|
Keleş,
xwedî serwet u samanek mezin bu. Lewra denge wî, gelek xweş
u xurt bu. Dîya wî Kurd, lê babê wî, ne Kurd bu. Ew hînî zimanê
dîya xwe bibu u her weha, wisan jî, mezin bibu. Dîya wî her niha
jî baş bi Turkî nizane. Keleş, ji zaroktîya xwe ve u hetanî
temenê wî geyîşte kemale, li hemu dera kilama digot u, xewn
u xeyalên wî, her tim li ser dengbêjîyê bu. Bawer dikir ku rojek
wê were ku ew gelek meşur u navdar bibe. Keleşê me, ji
binemalek feqîr u hejar e. Ew her dem li gel Wefayî şêwr u
mişêwre dike u derdê xwe jê re dibêje:
'Ey Wefayî,
wê çawa be halê me gelo bêje
bira
Xelk hemu ketin pey qedera xwe, em mane li vira
Ma çî kêmasîya min heye,
Wefayî tu bêjî çira
Dengê min ev qas xweş e, lê mame di nav ax u kevira?
Here, rê u rêçek bibîne em jî daxil bibin
nav sosyetê
Heqê me ye jî ku em avjênî bikin di nav şan u şohretê
Tu xêr u bereket nemaye li vî welatî,bere xwe bidin xurbetê
Xewn u xeyal li me rast bin, xwe xelas kin ji xefletê.'
Wefayî, dît ku Keleş dilê xwe sar
kiriye ji axa bab u kalan, bi xeberê wî kir u berê xwe dane xurbetê.
Hatin bajêrek wisan mezin ku tişteke wiha qet nanîbun xeyalê
xwe jî. Wefayî, merheze kir ka gelo li bajêrî wê çawa bisitirin.
Gerek bu ku karek peyda kiribuna u rojek zu bi xebitîyan. Lewra
bê kar u xebat ne dibu. Wefayî rojekî gazî Keleş kir u jêre weha got:
'Ey Keleş, xwedê dengek xweş
daye te pir gelek
Bejna te dirêj e, rengê te esmer, çaw u birûyên te belek
Eger bextê me reş nebe u feleka xaîn bi me re neke kelek
Emê di demek nêzîk de xweş hal bibin ku hesudî bikin melek.
Lê, sebr u sebat lazim e, ji bo nav u dengîyê
Roj roja me ye, zu bimeşin ne kevin derengîyê
Xwe dur bikin ji vê axê, herin cîyên pir rengîyê
Şa u dişla bin,birevin xem, dil bikeve bengîye.?'
Wefayî
u Keleş bar u barexanê xwe dabun pişta xwe u ketibun rêya
xurbetê, li du kismet u nesîbê xwe hatibun vî bajêre xopan u ku
meznahîya bajêr sere mirov di geranda. Her duk heval, bi arîkarîya
gundîyek xwe, li ser înşaatan ji xwe re karek dîin u dest bi
xebatê kirin. Hemu rojan sibê zu radibun u dest bi xebatê dikirin.
Cîyê razana wan u ciyê xebatê her yek bu. Gelek di westîyan, lê
dîsan jî, ji hale xwe razî bun. Lewra ketibun pey qedera xwe u hatibun
vî bajêrê bê ser u bê bin.Keleş, rojekji Wefayî re:
'Kekê,
îro dema min kilama di got, mirovek nenas li min dikir gûhdarî
Pêre hebu keçek zerîn ku, her tim qiseta dikirin, lê nizanim bi
kîjan zarî
Ez bêjim ewin qasidên qederame ya taze, here wan peyda bike ku bikarî
Divê em xwe zu hînî vê jîyana nu bikin, neyên ji bîr kirin, bi bê
qerarî.'
Rast
bu ku yek dema ku di wê de diborîya u Keleş kilam digot , lê
gûhdarî kiribu, u paşî jî, gazî şêwirmenda xwe kiribu
pê jî dabu gûhdarî kirin. Paşî qerar dabun ku Keleş nas
bikin u jê re kasetek çê kin, ji vî deng u sewtê xweş îstîfade
bikin. Xulasa, Kew li darê ketibu vê carê. Siud u şense Keleş,
jê re, li hev hatibu. Kor ji xwedê çavek xwestibu, xwedê du çavan
dabuyê. Pîştî wextan zanîn ku ew mirov li suka musîkvanan de
bi nav u deng e. Keleş u Wefayî, demek dirêjketin bin emr u
bandura wî mirovî. Paşî kaseta Keleş derkete meydanê u
dengek mezin da.
|