|
Qeroyê
Virek çîrokvanekî gelek bi navû deng bû. Mehên zivistanê gund
bi gund digerîya. Biçuya kîderê, gundî li der dora wî dicivîyan
û wan şevên sar û dirêj bi çîrokên wî derbasdikirin. Carcaran
bi dil û can dibun guhdarvanên çîrokên wî, carcaran jî bi henekan
qilfê xwe bi wî û çîrokên wî dikirin. Gorî çîrokên wî navê wî jî
dihat guhartin. Dema ku bi dilê gundîyan bi rêva biçuya, navê wî
dibû Qeroyê çîrokvan, dema ku gorî dilê xwe çîrok bigota û çîrokên
wî li gundîya xweş nehata, wê carê jî navê wî dibû Qeroyê Virek.
Hinek
şevan wî dest bi çîrokekî dikir, ji dirêjîya çîrokê dawîya
wî nedihat. Dev û lêvê wî ziha dibû, lê feyde nedikir, lewra cemaatê
nedixwest dev jê berde. Hata ku çîrok neqediyaba, tu kes ji cîyê
xwe ranedibu û nediçu malên xwe. Dema ku Qeroyê Virek bîhna xwe
digirt û zihabuna dev û lêvên xwe paqiş dikir, mirovên di cemaatê
da runiştî dor bi dor dest bi pesnê wî dikirin û serê carê
"bila saata te xweş be çîrokvanê mezin" digotin. Lê hinek şevan
jî Qeroyê Virek kîngê ku dest bi çîrokê dikir, hemû gundîyên li
derdora wî yek o yek berê xwe didan kulekê û ji hev ra "ca xêra
xwe li kulekê binêrin, ba û bahoz destpêkirîye, herder fizilduman
e, emê çawa herin malên xwe" digotin û dixwestin Qero dev ji çîrokê
berde. Ji van gotinên cemaatê Qero jî fêm dikir ku ew îro çîrokan
naxwazin. Ji ber wê yekê, wî jî dev ji çîroka xwe berdida, dest
davit qutîya xwe ya titunê, hêdî hêdî ji xwe ra cixareyek dipêçand.
Wê demê di cemaatê da bêdengîyek çêdibu, tu deng ji kesî dernediket.
Hineka meseleyek davit nav cemaatê lê zêde nedikudîya. Qasî kişandina
cixareyek şunda çavê herkesî carek din ber bi Qeroyê Virek
dizivirî, lê wêcarê jî wî guh nedida cemaatê û gorî dilê xwe dest
bi henekan dikir. Henekên xwe wek mîna kurteçîrok dixemiland. Di
hemû kurteçîrokên wî da, qehremanê wî jî ew bi xwe bû.
Tê zanîn ku di civatên paşdemayî da mirovên herî pêşverû;
melle, dengbêj û çîrokvan in. Pêşverûtîya melan ji îlmên wan,
ya dengbêj û çîrokvanan jî ji gera wan tê. Şev û rojên wan
bi gerê derbaz dibu. Dîtinên wan ji wan ra dibun tecrubeyên zanînê.
Bawerîya olî ya dengbêj û çîrokvanan jî gorî gundîyan kêm bun. Loma,
bi taybetî çîrokvan, ne ku tenê bi gundîyan ra, bi bîr û bawerîyên
wanên oli ra jî qilf û henekên xwe dikirin.
Qeroyê Virek jî wexta dest bi henek û kurteçîrokên xwe dikir,
ne parastina Xwedê ne jî ya pêxember diket bîra gundîya. Daxwazên
hemûyan yek tiştek bu ku, ew jî, bi gotinên Qero ewê çiqwas
bikenin. Qero jî wek mîna çîrokvanên din ev dizanî bu. Sedem wê
yekê bê tirs û bê xof laqirdîyên xwe bi herkesî ra dikir. Muhatabê
wî carcaran mezinên gund, carcaran şêxê tarîqatê, carcaran
jî qasidên Xwedê dibu. Lê bawerîya wî çiqas tune ba jî zêde ber
bi Xwedê nediçû.
Di şevekî dirêj da wî çawa dest bi mesela xwe û ruhustîn
kir, sîya tirs û xofê di navbera cemaatê da derbas bu. Hinekan bi
dengî, hinekan jî bi pispisek li çavê xwe nihêrîn û eşheda
xwe anîn. Lê dîsa jî li dij Qeroyê Virek derneketin. Qero jî bi
wê rihetîye dest bi kurteçîroka xwe a di navbera wî û ruhustîn da
derbas bibu, kir û got:
"Ez isal payizê ji bo hêrandina ard çum aşê Abo. Dema
ku min li ber derê aş serê ga girt, nîr ji histîyên wan berda,
baranê destpêkir. Baran, icar baranek çawa, we qed digot ji ezmanan
avê bi elban li ser mirovan da dirijînin. Neyse ez serê we neêşînim,
min gayê xwe berda, genimê xwe kişand hundir, tarî jî ket erdê.
Li ber aş Mihemedê Abo tenê bû, ji min ra çayek wek mîna xwîna
kêrguşgê çêkir û danî ber min. Ji min ra got; ,Qeroyê min,
dora aş dora teye. Ocaxa agir dişewite, Ça te jî
hazir e. Min eyarê çeqçeqê jî kirîye. Hêdî hêdî genimê xwe bihêre,
ez jî îro herim vê şevê nav zar û zêçên xwe da derbaskim.'
Mihemed
aş li hêvîya min hîşt û çû. Min jî derîyê xwe girt, hatim
li ber ocaxê runiştim, li alîkî bihn li cigara xwe dixim li
alîkî jî çaya xwe, çaya ku wek mîna xwîna kêrguşgê, diqultînim.
Li derva dîsa baranê destpêkirîye, ewrê reş tijîbune, di jor
da wek mîna kanî dibare û av wek mîna lehîyê diherike. Gelek zeman
derbas bu, ez hinek tevlixew bibum ku, bi vekirina deri va nişkêva
ji cîyê xwe va veciniqîm. Min çavê xwe vekir ez çi bibînim, kaleki
tîr û dirêj, derî da ket hundir. Ji serî
hata lingên wî di nav kincekî sipî da ye. Ruyê wî yê çur
û sipî hata navika wî dirêj buye, di bin çengê wî da jî defterek
reş û qalind, bi defterê zexm girtîye. Dema ku du sê gav avêt
û ber bi min hat, min xwe hil
da, wî jî selam da min û got:
- Ez ruhistînim, bi emrê Xwedê hatime nuha ruhê te distînim.
Çawa wî wusa got, min bi derbekî va dest avêt lagana xwe
ya Uriz kişand û namluyê dirêjî wî kir. Bawer kin min çawa
lula laganê ber bi wî kir, reng û rûyê wi hat guhartin, dest û lepê
wî lihevket. Bi dengekî tirs got:
- Qeroyê min wek pîna piling ji cîyê xwe qil nebe û hêrs
nekeve, ezê careki din binêrim, dibe ku min navê te û hineka tevlihev
kiribe.
Ser wê yekê min jêra got, ez ruhistîn muhistîn nasnakim,
li kê digerî bigere û zu bibîne, sebra min nema. Feqîrê xwedê ji
tirsa ricifî û zu bi zu rupelên deftera xwe li hev qeliband û dawîyê
da got:
- Qeroyê min, min bibaxşîne, min navê te û yekî din
li hev qelibandîye. Mirovê ku ez ruhê wî bigrim ew tu ninî. Lagana
xwe berjêrke ku hê qeza û belayek ji destê te dernektiye.
Ser vê uzr û gotinaq wî min legana xwe şunda kir berika
xwe û jê ra got, tu ruhistînî, kî yî ez nizanim, lê carek din wuha
dernekeve pêşîya min, iro qezayek ji destê min derneket, lê
carek din tu tu carî ji destê min nikarî bifilitî.
Kalê min pişta xwe da min û ji nişkêva wunda bu.
Pîştî windabuna wî ne xew kete çavên min, ne jî çayê di ber
min da çû. Hata sibê cixare li ser cixarê kişand. Piştî
azandina melê sibê Mihemedê aşvançî ji derda ket hundir, hêrandina
genimê min jî hêdî hêdî xilas bû. Min ardê xwe valayî çewalê xwe
kir. Devê çewalên xwe jî yek o yek dirut û avêt ser erebê. Gayê
xwe li erebê girêda, xatirê xwe ji Mihemed xwest û berê xwe da gund.
Ji wê rojê virda jî çûyîna aşê Abo li xwe heram kir."
Piştî kurteçîroka Qeroyê Virek, cemaatê da tevlihevîyek
çêbu. Hinekan ji tirs û xofa ruhistîn û ji bo gotinên Qero xwe gunekar
dihasibandin û tobedarîya xwe danîn ziman. Hinekan jî bi kêf bê tirs, wek mîna Qero qilfê xwe bi ruhustîn dikirin
û digotin, "malxirab hemu ku te ruhistîn bi dest xistibu, te heft
derb serda valakira, em jî jê xilas dibun, tu jî".
Carek din cemaat tevlihev dibu, li alîki tobedarîya kal û
pîran, aliyê din jî ken û henekên xortan. Ken û henekên bê tirs
û bê xof...
Ji bîranînên welat
ikramoguz@navkurd.net
|