Ji sala 1991’î hatta nuha ji teref kurdên bakur gelek partîyên legal hatin damezrandin. Ya yekemîn Partîya Ked a Gel (HEP) bu. Piştî girtina wî Partîya Demoqrasî (DEP) vebu. Partîya Demoqrasî da hemu rengên kurdan hebun. Lê ew jî bi serneket.
Kurdên di Partîya Demoqrasî da hatibun ba hev, bihevnekirin, dev ji dewleta tirk berdan, ji sibê hatta êvarê bihevketin û dawîyê da ji hev qetîyan. Hejmara partîyên ku ji teref kurdan va hatibun damezrandin, bun du hev.
Ji wan yek Partîya Demoqrasîya Gel (HADEP), ya din ji Partîya Guherandin û Demoqrasîyê (DDP) bu. HADEP hat girtin, şuna wî da DEHAP vebu, ew hat girtin îro jî DTP vê xetê didomîne. Piştî girtina DDP’ê jî DBP vebu, îro mîrasê vê partîyê jî Hak-Par tîne cîh.
Ev hemû partî ji alîya kurdan va hatin damezrandin. Di destpêka Partîya Ked a Gel da hinek tirkên demoqrat jî cîh girtin, lê belê nîyeta wan bi rastî ne ku ji bo daw û doz a kurdan bu, yek nîyetek wan hebu, ew jî, dixwestin bi reyên kurdan lingên xwe bavên parlamena tirkan û bibin bela serên kurdan.
Neheq jî nebun. Li der dora wan kes tunebun, lê belê li ser pişta kurdan sîyaset dikirin û di nav partîyê da jî ji kurdan zêde rumet didîtin. Hinekên wan bi wî awayî gihîştin miradê xwe jî û hata seroktayîya parlamentoya tirkan jî terfî kirin.
Kurda çikir?
Wan jî bedel da, ji endamên wan hatta parlamenterên wan.
Li vir nîyeta min, ne ewe ku ez çîrok û cudatîyên wan partîyan binivsînim. Ez dixwezim bala we bikşînim ser armanc û bernameyên wan partîyan.
Di bernamên hemû partîyan da bila bê istisna ev hevok hebu, „Em ne tenê partîya kurdan in, çiqwas endam û rêvebîrên me kurd bin jî em xwe partîya temamîya tirkîyê dihesibînin û ji bo çareserkirina hemû proplemên tirkîyê dixebitin.“
Lê dîsa jî teref dewletê û ji teref tirkan va wek partîyên parveker dihatin binavkirin, piştra jî kilît li derê wan diket.
Hemû serok û birevibirên wan partîyan jî di hemû axaftinên xwe da digotin, „em partîyâ turkîyeyê ne“, lê ne mirovek tirk dibu endamê wan ne jî mirovek tirk di hilbijartinan da reya xwe dida wan.
Berpirsîyarên hemu partîyan biratîya gelê kurd û gelê tirk dixwastin, gelê tirk jî şerê wan. Bi daxwaza biratî û aşîtîyê çiqwas ku kurd nêzikî tirkan bun, ew qas jî tirk ji kurdan durketin. Duh di navbera wan da newal hebun, iro gelîyê kur û dur hene. Lê dîsa jî kurd ne dest ji biratîya tirkan berdidin, nejî ji yekitîya tirkîyê. Bi van daxwazên xwe û kirinên xwe, biratî û dostîya tirkan qezenç nekirin, lê serda piştgirîya kurdan roj bi roj winda dikin.
Yên ku dixwazin vê sîyasetê biguherînin, ew jî xwe ji vê dafikê xilas nakîn û bi rewşek din sîyaseta ku hata nuha hatîye kirin, carek din wî dubare dikin
Du roj berê Guruba Kurdên Azad jî li Amedê hatin bahev û di vê fizildumanê da biryara damezrandina partîyek nu girtin. Gor axaftina serokê Guruba Kurdên Azad Şerafettin Elçi, armanca wan ewe ku ji bo rizgarbuna gelê kurd partîyek kurdî ava dikin û dixwazin bi sistemeki federal pirsa kurdî di nav yekitîya tirkîyê da çareser bikin. Ji bo vê yekê ewê rojên pêşî da gava xwe ya yekemîn li Enqerê bavên.
Biryara damezrandina partîyê li Amedê hat girtin. Ev işaretek baş e, lê ne bes e, lewra wek yê din istiqameta wan jî Enqere tê xuyakirin.
Partîya Kurdên Azad...
Ji yê din ferqa wî çîye?
Yek tiştek bala min dikşîne.
Ew jî navê wî yê bi kurdîye...
Ji bo rizgarkirina gelê kurd gelo ew tenê bes e...Emê bibînin...
12.12.2006
ikramoguz@navkurd.net
|