Rindîya zimanê zikmakî ji ku tê.
Ferqa wî û zimanekî bîyanî çî ye...
Ziman, li ser pêkhatina şexsîyeta mirovan da xwedî çiqwas tesîr e...
Bersiva van pirsan ne hêsan e.
Lê mirov dikare bêje, tesîra ziman ya li ser pêkhatina şexsîyetê ji rehma dayîkê va destpêdike û hatta roja mirinê dikudîne...
Zimanê zikmakî ji bo dergûşek, lorîn û nalîna dayîkê yê...
Ken û girî ye..
Ji bo zarokek, haletê hînbun û zanînê ye, xwendin û nivîsandin e...
Çêr û bêçarî ye, lîstik e…
Ji bo xortek, evin û evîndarî ye...
Kêf û henek e...
Ji bo kal û pîrek, bîranînên salan e...
Derd û kullê jîyanê ye...
Kilam û stran e, çîrok e...
Ziman feqa mirovatîyê ye...
Jîyanek hevbeş û bi kêf û henek, bikaranîna ziman va mimkun e...
Lewra, jîyan bi xwe ye, wek nan û av e...
Lê mixabin ew, ne para kurdaye...
Sebebê vê yekê ne tenê dewletên dagirker în...
Sebebek gring jî em bi xwe nin...
Mêjûyê me yê dorpêçandî ye...
Teralî ya me ye...
***
Çima ev nivîs...
Du sebebê vê nivîsê he ye...
Yek ji wan, jîyana kurdên li diaspora, ya diduyan jî nivîsa Kek Ramazan ya bi nav ê: „Dilimizin Özelliği ve Güzelliği – Rind û Taybetîya Zimanê me“ ye...
Ji kurdên sade hattan yên sîyasetmedar, hemu kes hata ku dikarin li her derê, li mal, li komel û civînan da gringtîya zimanên zikmakî tînin ziman, lê di mal da bi zarokên xwe ra, li cîhê kar bi heval û hogirên xwe ra, di komelê û civînan da jî rêhevalên xw era bi zimanên bîyanî diaxifin û mijul dibin.
Ji bo mafê zimanên zikmakî mirina xwe didin berçavên xwe, lê ji hinbunên xwe, xwe naqetînin.
Ji bo destxistina vî mafên xwe jî daxwazên xwe dîsa bi zimanên bîyanî tînnin ziman...
Bahaneya hemuyan jî yek e: „Ji bo karanîna zimanê me, zeman lazim e“ dibêjin...
Lê nivîsa Kek Ramazan...
Ew jî ji bo min balkêş e.
Ya yekemîn di navbera nav û naveroka nivîsa wî zimanê nivîsa wî da nakokîyek he ye. Kek Ramazan di nivîsa xwe da rindî û taybetîya zimanê xwe yê zikmakî, yanî kurdî tine ziman, lê wî bi tirkî dinivsîne...
Ya diduyan jî, qasî ku ez dizanim, Kek Ramazan çiqas xwedî sê ziman be, bi awayek din sê mirov be jî, zimanê wî yê herî baş, zimanê wî yê zikmakî, kurdî ye...
Ji bilî vê yekê ez di şexsê Kek Ramazan û kurdên dîasporayê da gilî û gazinên xwe ji hemû kurdan ra dikim û dibêm:
Hevalno,
Gere gotin û kirinên me yek be, navbera wan da ahengek hebe...
Heger gotin û kirinên me ji hev cuda be,
Daxwazî badilhewa ye…
Rast e...
Zimanê me hebun û jîyana me ye, gere bê parastin...
Lê parastina wê jî, bi axaftin, xwendin û nivîsandinê va mimkun e...
Berçile 2007
ikramoguz@navkurd.net
|