Pîremêrên Kurd roja 15 Berçile, li bajarê Almanya –Stuttgart di salona „Bürgerhaus- Rot“ da şevek çandi sazkirin. Navê şevê û programa şevê jî wek navê organîzasyonê taybetî bu. „Bi Şivan re Şeva Stranên Kurdî“ şevek wek bi xwarin û vexwerinê hatibu amadekirin.
Qasî 200 kes hatibun dawetkirin û ewqas jî beşdarî şevê bun. Saat şeşê evarê hemû mêvan bi vewxwerinek qinotî hatin pêşwazîkirin. Pişt re hemû beşdarvanan di salonê da cîhê xwe girtin û di navbera xwe da dest bi sohbetê kirin. Saet 19.30 da xwerin û vexwerin hat belavkirin. Wî alî da Hozan Gelê Kurd Şivan Perwer û gruba xwe jî hazirîya xwe kirin.

Piştî xwerinê li ser navê Pîremêrên Kurd Ramazan Altintas, bi kurtayî axaftinek kir. Altintas di axaftina xwe da Pîremêrên Kurd da nasîn û ji bo armanca Şevê wuha got;
„Hevalên hêja, xwîşk û birayên delal, mêvanên ezîz, em nuha jî dixwazin ji wer e bêjin em kîn e, yên ku va şeva amade kirin? Yan jî weke Şivan Perwer di straneke xwe de, ya ku ji helbesta Helbestvanê Kurd yê bi nav û deng, Cigerxwînê nemir girtîye û dibêje: Kîne em?
Erê kîne em?
Em çend heval û hogirên Kurd, yên welat parêz in. Em dawîya her heftê yan jî dawîya du hefteyan carekê tên cem hev, bi hev re diçin xweringehekê, him xwerina xwe dixwin û him jî bi hev re dikevin sohbetê, sohbeta li ser rewşa welat û gelê xwe.
Hevalên hêja, em bi tu rêxistin, partî, sazî yan jî komelekê ve ne girêdayîne. Em bi serê xwe ne, bi dilê xwe ne. Lê belê em ji bo welatê xwe û jo bo gelê xwe ne“ got û wuha gazî Sivan Perwer kir;
„Em dibêjin: Were, were bi stranên xwe, bi deng û awazên xwe, bi hesreta dil û evîna xwe, me ji kolanên Awrûpa bigre û bibe Kurdistanê, welatê bindest, warê bav û kalan, çîyayê sîpan û xelatê. Bibe cem Sîyabend û Xecê, Cizîra Botan, ba Mem û Zînê. Siwarbe li hespê bozê rewan, xwe berde deşta Herranê û Sirûcê. Berê xwe bide koyê Dêrsim û Çîyayê Agirî, ji wê derê me bibe Mahabad, qada çar çira, deşta Silêmanî û warê Barzan, Qamişlo û çiyayê Kurd. Me bigerîne li Serhedê li warê dengbêjan.
Were, were bi deng û stranên xwe me bigre bibe welatê me, Kurdistan”
Piştî axaftinêkek Ramazan Şivan Perwer derket ser dîkê û dest bi stranan kir.
Wek min di destpêkê da jî gotibu, ev şev şevek gelek taybetî bu.
Dîmenek ji Şevê
Taybetîya wî ew bu ku, di salonê da tu zarokek tune bu. Hemû mêvan bi hevalên xwe va beşdarbibun. Şevek bi sînor bû, ku ew jî beşdarvanên şevê ji berê da hatibun kifşkirin. Ya herî taybetî jî ew bu ku, ne sloganek ne jî axaftinek dur û dirêj, lê ji destpêkê hatâ dawîya şevê, tenê xwarin, vexwarin û bi awazên Şivan, stranên kurdî hebun.
Dawîya Şevê
Hemû beşdarvanan bi çepikên xwe kêfxweşîyên xwe ji Şivan ra anîn ziman. Şivan jî bi stranên xwe , wek gotinên kek Ramazan, bi çend saeta be jî, me bir li welatê bav û kalan gerand.
Carek din dibêjim, bila dengê te sax be Şivan!..
16.12.2007
ikramoguz@navkurd.net
|