|
|
Serhildanên Gelê Kurd û Berdêla Azadîyê -III
Serhildana Şêx Mehmûd Berzencî: |
|
|
 |
Di sala 1919’an da şêrê Tirkan ê xwe azadkirinê bi rêzanîya Mistefa Kemal destpêkir. Ji 19.05.1919’an virda êdî em Iraqê û Sûrî bi dewleta Osmanî û komara nû a Tirkîyayê va girênadin. Ji vê tarîxê û virda serhildanên Kurdan ên li Iraqê an dijî Ingilizan an jî dijî Ereban çêbûne.
Li Iraqê serhildana pêşîn di sala 1919’an da ji alîyê Şêx Ehmed Berzanî va li herema Berzan dijî Inglîzan çêbû. Şêx Ehmed Berzanî, eskerê Inglîzan ji Berzan deranî û Kurdan çend zabitên sîyasî ê Inglîzan kuştin. Di destpêka Payîzê da ev serhildan ji alîyê ordîyên cezakirinê ên Ingilîz gelek bi zehmetî û xwînrêjan hat temirandin.
Belê li Iraqê şerê azadîyê roj bi roj xurt dibû. Silêmanî wek meqerê (ordugah, merkez) hereketê azadîyê û Kurdên welatparêz, rewşenbîr û zanayên wê demê bû. Hakimtîya Birîtanyayê li Iraqê bê astengî cî xwe girti bû. Belê Kurdan dewletek azad dixwestin û ji bo vê dewleta azad damezirînin li hev dişêwirîn, xebat dikirin. Di vê xebata azadîyê da bê şik û şiphe, bê dijîderketin Şêx Mehmûd Berzencî serî dikêşand û rêzan bû.
Şêx Mehmûd Berzencî di roja 20 ê meha Gulanê sala 1919’an da li Silêmanî serhilda û eynî roj Silêmanîyê fetih kir. Hereket ji nişkêva destpêkir û serkevtinek qenc ket destên Kurdan. Kurdan Zabitên Inglîz ên eskerî û sîyasî teslim girtin û hin ji wanan hatin kuştin. Di çend rojan da Şêx Mehmûd Berzencî, herema Silêmanî bi temamî kir bin hakimîya xwe. Cîyên ku Şêx Mehmûd Berzencî kir bin destên xwe temamîya başûrê Kurdistan ne bû û parçeyek biçûk ji başûrê Kurdistan bû. Şêx Mehmûd dixwest temamîya Başûrê Kurdistan bike bin destên xwe û dewlet Kurd damezirîn e. Serkevtinek mezin jî dijî Ingilîzan sitand. Şêx Mehmûd Berzencî serxwebûna temamîya Başûrê Kurdistan ilan kir û xwe jî hakimê (Qeralê) Kurdistan beyankir.
Şêx Mehmûd Berzencî, ala Kurdistan bilind kir, ala ku îro li çar parçeyên Kurdistan hatiîyê qebûlkirin, kir ala Kurdistan. Pereyên Kurdistan deranî, pûlên poste û ên demxeyên rismê xwe li ser wan derxist pîyasê. Rojnameyek bi navê Kurdistan da çapkirin û belavkirin. Birayê xwe ê biçûk Şêx Qadir Berzencî kir serokwezîr û hikûmatek danî. Evdilkerîm Alakayî ku bi bawerîya xwe File bû kir wezîrê Malî, Hacî Mistefa Paşa kir wezîre Perwerdîyê. Salih Zekî Beg jî bû serokkumandar.
Di destpêkê da îşê Şêx Mehmûd Berzencî gelek baş çû û di gelek şer û karan da bi serkevtî bi pêş va çû. Gelek eşîrên Kurd jî, xwe dan alîyê Şêx Mehmûd Berzencî. Şêx Mehmûd bi serok û rêberên Kurdan ra peyvendî danî. Bi serokê Şemzînan nevîyê Şêx Ibeydila Seyît Taha, bi Simko ra ku li Iranê dijî dewleta Iran şerdikir, bi Şex Ehmed Berzanî ra hevbendîyên qenc danî û xwest yekîtîyek li başûrê Kurdistan lihev bîne. Belê lihevanîna yekîtîya Kurdan wek her dem û zeman tiştek pir zor û zehmet e. Şêx Mehmûd Berzencî di vê daxwaz û armanca xwe da nikaribû serkevtinek bike dest.
Ingilîzên ku hê li Iraq bi temamî hakimîya xwe bi temamî tedarik nekiribûn. Ketin nav merhezan û ji bo şikênandina Şêx Mehmûd planên bi fetil û fêl çêkirin. Pêşî ketin nav eşîrên Kurdan, di dijî Şêx Mehmûd da bi derew û iftiran xapandin, cepeyêk çekirin. Di du da ordîyên Hindistanî ên Ingilîz di bin kumandarîya T. Frezer da şandin ser Şêx Mehmûd Berzencî. Li ser erdê bi top û tifingan, li hewayê jî bi firokên şer girtin ser herema Kurdistan a azadkirî. Bajar û gundan him ji jor va him jî ji jêr va bimbe kirin. Wewetên Ingilîzan ji ên Şêx Mehmûd gelek zaftir bûn. Mifrezeyên Şêx Mehmûd di bin vê bimbe û berikbarandinê da berxwedanek hêja dan, belê nexapin nikaribûn dijî firokan şer bikin û şikestin. Şêx Mehmûd jî birîndar êsîr kete destên Ingilîzan. Belê Silêmanî ne diket. Piştî êsîrbûna Şêx Mehmûd jî şervanên wî bi qehremanî 15 roj berxwe dan û roja 03.08.1919’an serhildan bi temamî hat perçiqandin. Li gorîy qanûnan pêwist bû mehkema eskerîya Birîtanî Şêx Mehmûd mehkûmê idamê bikir. Belê Şêx Mehmûd Berzencî, di nav Kurdan da gelek bi rûmet bû û Kurdan jê zaf hezdikirin. Sedem vê yekê ku Ingilîz li başûrê Kurdistan nekevin nav dozên zor û zehmet û tengîyên nikaribin ji nav derkevin, Şêx Mehmûd ji bo 10 salan şandine Hindistanê nefîyê.
Di roja 23.08.1921’an da Ingilîzan Emir Feysal ibnî Hiseyîn el Haşimî derxistin ser text û wî qeralê Iraqê ilan kirin. Kurdên Kerkokê, Silêmanîyê û piranîya Kurdên Başûr dijî qeralîya Feysal derketin û dengên xwe dijî bilindkirin. Eşîrên dora Rewandizê dijî Inglîzan serhildan kirin. Li Başûrê Kurdistan heta nîvê sala 1922’an serhildanên giran dijî Ingilîzan dom kirin. Şerên gelek giran ji alîyê eşîra Hemavend bi alîkarîya eşîrên din li herema Helepçê û eşîra Berzanî û ên din li hêla Çemçemalê ji meha Çilan heta xilazîya meha Gulanê sala 1922’an hatin amadekirin. Kurdan bi qehremanî di van şeran da berxwe dan.
Ingilîz dijî Kurdan ketin tengasîyê. Dixwestin xwe ji vê tengîyê derênin. Ji alîyê din va li Tirkîyê dewletek nû dihat damezirandin û mecbûrî bi vê dewletê ra dan û sitandina li ser peymanek zexim bê çêkirin. Xebatên giran ji bo peymana Lozanê çêdibûn. Ji dewletên nû ra hidûdên nû nû dihatin danîn. Ingilîzan dixwestin Mosil û Kerkok tim di bin bandora wan da bimîne. Şêx Mehmûd Berzencî çewa min got insanek bi nav û deng, bi rûmet û hêja bû. Ingilîzan xwestin ku Şêx Mehmûd alîkarîya wan bike. Şêx Mehmûd pêşî ji Hindastanê di Êlûna sala 1922’an da anîn Kuweytê û ji wê jî di roja 30’ê meha Cotmehê sala 1922’an da anîn Silêmanîyê. Belê Şêx Mehmûd neket bin emrê Ingilîzan. Dema hate ser erda xwe, meskenê bav û kalan dîsa xwîna azadîyê di demarên wî da kelijî û dijî Inglîzan ser dananî. Şêx Mehmûd Berzencî serê meha Mijdarê xwe qeralê Kurdistan ilan kir. Birayê xwe Şêx Qadir kir serokwezîr.
Ilankirina dewleta Kurd bi tenê li ser erda Silêmanî û hawîdosê Silêmanî bi awayek tengî ma. Li temamîya başûrê Kurdistan nehat firekirin. Qirelîya Şêx Mehmûd, di parçekî biçûk da ma hepiskirî. Belê şert û emareyên serxwebûnê hatin cî. Çapkirina pere û pûlan, civandina bêş, bac û qemçûran (vergî), di rismîyêtê da qebûlkirin û ilankirina zimanê Kurdî, çapemenîya Kurdî û welat sazkirin, pir û nexweşxane avakirin sifetê temamkirina dewlet danînê bûn. Belê ev bitenê, nikaribûn dewleta Kurd xurt bikin. Ev qeralîyeta Şêx Mehmûd Berzencî ji alîyê tu dewletên cîhanê va nehat qebûkkirin. Tu dewletek alîkarî ne da vê dewleta nû. Demek dirêj emir nekir û ji ortê rabû. Dewleta Şêx Mehmûd Berzencî dîsa jî rola xwe lîst. Rêçêk di dîroka Kurdan da hişt.
Ev dewlet antî emperyalîst bû. Ev antî emperyalîstî di dewletê da cîyek qayîm girt. Ne qeweta sîyasî û ne jî qeweta feodalî rîya antî emperyalîstîya Kurdisdan ne da guhartin. Emperîyalistên Ingilîz rola Şêx Mehmûd bi temamî ne nirixandin û dixwestinên Şêx Mehmûd bikin xizmetkarê emperyalîzmê. Belê Şêx Mehmûd bi qerekterek zexim vê daxwaza Ingilîzan avête serê sergo û di xizmet gelê xwe da şerê xwe domand.
Şêx Mehmûd, tu car nebûye aletê lîstika Inglîzan. Ewî di şerê pêşerojê da di rîya armanc û teqtîkên xwe da, micadela xwe berdewam kiriye. Idara Bexdayê a Ereban û planên Ingilîzan ji gelê başûrê Kurdistan ra tehdîdek mezin anîye ortê. Şêx Mehmûd Berzencî wek camêrek, pêşerojên xwe dîtî ye û li himberên van tehdîtan derketîye. Belê dîsa jî Ingilîzan imûda xwe winda nekirin û dixwestin, wî ji bo plan û mafên xwe qezenc bikin. Şêx Mehmûd ji bawerîya xwe bi qasî misqalek dûr ne bû û xwe nêzî mafên Ingilîzan nekir. Ingilîzan di dawîyê da fesadî û nakokî xist nav eşîrên Kurdan û eşîran li dijî Şêx Mehmûd kirin nav xirabîyan. Niviskarê Ingilîz Edmonds di pirtûka xwe da dibêje: “Nakokî û dubendîya ku Ingilîzan dijî Şêx Mehmûd pêk anîn başûrê Kurdistan ji serî hetanî lingan û neynûkan ji hev parçe kir û peşkiland.”
Hereketê Şêx Mehmûd Berzencî di nav çon û hatinan da heta sala 1930’an berdewam kir. Şêx Ahmed Berzanî alîkarê hereket û serhildanên Şêx Mehmût Berzencî bû.
Roja 30.06.1930’an peyman di nav Ingilîzan û dewleta Iraqê da hat imzekirin. Bi vê peymanê Iraq digihîşt serxwebûnê, belê mafê Ingilîzan bi fireyî dihat parastin. Ev peyman tim heqên dewletbûna Kurdan ji ortê radikir. Kurda daxwazên xwe bi sedan nameyan ji Yekîtîya miletan xwestin. Ingilîzan seba van daxwazên Kurdan berpirsîyarên xwe û ên Erebên Iraqê şandin Kurdistanê. Belê êdî kesekê Kurd ji Ingilîzan bawe nedikir û bawerî nema bû.
Roja 6 ê Êlûnê sala 1930’an tê li Iraqê hilbijartina parlamenê bihata çêkirin. Xelkên Silêmanî û ên herema dor Silêmanîyê hilbijartinê parlamenê boyqot kirin. Di eynî rojê da mitîngek li darxistin. Polosan hicûm xelkê kirin. Xelk jî dijî polosan dest hilanîn. Polês şikestin. Esker hat alîkarîya polêsan. 20 kesên Kurd hazin kuştin û bi sedan hatin birîndarkirin û girtin. Kurda vê rojê “Roja Reş” ilankirin.
Sedem van bûyêran Şêx Mehmud Berzencî ji Iranê kete hidûdê Iraqê û ala serhildanê dîsa nû hilanî, bilind kir. Şer di nav eskerê Iraqê û alîkarên Şêx Mehmûd Berzencî da destpêkir. Şervanên Kurd, mifrezeyên cezakirinê ên Iraqê şikênandin. Ingilîz dîsa ketin dewrê û alîkarîyek mezin dan eskerên Iraqê. Firokên şer ji sibê heta hêvarê bimban reşandin ser gelê Kurd, bajar, gund û xanîyên wan. Şêx Mehmûd Berzencî û serokesker Mehmûd Cewdet serlêdana Yekitîya Miletan kirin, halûpergal, perîşanî û belengazîya gelê Kurd anîn ziman. Belê ji alîyê din va serhildan û berxwedana gelê Kurd bi awayek şiddet dimeşî ya. Di dawîya sala 1930’an û destpêka sala 1932’an da gelek şer di nava Kurdan û hevkarîyên Ingilîz û dewleta Iraqê da çêbûn. Qewetên Ingilîzan û dewleta Iraqê ji qewetên Kurdan gelek zaftir û tekniktir bûn. Kurdan di van şeran da gelek can windakirin, belê dîsa dest dananîn û bi qehremanî berxwedana xwe kirin. Firokên şer ên Ingilîzan ji roja 17.01.1931’an heta roja 21.01.1931’an bi şev û roj şervanên Kurd, gund û bajarên wan, zaro û zêçên wan ji jor va bimbe kirin. Belê dîsa jî nikaribûn Kurdan bişkênin. Di bihar û havîna sala 1931’an da Kurda çend derban li eskerên Iraq û Ingilîzan dan. Di çîyayê Avromanê da şerek herî zor û giran çêbû. Firokên şer eman nedan Kurdan û bimban ji jorvan wek baranê li serserê wan barandin. Kurda bi dehan mirî li çîyayê Avromanê hiştin û bi alîyê Kurdistana bin destê Iranê va kişîyan. Di hidûd da eskerên Îranê hêvîya Kurdan bûn û dema Kurd çon hidût, eskerên Îranê li ser wan berikan barandin.
Mehmûd Berzencî di nîvê Gulana sala 1931’an da bi Ingilîzan ra xwest hevpeyvandinek çêkir û çû Penevînê. Piştî hevpeyvandinê di demek kin da Şêx Mehmûd çû Silêmanîyê. Ingilîz ji Şêx Mehmûd gelek fikaran dikirin û dizanibûn ku ji alîyê gelê Kurd va kesek bi rûmet û qenc tê hesibandin. Ji bo ku cardin Kurd li dora wî necivin û serîhilnedin, roja 02.06.1931’an Şêx Mehmûd bi balafirê birin Bexdayê û ji wê jî birin başûrê Iraqê bajara Urê.
|
|
|