Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan çed roj berê di axaftinek xwe da dibe; „ Di welatê min da Kurd dibin hertişt. Dibin wezîr, serokwezîr û serokkomar. Êdî ew çi dixwaz in?“
Bi rastî ev gotinên Erdogan ne xelet in, lê gotinên gelek erzan û kevn in.
Erdogan, van gotinan ji bav û bapîrên xwe gelek caran bihîstîye û wan carek din dubare dike.
Rast e, ji destpêka Komara Tirk hatta îro gelek kesên esilkurd bun wezîr. Di hukumeta Erdoganî da jî çend wezîrên esilkurd hene. Ji wan yek wezîrê perwerdeyê Huseyîn Çelik, yek jî wezîrê Cotemenî yê Mehdî Eker e.
Huseyin Celik ji Wanê, Mehdi Eker jî ji Amedê ye.
Salên derbasbuyî da jî hinek mirovên esilkurd di hukumetên Tirk da wezîrtî kirin. Ji wan yek jî Şerefettin Elçi bu. Lê wezîrtîya Elçi wek îstisnaye ku, wî di dema wezîrtîya xwe da jî kurdîtîya xwe înkar nekir. Lê belê ji bilî vê yekê jî piştî danzdêh îlonê gelek zilm û zordarîya dewletê kişand.
Heger em Turgut Özal û Ismet Inönü (Ismetê Kerr) kurd bihesibînin, ji bo serokwezîrtî û serokkomartîya mirovên esilkurd ji gotinên Erdogan di cîyê xwe dane.
Lê belê mesela kurdan wezîrtî û serokwezîrtî nîne, meseleyek netewî ye.
Mimkune ku koka Inönü Kurd be, lê di bin seroktiya wî da xwîna kurdan wek lehîyê diherikî.
Navên wan Tirkên serê çîyan bun.
Salên nodî da Hikmet Çetin cîgirê serokwezîr bu. Bajarê ku lê hatibu dinê, Licê, ji teref dewletê va hat şewitandin. Di nav cîh û warên hatibun şewitandin da mala bavê wî jî hebu, lê Hikmet Çetin ji tirsa dewletê nêzîkî bajarê xwe nebu.
Iro jî serokwzîrê perwerdeyê kurd e û zimanê wî yê zikmakî jî kurdî ye, lê ew di mala xwe da, bi jin û zarokên xwe ra jî nikare kurdî xeberde.
Ev rewşek anormal e û tenê li Tirkîyê tê dîtin.
Bersiva vê yekê jî di bingeha Komara Tirk da ye.
Di bingeha wê da tê gotin, „mirovên ku nav sînorên Tirkîyê da dijîn Tirk in û Tirkîye welatên Tirkan e“.
Ji ber vê yekê, kî ku koka xwe bide alîkî û xwe Tirk bihesibîne, hemû derîyên dewleta Tirk ji wan ra vedibe û wek gotinên Erdogan, ew dikarin bibin hertişt.
Lê Erdogan jî dizane ku daxwaza gelê kurd daxwazîyek şexsî nîne û daxwazek netewîye.
Ev daxwaz jî bi wzîrtî û serokwezîrtîya mirovên esilkurd nayên cîh û mesela kurd jî bi vî awayî çareser nabe.
Ji bo çareserîyê, gelê kurd bi salane daxwazê xwe tîne ziman. Ji bo vê yekê nimuneyek hevbeş jî he ye. Ew nimune jî Kurdistana Başur e.
Kurdên Bakur jî wek Kurdên Başur kingê li ser axa xwe, bi nav û nasnameyên xwe bijîn û bibin serok û serokwezir, ancax wê demê gotinên Erdogan pere dike. Lê di rewşa îroyîn da ev gotinên wî gotinên erzan û badilhewa ne...
19.01.2008
ikramoguz@navkurd.net
|