Yekê Gulanê sala
1920`an bi protokola San-Remo, Sûrî ket bin destê dewleta Firingsiz.
Piştî serhildana
Şêx Seîdê Kal gelek ronakbîr û zanayên Kurd revîyan çûne Sûrîyê û li wir
xebatên xwe ên gelek hêja domandin.
Rojname çapkirin û ji bo gelê Kurd gelek kiryarên
giranbiha pêkanîn. Piştî şikestina serhildanên li Tirkîyê û Iranê, Sûrîye bû
warê zana û welatparêzên Kurd.
Dîsa piştî pelişandina serhildana Dêrsimê sala
1038`an jî Kurdên wek Nûrî Dersimî çon Sûrîyê û bi vî awayi jiyana xwe ji kuştin,
hepis û zîndanan azad kirin. Sedem vê yekê Surî bû ciyê xurtkirina welatparêzî
û çanda Kurdî.
Di sala 1938`an da Firingsiz ji Sûrî
derketin û çontrol bi temamî ket bin bandora Ereban.
Em dikarin bêjin ku ji wê
rojê û virda, Kurden Sûrî ketin nav bê dengîyek û dijî rejîma Bees serhildanîyek
çekdarî, an jî serhildanîyekê sîyasî ku deng derine nikaribûn bikin.
Li Sûrî rejîma Hafiz El-Esat, Kurdan
hevwelat jî çebûl nekir, wan di nava welatê wan da li ser erd û axa wan bîyanî
hişt. J
îyan ji wan ra kir jehrî. Her tiştê ihtîyacîya wan, wek nan, ar, şekir, cil, libas ji wan ra kir çar çet,
pênc çetê bihatir kir.
Kurdek nikaribû li ser erdê xwe ji xwe ra xanîyek ava bike.
Dema Kurdek li bajarek Sûrî mecbûr li otelek bimîne pênç çet bi bahatir heçê
şeva otele dide. Hebûna Kurda li ser welatê Sûrî hatîye inkar kirin.
Rejîma
Sûrî di bin navê sosyalîstîyê da cîhana Kurdan li wan teng kir, xist wek
mezarek. Tiştê heri dil êş ev bû ku gelek Kurdên sosyalîst metih û fortê rejîma
El-Esat didan û vê rejîmê, rejîmek sosyalîst di nexirandin, hal û pergala
Kurdên Sûrî nedidîtin.
Hin kesên Kurd jî ku ji bo Kurdistanek yekbûyî û sosyalist
şerê çekdarî dikirin ji bo mafên xwe dibûn maşa Sedat û digotin ku axa Kurdistan
di nav dewleta Sûrî da tine
û Kurdên li Sûrî mêvanin.
Yanî bi kurtî inkarîya parçê Kurdistan li Sûrî dikirin
û vî tiştî bi navê welatparêzîyê ji Kurdan û kesên din ra şirove dikirin.
Tiştê
heri xirabtir jî ev bû ku bi sedan Kurdên Sûrî dibûn hevalbendên van kesan.
Evan kesan ji bo dewlet û rejîma Sûrî ra bi sedan Kurd işkence dikirin, wan dixistin
Kolê dewletê..
Kurdên Sûrî, piştî Hafiz Esat, hêvîyek kirin
ku lawê wî Beşar Esat Kurdan çebûl bike.
Belê nexapin Beşar ji bavê xwe jî xirabtir
kir û di meha Adarê sala 2004àn da li
Şamê çetlîamek da kirin.
Li Sûrî tu heçek demoçratîk ji Kurdan ra nîne. Heçê gelerî, sîyasî, çandî û civakî
li Sûrî ji Kurdan ra tune.
Li Sûrîyê bê lihevhatîna bi dewletê ra ne çareye ku
Kurd bikiribin xebatek sîyasî bikin.
Hêzen ku bi dewletê ra lihev hatin û
xebatek sîyasî kirin, zerarê vê xwebata xwe bi barek giran dan xwe û gelê Kurd.