Ertugrul Özkök çend roj berê di rojnama Hürriyetê da nivîsandibu ku, di merasima cenazeyê karîkaturîstê tirk Semîh Balcioglu de Yaşar Kemal û Dogu Perînçek minaqeşe kirine. Sebebê munaqeşeya wan kurdîtiya Yaşar Kemal bu ye.
Gor nivîsa Ertugrul Özkök, Perînçek ji Yaşar Kemal ra gotîye ”Tu çima li her derê dibêjî ez kurd im. Tu nivîskarekî tirk î, kurdayetîya te ji ku tê?!”
Yaşar Kemal jî ra gotîye: “Ez kurd im. Kurdayetîya min jî ji dayîkbuna min vir da tê. Zimanê min ê zikmakî jî kurdî ye.”
Lê Perînçek dîsa israr dike û dibêje “Tu dibêjî zimanê min ê zikmakî kurdî ye, lê tu nikarî romanekê bi kurdî binivîsî.” Munaqaşa wan wusa dewam dike.
Ev munaqeşaya ku di navbera Yaşar Kemal û Perînçek da derbas buye, ji teref gelek kurdan va hat rexnekirin. Ji wan yên ku bi tirkî hatibun nivîsandin zêde bala min kişandin û ez bi wan rexneyan qasî gotinên Perînçek aciz bum. Acizbuna min ne ku ji naveroka wan, bi karanîna zimanê rexneyên wan bû. Bi argumanên Perînçek bersiv didan Perînçek.
Di derheqê Yaşar Kemal de çiqwas neheq be jî, ji bo ku rewşa em tê da, Perînçek ji binîva neheq nîne. Di gotinên wî da çiqwas dijwartî he be jî, lê di bingeha gotinên wî da rastîyek jî he ye.
Şertê ku Yaşar Kemal tê da mezin bu û dest bi nivîsê kir ne wek îro bun. Berî her tiştî hebuna kurda dihat înkarkirin, zimanê kurdî nedihat nasîn, bîlakîs li ser ziman, çand û hunera kurdî da zordarîyek gelek mezin hebu.
Ji ber vê yekê jî mirov dikare Yaşar Kemal û niviskarên esilkurden bi tirkî nivîsandine fêm bike, ku wan çima bi kurdî pirtukên xwe nenivîsandine. Sedem wê yekê, gotinên ku Perînçek derheqê Yaşar Kemal de dibeje, ji niyeta wî ya xirab tê, ne ku ji nezantîya wî.
Lê îro, şertên ku em têda, ne wek salên 50’î û 60’î ne. Ji bo azadîya gelê kurd hê li pêşîya me gelek gavên werin avêtin hene, lê belê hebuna me û zimanê me îro wek salên borî nayên inkarkirin. Ji bo nivîsandin û xwendina bi zimanê kurdi tu bahaneyek jî nemaye. Ne ku li dervayî welat, li kurdistanê jî, kî bixwaze gor îmkanên xwe pirtuk, kovar û rojnameyên kurdî dikare bistîne û bixwîne. Ji bo van kovar û rojnameyan dikare bi kurdî jî binivsîne.
Ji ber vê yekê, yen ku ji Perînçek diqahirin, bila berê li xwe binihêrin û pişt ra rexneyên xwe bikin.
Ne rexneyên bi zimanê tirkî, ne jî daxwazên ji bo nivîsandina kurdî ji Yaşar Kemal tên kirin, ji gotinên Perînçek û yên mîna wî ra nabin bersiv.
Ji îro ve şunda Yaşar Kemal û nivîskarên esilkurdên bi tirkî dinivsînin, dest bi nivîsandina kurdî bikin, ne xirabe, lê ji bo kêmasîyên me, tenê ne bes in.
Kîngê, mirovên ku xwe kurd dihesibînin, bi kêmasî di malên xwe û civatê da bi zar û zêçên xwe, bi heval û hogirên xwe ra kurdî biaxifin;
Kîngê, nivîskar û rojnamevanên ku li kurdayetîya xwe xwedî derdikevin, qasî ku bi tirkî dixwînin û dinivsînin, ewqas jî bi zimanê xweyên zikmaki, yanê bi zimanê kurdî bixwînin û binivsînin;
Kîngê komel û hêzên doza kurd û kurdistanê dikin, daw û doza xwe bi zimanê xwe bidomînin;
Kîngê ku em xewnê xwe bi kurdî bibînin û evînîyên xwe bi kurdî binin ziman, wê demê bersiva Perînçek û hevalbendên wî jî tên dayîn... Yê din çîrok û virok in...
16 Kasim 2006
ikramoguz@navkurd.net
|