Dema dersa zimanê Kurdî destpêkir, gelek astengî derketin. Dê û bavên zarokan û zarok bixwe ji alîyê kesên partîyek Kurd va hatin tehdîtkirin. Dijî van tehdît û zixtan, ji bo zarok bên dersa zimanê Kurdî, ez di nav malbatan da wek pizotek agir xebitîm. Min gelek zarokên malbatên hevalbendên vê partîyê ku dijî dersdana zimanê Kurdî bû, qeydî dersa zimanê Kurdî kir. Hinek zarok bê dilên xwe dihatin dersê. Evan zarokan di dersê da nerehetîyan dikirin. Armanca wan fêrbûna xwendin, nivisandina zimanê Kurdî û fêrbûna dîroka Kurdistan ne bû. Armanca wan qehirandina min bû ku ez ji wan, ji partîya wan biqehirim û di nav gelê Kurd da ne wek mamosteyek wek partîzanek bêm nasîn..
Ez ne hevalbendê wê partîya Kurd bûm ku dixwest dersa Kurdî bê sekinandin. Belê min dijî partîyê jî xebatek nedikir. Armanca min Kurdîtî bû û tiştên zerar didin Kurdîtîyê min nikaribû qebûl bikim, bibim êsîrê partîyek. Seba vê yekê di heqê min da kesên cahil, nezan û nexêrxwaz propoxandeyên dijwar dikirin. Van propoxendan di nav zarokên dihatin dersa zimanê Kurdî da didomandin. Hin zarok dijî min bûn û dixwestin di dersa zimanê Kurdî da provokasîyonan bikin, min aciz bikin ku ez gotinek derheqa partîya ku hevalbendbûn bêjim.
Ji bo zarok, nivisandina bi Kurdî qenc fêrbibin, çend roj carek min nivîsek dida wan ku li malê bixebitin û em vê nivîsê li dibistanê bê mêzekirin di defterên xwe da binivisînin. Min vê nivîsê bi zarokan dida dîktekirin û piştî zarok di defterên xwe da dinivisandin, min defterên wan dicivand, dibir malê û li malê mezedikir, xeletîyên wan bi pênûsa rengê sor işaret dikir ku ew carek dî van xeletîyan di defterên xwe da bibînin û binivisînin.
Rajek, nivîsa ku li malê zarok li ser nivisandina wê xebitî bûn, min ji zarokan ra dixwend û ewan jî di deftera xwe da dinivisandin. Piştî xilazîya dîktekirinê min defterên zarokan civand û bixwe ra bir malê. Hêvarê min nivîsên zarokan mêze kir û xeletîyên wan bi qelema sor işaret kir, not da nivîsên wan.
Li Elmanya xebatên şagirtên dibistanê not di navbera 1 û 6’an da tên bi rûmetkirin. 1 gelek qenc, 2 qenc, 3 nîvçe, 4 derbazdibe, 5 xirab û 6 jî gelek xirab e.
Ji malbatek 5 zarok dihatin dersa zimanê Kurdî. Malbat, ji partîya ku dijî dersa zimanê Kurdî bû, gelek hesdikirin û fanatîkê partîyê û serokê partîyê bû. Ev malbat jî gelek problemên wan hebûn.
Kurdên Êzîdî bûn û ji dewleta Surî hatibûn. Berî werin Elmanya derbazî Tirkîyayê bibûn û li gundê bav û kalên xwe ji alîyê pismamên xwe va di nifusa Tirkîyayê da bi awayek sekte xwe dabûn qeydkirin. Heft zarokên malbatê hebûn, belê babê zarokan di nifûscizdanê xwe da 17 salî hatibû qeydkirin.. Halkî zarokê wî yê mezin 15 salî bû. Bab ji lawê xwe 2 sal mezintir bû. Dîya wan keça merivek hatibû qeydkirin ku keçek wî dî, di bin eynî navî da bê zewaç hebû. Belê dîya zarokan li ser mêrê xwe zewajkirî hatibû nîşandan. Piştî ev malbat hat Elmanya kesê ku dîya zarokan keça wî hatibû nivisandin, keça xwe da mêr û eşkere bû ku keça wî mêrkirîye û ji şeş zarokên wê hene. Bilî van probleman, problemê vê malbatê wek Kurdên dî gelek problemên wan hebûn û min alîkarîya wan kir van promleman hemû sererast kir.
Seba ku min gelek problemên Kurdan çareserdikir, Kurd alîkarên kîja partî bûna zarokên xwe dişandin cem min dersa zimanê Kurdî. Ji van qencîyên ku min ji vê malbatê ra jî kiribû, çıqas jî fanatîkê partîya dijî min bûna dîsa zarokên xwe dişandin dersa zimanê Kurdî.
Sê zarokên wan di pêgava 7, 8, 9, û 10’an da hebûn. Zarokên Kurdan ên di Pêgava 7,8,9, û 10’an da bi hev ra dihatin komikek û min bi hev ra dersa wan dida.
Xelat jî, lawek vê malbatê bû û di dersê da gelek pirsgirêkan dertanî. Di her fersendî da li ser partîyê di peyîvî, pesnet û fortê partîyê dida. Min bi sebir guhdarî dikir û welatparêzîya partîyên Kurd qisedikir û dikot ku ders ne dersa partîya ye, ders, dersa ziman û dîroka Kurdî ye. Qenc e ku zarok alîkarê partîyêk Kurd bin, belê mecbûr dersên xwe çêkin, xwe zana bikin ku bikaribin rêya partîyan sererast bikin.
Dema li malê min li defterên zarokan mêze kir, deftera Xelat vekir ez çî bibînim qenc e? Xelat di rûpela deftera xwe da ji serî heta binî “Bijî Apo” nivisandî ye. Ji xeynî “Bijî Apo” di deftera Xelat da tiştek tune. Min jî bi qelema sor bi tîpên mejin ji serê defterê heta binê defterê çep-rast carek “B i j î A p o ! “ nivisand û dibinê nivîsê da 6 ek mezin nivîsand.
Dora rojê min defterên zarokan da zarokan. Ji zarokan ra got ku emê 10 deqîqe li ser karûbarên Xelat bipeyîvin. Min deftera Xelat nîşanî tim zarokan da û got insanek di dersa ziman da vî karî bike, nikare tiştek fêr bibe, tê zirar him bide xwe, him bide Apo him jî bide miletê Kurd. Bi delalî ez fire li ser vê kiryara Xelat sekinim, kenîyam û min deftera wî da yê. Dema ku dît min di defterê da “Bijî Apo!” nivisandîye gelek şabû.
Ji wê rojê û şûnda Xelat li ser dersa xwe sekinî. Ew roj, ev roj ez û Xelat gelek dost in, Xelat li ku min bibîne mihekkek silav dide û gelek kêfxweşîya xwe nîşan dide. Malbata Xelat jî ji min ra gelek dost e.
Şemsoyê Nisêrbînî
Şemso ji Nisêrbînê hatibû Elmanya iltica kiri bû. Dema nû hat min gelek alîkarîya wî kir. Pirsgirêkên Kurdan gelek hene. Meriv li bîyanîyê be ev pirsgirek zêdetir jî dibin û mecbûr meriv bi şev û roj nesekinî alîkarîya wan bike.
Şemso di destpêka hatina xwe û ilticakirina xwe da gelek ziman hilû bû xwe gelek nêzîk nîşan dida. Belê min gelek kes wek Şemso dîtibû û qenc dizanibû dema lingên wî erd bigrin wê refsek li min bide. Heta dema Şemso hat, min gelek refsan ji Kurdên cahil xwaribû û ji Şemso jî refs bixwara qet xema min nebû. Mihtacê alîkarîyê, şiyarîyê û zanebûnê bû. Pêwist bû min jî bi dil û can alîkarî û zanyarîyê bida Şemso wî şîyar bikir.
Kesên dî jî hebûn ku ji Nisêbînê hatibûn, Şemso û malbata wî nasdikirin. Ji min ra digotin ku ez şîyar bim û bizanibim Şemso kî ye. Digotin ku babê Şemso qorîcî ye ji dijmin ra xizmetkar e û Şemso jî di eynî rê da ye. Belê prensîbek min heye ki mihtaç be pêwiste ez jê ra bibim alîkar. Hela kesê Mihtac Kurdek ku tucar nebûye xwedanê azadîyê be, ez pêtir dibim alîkar.
Min di gelek rê û waran da alîkarîya Şemso kir û Şemso cî girt, çavên xwe vekir, ket nava xebatan, hawîdorê xwe naskir. Şemso mêze kir kîjan partîya Kurd xurt e û li ser gelê Kurd bi tirs e. Ji bo mafên xwe Şemso gihîşte partîya xurt û piştî demek bû berpirsîyarê partîyê û ewî bixwe û bi heval û hogirên xwe zor û zordestî da hin Kurdên belengaz.
Dema dersa zimanê Kurdî destpêkir Şemso di nav Kurdan da alozîyên mesin kir ku Kurd zarokên xwe ne şînin dersa zimanê Kurdî. Zarokên Şemso jî hebûn û zarokên xwe neşand dersa zimanê Kurdî.
Li ser destpêka zimanê Kurdî 2 sal derbaz bû. Rojek ez çom dersê ku keça Şemso jî bi zarokên dî va li dersê rûniştî ye. Min ji keçikê ra got ku ji niha û şûnda tê ew jî were dersê?. Keçikê bersiv da:
- Ez gelek dixwazim werim dersê mamoste, belê babê min nahêle û nizane ku ez niha li dersa Kurdî me. Ez tiştek fam nakim. Babê min li malên Kurdan digere, civînan çêdike, diçe xwepêşnişandanan, dibêje ku ji bo azadîya Kurdan û Kurdistan, ji bo zimanê Kurdî xebat dike. Belê dema dibe behsa dersa te, dibêje ku tu dersa zimanê Kurdî nadî û ne qence ez werim dersa te. Ez jî dixwazim çend car bêm dersa te ka ev dersa zimanê Kurdî ye an na?
Ders xilaz bû keçikê got ku ji babê xwe ra bêje bila wê qeyda dersa zimanê Kurdî bike. Dora rojê keçik hat cem min û got:
- Mamoste, min ji babê xwe ra got, belê babê min gelek qehirî û got nebe ku ez carek dî bêm dersa te. Ji alîyek va dibêjê emê Kurdistan avabikin, ji alîyê dî va dersa zimanê Kurdî qebûl nake. Gelo tê Kurdistanek bê ziman avabikin. Li qisûra min nenêre mamoste, ez nikarim werim ders zimanê Kurdî. Ez bawerim babê min dixwaze ez bibim Elman. Ez bi Kurdî qenc nizanim û bi Elmanî bi xwuşk û birayên xwe ra mijûl dibim. Ya qenc ev e ez bibim Elman û li Kurdistana babê min ava dike bi Kurdî nizanibim.
Tiştên ku pêwistbûn keçikê ji min ra got. Min nikaribû tiştek dî ji keçikê ra bigota.
Dumahik heye
|