Ev du roje di rojnama Hurriyetê di derheqê „Cuppeli Ahmet Hoca“da nuçeyên dur û dirêj û şirove ten weşandin. „Cuppeli Ahmet Hoca“, meleyek bi nav û deng e û, li ser Cemaata Ismailagga li Istenbol, xwedî tesîrek mezin e.
Gor nuçeyên Hurriyetê, „Cuppeli Ahmet Hoca“, çi tiştê ku li mirudên xwe qedexekirîye, xwe ji wan tiştan neparastîye. Hinek tiştan dizî, hinek tiştan ji bi mana tenduristîya xwe eşkere kirîye.
Li Europa, Asya û Afrîkayê tu ciyekî nehîştiye, li herderê gerîya ye. Hemû tiştên ku kirîye yek û yek di rojnamê da hatîye nivîsandin û bi resmên wî jî tê îspatkirin.
Hemû xwendevan jî ji van kirinên Şêx û melan agahdar in û kirinên Ahmet Xocê jî nu nînin.
Lê dema ku min ev nuçe û şiroveyên li ser „Cuppeli Ahmet Hoca“ xwendin, du tişt ketin bîra min.
Şêx û meleyên me û siyasetvanên me.
Piranîya şêx û meleyên me jî wek Ehmed Xoce, ji bo mirud û cemaatên xwe her tişt qedexedikirin. Lê ew û zar û zêçên xwe gor dilên xwe dijîyan.
Digotin; „zarên xwe nedin xwendinê, ewê bibin kominîst.“, „Televizyona nekin malên xwe, malê we dibin meyxane.“, „Kilam û stranên jin dibêjin guhdarî nekin, dengê wan we gunekar dike“ hwd. listeya daxwazên wan wusa dirêj dibu û diçu…
Sedem vê yekê di hemû malên kurdan da, malên ku zarokên lawîn tê da, roj û şev bê şer derbas nedibun. Xwendina zarokên qîzîn nedihat rojevê, lê zarokên lawîn daxwaza xwendinê dikirin, de û bav jî li dij wan derdiketin. Ji bo dijbertîyê di destê wan da yek tişt hebu. Ew jî gotinên şêx û melan. Ew ji bo wan tirsek muhîm bu. Diçun dihatin û digotin; „Hun bixwînin, hunê bibin kominîst“.
Dema ku ez diçum mekteba ewlîn, li gundê me mamostekî kurdê kemalîst hebû. Bi xwe ji Qersê bu û wek mîna me li gundekî serê çîyê hatibu dinê. Ji ber wê yekê derd û kulê nezantîyê kişandibu, rumeta xwendinê dizanîbu.
Ji sibê hata êvarê di nav gund da digerîya û llavayê gundîya dikir û digot; „Ez ketime berbextê we zarokên xwe bidin xwendinê, bila ew cahil nemînin“.
Lê bersiva hemû gundîyan yek bu; „Xoce xoce, em bidin xwendinê bila ew bibin kafir û kominîst.“
Mamoste; „Min jî xwendîye, çima ez kominîst im?“
Dîsa hemû gundîyan bi hevra; „Na haşa ji te, wele tu mirovek gelek başi, lê dîsa jî em naxwazin zarokên me bibib kominîst“.
Mamoste; „Pekî zarokên we çima bibin kominîst?“
Gundî; „Şêx dibêje…“
Ev dîyaloga navbera mamosteyê me û dê û bavê me da derbas dibu bi salan domand. Mamosteyê minê qedirbilind,- çiqwas kemalist ba jî ji bo min qedirbilind bu, lewra min bi saya wî xwendina xwe domand- heft sal li gundê me ma, lê zarokên ku wî desr dayê, xêncî min ji wan yekî nexwend.
Pekî zarokên şêx û melan çi dikirin?
Ew jî li bajarên mezin yên Tirkîyê, hinekên wan jî li Europayê mektebên herî baş da dixwendin.
Televizyon qdexedikirin, lê di malên hemuyan da televîzyon hebun.
Ji sibê hata êvarê ne ku kilam û stranên Eyşe Şan û Meyremxan, yên Muzzeyen Senar û Neşe Karaböcek jî guhdarî dikirin.
Dema kû me derheqê jîyana wan da xeber tiştek bigota, dê û bavên me serî da bawer nedikirin, dema ku bi çavên serê xwe bidîtana jî wuha digotin; „Hun li kirinên wan nenêrin, gotinên wan guhdarî bikin. Ew çiqwas xirab bin jî nebîyê şêx û melanin, bê jahr nabin.“
Ev tesîra Şêx û mellan bi salan berdewam kir. Salan şunda tesîra wan kêm bu. Şuna şêx û melan bi rewşek din û bi daxwazek din, tarîqatên modern girtin.
Şêxên modern dijbertîya xwendin û nivîsandinê nekirin, lê belê wan jî bi awayekî din xort û keçên kurd tar û mar kirin.
Wan rîya heps û zindan û çîyan dan ber zarokên karker û gundiyan. Bi zarokên xwe ra jî rola domoqratî û ronakbîrtîyê lîstin. Wek Erbakan û Erdogan. Ew jî bo feqîran rêya medrese û camîyê nîşan didin, yên xwe jî dîşînin kolejên Amerîkayê, Amerîka ya bê dîn û bê îman…
Cima van tistan dinivsinim, ez bi kurtayî bêjim. Wan rojên dawî, ji tesîra pêşveçuna Kurdên Başur hemu Kurdên me yên Bakur jî daxwazên serxebuntîyê bilind dikin. Lê belê tiştekî nabînin. Em û Tirk ne tenê zêde lihevqelibîne, em gelek lihev jî çune. Şêx û meleyên me, sîyasetvanên me, çep û rastên me û ronakbîr û rewşenbîren me wek hev nefikirin jî lê wek hev dijîn. Tiştekî meyê cuda hebe, ew jî ziman e.
Heger em zimanên xwe biparêzin û pêşta bibin, dibe ku bi sayê wê emê xwe jî xilaskin… Ez rêyek din nabînim, yên ku dibînin bila ji min ra jî bêjin…
12 Ekim 2006
ikramoguz@navkurd.net
|