|
Di
cîvatekî da şêrtên pirrengî û pirdengtîyê tune bin, mirov dikare
bi hêsanî daxwaza civatek piralî bike. Lê kingê ku ew şert
çêbun, daxwazên hinekan jî tên guhartin. Ew pirdengtî û pirrengtîyê
wek Silêman Demirel ji bo xwe tenê dixwazin.
Salên borî, xebatên ji bo kurdayetîyê qedexe bûn û ew xebat
dizî dihatin kirin. Dewletê, kar û barên eşkere jî bi yê dizîva
girêdida û bi vî awayî pêşî li wan digirt.
Xebatên kuçapemenîyê da dihatin kirin, ew jî wusa bun. Ev
kar ciqwas ticarî ba jî tu kesî qezencek jê nedidit. Yê ku gavek
bavita, berê dezgehê wî tarûmar dibu û heps û zîndan dibun para
wî. Ji ber vê yekê tu dewlemendek kurd xebatek wusa ne dikir, ne
jî tiştek wusa difikirî. Mirovên welatparêz û be sermaye jî
nikaribun bi serê xwe tenê dezgehên wusa avabikin, yên ku avabun,
ew jî dur û dirêj nemeşîyan.
Sedem vê yekê ev kar û barên çapemenîyê jî li ser milê hêzên
sîyasî man. Bi rastî dema ku mirov ji îro va paş xwe binihêre,
dikare bêje ku xebatên hêzên sîyasî, yên herî baş jî ev bun.
Bi saya wan xebatan gelek kitêb, kovar û rojname derketin. Gelek
kes bi saya wan hîni xwendin û nivîsandina kurdî bu. Tu kes vî rastîyê
îro jî ji bîr nake. Lê tiştek din jî heye ku gere mirov îro
wî jî bi hêsanî bîne ziman.
Nav deh salên dawî da pêşveçuna teknolojîyê, li seranserê
dinyayê bu sebebê guhartinên gelek gring. Ji tesîra wê gelek tişt
ji binîva hatin guhartin. Sistemên ku gorî vê şoreşê xwe
ji nu va reorganize kirin û dikin, roj bi roj pêşta diçin.
Piranîya yên din ser û bin bûn, yên ku hê mane jî şaş
û metal li der dora xwe dinihêrin û nizanin li kîjan alî biçin.
Lê dîsa jî wek tarîqatên oli, xênci reyâ xwe ne rêyek rast,
ne jî xêncî xwe kesî li ser pozê xwe dibînin.
Tiştên ku salên borî da ji ber şert û şurtên
civakî ketibu tekel a wan, îro ne dixwazin bi kesî ra parva bikin
ne jî bi xwe tînin cîh. Lê jîyan gorî daxwaza kesî nameşe.
Karên ku duh bê sermaye û bê quweta mirovan nedihatin kirin, iro
bi saya teknolojîyê bi hêsanî tên kirin. Duh kesî nikarîbu kovarek,
an jî rojnamyek hefteyî derxista, îro mirovek bi serê xwe tenê dikare
televizyonekî ava bike. Ev jî, gere ji bo kesî ne zirar be. Bîlakîs
ji bo yên ku duh civatek pirrengî û pirdengi dixwastin, gere şabunek
mezin be.
Lê realîta me kurdan ne wusaye. Tên dîtin ku, yên duh civatek
pirrali dixwastin iro gorî wan daxwazên xwe nameşin.
Ji nêrînên wanên îroyîn da tê xuyakirin ku wan duh jî ji
pirdengtîyê, tenê dengê şêxê xwe yên modern fêm kirin e. Irô
jî xêncî dengê şêxên xwe, ne dixwazin dengeki din bibihîsin,
ne jî tahamulî denkeki din dikin. Gotina şêxên wan çi be, ji
bo wan rastî ew e û gorî wan gere her kes jî wê rastîyê qebul kin.
Ji pirrengîyê jî ew duh rengan fêm dikin. Tiştek yan
reş e, yan jî spi ye. Mirovek yan baş yan xesîs e. Yanê
yên, wek mîna wan difikirin û ji şêxên modern ra mirudtîyê
dikin. Ew, ronakbir, rewşenbir, nivîskar, dîndar, welatparez,
sosyalist, komunist, humanîst û hertiştin.
Yên din ji ew in ku bê şex û bê tarîqat, bi serê xwe
dimeşin. Ew jî gorî wan, westyayi ne, tirsonek in, cahil in,
karyerist in, kapitalist û makyavelist in.
Nivîsandin û xwendina bi zimanê kurdî duh ji teref deweleta
Tirk va dihat qedexekirin. Lê îro dibînim ku hinek mirud jî karê
çapemenîyê di tekela xwe da dibînin û naxwazin xêncî wan û duri
tarîqatê wan kes bi kurdî jî binivîsîne.
Gelo
xebatên mirovên serbixwe û mirovên ji "tarîqatên modern" durdikevin,
çima zora mirudan diçin.
Ez bixwe ji mirudîtîya wan û tarîqatên wan ra tiştek
nabêjim, ew mirudîtîyê rast dibînin û wisa jîyana xwe didomînin,
ev problema wan e.
Lê gere ew jî bizanibin ku tu kes jî mecbur nîne ku wek wan
bifikire û bi tarîqatên wan ra bimeşe...
25ê Sibatê 2006
ikramoguz@navkurd.net
|