Gava ku qala tirsê tê kirin, piçuktîya min tê bîra min...
Ez di piçuktîya xwe da ji gelek tiştan ditirsîyam.
Zêde ji cin û perîyan, lewra hemu mezinên me, bi hebuna wan me didan tirsandinê...
Xêncî cin û perîyan ez ji tarîtîyê û ji kuçikan jî gelek ditirsîyam...
Ez îro ji cin û pêrîyan natirsim, lê hê jî ji tarîtîyê û ji kuçikan ditirsim...
Mirov çiqas mezin dibe bila bibe, ji hinek tirsên xwe xilas nabe...
Lewra tirs û xof tiştekî mirovîye.
Mirov bê tirs nabe.
Tirs jî, wek fikr û raman, wek nan û av, perçeyek ji jîyana mirovan e...
Lê tirsa zêde carcaran mirovan ji mirovatîyê derdixe, nêzîkî mirinê dike...
Gelo tirsa mirovan tenê mirin e!
Bi raya min mirin, ji wan tenê yek e.
Çawa ku jiyan û bawerî û rewşa mirovan ne yek in, tirs û xofê wan jî cuda cuda ne...
Mesela li Tirkîyê;
Hukumet ji generalan, general ji poşîyên serê jinan ditirsin...
Sivîl ji çekdaran, çekdar jî ji sîya xwe...
Hemu Tirk ji parçebuna welatû ji cîranên xwe...
Kemalîst ji hatina şerîatê...
Oldar, ji putên Atatürk...
Mirovên çep jî, ji heps û zîndanan ditirsin...
Hemu Kurd ji dagirkerên Tirk, Faris û Ereb ditirsin...
Sîyasetmedar ji Serok!..
Jin ji mêrên xwe, mêr jî ji axa û began...
Zarok ji miruzên dê û bavên xwe ditirsin...
Gundî ji xelayê, ji bager û tîpîyê, ji av û lehîyê ditirsin.
Bajêrî ji birçîbun û jî xizanîyê...
Feqîr ji dewlemendan, karker ji patronan...
Hemû zindî ji mirinê ditirsin...
Mirov dikare vê yekê bi hezaran dirêj ke.
Lê belê tirsa zêde ne zindîya ji mirinê xilas dike, ne jî mazluman ji zaliman...
Tirs, pirî caran tirsê diwelidîne...
Mirinê nêzîk dike.
Gelo mirov çawa dikare xwe ji van tirs û xofên xwe xwe biparêze...
Cesarat tenê bes e!
Yan ji rev mirovan ji tirs û xofê xwe çiqwas dur dixe...
Tiştê kû mirovan ji heywanan vediqetîne yek jî ewe ku, mirov gor zindîyên din tehlîkeyên li pêşîya xwe ji berê da texmîn dike, an jî dibhîze û gorî wê dikare xwe ji wan tehlukeyan biparêze...
Bi fikr û ramanên xwe tedbîra xwe digre û bi aqil û cesareta xwe diçe ser tirsên xwe...
Lê mirovên bê fikr û raman, çiqwas xwedî cesaret be jî, wek hinek heywanan tehlukeyên li pêşîya xwe nabine û nikare xwe ji wan biparêze.
Çiqas gavê xwe şunda bavê, tirs û xofa wî jî ewqas zêde dibe...
Dermanê tirsê cesareta bi aqil va girêdayî û gavên bi zanayî ye...
Ev ji bi nasîna jîyanê û bi tecrubeyên dîrokî va mimkun e...
Yên ku ji van dur in û rojane difikirin, dibin hêsîrên tirsên xwe...
Bi tirs û xof, bi derd û kul, bi kîn û nefrêt û bi jin û zarok, bi têr û birçîtî, bi şîn û girî, bi şer û aşitî, bi dîl û azadî û bi kêf û eşq jîyan dibe jîyan...
Bese ku mirov bi fikr û raman li jîyanê binêre...
05.04.2008
ikramoguz@navkurd.net
|