Ne pêwiste ez nav bidim, partîyek Kurt ku bawerdikir Kurdastanek SERBİXWE, YEKBÛN û KOMÛNÎST damezirandî ye, berî çar parçekirina Kurdistan bibîne, gelê Kurdistan nasbike ku zilim û darê zora dijmin, gelek dûrîya ji komûnîstîyê û yekbûnê bibîne, wek lîstika zarokan dadgehên xelk (gel) li Elmanya danî û kesên nezan, tirsonek û belengaz di van dadgehan da ceza kir. Bi rastî ez qenc nizanim ku van dadgehan li her alî pêk anîbî an na?.. Belê ez vî qenc dizanim ku li başûrê Elmanya hêla Ostfrislandê ifada hin kesan di van dadgehan da girt in û cezayên ne merivatî, pêşeyên eceb anîn serê hin belengazan..
Şagirtekî minê Kurd ji Wêranşarê hebû ku li welat dibistana yekem xilazkiribû, belê xwendin û nivisandin qenc nizanibû. Sê salan ço dibistana Elman. Wê demê min dersa zimanê dayîkî dersa Tirkî dida zarokên Tirkan û kesên nû dihatin Elmanya bi Elmanî nizanibûn dersa zimanê Elmanî dida wan zarokan û wan fêrî zimanê Elmanî dikir.
Li Elmanaya eyaleta Zaqsena Jêrîn, zarok heta 16 salîya xwe xilazdikin necbûr biçin dibistanê. Dema ev şagirtê min hat Elmanya 13 salî bû û mecbûr 3 salan dibistan dom bikira.
Di navbera vî sê salî da ev şagirtê qenc, peyvek fêrî tiştek nebû û dema 16 salîya xwe qedand, ji dibistanê derket belê nizanibû 7x8 çıqas e. Ji alîyê dî va di heqê partîya çekdar û serokê partîyê da zanebûnek korî li cem hebû, dizanî serok kengê hatîye cîhanê, kîjan dibistan xwendî ye, li kuder civîna damezirandina partîyê çêkirîye. Ne bi awayek zanîn, bi awayek korî fanatîkê partîyê û serokê partîyê bû. Ji şer û kuştinê bêtir tiştek fam nedikir, belê ne diço şer jî. Babê wî jî, xwe berpirsîyarî partîyê dinirxand û kesên xort jî ba şandina şer peydadikir. Kesî jê ra ne digot ku ji bo çî lawê xwe naşîne serê çîyan.
Dema ev şagirtê min dihat dersê, min jê ra digot:
- Va çend sale tu têyî dersê, belê tiştek fêr nabî. Gelo tuyê Kurdistan bi vê nezanîna xwe çewa azad bikî?.
Bersiv dida, digot:
- Ezê herim qempê û her tişt di qempê da hînbibim.
Min jê ra digot:
- Di sê salan da tu peyvek fêr nebûyî, gelo qemp çend sal dom dike ku tu her tişt fêr bibî.
Ew kesê ku di 3 salan da peyvek fêr nebû, bawer dikir ku li qempê di 3 mehan da hertişt fêrdibe.
Midûr, tim mamoste û şagirtên Elman, vî şagirtî qenc naskiribûn û dizanîbûn ku çî fanatîkek dijwar e. Midûr bi Kurdî “Bijî,... , rojbaş, serok..”, navê partîya ku şagirt fanatîkê wê bû û hin peyvên dî jî, bi Kurdî fêrbibû. Dema Midûr rastî şagirtên Kurd dibû ji wan ra digot: ”Roj baş!” û dema rastî vî şagirtî fanatîk dibû, destê xwe wek selama Hîtler bilindikir û jê ra jî her tim figot: “Bijî serok..”. Şagirtê me jî selava Hitler dida, digot “Bijé serok, pijî P...”
Ev şagirt mecbûrîya dibistanê qedand û ket nav refên partîya çekdar. Ji gotinan, di nav partîyê da cîyek hêja girt, bû rêzanên Kurdan, di nav Kurdan da edaleta(!) li gorîya xwe belavkir.
Norddeich 70 km ji bajara Leerê dûr e û li ber devê derya(behra) bakûr e. Li wir qempek ji bo kesên iltica hat vekirin û gelek kesên Kurd kirin vê qempê.
Dadgehên gel (mehkemeyên xelk) li vê qempê jî hat vekirin. Ev şagirtê min ku di sê salan da peyvek fêr nebû û digot ku di nav 3 heyvan da hertişt fêrdibe, li qempa Norddeichê bû sevcîyê dadgeha gel. Wisa xûyan dikir ku ez mamostek qenc nebûm û min nikaribû vî şagirrtî fêrî tiştek bikir. Çewan ev şagirt digot ku di 3 heyvan da her tişt li qempê fêrdibe, wek gotina vî derket û di nav sê heyvan da her tişt fêr bû, hiqûqê jî qedand bû savcîyê dadgeha gel.
Ev şagirtê min û kesê ku li hêlê berpirsîyarê partîyê bûn, rojek li çayxanek, ji kesên dî ra bi serbilindî û serfirazî, qisa xwe û dadgeha gel dikirin û ez jî bûm guhdarê wan.
Li Norddeiche mehkema xeld datînin û zilamek Kurdê belengaz, di hizûra kesên qempê, jin û zarokên wî da mehkeme dikin. Di dadgehê da ew şagirtê min ku tiştek fêr nedibû, dibe savcîyê dadgehê. Di dawîya mehkemê da jî cezayê savcî dixwaz e, hakim wî cezayî dide û ceza eşkere dikin. Ceza jî ev in.
1.Gerek tiştên ku hakim dibêj e, ev zilam dûbare bike.
2. Pênc hezar Mark di navbera 2 heftîyan da bide.
3. Di nav 2 mehan da mala xwe ji bajêr bibe gundek an jî bajarek dî. Di vî 2 mehî da kes bi vî zilamî ra xeber nede û selav neke.
Zilamê ceza didinê derdixin orta odeyê nav gel û hakim dibêje: “Tu mecbûr bêjî “Ez kerim, ez ker kurê kerê me, ez bê şerefim ......” û xeberên ku ez fihêt dikim li vi ra binivisînim. Zilam jî van gıtinan dûbare dike. Di nav 2 heftîyan 5 hezar Mark ceza dide û mala xwe ji vî bajarî dertîne, diçe cîyek dî.
Min vê bûyêrê ji kesên perpirsîyarên jortir ra got, ewan inkarkir. Belê min wan û kesên di dadgehê da hakim û berpirsîyar bûn rûbarî hev kir.
Piştî demek, ew zilamê ku cezakiribûn hat Leerê û merivek wî bi min da nasîn. Ez bi vî zilamî ra seba vê bûyêrê dirêj peyîvim.
Dadgehên dijmin gelek biryarên ne heqî û ne edlî dane, belê tu dadgeh biryarên wek biryara DADGEHA GEL ne daye. Ev biryar, rûreşîyek mezin e, bê şerefîyek xirab e, ji insanetîyê der e.. |