| Dema
ku di rojnamekî da ilana kampanyayek bibînim, navê hemû mirovên
ku li bin kampanyayê imza wan hene, yek û yek dixwînim. Ji navê
wan zêdetir unvanên wan bala min dikşînin. Di nav wan da tu
mirovek bê unvan nayê dîtinê. Bila bê îstisna herkes xwedî unavaneke.
Unvanên ku bala mirovan zêde dikşînin, ev in. Nivîskar,
şair, rojnamevan, sîyasetvan, hunermend, mamoste, tucar, karmend,
wusa dirêj dibe û diçe... Piranîya unvanên ku di ilanan da tên nivîsandinê,
yên meslekên serbestî ne. Ji bo wê yekê jî kes nikare ji yekî ra
bêje tu çima vî unvanê bi xwe va girêdidî.
Mesela Dr., Ebukat, Mimar, Muhendis, Eczaci, Ekonomist, Jeolog,
Sosyolog, Psikolog hwd, gelek kêmin. Lewra ji bo van unvanan hinek
şert lazim in. Yên ku bi rasti jî xwedî van unvanan nebin,
nikarin gorî dilê xwe wan biamilînin. Lê nivîskar, hunermed û karmendî
di tekela kesîda nîne. Kes nikarê ji kesî ra jî bêje tu nivîskar,
yan jî karmend ninî.
Lê dîsa jî mirov dikare wan fêm ke. Yên nayên fêmkirinê jî
henin. Min çend mehan berê di ilanek da navê hevalekî dît. Bi roj
û mehan ez fikirîm, li ferhenga gerîyam, lê min kurdiya wê serrast
nekir. Ji ber wê yekê ez tirkîya wî dinivsînim. Li paş navê
wî "profesyonel yönetici" hatibu nivîsandin.
Min
"profesyonel futbolci", "profesyonel sanatçî" yan jî "profesyonel
sîyasetçî" bîhîstîbu, lê profesyonel yönetici nebîhîstîbu. Hê jî
dema ilanek dibînim ev unvan dikeve bîra min, ji xwe ji xwe ra dibêjim,
hevalê min profesyonel yönetici be, gelo "amator yönetici" tiştekî
çawa ye?
Bi
rastî xwedî unvan tişteki nexirab e. Unvanê mirovan çiqwas
zêde bin, mirov ji derdora xwe ewqas hurmet û rumetê jî dibîne.
Lê unvanên ku tên emilandinê ji mirovan ra mezin bin, yekcar kara
wî were dîtinê jî, pirî caran zirarên wan jî tên dîtin.
Ronakbirtî
jî wusa nîne? Di civatê paşdemayî da, ev pirs wek benişt
di devê herkesidaye. Di civînek, yan jî sobetek taybetî tu dinihêrî
hemu kes, bi ronakbîrtîya xwe dest bi axaftina xwe dikin û bi wî
diqedînin. Lê nafikirin ku yên guhdarî dikin gelo derheqê ronakbîrtîya
wan da çi difikirin..
Çend sal berê bi amadekarîya Komela Navend, gelek kurd li
bajarê Bonnê hatibun bahev. Program ji bo duh rojan bu. Di wan duh
rojan da çend panêl çêbun. Hinek panelist gelek bi nav û deng bun.
Ê din jî berpirsîyarên hêz û komelên kurda bun. Bi sedan kes jî
wek guhdarvan beşdari vê programê bibun.
Roja yekemin, di panelek da akademîsyenek kurd û sê kesên
din cîhê xwe girtin. Qasî dused kes mevan jî li benda wan sekinîbun
ku gotinên wan guhdarî bikin.
Akademîsyenê kurd di destpêka axaftina xwe da got; " Ez
ne ronakbîr im, lê akademîsyen im. Wek akadenmisyenek kurd dixwazim
gorî zanîbuna xwe ji gelê xwe ra xizmetê bikim". Piştra dest bi axaftina xwe kir, qasî saetek axifî, lê di salonê
da tu dengek derneket. Hemu guhdarvanan wek bi dil û can guhdarîya
wî kirin.
Piştî wî berpirsîyarê hêzeki jî bi tirkî wuha dest bi
axaftina xwe kir; "Em ronakbîrên kurd....." got û
ket navê...
Min ji hevalê kêlaka xwe ra têbinîyek li ser kaxizê nivîsî
û tê da got "ez diçim der". Hevalê min sebebê çûyîna min pirsî,
min carek din, ji bo sebebê çûyîna xwe mîsalek li ser kaxizê nivîsî
û berbi wî dirêj kir. Li hêvîya bersiva wî jî nesekinîm û ji cîyê
xwe rabum, ji salonê derketim. Mîsala min wuha bu; "piştî
beqlewayê Qapusqe nayêxwerin! - baklavadan sonra kapuska yenilmez!"
Ez
derketim derva. Dest avêt cigara xwe, cend bin li cigara xwe xist.
Hê cigara min nîvî nebibu, min nihêrî mirov yekoyek ji salônê derdikevin
û dest davên cigarên xwe. Deh deqe şunda xêncî 9-10 kesi tu
mirov di salonê da neman. Ê mabun jî hinek hevalênberpirsîyar, hinek
jî guhdarvanên bêçare bûn.
Hevalê
ku di civînêda li kêleka min runiştîbu, hat ba min û bi dengeki
nivs di guhê min da weha got; "Raste, ne berîya baqlawayê
ne jî piştî baqlawayê qapusqe nayê xwarin!"
05ê
Adarê 2006
ikramoguz@navkurd.net
|