|
Keleş hetanî niha xwe ji tu kom u komcivînan
ne daye alî. Kengê seh kiribe
ku li derek civînek heye, bi dawet, bê dawet çuye beşdar buye.
Lewra divê mirov hemu komên cevatê de beşdar bibe. Ew na ê
din, miheqqeq li cîyeki helbet wê guhdarîya wi bikin. Disa di civînek
wiha de:
''Ey Wefayî, ez nizanim
ka tî şîyarî yan jî razayî
Her kesek di cevatê
de, cîyê xwe girt, tu di xew dayî
Ma ew çî behse dibêjin,
mîhrîcanek nav dayî
Bo çî tu jî van tiştên
pêwîst, bê xeber mayî.
De lezke bilezîne,
em jî herin mihrîcanê nav rewşenbîra
Kesên ku li wir xwe
nedin nîşan, tekoşîna wan jî çîra
Çend afîş u belavokan
çêke, u çend dawetye ji min ra
Ez xwe bavêjim meydanê
wekî şêr li qada rewşenbîra. ''
Wefayî, bi rêya çend rojnamevanan
çend dawetîya werdigre u dide Keleşo, diçin Mîhrîcanê nav koma
ronakbîr, zana u rewşenbîra. Dema diçîn hundir, ku cîyek
ji wan re amade kirine di nav protokolê de, temamê rewşenbîra
li wê ne. Ew jî, diçin rudinin.
Dema ku yên runîştî dibînîn ku vaye yek hate tenişta wan,
jê re rêz u hirmet digrin, bi xêrhatinê lê dikin, wî silav
dikin. Dîyare cara yekan e ku, Keleş, di cîyek weha de buye beşdar. Sedem vê yekê her kes wî hempayê xwe hesab dike.
Ewil Keleş jî
wan dipirse: Tu çîkareyi. Her kes xwe dide nasandin.
Dktor, evuqat, mîmar, mihendis, mamosta, midur, rêveber u gelek
pispor u zana li ser yek mêzek runiştine u girtine mikaşek
pêt. Keleş dibine ku ji hemu meslekan yek didu hene li wir.
Nabe ku ew ji wan kêm bimîne. Dinêre Wefayî u dibêje:
''Wefayî, başe te me anî, lê bizane ka çîye kêmasî
Ev camêr hemu xwedî
karîyer in, wê ne bêjin pismam tu çî kesî
Ka bêje baştirin
rewşenbir kîne tu dinasî
Em rezîl nebin li vira, li himberê hemu kesî. ''
Demek şunda, yek ji wan rewşenbîra vedigere Keleş
u jê dipirse: Pismam tu çî kesî, çî karey î.? Bê zehmet xwe bi hevala
bide nasîn, nemîne xerib. Evroj rojek gelek giringe, başe ku
em hemî hev nas bikin. Keleş bi halek kubar u bawerpêkirî,
dibêje: Ez nivîskar im. Her kes gelek şa u dilşa dibe
u ji hevre dibêjin: Ev çî rojek bextewer e ku nivîskarek jî, di
nava me de heye. Ev tişt ji bo me, serfirazîyek mezin e. U
paşî, yek bi yek, ji Keleş dipirsin:
''Te dî ku Balzak çend rind filan tiştî gotîye, ma te
Balzak xwendîye ne Keleş beg.? ''Yê din: ''Lê Tolstoy. Yan
Gorkî. Lê ew bêbabê Çehov. ! tu nas dikî Kek" Keleş yan
na. ''Her yek pirsa nîviskarek here navdar ê Cîhanê dike.
Lê pirsa kî jî Keleşo dikin, ew tenê dibêje: Na xayir, ez nasnakim.
''Min ne bîhîstîye, min ne dîtîye, ez nizanim'' Paşî pirsa
nîviskarên hundir tê meydanê. '' Yaşar Kemal ne kêmî kesî ye.
Lê Orhan Kemal. Tew tew vê ca Orhan Pamuk. Tu wan çawa dibînî Keleş
abê. '' Keleş disa dibêje: ''Na xayir, nizanim, nas nakim,
min ne bîhîstîye. ''
Cimeet temaşe dike ku Keleş, puç u valaye. Zu pê
dihesin ku mirovek tiro-viro ye. Lewra jê dilsar dibin. Yek, ji
wan, li ser vê yekê: ''Vêca filankes tu çawa nîvîskarî u tu nîvîskarek
dunyayê nas nakî. Ma tu jî me dî xapînî. Keşmer. ''Keleş
dibîne ku her kes pê hisîya ku vaye ne nivîskar e. Vedigere wan
u dibêje: ''Ma min jî were gotîye ku ez xwendevan im,
min jî were got ez nîvîskarim. Lê hun pirsa xwendinê jî min
dikin. Ez xwendinê nizanim. Tenê nivsandinê dizanim. Tu kes nikare
ji min re bêje Keşmer. Keşmer hun u bavê we ye. Qeda bi
we u rewşenbîrîya we bikeve. Rabe Wefayi em herîn, evder ne
cîyê meye. ''Paşî radibin u ji civatê derdikevin. Di rê de
Keleş, jî, Wefayî re wiha dibêje:
''Wefayi, ev rewşenbîr,
ne hempayê min in, gelek nezan in
Wê di demek kin de
min nasbikin u baş bizanin
Ka gelo niviskarî
çîye, u kîye nivîskar ezê bi wan bidim nasîn
Ka bêje min Wefayi,
jî wana kîjan mîna min mêrxasin. ''
|