|
"Huner ne gotinên tiştên rast e
Huner ewe
ku mirov bikaribe tiştên rast çê ke"
Mezinahî
jî ne girêdayî sala ne, ne jî bi piranîyê û dewlemendîyê dibe, jê
ra huner û serkeftin lazim e.
Kurdên bakur ji berê da xwe wek birayê
mezin, yên ku di perçeyen din de dijîn jî wek birayên piçuk didîtin,
îro jî xwe wusa dibînin. Ne ku tenê bi piranîya nifus, her alî da
xwe mezin qebul dikin û bi serê poz li kurdên
din dinihêrin
Di muqayeseyên
xwe da dibêjin kurdên bakur zêde Ewropayî ne...
Gorî parçeyên
din modern in...
Zana û
pêşverû ne...
Gelo ev
pîvanên ku tînin ziman ji bo mezinahîyê bes in?
Bingeha
van pivanên wan çi ne?
Bi raya
min heger pîvana zanabunê, bi zimanê Tirkî zêde xwendin û nivîsandin
be, ev asîmîlasyone.
Modernîzim
jî ne bi lixwekirina kincan û girêdana qirawatê, ne jî bi hemwelatîya
Tirkîyê ya `laîk`dibe.
Ji bo
pêşverûtîyê jî domandina sîyaseta çep tenê ne bes e. Lewra
di hîmê wê sîyasetê da zêdetir ruhê dîkdatorîyê heye.
Gelo ji
bo mezinahîyê, mezinahîya ji bo xilasbuna gelê kurd çi lazim e?
Di şertên
rojhilata navîn û şertê ku kurd tê da dijîn, mezinahî bi çi
awayî mimkun e?
Bawerîya
min ewe ku çawa ji bo mezinahîya mal û malbateki, bi salan mezinbun
şert nebe, ji bo civat û dewletek jî piranîya nifus tenê ne
bese.
Ji bo
wê şertê yek zanayî û huner be.
Ê duduyan
jî jîyanek realist û serkeftin e.
Sekeftina
kurdan jî ancax bi ruhê kurdayetîyê ve mimkun e.
Ew pîvanên
ku kurdên bakur ku ji bo mezinahîya xwe nîşan didín, bi rastî
ew zêdeyî şertên ji durketina kurdayetîyê ne.
Sedem
vê yekê jî kurdên bakur hata îro ji bo kurdên ku di perçeyên
din da dijin, tu tiştekî baş nekirin, bîlakîs gelek caran
dijminatîya wan kirin.
Di salên
70'yî da bi tesîra bayê sosyalîzmê ku li dinê belav dibû, li Bakûrê
Kurdistanê jî gelek partî û hêzen sosyalist hatin damezrandin. Piranîyâ
wan partîyan bi perspektiva enternasyonalîzmê li meseleyên dinê
û rojhilata navîn mêzekirin.
Itifaqên
xwe jî gorî wê polîtîkayê darxistin.
Wê demê,
bi taybetî xwe nêzikî sosyalîstê Tirk, Ereb û Fars dîtin, lê roj
bi roj ji kurdên başur durketin, wan bi paşverutiyê tawanbar
kirin.
Bi salan
xwe pêşverû, kurdên başur jî paşverû nîşan
dan û bi serê poz li daxwazên wanên realist nihêrîn û sîyaseta wan
rexnekirin.
Ew partîyên
ku duh li serê poz li kurdên başur mêzedikirin, piştî
hilweşandina Rusyayê, yek û yek tewişîn û şiura xwe
winda kirin. Hinekên wan bi tesîra dermanên netewîtîyê nav û bernamên
xwe guhartin û bi xwe va hatin, lê ji hinekên wan ra derman jî çare
nekir.
Piranîya
wan îro jî bi vê pîvanê li wan mêze dikin û serkeftina wan a îro
jî, tenê bi şerê Amerîkîyan û Saddam va girêdidin.
Piştî hilkişandina Amerîkîyan, ji îro da teorîyên kaosê,
di sohbetên xweyê taybetî da tînên ziman.
Raste,
rewşa ku îro Kurdên Başur tê da, bê pişgirîya Amerîkîyan
ne mimkun bû. Lê wan wek kurdên bakur bi çavê ideolojîye li her
tiştî nenihêrîn. Wan bi çavê kurdayetîyê li meselên xwe û dinê
mêzekirin. Ji ber wê yekê firsenda ku di salên 90'î da ket destê
wan, baş bikaranîn û îtifaqên xwe gorî sîyasetek realîst darxistin.
Bi saya vê sîyasetê xwe bi salan wek dewlet îdare kirin.
Îro ne
ku tenê li Kurdistanê, li seranserî Iraqê jî xwedî soz û dezge ne.
Ji îro
ve azad û xwedî mafê xwe ne û roj bi roj berbi serxwebûnê diçin.
Li seranserî
dinê wek reberên gelê kurd tên nasîn û rumetek mezin dibînin.
Ji bo
azadi û parastina gelê kurd, di warê dîplomasîyê da jî xebatên
gelek baş dikin û roj bi roj tifaqên nu dardixin.
Ev pêşveçuna
wan ne tenê ji bo kurdên başur, ji bo hemû kurdan nimuneyek
başe û serkeftinek gelek mezin e, bese ku em jî bi çavê
kurdayetîyê li wan û rewşa wan binêrin.
25.11.2005
ikramoguz@navkurd.net
|