Şeş-TV yekê Çile da dest bi weşana kurdî dike. Şeş-TV kanalek dewletê ye û di bin sazîya TRTê da kar dike. Tê ragihandin ku wek kanalên dewletên yên din, Şeş –TV da jî nuçe, film, muzîk, bernameyên magazin û hwd. tên weşandin. Ji kanalên din yek ferqa wê heye, ew jî Şeş-TV van hemu bernameyan bi zimanê kurdî, bi zaravên kurmancî û zazakî pêşkêş dike.
TRT, ji bo weşana bi zimanê kurdi hata nuha bi şeş kesan ra mukavele çêkirî ye. Ji wan yek rojnamevan û nivîskarê kurd Muhsin Kizilkaya, yek jî hunermenda kurd Nîlufer Akbal e. Heger rast be Muhsin Kizilkaya bernameyek edebi, Nilüfer Akbal jî bernameyek çandî û hunerî amade dike.
Ez van her dûh kesan jî bi nêzîk va nasdikim. Ez bawerim di qanalê dewletê da be jî, ewê bi ruhek kurdewarî ji bo ziman û çanda kurdî xizmetek balkêş bikin.
Dîsa tê gotinê ku Şeş –TV bi konserek Ciwan Haco dest bi weşana xwe dike û têkilîyên rêvebirên TV bi hozanê kurd Şivan Perwer ra jî hene.
Her duh hunermend jî van gotinan serrast dikin û weşana televîzyona bi zmanê kurdi gavek balkêş dibînin .
Li hinek kesan xweş neyê jî, ya rast jî ev e.
Rast e Şeş-TV kanalek dewletê ye û ewê gor şert û şurtên dewletê weşana xwe bike. Lê zimanê wî kurdîye û divê ji alî kesên ku kurdi dizanin bê meşandin.
Yên ku kurdî dizanin kî nin?
Kurd in.
Çima Kurd di vê projeyê da cîh negrin?
Hêzek kurd he ye ku di nav daxwazê wî da waşana bi zimanê kurdî tune be.
Kîjan ronakbîrê kurd naxwaze televîzyonek bi zimanê kurdî weşanê bike.
Hata îro hemû hêz û ronakbîrên kurd vê daxwazê ji dewletê dixastin û hata ku ji wan bihata, ji bo vê yekê dengê xwe bilindikirin.
Îro dewlet vê gavê davê, lê hinek kes bi navê kurdan dijî vê gavê derdikevin û yên ku di vê projeyê da cîh digrin, wan wek mirovên dewletê dihesibînin û bi zimanek nexwaş wan şermezar dikin.
Ji bo çii?
Şeş-TV kanalek dewletê ye...
Madem hun naxwazin hozanê gelê kurd Şivan Perwer di televîzyona dewletê da klam û stranên kurdî bêje, ew televîzyonên ku xwe sedî sed kurd dihesibînin û derê xwe ji Şivan û hozanên wek Şiivan ra hata dawîyê girtine, ji wan ra çima tiştek nabêjin.
Yan jî ew ên dijî Şeş-TV derdikevin, ne ku zar û zêçên wan, ew bi xwe jî ji sibê hata êvarê TRT’ê û kanalên tirkî temaşe nakin.
Gelo ew nivîskar û ronakbîrê giregirên dijî vê yekê derdikevin, di malên xwe da, bi dost û hevalên xwe ra bi kîjan zimanî diaxifin, nivîsên xwe bi kîjan zimanî dinivsînin.?
Bi rastî heger ronakbîrek Tirk, ji dewletê ra bêje cîhê ku Ibrahîm Tatlises û Mahsun Kirmizigul sekinîye, hun çima Şivan dikin bela serê me, tê fêmkirin, lê kurdek di televîzyona dewletê da dijî cîhgirtina kurdên welatparêz derkeve, nayê îzahkirin.
Ew nîyeta wan heger dijwartîya zimanê kurdî nebe, hesudî ye...
Hesudî jî serîda zirarê dide wan.
Çend sal berê di kanala TRT-Gap da weşana bi zimanê kurdi destpêkiribu.
Bername, heftê da nîv saet bu û di nîvê şevda dihat pêşkêşkirin. Naveroka wê jî ji kurd û kurdayetîyê dur bu.
Ji bo vê weşanê rojnamevanek li Amedê nêrînên kurda dipirse ku kurd weşana TRT-Gap’ê çawa dibînin...
Hinek kes ji kêmasîya weşanê gilî û gazinên xwe dikin. Hinek kes dema weşanê dereng dibînin. Hinek kesjî naveroka wê xirab dibînin û dibên, „dewlet bi zimanê me, li me heqaretê dike“.
Lê di nav wan de ruspîyek kurd gazî rojnamevan dike û wuha dibêje; „Kurê min, ne kemasîya weşanê, ne weşana wî ya nîvê şevê, ne jî naveroka wî tucarî min eleqeder nake. Tişta ku min eleqeder dike eve: Ev dewleta ku hata duh me wek ‚Tirkên Çîyayî‘ binav dikir û hebuna me û zimanê me înkar dikir, îro bi zimanê me dest bi weşana televîzyonê kirîye. Ji serê bernamê hata dawîya wî ji me ra bide xebera jî xem nîne“.
Ez jî wek ruspîyê Amedî difikirim.
Ji bo min ya herî girîng ewe ku di televîzyona dewletê da destpêkirina weşana bi zimanê kurdî ye.
Yên ku naveroka Şeş-TV ji nuha da xirab û xelet dibînin, bila werin ba hev û kanalek taybeti avabikin û kurdan ji televîzyona dewletê dur bixînin.
Ji bo vê yêkê tu astengeg jî nîne...
Bi raya min Kurdistan-TV, Roj-TV, Zagros û yên din çiqwas televîzyonên kurdî bin, heger Şeş-TV di rojê da 12 saeta bin zimanê kurdî weşanê bike, ewê jî ewqas kanalek kurdî be.
Çiqwas kurd li kîjan kanalê kurdî temaşe dikin, ewê ji yekê Çile şunda kifş bibe...
21.12.2008
ikramoguz@navkurd.net
|