|
Keleş, pîştî bêkarîya
duyemin ku bîst sal ajotibu, di bahara xwe ya sêyemîn de, di jîya.
Kêf u heyecanek nu wî girtibu. Çawa tu bejî ku xortek pazde salîye,
wisa xwîn lê dikelîya. Koma heval hogiran jî, kêfxweş bibun
ku Keleş ji mêrebîyê xilas dibe u êdî wê bibe mêrê mala xwe.
Lê, Keleş dîsa, xwe avêtibu tor u bextê Wefayî.
Bejê ez benî, niha çî ji
bo me mehqûle em wî bikin
Baş çîye bila bibî,
dost u neyar bi me heneka nekin
Em herin serşoyê, riyê xwe bo zavatî kûwir kin
Ne hewceye bi dîlan u semawend em bûke derbas kin.
Çend dost u heval bila li
gel me bin
Du kes ji lazimin ku me mar bikin
Paşî, çend perçe eşyayê me bar bikin
Destê me bigrin, bibin me ber bi mal kin.
Li ser daxwazîya Keleş,
çend hevrê u heval, bune arîkarê Keleş. Ewil Keleş birin
serşoyê, paşî ser u riyê wî kûwir kirin, lewante u misk
u embera bi serî wî ve kirin. Bûke ji xemilandin u tev bi hevre
çûne marîgehê. Du şahid jî, hazir bun ji bona marê. Buk u zava
li cîyê xwe runiştin, paşî şahid jî bi cî bun. Marîder
(memure marê) jî hat u dest bi marê krin. Wefayî ji herdu şahidan
yek bu. Keleş bi tene ne hiştibu.
Pîroz be Keleş ev zewac
li te hezar bimbarek
Hez dikim ku te ji xwe re anîbî jin u hevalek
Her êvar hun li malê bin, tu çêkî savarek
Jîyan miştereke, firaqa bişoyî du roj carek.
Eger çêbe ewladek taze,
ku başe lê min ne bawere
Wî çaxî barê te gîrantir dibe, kare te zehmettir dibe
Tu ji, jinikê re bibî bab u ji ewladê xwe re bibî bapîr
Paşî wexta her du bi te bi şewitin, bêjin heyfe ev kalepîr.
Bûk u berbûk u zava u birazava
di gel mêhvan u dost u şahid u hevala, jimarîgehê der ketin
u ber bi mal bun. Hatin nêzîkê malê, lê dîtin ku mal qefilkirîye.
Ma li ber derî pirsîyar kirin ji Kelaş ka gela mifte li kuye
u wê çawa herin jorê rûnin li odê u amade bikin nivînê bûk u zavê.?
Keleş kenîya u gote wan :
Hevalno biborin, welle min
mifte ji bîr kirîye li teksîxanê
Hun li vira rawestin, ez herîm bînim mifteyê derîzanê
Ezê zû vegerim, sebir bikin, heta ku ez werim ji maşînxanê
Emê derî vekin u ji xwe re rûnin demek li ber pencera eywanê.
Bûk li gel mêvana, ma li
ber derî u Keleş bi bez çu maşînxanê ku mifte bîne. Geyîşte
qehwexanê, hemu nas bun, karker û gundîyên li qahwê, piranîya wan
Keleş nas dikirin. Keleş miftê malê li wir ji bîr kiribu.
Paşî mifte jixwedîyê qehwexanê xwest lê hemuyan gotin carek
li dunyayê hetanî tu çayek me venexwî em te ber nadin. Bi vê-nevê,
Keleş runişt u jê re çay anîn, dîsa wekî her car ketin
gotubêjan. Çay li ser çayê hat u sihbet kûr bu, gotubêj geş
bu. Keleş xwe jibîr kir ku îro daweta wî ye u buk li gel mêvana
li ber derî sekinîye, li benda mifteyê derîye.
Ji du saetan zêdetir bûk
u mêvan mane lêvîya Keleş lê pêşnawî ne dihat. Paşî,
Wefayî çu ber bi qehwexanê ka gelo Keleş li ku ma, wî bîne.
Wefayî, dakete jorê dît ku Keleş ketîye sihbet o gengeşîyek
tuj, vî alî wî alî digre u di avêje. Wefayî:
Tu hatibuyî mifte, ne ji
bo miqaşe u gengeşîyê
Gelo te jibîr kir ku îro daweta te ye, dibînî xweşîyê
Rabe zu em herîn, kutahî bîne êdî li vê rureşîyê
Here bigre deste bukê, bi zewicin, bibînin dixweşîyê.
Bele hate bîra Keleş
ku îro dîlana wî bu, u xêlî hatibun ber derî u derî qefil kirî bu
u mifteyê qeflê jî, li xehwexanê bu u ew ji berî du saetan hatibu
ku mifte bibe u derî veke ku bi mêvana re herin jorê runin. Keleş
dewa lêborînê li bûke u mêvana kir u got:
Biborin ez çum u ne hatim,
şermende me gelî hevalan,
Min xwe li wê jibîr kir, we jî hişt li ber dîwaran
Min anî kena hawîdor li me, bi taybetî ya cînaran
Ez hinekî daketibum nava derya xewn u xeyalan
Paşî derî vekirin u
çûne jorê. Mêvan qederek rûniştin, Keleş ji bûke re got:
tu zehmetê mekêşe, rûne, ezê ji mêvana re niha qehweyek nîvşîrîn
çêkim u bînim. Keleş rabu çu qehwe çê kir u anî, li ber mêvanan
danî, mêvana qehwa xwe vexwrin u paşî xatira xwestin kur abin
herîn. Keleş:
Hun diçin ku wiha me dihêlin
bi tenê li mal
Xanî firehe, hun jî dikarin li vira bîmînin îsal
Omrê min derbas bu, êdî ez bume pîr u kal
Jî îro pê de, tenê, dikarim, ji were bibim hemal.
|