Gelek kiryar û bûyêrên bê usul û bê aqil ên Şêxoyê Midyadî hene. Şêxoyê Midyadî, li gundê xwe tim şivanî kirî ye. Ji bilî şivanîyê kar û barek dî pêk nanî ye. Şêxo,berî gundî û pismamên xwe di sala 1979’an da hat Elmanya iltica kir. Ewil Şêxo dan gundek bajara Leerê. Di du da ez ji Şêxo ra bûm alîkar wî anî nava bajara Leerê.
Şêxo, di fabriqa hesin da dest bi kar kir. Wê demê Kurd li bajara Leerê 3-4 mal bûn û ewan jî xwe Kurd hisab nedikirin, di nav malbata xwe da bi Tirkî dipeyîvin. Kesek tunebû ku ez pê ra bi Kurdî bipeyîvim. Şêxo bi Tirkî nizanibû û ez bi dil û can bi Şêxo ra bi Kurdî dipeyîvim. Şêxo di nav Elman û Tirkan da li fabriqê dixebitî. Di kar da Şêxo him bi Tirkî û him jî bi Elmanî fêr bû. Dema gundî û pismamên Şêxo ji sala 1985’an şunda hatin bajara Leerê, Şexo ji wan ra bi Elmanîya xweya xirab ji wan ra bû wek tercûmanek. Belê pirsgirêkên gundî û pismamên Şêxo gelek bûn û Şêxo nikaribû di warê resmî û warê bicîbûnkirinê da ji wan ra bibe alîkar. Seba vê yekê tim barên giran li ser pişta min bûn.
Gundî, pismam û naskirîyên Şêxo, roj biroz zêdetir dihatin Elmanya û Şêxo dixwest wan bîne nêzî xwe. Bi alîkarîya min ev kes bi piranî dihatin bajara Leerê. Sal ketin navberê û Şêxo xwe di nav gundî, pismam û nasên xwe da merivek gelek mezin wek axayek dît. Her wek bibe serokê wan û diço her iş û karê wan.
Kesên bê çarê bikevin deryayê ji bo xwe biparêzin dest davêjin mar. Kesê dihatin ziman tune bû. Piranîya wan nikaribûn bixwînin û binivisînin. Mihtacê alîkarîyê bûn. İş û kar qenc bibe serî an jî bi temamî teklihev bike, ji Şêxo ra ferq nebû û diçô alîkarîya van kesan. Belê gelek caran iş û karê wan bi temamî teklihev dikir ku meriv nikaribe ji hev derîne.
Şêxo, du zarokên yekê pismamê xwe anîbû cem xwe. Pistî çend salan dê û babê van zarokan hatin Elmanya İltica kirin. Dewleta Elman wan şand bajara Niemburgê. Di destpêkê da mirov bi hêsanî dikaribû cîyê kesên ilticacî bide guhartin. Belê ku gelek ilticacî hatin dewleta Elman wan dişand bajarek û meriv nikaribû wan jî wê bajarê naqlî bajarek dî bike.
Dê û babê zarokên cem Şêxo jî, dan bajara Nienburgê. Şexo xwest ku wan bidin cem zarokên wan. Dema ilticacîyek bixwest cîyê xwe biguhirîne mireceetê bajara xwe dikir. Berpirsîyarên bajêr jî digotin “ Ji me ra ji bajara tu dixwazî herî wir kaxizek tesdiqkirî bîne ku bajar te qebûl dike, em te bişînin wêder.”. Belê bajarên dî, tu bajar ilticacîyan ne dixwest û kaxizek tesdiqkirî ne didan kesî. Şêxo êdî gelek iş û karan bi serê xwe dikir, kesî di ser xwe da qebûl nedikir, iş û karên xelkê serûbin tekli hev dikir. Di cîyê qencîyê da bi nezanî ji wan ra xirabîyên gelek mezin dikir.
Dê û babên zarokên li cem Şêxo dixwestin werin bajara Leerê. Şêxo nehişt ez li işê wan bixebitim. Ewi got “ Min işê wan safî kirî ye, di demek kin da tê, dê û babê van zarokan werin Leerê.”. Belê işê wan insanan çêne bû. Rojek babê zarokan telefon da min û hêvî kir ku ez ji bo işê wan tiştek bikim.
Ez çom cem qeymeqamê qezayê û min jê hêvî kir ku kaxizek ji bo kesan bide min, bila ev kes bên Leerê cem zarokên xwe. Qeymeqam ji min ra got ku li gorîya qanûnê mecbûr zarok herin cem dê û bavên xwe û ne dê û bab bên cem zarokan. Belê min bi qeymeqam va girt ku ev kes bila bên cem zarokên xwe. Qeymeqam ji min ra eynen van tiştan got.
- Mamoste bi rastî ez te qed fam nakim. Tu çî insanekî ku ji bo dijminê xwe hevçend bi min va digirî û ji dijminên xwe ra alîkarî dixwazî.
Min ji qeymeqam ra got:
- Kesek dijminê min tune, kesê bi min ra xirabî jî bike ez dîsa dixwazim pê ra qencî bikim. Min dê û bavê van zarokan hê nedîtî ye. Belê ez zarokan nasdikim û ji bo xatirê zarokan dixwazim ku dê û babê wan bêne vir, ji bo li vira zarokan ji xwe ra gelek heval û hogir çêkirine.
Qeymeqam ji min ra got:
- Do du zarok bi merivek ra hatin vir. Ewî merivî got ez apê wan zaroka me û xwest ku dê û babê wan zarokan bên vir. Min ji apê wan ra got bila zarok herin cem dê û babê xwe. Belê ewî ji min ra got “Mamoste li van zarokan dide. Mamoste li me dide, heqaretî li me dike. Em dixazin ku ev pismamê me bêne vir û em dijî mamoste bi qewet, xurt bibin ku ew nikaribe li me bide, heqaretî li me bike.” Min jê ra got ku mamoste jî Kurde û gelek alîkarîya Kurdan dike. Ewî jî gpt “Na mamoste ne ji me ye. Ew Misilmane û em Êzîdi ne. Ew her tim li me heqeretî dike. Em jî dixwazin bên cem hev, dijî mamoste bi qewet bin. Seba vê yekê bila dê û babê van zarokan bên vira.” Min jî daxwaza wî qebûl nekir. Navî vî kesî jî Şêxo bû.
Niha tu jî hatî ji min hêvî dikî ku ez dijminên te li vir qebîl bikim, wan bînim vir ku dijî te xurt bibin. Ez tiştek ji te fam nakim.
Min ji qeymeqam ra got:
- Niha ez zaftir ji te hêvî dikim ku ev kes miheqeq werin vir. Xem nîne, madem ez li wan heqaretî dikim, bile ew xurt bibin û nehêlin ku ez li wan heqaretî bikim.
Qeymeqm çikir nekir xwe ji min xilaz nekir û soz bi min ra da ku van insanan bîne vir. Piştî demek dê û babê zarokan hatin cem zarokên xwe. Piştî çend salan iltica wan qebûl bû. Belê ew mirov ne ji ber min, ji ber neheqîyên Şêxo dîsa ji Leerê mala xwe barkirin, çon hêla Hannoverê.
Ez ji cem qeymeqam derketim, rast çom cem Şêxo û pismamên Şêxo û min bûyêrê ji wan ra qise kir. Ji Şêxo pirskir gelo ewî çima van gotinan ji qeymeqam ra gotî ye. Şêxo ji min ra got.
- Min vê sebêbê nîşan da ku qeymeqam hatina van insanan qebûl bike.
Pismamên Şêxo xwe gelek ji Şêxo aciz kirin. Belê Şêxo nizanibû ku bi wan gotinan xirabîyê bixwe ra dikir. |