| Bi
musîq u konser u sitranbêjîyê Keleş gehîşte merteba here
mezin ku êdî hemu kesan jêre digotin SERDAR. Ev unvan gelek li xweşê
wî dihat, pê kêfxweş dibu. Gelek şîrketên filiman ketin
du keleş ku daxilî sînemayê jî, bibe u di wî warî de jî, xwe
bi ceribîne. Derhêner u şanosaz u filîmbaz hatin u çun ka gelo
keleş qaîl nakin. Keleş sergiranîya dikir, minetu nazîya
li wan dikir ka gelo zêdetir fîyetek ji wan nastine.!
Axayên sînemayê, ditin ku Keleş xwe zêde giran difroşe
çun xwe avêtin tor u bextê Wefaî.
Wefaî, ez qurban, Keleş ji gotinate dernakeve
Bila peymanek bi me re çeke u were rakeve
Guhdar bêbextin bila bi wan bawer neke
Lazime ku êdî derîye sînemayê jî veke.
Li ser vê teklîfe, Wefaî çu mala Keleş u li derî xist,
lê tu kes derî venekir. Lembe pêketî u deng ji jorê tên lê kes jê
re derî venake. Wefaî bi telefona xwe ya dest ali Keleş gerîya.
Alo, alo, Keleş ezim ez, arîkarê te Wefayî
Ma tu ne li malî ewqas ez
li derî didîm venabî.?
Eger ne li malî, wisane ew kîne bi kêf u sefayî
Bersîva min zu bide, dest bikêş ji wî hawayî.
Ha, Elo ,elo, ma tuyî,Wefayî, li pişta derî
Bibore, min nas nekir, ve şeve bi vi serî
Tu ne paparazîyî u ne jî rojnamegerî
Vê şeve tu li dere malê li çî digerî.
Paşî Wefayî, çu mala xwe kete xewê. Dizanîya ku Keleş
disa yekî avêtîye nav cîya. Bu sibe, Keleş dizanîya ku wefaî
xeyîdîye, jêre telefon kir dilê wî kirî,u wî dawetî taştêya
sibê kir. Wefaî çu mala Keleş. Xwest ku hinek şîreta lê
bike u weha got.
Bese Keleş ewqas doxîna xwe sist neke
Roj bi roj tu di helî,xwe erzan meke
Dinya kena xwe bi te dike,çavê xwe veke
Jîyan dewranek dijwar e, ne henek e.
Tu ketî pey Perîyên xana
Ku her tim bi şer u cengin
Te ji wan jî zêde kir keça
Mîna horî u Melek in.
Paşî, te wê jî berda u hatî
Dibêjî, ji bo min jin, gelekin
Lê eger tu ji min bi pirsî
Yên dil ji min dibin, çavbelekin.
Lewra te dil berda Deryaye
Ku mînaye çemê Tunaye
Jê jî, ewladek te çêbu ku
Navê wî yê bab u kalaye.
Ez nizanim te çî dît li ba qerwaş u reqqasa
Sere te dorandine bêjim bi nivişt u kaxisa
Te kirin êsîrê dêlegurek u tu mayî wisa
Ku Tirk jêre dibêjin dapîrame ye Asena.
Wefayî derde nava dilê xwe rijand. Dîyare keysa wî li Keleşo
hatibu lewra çî hate ser zimanê wî jê re got u paşî rihet nefsek
sitend. Keleş bê deng guhdarîya wî dikir. Baş dizanîya
ku Wefayî jê re bi wefaye u minaye bab u bira ye. Ew her tim qencîya
wî dixwaze u navê jê re xirabîyê. Paşî vegerî Wefayî u pere
sozda ku carek din ji xeberê wî dernekê.
Beje ez benî beje, derde nava dilê xwe birêje
Çiroka min u te ne ya îro ye, pir dûr u dirêje
Ez zarukê do nînim,şîreta ji min re ne beje
Gotinên tûj u dijwar, ji ser zimanê xwe bavêje.
Sînemacî li min teklîf dikin,lê nadin pereyên zêde
Divê fîyeta xwe gîran bikim
bileyîzim di filîmêkde
Ku em hînî derhênerî u sînemayê
bun, jê u wê de
Emê ji xwe re fîlman çêkin, ji wê deme u pê de
Paşî xeber dane sînemacîyê herî mezin u bi buhayek gîran
li ser fîlmek li hev hatin. Fîlm der ket u gelek kes temaşe
kirin. Teklîf li ser teklîfe hat lê Keleş qebul ne kir. Ewî
bi xwe, şîrketek fîlman danî u ji bo sînema u televîzyonê,
dest bi çêkirina filîm u reklam u şov u tolkşovan kir.
Fîyeta wî bu çar qat. Vê carê jî, hemu televîzyon ketin pey wî ka
gelo nayê kanala wan şovan çê nake. ?
|