|
Gelê
Kurd, ji zilm û zordarîya dewleta Tirk gelek kişand. Ev zilm
û zordarî bê sînor bû. Nê ku tenê alî tadê û heqaretê da, alî mirovatîyê
û ehlaq da jî sinôrê wê tune bu.
Zilma ku salên borî li gundîyan dihat kirin, ji bo wan ji
mirinê bêtir bû. Di wan deman da her gundîyek dixwest were kuştinê,
bese ku ew zilm û zordarîya bêwijdanî li ber çavê jin û zarokên
xwe û ciranên xwe nebînin.
Polês û leşkerên Tirk jî vî zayifbuna gel dizanibun
û bi vî warî tade û exaretên xwe gorî wê zayifbunê eyar dikirin.
Ev tade û zilma gündîyan ji destê dewletê dikişand, heta îro
jî ji teref ronakbîr û nivîskarên Kurd va zêde nehatin rojevê û
nivîsandinê. Ev wek piçuk tên ditin, carcaran wek bi henekî di sohbetên
taybetî da tên ziman. Piştî ken û henakan şunda jî tên
ji bîrkirin.
Yên ku zêde tên rojevê, ew jî işkence û tadêyên heps
û zîndanan û tiştên sîyasînin.
Ji
bo sîyasetê ev tişt muhîmin, gere neyên ji bîr kirin, lê belê
yên ku îro wek mîna henek tên dîtin û em pê kenû henekên xwe dikin,
gere ew jî werin nivîsandin, ku bila zarokên Kurd bizanibin, gelê
Kurd di bin zilm û zordarîyek çawa da derbas buye.
Ji ber wê yekê ev zilma ku ez lê bume şahid, heta ku
tên bîra min ezê binivsînim. Lê nivîsandina min tenê ne bese, ez
dixwazim yên ku di gunda da mezinbunbe û vê zilmê bi çavê xwe dîtine,
bila ew jî binivsînin ku, ew ji romannivîs û çîrokvanên me ra bibin
bingeh.
Dema
ku ew tade û exaretên ku gundiya didit tên bîra min, bi rastî ez
jî dikenim, lê wexta ku mirov tîne ziman, ji gelek teorîyên sîyasî
zêdetir tesîrê li mirova dike, bi taybetî li ser zarokan, zarokên
li dervayî welat dijîn.
Piçuktîya
min di gunda derbas bu. Hatta ku roja min dest bi mektebê kir, kelimeyek
tirkî nizanibum, lê haya min ji kurdayetîya min jî tunebu. Min jî
wek mîna mezinan dizanibu ku ez li Tirkîyê dijîm. Dîsa weki mîna
mezinên gund qasî ku ki
ji cendirmên Tirk ditirsîyam, ji ezraîl neditirsîyam. Ezrail, kingê
ku di gunda yek bimirîya diket bîra me, lê cendirmên Tirk her roj
di bîra me da bun. Ji ber wê yekê jî wexta serê cendirmeyek, yan
jî cemseyek esker ji jêrî gund va xuyabikira, mezin û piçuk, me
hemûyan berê xwe dida çîyê û hatta ku dikaribun, direvîyan. Me sebebê
reva xwe jî nedizanibu. Hemu kesên ku direvîyan yek tiştek
dizanibun, ew jî, kî têketa destê leşkerê Tirk tade û exaret
didît û bîla bê sebep dihat işkencekirin.
Me
di gund da bi zimanê xwe yê zikmakî xeber dida, lê haya me ji qedekirina
wî jî tune bu. Me herderê wek mîna gundê xwe dihesiband, haya me
ji cîyekî din jî nebu.
Çîrok
û kilamên ku li ser Şêx Said, Yado û yên teref deweletê da
hatibun dardakirin û kuştin, me jî guhdarî dikir û di dilê
xwe da li pişta wan jî derdiketin, lê sebebê şerê wan
û dewletê jî zêde fêm nedikir. Şerê navbera wan û dewleta Tirk
da derbas bibu, me wek mîna şerê navbera eşîran fêm dikir.
Ji ber vê terefdarîyê jî hemû mirovên dewletê jî bo me wek dijmin
dihatin hesibandin. Gerçî me xêncî leşker û mamostêyên mektebê
tu mirovek devletê jî nedidit, lê ji bo naskirina dewletê ew tenê
jî ji bo bes bun.
Di
piçuktîya xwe da ez gelek caran rasti zilma dewleta Tirk hatim,
lê ji wan duh hava tu car jî bir nakim. Ya yek, ez hê haft yan jî
heşt salîbum, meha gîha çinînêbu. Ber bi nîvro çawa ku çend
cemseyên eskêri ku ji durva xuyakirin, di nav gunda wek fizilduman
çêbu, bu qêrîn û gazin. Kî ji mala xwê derdiket, bi lez û bêz berê
xwe dida çîyê. Serê xwe dikir ber xwe, li paş xwe mêze nedikir
û hatta jê bihata direvîya.
Çawa
ku em pê hesîyan, wek zarokên gund me jî bi hevra xwe da pê mezînan
û revîyan. Hinekê me bê sol û bi lingê pêxasî, hinekên me jî bi
kiras û derpê... Nav pênc deqeyîda di nav gund da bi navê mêrtîyê
tu kes nema. Gund vala bu. Yên ku revîyan ji xwe ra newal û mixare
kirin mesken, hatta ku cemsê eskerîyê ji gund derketin û berê xwe
dan bajêr. Hinekân çuyina cemseyan jî bawernekirin, bi şevan
li derva man.
Ya
duduyan jî bi salan şunda, carek din cemseyên eskerî bi şevda
avêtibun ser gund, der dora gund girtibun û tu kesek ji gund dur
neketibu. Bi destê sibê hemu gundî, bi jin û zarokan li bin gund,
mer li alîki avê, jin jî li alikî avê hatibun rêzkirin. Li der dora
mêran esker ref biref sekinîbun, tivingên wan di destê wan da û
tilîyên wan jî li ser tetikên tivingên wan bun. Mêr hemû tazî û
rut bun. Berê wan ber bi gund, ber bi jinan bun. Wê rojê hemû mêrên
gund ji sibê hatta êvarê, li ber çavên jin û zarokên xwe bi gelek
qeydeyan zilm û heqaret dîtin.
Li
ser van her du rojan di gunda gelek tişt hatin gotin, li ser
van gotinan gelek mêr û jin ji hev xeyîdîn, gelekan bi hevra qilf
û henekên xwe kirin.
Kingê
ku dewleta Tirk were rojevê, ji bo zilm û zordarîya wê, ew tiştên
ku serê gundîyan da derbas bibu, yek û yek tên ziman. Ez jî di salên
80'î da ketim hepsê, min gelek işkence jî dît. Ew işkenceyên
ku min dît, îro yek o yek nayên bîra min. Lê ew zilma ku li gundîya
dihat kirin, min jî di piçuktîya xwe da dit, ez wê zilmê tu car
ji bîr nakim. Kingê ku hevalekî xwe yê gund bibînim yan jî behsa
gund li ba min were kirin, ew zilma ku gundiyan didît, wek mîna
şerîda filmek ber çavên min da derbas dibe. Ji bo wê jî ez
dixwezim derheqê her duh misalên ku min di jor da bi kurtayî bahs
kir, rojên pêşîya me, bi frehî binivsînim...
25.01.2006
ikramoguz@navkurd.net
|