|
Li ezmana hezkirin, navê albûma Şêxo ya nu ye. Albûm,
ji alî Devsan Kasetçilik va hatîye çêkirin.
Aranjorên wê jî Şêxo, Soner Akalin û Ozan Emrah Aksoy
in.
Ez rexnekarê muzîke nînim, lê belê ez wek guhdarvanekî muzîka
kurdî dixwazim vê albûmê bi we bidim nasîn û derheqê wê da ra û
ramanên xwe bi xwendevanên NavKurdê ra parve bikim.
Albûm ji yanzdeh
kilaman pêkhatîye, ji wan çar klamên wî Tirkî, yên din jî Kurdî
ne.
Di vê albûmê da
jî Şêxo, wek mîna albûmên xwe yên berê cîh daye çar şiêrê mamostayê Cegerxwin.
Ew şiêr jî "Şêrînê", "Nizanim", "Xebur" û "Şoreş" in.
Ji yên Tirkî jî
kilamek ji Aşiq Melulî girtîye û navê wê jî "Ne Mutlu" ye.
Gotinên kilamên din û muzikên hemû klaman yên Şêxo bi xwe ne.
Ji hemû kilaman
ya yekemîn, ya ku navê xwe daye albûmê
"Li ezmanan hazkirin" bala mirovan dikşîne.
Dema ku min albûm
dît û navê wî xwend ji xwe ji xwe ra got:
Çima, li ezmana hezkirin, gelo jêr têra Şêxo nake ku
ji bo hezkirinê diçe ezmana. Lê kingê ku min pirsên wî klamê xwend,
hêdî hêdî Şêxo fêm kir ku wî çima navê albumê wusa lêkirîye.
Hezkirina ku Şêxo di vê şiêrê da tarîf dike û tîne
ziman, bi rastî ew li rû dinê ne mimkune ku mirov jê tam bike. Gorî
Şêxo sebebê wê çîye, ez nizanim.
Lê gorî raya xwe dikarim bêjim; ji dirutî û dijminatîya mirovan,
têkîlîyên mirovatîyê jî roj bi roj qirêj dibe. Ev têkilîyên qirêj
jî, ji bo jîyenek bê hezkirin, bi serê xwe tenê bes in.
Ji ber vê yekê jî Şêxo, bi kilam û stranên xwe, bi melodîyên
xwe banga jîyanek nu, jîyana ku li ser hîmê hezkirin û mirovatîyê
bilind dibe, dike û wuha dibê je:
" bira hezkirin ji dil be
hezkirin bira ji dil
be
mîna kevir û daran puc nebe
ax û ava jîyanê be
mîna kulilkan rengareng
be
ji berf û baranê paktir
be
ji hîv û rojê ronahîtir
be
bi eşqa mirovatîyê
be
bi navê Xwedê jorin be
Bîr û bawerîya te be..."
Di hunermendîya
Şêxo da tiştek
zêde bala min dikşîne. Ew jî, Şêxo ne tenê lî welat
û nav kurdan da, li derveyî welat, bi taybetî di nav Almanan da
jî bi nav û deng e.
Ji ber vê yekê ku muziîka Şêxo, di nav baxçê muzîka
kurdî da rengeki gelek girîng e û ji bo dewlemendîya muzîka kurdî
gere bê parastin. Ez bawerim, dema ku we ev albûm girt û guhdarî kir, hunê
jî derheqê mzîka Şêxo da wek min bifikirin.
Heger hun li vê dinê naxwazin bê hezkirin bijîn, çavê xwe
bigrin, berê xwe bidin ezmana û albuma Şêxo guhdarî bikin.
03.12.2005
ikramoguz@navkurd.net
|