kurdî destpêkir û kesên Kurd zarokên xwe şandin dibistanê. Evdoyê mêrê du jinan, ji bo Kurdistanek serbixwe dixebitî. Jixweva ji bo zimanê Kurdî, ji bo çanda Kurdî û ji ba mafên Kurdan (!) kardikir. Belê zarokên xwe ne dişand dersa zimanê Kurdî.
Min li gundê Evdo ji pêgava yekî heta pêgava diwazdan dersa sê komikên zarokên Kurd dida. Zarokên Evdo û hin zarokên dî ku dê û babên wan xwe welatparêz dinirxandin, ne dihatin dersa zimanê Kurdî. Ez çom cem Evdo û min xwest ku Evdo zarokên xwe ji bo dersa Kurdî qeydbike. Min ji Evdo ra got:
- Evdo, tu xwe berpirsîyarê partîyek Kurd qebûl dikî. Partîya te ji bo Kurdistanek yekbûn, serbixwe û komûnîst şer dike. Dema Kurdistanek bê demezirandin, ziman lazim e û tiştê ez dizanim ev ziman Kurdî ye û ne Tirkî ye. Gelo tu seba çî zarokên xwe qeyda zimanê Kurdî nakî?.
Ev do got ku ew naxwaze zarokên xwe bişîne dersa zimanê Kurdî. Min bi ser va girt û sebeba neşandina wî pirisî. Evdo ji min ra wiha got:
- Ma tu nabînî Berzanî û Telebanî çî tinîn serê Apo?.. Ev her du axa bûne yek û êrîşî ser Apo dikin. Madem ev mirov Kurd in û êrîşî ser Apo dikin ez jî zarokên xwe naşînîm ders Kurdî..
Min ji Evdo ra got ku çi peywendîya zarok neşandina dersa Kurdî û şerê Berzanî, Telebanî û Apo ji hev he ye?. Zarokên te Kurd in û tê fêra zimanê Kurdî û Kurdîtîyê bibin. Evdo vê bersivê da min:
- Madem Berzanî û Telebanê Kurd in û êrîş didin ser Apo ez ne Kurd im û zarokên min ne Kurd in, wan qeyda dersa Kurdî nakim.
Min ji Evdo ra got:
- Madem tu wiha dibînî û dibêjî ez ne Kurd im, bi min ra ne bi Kurdî, bi zimanê gelê xwe bipeyîve, ez ji bizanibim tu ji kajan gelî... Gelo zimanê te kîja ziman e? Di mala xwe da bi zarok û jinên xwe ra bi Kurdî ne peyîve.
Evdo bersiv da û got:
_ Ez di mala xwe da nahêlim zarokên min bi Kurdî bipeyîvin. Zarokên min bi Tirk û Elmanî di peyîvin.
Evdo van gotinan digot belê ew jî û jinên wî jî bi Elmanî nizanibûn.
Dumahik heye
|