|
"Ji şertê mêranîyê nod û neh rev e, ya yek jî cesaret
e."
Deme ku qala fîrarêk bihata kirin, yan jî çirokvanekî li
ser mêranîyê çirokek bigota, ev hevok bila bê îstisna serî da dihat
gotin. Ji ber vê, ev hevok di guhê me hemuyan da cîh girtibu û tu
carî ji bîra me zarokan dernediket.
Me ev pêşgotin wek mîna guhar bi guhê xwe da zeliqandibu
û tu car ji bîr nedikir. Ji ber ku rev, qedera me hemuyan bu. Di
zaroktîya me da jî ew perçeyek ji jiyana me bu. Me di heftsalîya
xwe da ji ber zilm a mifrezên dewletê berê xwe dida çîyê. Hinekên
me ser kevir û daran de bi lingen pêxas dibezîyan. Lingên meyên
pêxas, diqelişîn û xwîn jê dihatin. Agir bi canê me diket.
Lê belê me teselîya xwe bi mêranîya xwe dianî û ji xwe ji xwe ra
digot; "em mêr in ku direvin."
Ev ji me ra dibu sebebê bîrkirina eş û tirsa me.
Rojek ji rojan disa di gund da min bi hevalên xwe ra dilîst.
Xêncî lîstikê tu tiştek bala me nedikişand. Lê me nişkêva
qêrînek bihîst. Deng, dengê apê min bu. Li alîki direvîya, alîyê
din jî ji gundî ya ra digot; "Brevin".
Berê xwe dabû çîyê, heta ku jê dihat bi lez û bez direvîya.
Kê dengê wî dibihîst, dida pê wî û wek mîna ba terka gund dikir.
Di demek kurt de hemû mêr û zarokên gund ji nav gund winda bûn.
Di nav mêrg û zevîyan da xwe winda kirin. Ji wan hinekan derdiketin
ser lodekî giha, gurzên ser bilind dikirin û xwe di nav lodê de
dadixistin xarê. Di nav gurzên gîha da bi bîhnçikyayî berxwedana
xwe didan. Piranîya wan jî difikirîn ku ji gund çiqwas durkevin
ewê xwe ewqas biparêzin.
Ez jî bi hinek hevalên xwe ve pê çend mirovên mezin ketibum
û direvîyam. Lê em ne ber bi çîyê, ber bi Kevrê Gewr diçûn. Kewrê
Gewr, navbera gundê me û Qerekilîsê da bû. Nav mêrg û zevîyan da
topek ji kevirê siq pêk hatibu. Di nav wan keviran da mixareyek
gelek mezin hebu. Li ser wê mixarê min di piçuktîya xwe da gelek
çîrok guhdarî kirbu, çîrokên bi tirs û bi xof. Ne ku zarokek, mêrên
mezin jî cesaret nedikirin ku tenê bi serê xwe ber mixarê ra derbasbin.
Lê ew roja ku em direvîyan, mixara Kevirê Gewr bibu stara me hemuyan.
Loma yên ku li pêşîya me direvîyan, niyeta wan ew bû ku biçin
xwe li wir de, mixara Kevirê Gewr da bi cîh bin.
Dema ku em navbera Çirikên re derbas bun, Çirik navê mêrga
Moro bû. Xalê Moro mirovek 80 salî bu û bejna wî nêzika duh mêtro
bu. Wî wê rojê jî ji dinyayê bê xeber kincekî xwe li ser hêşînayîyê
raxistibû, li ser wê limêja nîvro dikir. Li pêşîya wî jî qutîya
wî ya titunê ji tîrêja tavê dibiriqî. Kapaxa qutîya xwe vekiribû,
qutî danîbû ber tavê ku bila tituna wî ziha be. Ê ku li pêşîya
me direvîyan, ji wan yekî lingê xwe li qutîya titunê xist û titun
li alikî, qutî jî li alikî çu. Ser Xalê Moro da qêrîya û bi dengeki
bilind ji Xalê Moro got; "Limêjê berde, bireve. Mifreze der dora gund girt. Ji wan ne Xwedê ne jî Pêxember
te xilas dike."
Ser wê gotinê Xalê Moro jî limeja xwe di nivî de berda û
li pê me ket.
Em bi wê lez û bezê nav nîv saetekî de gihîştin serê
Kevirê Gewr. Ji kevira buhustek erd tune bu û ku me lingê xwe bavêta.
Ji bo vê yekê hemû kesên ku li wir wek mîna baleta, hemû hunerên
xwe tovî serhev dikirin û piştra gavên xwe davêtin ku bila
nekevin û cîyekî wan neşkê.
Di nav me da kurapek min jî hebû. Salê wî ji min mezintir
bû, lê alî bejnê de wek qasî min bû. Ew wekta ku hatina mifrezê
dibihîse, ji cîyê xwe radibe û dest davêje solen xwe. Lê sola xwe
ya yek nabîne. Ji tirsê lê nagere û bi lingek pêxasî bi rê dikeve.
Dema ku me li ser keviran de banz dida, di lingê me da sol hebûn,
zedê em nediêşîyan. Lê lingekî wî pêxas bû. Bi lingê pêxas
wek mîna cambazên ku li ser bend banzdidan, gavê xwe davêt. Heta
kû me xwe gîhand mixarê, binê lingê wî yê pêxas qelişîbûn û
xwîna ku jê hatibû ser cermê wî da ziha bibû.
Mirovên mezin ê ku cigarê dikişandin, dest avêtin cêvê
xwe qutîya titunên xwe ji cêvên xwe derxistin. Hê devê qutîyên xwe
venekiribun, dengek bi hêrs ji Xalê Moro derket, hemû kes berê xwe
dan wî û bi çavên meraq li hêvîya gotinên wî sekinîn.
Xalê Moro cigarekêşekî binav û deng bû, lê li wir dest
navêt cixara xwe, lewra qutîya tituna wî li cîyê ku limêj nîvîda
berda, ma bû, ne jî hişt kesek din bikşîne. Ser hemû cixarekêşan
da qêrîya û got; "Tu kes bila cigarê nekşine, ewê bi duhê cigara
me cîyê me tespîtkin." Ser vê gotinê hemû cixarekêşên dest
avêtibun qotyên xwe, destê xwe berdan û bi kor û poşman qutîyên
xwe cardin kirin cêvên xwe û cîyê xwe da runiştin.
Ê wek mîna min zarok jî, bi tirs û xof li devê mezinan mêzedikirin
ku difikirîn "gelo ewê biryarek çawa bidin ku em xilasbin."
Ji mezinan jî kê firsend didît, gorî aqilê xwe peşnîyarek
dikir, ji bo xilasîya me. Lê tu kesî pêşnîyara kesi qebul nedikir.
Li rexta mixarê zeviyek gelek mezin hebû. Zevî gihîştibu,
lê xwedîye wî ji gundekî din bû. Zevî ji derê mixarê baş dihat
xuyakirin. Ji mezinan yekî got, "Gelî hevalan werin em herin ev
zevîya ku dixuyê bi desta biçinin. Heger mifreze hatin me girtin,
emê bêjin em pale ne û ji xwe ra dixebitin."
Hinekan wî testiq kirin, hinek jî li dij wî derketin. Lê
Xalê Moro carek din dengê xwe bilindkir û dest bi şoran kir.
"Gelî kurê keran, heger çinandina zevîyê me xilasdike, em
çima heta vira revîyan. Zevîya min li kêleka gund bu, wek xwedîyê
zevîyê ez jî bi we ra bûm. Lê em ku biçin zevîya bê xwedî biçinin,
pişt re jî mifrezê were me li wir bigre. Ewê ji me nepirsin,
,Xwedîyê zevîyê kî ye?' Wê wextê emê bersiva xwe çawa bidin. Bi vî
aqilê we cezayê me duh qat be."
Ser xeberdana Xalê Moro pêşnîyar jî hatin birîn. Em
bi tî û birçî cîyê xwe da sekinîn. Me ew şeva xwe li wir derbaskir.
Sibetirê bi dilek tirs, me berê xwe da gund û şunda vegerîyan.
Di gund de jîyan wek rojên din berdewam bu, lê belê tesîra
zilm û tedê jî eşkere xuyadikir. Ê ku revîyabun, tî û birçî
mabun, lê ji bo reva xwe poşman jî nebûn. Yên di gunda mabûn,
wan jî wek mîna hertim, zilm û tadê dîtibun û ev dîtinên xwe gorî
dilê xwe carcaran, bi kêmasî, carcaran jî hinek tişt didan
ser û der û cînarên xwe ra wek mîna çîrok digotin.
Ev fîrarîya min a yek roj, wek mîna hemû zaroken kurd yên
ku bi taybetî di gundan de mezin dibun, bu bingeha dijminatîya min.
Dijminatîya dijî zilm a bê sînor...
Ji bîranînên welat
18ê Sibatê 2006
ikramoguz@navkurd.net
|