Saet dehê sibê bu. Li kêleka mekteba gund bi dehan cemseyên leşkerî park kiribun. Hemû jin, zarok û mêrên gund li ba hev rêz bibun. Wek mîna îştima ordîîyê, lê bi yek ferqek. Mêr li alikî, jin jî li alîkî bun. Hemû mêr, bê derpê û bê kiras, tazî rut bun. Xêncî Necoyê xil û xwar. Neco jî serê wî tenê girtî bu. Yên ku li alî wî mêze dikirin, di bin zilm û zordarîya leşkerên Tirk da jî xwe ji kena nedigirtin.
Bejnek dirêj û xil û xwar. Cesedek bê goşt, ji hestî û çerm, çerme reşê birqandî. Li ser wî bejnê, pêça wî ya gilover wek rojingên pêrîya xuyadikir.
Ji kesî tu dengek dernediket. Bê dengîyek ketibu nav gund, xêncî dengê avê û dengê sereskerê Tirk. Hemû mêrên gund, ji zarên piçûk heta kalên ruspi, li kêleka mektebê, li wîyalê avê rêz bibun.
Navbera gund û mektebê da çem derbas dibu. Wê demê malên gund, xêncî mala muxtar, hemu li alîkî avê bun, mekteb û ocaxa tendurustîyê, ya vala, ew jî li alîye din bun. Hemû mêr rut û tazî bun, berê wan jî alî gund va bun. Kincê wan li pêşiya wan tevlihev bibun. Serîda kî ku tazî dibû herdu destê xwe li pêşîya xwe girêdida. Piştî ku dipçikek şidyayî ji eskerên pişt xwe dixwarin, bêçare destê xwe di kêleka xwe da berdidan û hertiştên wan derdiket meydanê.
Li derdora rêza gundîyan bi sedan esker sekinîbun, silahê wan di destê wan da û berê wan jî ber bi gundîya bun. Tilîyên wan li ser dîkê siîlahên wan bu û ji bo kişandinê amadebun. Ji tirsê gundîyek ji cîyê xwe nedilivîya. Lê gorî emrê seresker, bi dorê yekî elbek digirt dibir ber çem, tijî av dikir, berê li ser serê xwe da alba avê vala dikir, pişt ra jî elba xwe tijî dikir dani li ser serê mirovê ku li kêleka wi sekinîbu, dikir û cîyê xwe digirt. Piştî wê îjar yê kêlaka wî elb digirt diçu ber çem, alba xwe wek yên din tijî av dikir, berê ser serê xwe da diqulipand, cardin tijî dikir, dihat ser serê mirovê ku kêleka xwe da dikir û dicû cîyê xwe digirt. Ji bo vê yekê tu îtiraza kesî ji kesî ra tunebu û tu dengek ji kesî jî dernediket. Ev av kişandin û rijandin bi saeta dewam kir.
Li alî gund jî hemû jinên gund, ji zarokên qîzîn hata pîran, ew jî li kêleka hev rêz bibun, berê wan jî ber bi mêran bûn. Gorî meran rewşa wan ne xirab bu. Leşker jî li derdora wan zêde tunebun. Li alîkî navbera xwe da bi dengek nivs derheqê mêran, bi taybetî derheqê canê wan da diaxifîn û henekên xwe bi wan dikirin, alîyê din jî hinekan laçikê serê xwe dikirin devê xwe, hinekan jî çermê destê xwe dicun ku bila dengê kenê wan neçe leşkerê derdora wan.
Hata wê rojê gelek caran leşkerên Tirk hatibun gund, lê tu tiştek wuha nehatibu serê gundîyan. Gelek caran tade û zilma bê sînor dîtibun, lê wusa bi wan ra leyîstikek wuha nehatibu lîstikandinê, li ber çavê zar û zêçên wan. Ji eyb û şerma wan tu kesî li ruyê kesî nedinêrî. Serê xwe ber xwe da xwar kiribun û wek hêtîmên histuxwar di cîyê xwe da mut bibun. Lê dîsa jî kesî sîlahek xwe neda dest û ciyê silaha kesî jî ji leşkerê Tirk ra negot.
Nêzîka êvarê leşker bi kor û poşman, li erebên xwe sar bun û berê xwe dan bajêr, gundîyan jî kincê xwe li xwe kirin û berê xwe dan malên xwe, bê deng û bê hiş.
Bi vî awayî zilm û tada wê rojê xilasbu, lê bi salan nehat ji bîrkirin. Wê salê ew şevên payîz û zivistanê, şevên dur û dirêj, bi henek û qilfên ku ji ber wê rojê dihat kirin, derbas bun. Henekên gundîyan bi taybeti li ser rengê çermê wan, li ser piçuktî û mezintîya canê wan bun. Ji yê bê purt ra digotin jinemêr, yên bi purt jî, gorî kinbun û dirêjbuna wan, qelewbun û zayifbuna wan bi heywanek kuvî va dihatin binavkirin.
Çiqwas tiştê ku di odên mêran da dihatin gotin, bi zêdetirî wan di navbera jinên gund da jî derbas dibun. Piçukbun û girbuna canê mêrên gund, bi santêm santêm dihat munaqeşekirin. Ji ber vê yekê di hinek malan da, ji sibê hata êvarê şer kem nedibun. Ji wan malan yek jî mala Necoyê xil û xwar bu. Bejna Neco bi kêmasî duh mêtro bû, lê ne bejnek duz, wek darê mazî xil û xar bu. Çermê wî, ji ber xebata ber tavê reş û qîr bibu, qurçimên çermê wî wek mîna komira cizîrê dibriqîn. Dest û pîyê wî, hemû haletên wî jî, gorî bejna wî dirêj bun. Sedem wê yekê yên zêde rojeva jinan işgal dikir, ew jî bejn û bala Neco bu. Neco dîn û har dibu, lê ne dikaribu rojêva jinan biguherîne, ne jî dikaribu devê wan girêde. Hemû hêrs û kîna xwe ji jina xwe derdixist. Ji sibê hata êvarê bi jina xwe ra şer dikir. Zilma leşkerê Tirk li wî kiribu, wî jî li jina xwe dikir. Ji ber zilm û zordarîya Neco, jina wî çareya xwe li revê didît û xwe zar û zor davêt derva û gazî cînara dikir. Cînar diketin navbera wan, lê dengê Neco yekcar zêde dibu. Ji jina xwe ra dida xebera û bi dengek bilind digot; „Qîza kurê kerê, ev çil sale li bate me, te hê canê min nasnekirîye, tu bi jinên gund ra munaqaşa kinbun û dirêjîya canê min dikî.“
Necô bi van xebêrê xwe alîkî jina xwe ditirsand, lê li alîyê din jî mesaj dida mêr û jinên gund...
Ji bîranînên welat
Gulan 2006
ikramoguz@navkurd.net |