Hata îro li ser pênaberîyê û pênaberan gelek tişt hatin nivisandinê. Piranîya wan nivîsan da bi çavê sîyasetê li ser proplemên penaber û pênabertîye sekinîne. Lê ruyeki wî yê din jî heye, hata nuha kes li ser wê nesekinîye.
Heger ew tiştên ku serê pênaberan da derbas bune werin nivîsandinê, ewê bibin bingehek dewlemend ji bo edebîyatê.
Hinek tişt hene ku mirov dema wan dibhîse, li alîkî digrî li alîki jî dikene. Lê ew ken û girî li wir dimînin û di demek kurt da tên ji bîrkirin. Sedem wê yekê qasî ruyê pênaberîyê yê sîyasî, ruyê wî yê din jî hene ku tesîran wan bi salan derbas nabin.
Ji bo nivîsandinê gelek tişt dikevin ser milên wergeran. Çiqwas tiştên ku di dadgehan da tên gotin, nivîsandina wan û belavkirina wan qedexe be jî, mirov dikare wan bi terzek din bîne ziman. Min jî hata nuha gelek tişt bihîstin, lê van demên dawî da min îfada keçikek kurd bihîst, ji kena dilê min êşîya.
Piştra meseleyek gundîyek me hat bîra min, dema ku min ew ji hevalên xwe ra got, îjar ew ji kenan ji xwe derbas bun.
Tiştên ewqas me dan kenandinê çi bun?
Nuha ez dizanim we jî gelek meraq kir. Lê ez we di meraqê da nahêlim.
Ezê berê bi kurtayî mesela pênabera me, piştra jî mesela gundîyê me ji we ra bêjim.
Keçik li bajarek Tirkîyê mezin buye û gor gotinên wî tê xuyakirin ku durî sîyasetê sekinîye. Çend sal berê hatiye welatek Europa û muracatî pênaberîyê kirîye.
Roja ku ifada wî tê girtin, hakim bi alîkarîya werger sebebê hatina wî ya Europa jê dipirse.
Keçik dibê: “Ez endamê partiyek binerdî me û ji ber wê yekê jî jîyana min di bin xeterek mezin da bu, loma ez ji welatê xwe revîyam û min bîhna xwe li vir girt.”
Hakim dibê; “Hêza we hêzek çawa ye û armanca wê çî ye?”
Keçik dest bi bersivê dike dibê; „Ê Hekim Beg welle partîya me partiya komunîst e. Hem Markist hem jî Lenist e. Li welatê me çiqwas koministi û markîstî xirab were tarifkirinê jî ew tiştên ne xirabin û gelek başin. Hekim Beg, heger hun mexseda partîya me jî bipirsin, ez nikarim dur û dirêj li ser vê yekê bisekinim, qasî ku ez dizanim ezê ji we ra bi kurtayî tarîf bikim.
Partîya me heqê gundîyan diparêze. Mesela gundîyek were ba partîya me û bêje “traktora min tune”, partî traktorekî didê û mesela wî çareser dike.
Yan jî, karkerek bêje xanîyê wî tune, partî jê ra xanîyek çedike, tapî û kilîta wî dide destê wî.
Xwendevanek bêje computera min tune, partî ji wî ra jî computerek dikire û didê, mesela wî jî bi vî awayî çareser dike.”
Ev gotinê keçika me ya pênaber gelek bala hakim dikşîne. Hakim dinihêre gotinên wî nerast in û tiştên ku ji hinekan bihîstîye, wan jî li hevdiqelibîne. Sedem wê yekê gotinên wî dibire û pirsek din jê dipirse.
Hakim; “Pekî keçika delal, xortek yan jî keçikek ezeb bixaze bizewice û ji bo zewacê jî muracaatî partîya we bike, partîya we ji bo vê meselê rêyek çawa dibîne?”
Keçik hinek difikire û dibêjê; “Hekim Beg, wele min derhêqê vê meselê da tu tiştek nexwend. Ji hevalan jî tu tiştek wusa nebihîst. Lê ji bo vê yekê jî mutleqe çareyek heye, lê çîye ez nizanim.”
Bi kurtayî mesela pênabera me ev bu.
Nuha dor hat mesela gundîyê me.
Salan berê gundîyekî me diçe esker, wezîfa xwe ya eskerîyê diqedîne û şûnda tê gund. Roja hatina wî hemû mêr û jinên gund tên serdana wî. Lê dinêrin ku xortê me yê kurd çuyê şuna wî da va tirkek hatîye. Gundî pê ra bi kurdî diaxifin, -ji xwe zimanek din jî nizanin- lê ew gotinên xwe tevlihev dike, ji devê wî tişt derdikeve lê tu kes tiştek jê fêm nake.
Mirovek ruspî rewşa wî dinêre û jê ra dibêje; „Kurê min ez dizanim ev duh sale tu li eskerîyê bu yi. Li wir gelek tiştên ku me hê neditîye, te dit. Maşalah tu tirkî jî gelek baş hînbuyî û gelek xweş jî xeber didî. Tiştê ku em nizanin tu dikarî tirkîya wan ji me ra bêjî?“
Xortê me derdora xwe dinêre li ber pirsên ruspî xwe amade dike.
Ruspî, navê pîvaz, kartol, nan û avê jê dipirse, xortê me yek û yek bersiva wî bi tirkî dide. Navê ker û hespa jê dipirse, bersiva wan jî yek û yek digre. Dawîyê da dibêje „welle tu gelek tiştan dizanî, pekî bi tirkî navê caşikê çîye?“
Xortê me xwe dibe û tîne lê naxwaze di bin vê pirsê da jî bimîne.
Ruspî carek din dibê; „Dibe ku we dersa caşikê nedîtibe?“
Xortê me hinek dîsa xwe dibe û tîne pişt ra bersiva xwe wuha dide; „Çawa me dersa caşikê nedît, ji me ra her roj qala caşikê dikirin. Lê di tirkî da navê caşikê tune. Tirk di alî heywanan da gelek cahilin, zimanê wan jî gelek feqîr e. Sedem vê yekê caşikên tirk wer bê nav mezin dibin, hata ku dibin ker, paşê jê ra dibên Êşek.“
Mirov nezan be û muhatabê xwe jî nezan bihesibîne, hata ku ziman bigere davê, kê ku xwar...
Ha armanca kominîstîyê ha navê caşikê...
30 Nisan 2007
ikramoguz@navkurd.net
|