|
Keleş, memurek biçuk bu li
bajêrek, ji xwe re dixebitya. Haya tu kesî jê tunebu. Jinawî u zarokên
wî jî, ji hal u mercên xwe qaîl bun. Roj wisan derbaz dibun u diçun.
Keleş hinek caran welêt bi bîr di anî, lê jina wî, pê re qirên
dikir ne dihişt ku tevlî sîyasetê bibe. Lê, di rastîyê de jî,
meyla Keleş li ser sîyasetê bu. Lê çî bikra feqîro jina wî
a zalim ne dihişt ku ew bi sîyasetê re, mijûl (meşgul)
bibe.
Keleş jî, ne dixwest dilê
jinikê bişkêne, ji alîyê dinê
ve jî, rewşa welat xirab dîdit, ji kur ve dengek dihate gûhên
wî ku ev deng, denge welêt bu u gazî rewşenbîra dikir ku lê
xilas kin. Keleş ma bu di navbeynê de. Yan jinik yan jî, welêt.
Gereke vê pirsê çareser bikra. Roj bi roj ev pirs di mejîyê Keleş
de mezintir dibuya.
Tam di vê deme de, rojek mirovek
hate daîra ku Keleş Beg li wê dixebitî, xwe da nas kirin, derde
xwe jê re got. Ev mirovê mêvan tesîrek gelek mezin li ser Keleş
danîbu. Teklîfa ku li Keleş hatibu kirin, bi aqlê wî ketibu.
Ev hevdîtin, xîmê hevaltî u destebirayetîyek dur u dirêj avêtibu.
Di jîyana Keleş de qonaxek nu bu. Lewra hêj jî, ev dostanî
car şîrîn u car tahl, her maye. Her nihaji, hevalê bi wefa
ê Keleş ew mirove ku wê rojê Keleş zîyaret kiribu. Ev
mirov Wefayî bi xwe bu ku her niha jî, di gel Keleş mîna şêwirmendek
wî, jîyana xwe di meşîne.
Wefayî, mirovek zana u têgeyîştîye.
Gelek kes pirs u pîvana xwe pê dikin. Di nav cevatê de qedr u sîyaneta
wî geleke. Li ser navê rêxistinek xef (îlegal) kar dike u hevalbend
u endama ji vê rêxistinê re peyda dike. Rêxistin Keleş kifş
kiribu u wezîfe dabune Wefayî ku pê re pêwemdî dayne. Her tişt
di rêya xwe de meşîyabu. Lewra Keleş pîştî demek
teklîfa Wefayî qebul kiribu.
Wefayî, car caran serlêdana Keleş
dikir, hal u wextê wî pirsiyar dikir, eger hebuya emir u fermanên
rêxistine pêşkêşî wî dikir u dîsa bi dizî, vedigerîya.
Demek weha drbas bu. Jina Keleş li Keleş kete şikê.
Sedem vê yekê, taqîba wî kir ka gelo Keleş çî dike. Kitêb u
rojname u kovarên ku Keleş dixwend, hemu yek bun u her meh
jê re, dihatin edresê cîye kare Keleş. Wî jî, wan digirt di
anî malê u li malê dixwend. Dîyare jinik ne niheq bu. Belê, Keleş,
êdî hevrê u hevalbendê rêxistinek Kurdewar bu, yanjî çawa ku jina
Keleş di got, rêxistinek dabeşker.
Sal u zeman têde borin, nakokî
u alozîya di navbera Keleş u jina wî de roj bi roj mezintir
bu. Her roj şer u qirên u gengeşî u miqaşe bu. Tu
tam u lizetek di nav malê de ne mabu. Jina Keleş Tûrk bu, u
bi bîr u bawerî, li dijê van kara bu. Heta tê gotin ku di wextê
cutayê de carekî, jina Keleş gilîya wî kiribu u yekem car ew
bu ku Keleş deşîfre bibu u hatibu bincav kirin ji alîye
dewletê ve ketibu lîsteya xeterhênera (Talukelî) Keleş jî,
pîştî çend sala dîtibu ku di paşila xwe de marek xwedî
kiriye. Lê, êdî zaruk hebun. Keleş lewra jinikê tehmûl dikir.
Wefayî, tu ji bi hemu derd u kulan
dermanî
Te min îro xiste agirek mezin, tu jî, baş
dizanî
Were çareyek bibîne, ka ez çî bikim bi vî halî
Ez berdim, yan bikûjim vê jina bîyanî.
Wefayî hate hewara Keleş guhdarîya
wî kir. Dît ku hal xirabe. Paşî
Wefayî u Keleş gotina xwe kirin yek u rêya rast danîn
ber xwe u di wê rêyê de meşîyan.
Ey Keleş, te ji ku peyda kir
vê jina dijwar
Ma qelîyabun keçên Kurd u Kurdewar
Dê tu bi jinêre biki şer yan jî, bi neyar
Hiş u qailê xwe bide ser, nebe kole u koledar.
Ma nînin gelo li vî welati ji bot
e jin
Tu mirovek qedir bilindî, gelek kes te digrin
Her kes jina ne baş ber dide u paşî di zewicin
Jîyan her tim wehaye, roj derbas dibin u diçin.
Dîsa, Keleş zêdetir cehd kir
ku vê, malbatê bi domîne ku ne hilweşe. Lê jina wî, pir hesud
u bexûd bu. Carek du car çend jin li nêzîkî Keleş dîbu, lewra
li Keleş ketîbu şik u gumana. Her çend Keleş bê tawan
jî bu, lê, jinikê digot Nuh ne di got pêxember. Paşîya paşî
wisan kir ku bi şer u qirên u rezîlî u riswahî, xwe da berdan.
Keleş, dît ku êdî ezyet uezabek mezine ji bo herdu
alîyan jî, qayil bu ku ji telaq dane re beje erê, paşî
got u Keleş ji jina xwe ya dijwar xilas bu.
Başe Keleş, emre te li
ser seran u çavane
Ezê berdim vê jina keça xulamok u reyane
Êdî jina naynim ji malbatên bê eslane
Ez ne nemêrim u li min nebuye demane.
Keleş, pîştî ku jina
xwe bedre, demek dirêj, ki xwe re jin ne anî. Lewra carek deve wî
şewîtî bu. Tirsa bu. Lewra ecele ne dikir. Heta vî çend salê
dawîyê, ku êdî zewac, jêre bibu ferz u lewra carek din bi keçek
sî salî re, zewîcî ku di navbera wî u keçikê de sî sal
hebu. Lê her du alî jî, vîya bun.
|