Gotinek pêşiya ye, dibêjin „Tucarê têk diçe dest davêje defterên kevn.“
Hinek ronakbîr, siyasetvan û rojnamevanên meyên Kurd jî wek van tucaran
defterên kevn lihevdixin û bi kirinên xwe yên salan berê pesnê xwe didin. Ji bo
vê yekê jî sucdarîya heval û hogirên xwe dikin û hemû xebatên baş li xwe dikin
mal, sebebê xeletîyan jî hevalên xwe nîşan didin.
Siyasetvanek dibê; „Pêncî salê min di vê dozê da derbas bû, min di vî pêncî
salî da tu xeletîyek nekir…“.
Hunermendek dibê; „Min karekî din bikira nuha teqawut bibum, lê disa jî dest ji
hunermendîya xwe bernadim …“.
Ronakbîrek dibê; „Ser min ra mêrxas tune bu, karê ku min dikir tu kesî nekir…“.
Rojnamevanek bersiva wî dide û dibê; „Belê rast e, lê mêrxasîya te bi saya min
bu… „ gotinên wan wusa direj dibin û diçin...
Lê kesek ji cîhê xwe ranabe û nabê bavên min, çima, ji bo çi we karekî din
nekir?
We ev karên xwe ji bo kê kirin û deyndarê we kî ne?
Heger ji van kar û barên we zirarek we hebe, ew jî kemasîya we ye, lewra kesî
bi zorê ev kar neda ser milê we û ji îro şun va jî nade.
Hata nuha kesî ji bo kesî kar nekiriye û nake jî.
***
Ev tiştên ku di navbera ronakbîr û sîyasetvanên kurdan da tê munaqeşekirin,
henekek a ku min salan berê bi hevalekî xwe ra kiribu anî bîra. Henek bi
kurtayî wuha bu. Rojekî ez û hevalekî
xwe li cîyekî runiştibun û me li ser derd û kulên xwe sohbet dikir. Hevalê min
gilî gazinên xwe ji kurdîtîya xwe û ji hemû kurda dikir û hinek pirs li serhev
rêzdikir. Digo, „Ev rewşa me yê çawa be? Hata kingê emê di bin lingan da
bipelixin? Em bawerîya xwe bi kê tînin, ew puç derdikevin? Dawîya me yê çawa
be?
Min jî hinek henekên xwe pê kir û jê ra got „Hevalê delal min duh xewnek
dîtibu, heger tu dixwazî ez xewna xwe ji te ra bêjim. Tuyê di wir da bersiva
van pirsên xwe jî bibînî.“
Li ser van gotinên min reng û rûyê wî guherî, bala wî sivik bû û got; „ De min
neteqîne û zu xewna xwe bêje.“
„Di xewnê da xwedê quwetek dabu min, ne gule, ne top û tivink ne jî bombe li
min tesir dikr. Ez ji serîkî Tirkîyê da ketim, di serê din da derketim. Min
hemû leşker û polêsên Tirk qir kir û berê xwe da Enqerê. Li wir berê çum
parlamentoya wan, hemû parlamenter, wezîr û serokwezîr jî kusst û pişt ra
derketim Koşka Çanqaya yê. Min koşk ji kir bin destê xwe. Li wir min gazî hemû
ajans û rojnamevanan kir û damezrandina dewletek nu li dinyayê îlan kir. Bi bayê sêrê hinek heval û hogirên xwe jî anî
ba xwe û li wir hukumetek nu avakir...“
Min hê gotinên xwe teva nekiri bu, hevalê min pirsa min birî û got; „Ez di
zanim te felenkaes jî kir serokkomar, ne wusa ye?“
Li ser gotina wî ya dawîyê min dest ji xewna xwe, xewna ku hê nehatibu dîtin,
berda û bersiva wî da. „Çima ez dîn im, bi serê xwe tenê dewleta Tirk hilweşînim
û dewletek nu avabikim, paşê jî rabim mirovekî din bînim bi destê xwe bikim
serokkomar, çima bi min çi hatîyê?“
Hevalê min li min nihêrî û gotina xwe ya dawîyê şunda girt û got; „Rast e,
heger dewlet te avakiribe, serokkomarî jî heqê te ye…“
Hinekên bêjin, ev xewn ji ku derket, xilasbuna me li benda xewna ma. Na,
bîlakîs em îro wek duh ne bendestî ne, hinek alîyên me hê bindest bin jî alîyek
me azad e û em jî bi vê serkeftinê va dilşa ne.
Lê dema ku dor were muhasebeyê, mirov dikare bêje, li Kurdistana bakur jî gelek
gavên balkêş hatin avêtin. Di gelek xalan da em bun xwedî maf û me realita xwe
da qebulkirin. Lê dîsa jî ji bo serkeftina me tenê ne bes e. Ji ber wê yekê jî
kes bi serê xwe tenê nikare bêje „ez serketi me û gel jî deyndarê min e.“
Kî çi kiribe, serî da ji bo xwe, pişt ra jî ji bo heval û hogirên xwe û welatê
xwe kirîye.
Bi hezaran di vê rêda can û malên xwe dan. Bi hezaran kes ji zar û zêçen xwe,
ji axa bav û kalên xwe durketin, hepsû zîndanan da man, ezîyet û tade dîtin.
Tu kesî ji bo kesî van derd û êş nekişandin. Şirîgtîya eş û
derdên me jî ji proplemên me yên netewî tên.
Ji ber wê yekê sekinandina li ser defterên berê birînên me derman nake, bîlakîs birînên me kur dike û me ji hev
durdixe
Dermanê wî çî ye?
Gor raya min ne zehmet e, gelek jî hêsan e. Bes e ku em li jiyana xwe binêrin û
heger hebe xeletîyên xwe bibînin û ji wan dersan derînin. Wê deme em dikarin bi
hevra bimeşin û gavek pêşda jî bavên.
Ji ber vê yekê ya giring xebatên bi salan nîne, dawî ye. Heger di dawîyê da
serkeftin hebe, kes xeletîyan nabîne, xebata bê serkeftin puç û vala nebe jî lê
kes li wî nanêre…
1’ê Îlonê 2006
ikramoguz@navkurd.net
|