|
Roj bi roj dem nêzîk dibu, kar
u xebat, şêwr u mişawere dewam dikirin. Eşkere bu
ku vaye Keleş jî, namzet e. Her kes wî pîroz kirin. Çend kesan
ji, rexne kirin ku gotin ev xeyalek xam e. Heyfe ew îkramîya ku
ji teqawit bunê ketîye deste wî, wê di helbijartinê de, hemu mesref
bibe. Lê Keleş Abê, ji ya xwe nehate xwarê, guhdarîya tu kesî
nekir. Lê tiştê ecêb ew bu ku Keleş qet dernekete sûk
u bazarê u tu xebatek nekir. Wefayî, jê pirs kir u got:
Ey Keleş namê dîger Keleş
Abêyê solçîyan
Tu çima dernakevî na gerî li nav
seçmenan
Wa rûniiştî, kî reyyen xwe
dide mirovan
Paşî em ne xapi, malik li
me ne bî xopan
Keleş dît ku Wefayî, li ser
agir e. Şik u gumana dike li ser helbijartinê. Roj jî, nêzîk
dibin u her kes di xebite, tê u diçe mînanî mazîya nava lengerîyê.
Kes nizane ka çî netîce der di keve ji vê helbijartinê, vegerîya
Wefayî u jê re weha got:
Wefayî, baş dêna xwe bide
min u tu carî ne ke xem
Ez Kere xwe li singê zexim girê di dim her dem
Ser kevtîyê vê helbijartinê emin, tenê em
Ez u te, emê piştî helbijartinê bigrin sema u cem.
Roja dawîyê hat. Keleş u Wefayî,
çûne nav çend malen Koçeran u hinek zexire wan belav kirin. Paşî
çûne cem hevkarên xwe yên nu u hewcehî u pêdivîyên wan jî, bi cî
anîn. Helbijênerên xwe zîyaret kirin u dilê wan xweş kirin.
Wefayî, dîsan ji di şik u gûmana de bu.
Keleş, ev helbijêner li me
nekin ger u fena
Ji me re bêjin erê u reyên xwe bidin wana
Te belav ne kiribuya hewqas zexîre u pul u pera
Ku reyê ne din me, em di karin çî bikin ji wana.
Derenge êdî, ez di zanim nîne fersend
u mecal
Eger reya ne din me, ew mal u pere
ji wan re ne bî helal
Xwedê neke, em kêm rey bistînin
ev yek nabe delal
Paşî min nekî sebeb u ne bî
hêrs u celal.
Keleşê mêra, rabu ser pê,
çû ber pencere, bere xwe da xelk u aleme, dît ku jîyan her wekî
bere, dewam dike u her kes ji xwe re ketîye pey keys u meferê. Bi
wan kenîya u wan hesab kir mina Kerê. Paşî ferman da ku şîve
bi nin u deynin ser meyzerê. Bixwe u vexwe u paşî bi keve xewê,
dur bike ji serê xwe derd u kul u xem u kesere.
Wefayî, birayê babê min tu jî,
razê wext dereng e
Sibê, ji bo gelekan ferman u şer u ceng e
Tene em in serfiraz u lîbasê me heft reng e
Wisan ne keve xem u xeyalan ji te re pir feyêd u şerm e.
Bê xem razê Wefayî, îşev jî
mîna her car
Xwedê yek e gotine mezinan u delîl hezar
Her tim di rêya rast de here, xwe ne de berwar
Roj roja me ye, xebat li benda me ye,êdî em inli ser kar
Herdu heval ketin xewek şîrîn
u bê xeyal u gûman razan. Bu sibe, rabun ji malê der keti der ve.
Hinekî pîyase kirin li nav bajêr u gerîyan li ser sandoqan. Lê tiştek
hêj ne dîyar bu. Ne kivş bu ka gelo kî dibe serketîyê vê helbijartinê.
Saet bu pêncê êvarê. Dest bi vekirina sandoqên helbijartinê hat
kirin, lê qet navê Keleş li çend taxan ne hat xwendin. Jimartina
reyan, hetanî derengê şeve dewam kir. Keleş u Wefayî dîsa
çune malê u man li benda dawîya jimartina reyan u her weha netîceya
helbijartinê. Berê sibê xeber hat ku Keleş, li seranserê bajêr
tene heft (7) reya girtîye, yanî tene heft kesan reye xwe daye Keleş.
Wefayî, gelek hêrs bu u vegerîya Keleş:
Sayin Keleş Abê, ya ku min di got ev bu
Gelo nizanim ya ku te digot çî bu
Vaye te heft reyan sitand u seçim xilas bu
Ewên ku soz u peymana da bune te, çûne kû.
Keleş, zanî ku hatîye xapandin.
Dengê xwe ne kir. Wisan ma metelmayî. Paşî jê re bu mereq ka
gelo ew rey yê kî bun. Ew heft cengawerên piştevanê wî kî bun
mereq kir u dest bi hesabê kir.
Başe Wefayî, yek ez u yek
tu u yek jî bûka min
Ez dizanim ku her sê kûr di gel zalim a jina min
Ew neyarê min in, reye xwe ne dane min
Reyên ku ne kifşîn jî çar in.
Yek jî,cînarê me, Helîma Silê
em bêjin
Ya pênca jî, bi şaşî hatîbe avêtin
Reya şeşan jî,heye ku xanima te bî, bê gazin
Lê ew pêzewengê hefta kîye ku reya xwe daye min.
|