|
Keleş,
piştî ku kaseta wî derkete pîyasê, reng u ruyê xwe, rabun u
runiştina xwe, axaftin u qisedaa xwe esl u astarê xwe bi yek
carî guhert. Çu dersen gramera Turkî dît lê çî feyde xwendin u nivsandin
tune be. Keleş seba vê yeke carîna xemgîn dibu u dilê wî pê
di şewitîya. Lê çare nebu, lazim bu ku bi zutirîn zeman xwe
hînî xwendin u nivsandinê bike.J ê re gotin:
Keleş Beg, tu êdî ne ew Keleşe
bereyî tu carî ji bîr neke
Wê gelek gengeşî u miqaşe li ser te çê bin tu guhdarî
neke
İro xwedê ji tere gotîye bi meş ya evdê min,ev baştirîn
şenseke
Ji bîr bike koma bira u pismama, dost u hevala ji xwe dûr bike
Hene pir asteng u dijwarî li ser rêya
te, xwe ne bizdîne
Wê gelek kes li dora te herin u werin, bi la kes te ne xapîne
Keçen zerîn u çav heşîn, pir xweşik in, dilê tel i wan
asê nemîne
Hergîz bi sere xwe qerraran nede, me ji te re çî got wî bi cî bîne.'
Ev hal u mercên nû zor bun ji bona Keleş
, lewra ev dinyayek taze bu ku ewî di xewna xwe de ji bi dîta bawerî
pê nedikirt. Jîyana wî ya nû gelek jî xweş u hêsa bu, hemu
tişt li ber amade, maşîn, xanî, mal, xulam u kebanî, rêz
u sîyanet u olamî, sere Keleş dizivirand. Keleş roj bi
roj xwe zêdetir hez dikir u kubarîyê dikir. Ev cîhana bi berq u
nur, ev jîyana ku di çilwire, ev dem u dezgê yên ku ji bere vê,
hemu drîyên wan li ber Keleş, hetanî taqê piştê, vekirîne,
dana xwedê ne bu, lê bêjî çî bu.?
Lazim bu ku Keleş jî, xwe li gora
vê jîyana nu, bi guherîne u li gora merc u zirufên taze rabe u rune.
Pîştî nivê emre xwe est bi hînbuna xwendin u nivsandinê kir,
hindik hindik hîn jî bu lê her niha jî kêmasî zêde ne. Lê, Keleş
tu carî xwe ne xapand u fort u zirtan nekir. Çî bu
çawa bu rast u rast bi eşkerehî got. Keleş sera
ewil jina xwe ya peşîn berda, lê li welat bi cî hişt.
Lewra cîyê wê tunebu di nav vê alema firfirok de. Lewra wê, ew jê
re, bibuya qeyda lingan u asteng. Ev şerden ku ketibun ber
Keleş, hinek caran jî wî aciz dikirin.
'Heja dilê min Wefayî, hemu tişt
xweşe, başe
Lê, ev qedexe kirina kurmancîyê gelo çî îşe
Ez carna xwe ji bîr dikim, zimanê min tirkiyê na kêşe
Em bi herduk zimana jî, bi axfin ku ne şewite kebab u şîşe
Lewra ku ez rojê ya hindik carek jî, bi
kurmancî ne axifim, ziman li min di werim e
Ewqas zerîn u çavşîn, li dora min
hene, lê, bi şev tene radizêm, di bêjin Xwedê kerîm e
Mal u milk, pûl u pere, şan u şohret,
nav u deng, sewt u reng, tev mewcudin, kêmasî nine
Gelo çima ez xemgînim, ne rihetim,dil
bi êşim, nav u dile min her bi kul u birîne.'
Wefayî, di vî qonaxê nu de ne bi tenê
bu. Dîyare çend şêwirmendên din ji, hebun. Wefayî u Keleş
dumahîka şevê bi tenê dimaran u ancax wê demê dikarîyan nirxandina
rojê bikin. Wefayî jî, ma bu heyrî ka gelo di demek weha kin de
çawan mirov evqas bilind dibe.?
Keleş bi hemu hêz u karîna xw ve,
zora xwe dabu ser newar u kasedan u nav u denge wî roj bi roj geştir
dibu. Paşî radyo u televîzyon u magazîn u rojname u kovar bi
yekcarî ketin du Keleş. Paparazîyan gelek şevan li dere
mala Keleş radizan ka gelo tiştek nu bi dest naxin. Her
weha gelek nuçevan u xeberbêj li du wî derketibun raw u nêçîrê.
Lê hema hemu roja li cîyekî behsa wî hebu, gelek kes ji niha ve
dil ketibun Keleş u jêre bibun heyran. Keleş pir kêf xweş
bibu lewra xeyal u xewnên wî zindî bibun. Rojek dîsan Keleş
di nav koma heyran u dildaran de bi kêf u seyran sermest bibu, hatin
malê.:
'Bêje, filankes ma hene ji min xurt u
bilindtir
Bi keys u fesal u bi imkan u mecal u dewlemendtir
Wisane min heq heye ku êdî ez şîreta bikim
Van koma dilvan u heyrana hidayet bikim
İro êdî kes bila ji min re nebêje
Keleş ez li qata jor im
Ez bi guftu go u bi naz u nîyaz u bi qal u şor im
Mina serdarê xelasker di xeyalên keçan de diborim
Keleşe bê qemal ma li du min, êdî ez împarator im.'
Ew
roj u ev roje kul i hemî derî hemî kes ji Keleşo re dibêjin
İmparator. Keleş hunermendîya xwe da qebul kirin pîştre
dest bi torevanîyê kir.
Beşe
sîsiyan yê vê nivîsarê li ser Torevanîya Keleş e.
|