Hemu kes dikarin şivantiyê bikin, le nikarin bibin serşivan. Ji bo serşivantîyê huner û cesaret lazim e.
Ji bo şivantîya pez û dewarên gund kes li serşivanan nagere. Li wir sînorê şivantîyê derdorê gund e. Cîyê çêrandin û şevîna pez û dewarên gund ji serîda tên zanînê û tehlîkeyên hebin, ew jî ji pêş da tên texmîn kirin.
Serşivantî, ji bo pez û dewarên celep, pez û dewarên kû bi mehan li serê çîyan dimînin û bi şev û roj di bin tehlîkeya gur û hirçan da, diz û çilpizan da dijîn, lazim in. Ew jî kêmasî bi alîkarîyan duh hev kesan va, ku ji wan ra dawacu dibêjin, mimkun e.
Dawacu, berpirsîyarên serşivan in, gorî şert û şurtê serşivan bi rê ve diçin, gorî hunerê wî karê xwe dikin. Muamela ku dawaco ji serşivan dibînin, wê yek û yek li ser pez û dewar dicêribînin.
Her şivanek nikare gorî dilê xwe serşivantîyê bike. Ji bo serşivantîyê ajotin û xwedîkirina pezû dewar tenê ne bese, gelek şertên din jî hene. Jê ra huner û cesaret jî lazim e.
Gor tarîfên celepçîyan, serşivanê herî baş ewe ku navbera zevî û mergan da, di sînorê gund û bajêran da pez û dewarên xwe bê qeza û bê bela derbas dike, tu zerarê nade wan.
Serşivanê baş ewe ku, piştî xoyêdanê pez û dewarê xwe dikare tî bibe ber çem û tî şunda bîne.
Serşivanê baş ewe ku, bi zimanê pezê xwe diaxife û gori hunerê xwe wan idare dike û wan ji gur u hurçan, ji diz û çilpizan diparêze.
Ev tişt jî ne bi darê zorê, ne jî bi hêrs û qêrandinê dibe. Tilsima vî karî, huner e, hunerê şivan e.
Ew huner carcaran fîtikek baş e, carcaran jî dengê bilura bi hostayi ye.
Dengê bilura şivan ya bi hostayî aqil û hiş ji serê pez dertine, wan gêj dike û li dora şivan dicivîne.
***
Têkilîyek wusa di nav civatên hemdem û modern da nayên dîtin. Ne dengê bilura bi hostayî, ne jî cesareta xam bese. Ji bo rêvebirîya civatê, zanîn û xebatek durist jî lazim e. Ev du tişt ku bi mirov ra tune be, mirov ne dikare xwe ne jî dikare civatê idare bike.
Gelo rewşa civatên şundemayî jî wusa nin?
Ji bo iderekirina wan huner û zanîn, yan fîtik û dar lazim e?
Bi rastî wexta ku mirov li der dora xwe dinihêre, dikare bi hêsanî bêje ku ji bo civatên şundemayî ne huner û zanîn ne jî dengê bilura bi hostayî hewce ye.
Destê kê da darê hesin, devê kê da fitikek tuj he be, ew gorî kefa dilê xwe mirovan ji pez û dewar hêsantir idare dike û li der dora xwe dibe û tîne.
Ji ber wê yekê ye ku kemasîyên di nav gelê bindest û yên şundamayin da hene, tesaduf nînin. Ew çiqwas bi darê zorê bi rê ve biçin jî, nikarin qedera xwe ya bêyom biguherînin.
Ji bo guhartinê, rêvebirtîya bi aqilê gihiştî û metodên zanyariyê lazim in.
Ew jî li bam e nînin...
17 ê Adarê 2007
ikramoguz@navkurd.net
|