Gelo ji bo mezintayîyê mal û milk, an jî hêz û qudret tenê bes e?
Bi raya min, ne mal û milk ne jî hêz û qudret mirovan mezin nake. Ev her duh tişt ji bo jîyanek hêsan ne xirabin, lê ji bo mezintayî û rumetîya mirovan ne bes in.
Ya ku mirovan di civatê da mezin û bi ru û rumet dike, rastî û durustîya mirovan e.
Ev jî bi xwedî wijdanek pîr û pak va mimkun e.
Mixabin jîyan bi serê xwe tenê xeterek e. Tekoşîna ji bo jîyanek durust û serbilind da mirov carcaran, bê hemdî xeletîyan jî dike û bi wan kirinên xwe zirar û zîyanê jî dide der dora xwe.
Ev kirininên xelet, di civatê da bi cure cure tên binavkirin.
Gor dîndaran xwarina heqê qulan gunehkarî ye.
Gor xebatkaran karê dewlemenda kedxwarî ye.
Gor gelê bindest kirinên dewletên dagirker zilm û zordarî ye.
Lê bi kîjan navî dibe bila bibe, jîyanek bê gunehkarî û bê xeletî jî ne mimkun e.
Mezantayî ewe ku, mirov piştî xeletîyên xwe yên bi hamdî an jî bê hemdî leborinxwaz be û wan xeletîyên xwe carek din dubare neke.
Mirovên wusa bi lêborînên xwe tucarî piçuk nabin, bîlakîs mezin dibin û ji rureşiya xwe xilas dibin.
Yên ku bi kirinên xwe yên xelet iftixar dikin ew jî hemû jîyana xwe bi rureşîyêk mezin derbas dikin.
Ev şertên mezintayîyê ne tenê ji bo mirovan, ji bo dewletan jî pîvaneke gringe.
Lewra wek jîyana mirovan, di jîyan û dîroka dewletan da jî gelek xeletî hene û dewletên bê sûc û bê guneh hata îro nehatinê damezrandinê, ji îro şunda jî nayên...
Ji wan dewletên gunehkar yek jî dewleta Tirk e.
Dewleta Tirk di destpêka sedsala 20’an da hat damezrandin. Piştî damezrandina xwe ji bo dewletek yek netew, bi milyonan File koçber kir û piranîya wan di rê û dirban da qir kir. Bi hazaran zar û zêçên File sêwî hîşt. Dest da ser mal û milkên wan.
Di salên 40’î da bi navê baca hebunîyê û salên 60’î da jî bi hezaran Rum û Yahudî koçber kirin û mal û milkên wan jî talan kirin.
Lê gunehkarîya dewleta Tirk ev tenê nebun.
Zilm û zordarîya herî mezin li dijî Kurda kir û hê jî dike.
Dewleta Tirk, ji destpêka damezrandina xwe vir da hebuna gelê kurd înkar kir û wan wek Tirkên çîyayî binavkir. Navê gund û bajarên Kurda guhart, bi top û balafiran welatên wan bi seran ser bombebaran kir û şewitand. Bi mîlyonan Kurd mecburî sirgünê kir û bi destê zorê wan ji axa wan qetand.
Serok û rêberan wan darda kir.
Ji salên 80’ê yî vir da bi hezaran xortên kurd û tirk di şerê qirêj da jîyana xwe winda kirin.
Dewleta Tirk îro jî sîyaseta xwe ya qirêj bi warek din hê jî didomîn e.
Ev sîyaseta qirêj ne bi gunehkarîyê ne jî bi xeletîyê tê binavkirin.
Di warê ilmî da yek navek wî he ye. Ew jî raste rast, jenosîd e û faşîzm e.
Ev sîyaseta dewleta Tirk li dijî File, Rum, Yahudî û Kurda domand ji faşîzma Hitler jî, ji ya Musolînî jî bêtir e.
Mixabin hata îro hemû rêvebiren Tirk, bi vî sîyaseta xwe ya bi xwîn û qirêj iftixar kirin û zilm û zordarîya li dijî File û Rum û Kurdan ji bo mecburîyeta hebuna xwe binavkirin.
Lê cara yekemîn e ku Serokwezîrê Tirk Tayîp Erdoxan di kongreya partîya xwe ya Duzceyê da qisedanek dîrokî kir û got; „Li vî welatî bi salan hinek tiştên xelet hatin kirin. Me nijadîyên cuda ji welatên xwe koçber kir. Ev faşizim bu. Me jî gelek xeletî kir. Gere mirov serê xwe bike nav her duh destê xwe û bifikire, ji xeletîyen xwe dersan derxîne û wan carek din dubare neke...“
Li vir mexseda Erdoxan çi dibe bila bibe, ev îtiraf carek ji devê wî derketîye û tu kes nikare wan şunda bigre.
Ev îtiraf bi serê xwe tenê tiştekî gelek gring e. Lê ji bo mezintahî û ji xilasbuna rureşîya dewletê ne bes e. Hinek gavên din lazim e ku dewleta Tirk wan kirinên xwe yên qirêj carek din dubare neke û sîyaseta xwe ya qirêj ji wir şun da nedomine.
Lê tirsa min ewe ku ev lêborîna Erdoxan ji bo kirinên dewleta Tirk zêdetir, ji bo dijbertîya CHP’yê be.
Tê zanin ku Erdoxan çend meh berê ji bo Kurdan wuha gotibu; „Yên ku naxwaze bi vî warî bijî dikarê terk û dîyar be“.
Piştî van gotinên wî yên dawî duh rê li pêşîya Erdoxan e.
Yan ewê gavên demoqratîk bavêje û dewleta Tirk ji rureşîya wî ya dîrokî xilas bike, yan jî wek bav û kalên xwe ewê jî wek neo-faşistek di dîrokê da cîhê xwe bigre...
Rêyek din ne ji bo wî ne jî ji bo dewleta wî nîne...
Gulan 2009
ikramoguz@navkurd.net
|