Gotinek kurda he ye, dibê; „Şêr şêr e, çi jin çi mêr e“.
Gelo ji vê pêşgotinê çêtir gotinek heye ku wekhevîya jin û mêr ewqas zelalî bîne ziman.
Pêşgotinek bi serê xwe tenê di derheqê civatek da gelek tiştan nîşanî mirovan dike.
Carcaran hêjayî kitêbek dîrokî, carcaran jî resmê jîyana civakî ye.
Ev pêşgotina jor jî di derheqê wekhevîya jin û mêr da nêrînan civata kurd ya dîrokî tîne ziman. Dî dîroka kurdan da cîhê jina kurd gelek gring bu û di civatê da jin û mêr wekhev bun. Ne jin bindest ne jî mêr tenê serdest bun.
Jin jî wek mêran di civatê da rolek giring dilîstin û serokatîya eşîreta dikirin û di her alî jîyanê da cîh digirtin. Ji bo rêvebirîya malê ji jin û mêr bi hevra biryar digirtin. Ji ber wê yekê ye ku jin wek "malîvan" yanê xwedîyê malê dihatin binavkirin.
Gelek lêkolînên bîyanî jî di derheqê wekhevîya jin û mêrên kurd da agahîyên gelek balkêş didin me. Ji wan agahîyân yek jî zewac e.
Beri qebulkiria islamê di jîyana kurdan da pirzewacî tune bu. Mêr, gor hinek şertan bi duh jinan ra dizewicîn. Ji wan şertan yek nebuna zarokan, yek jî nexwaşîya giran bû. Lê ji van her duh şertan yek heba jî, ji bo zevaca mêr, dîsa jî riza jînê dihat girtin.
Sedem vê yekê wek zewaca bi pirjinan ra, piştî zewacê jin berdan jî di civata kurdan da bi hêsanî nedihat qebulkirin.
Kingê ku kurd derbasî ser dinê îslamê bun û tekilîyên wan û Ereban bi hevra zêde bun, gelek orf û edetên wan jî wek ferzên islamê ket nav jîyana kurdan.
Serî da şex û mellan, pişt ra jî axa û began, wek kral û prensên Ereban bi duh-sê jinan ra zewicîn. Ev di demek dirêj da, di nav gel da jî bu edet.
Wek tê zanîn îro ev zewaca pirjinî, gor Elewî û Ezdîyan di nav kurdên misliman da zêde ye. Zêdebuna wê jî ji tesîra îslamê tê.
Ji ber wê tesîrêye ku îro kurd bi pir jinan ra dizewicin lê hê jî jin berdanê bi hêsanî qebul nakin. Jina kû xwe bide berdan jî, di civatê da wek jinek xirab tê binavkirin û mêrê wî pêsîra wî ber de jî, mirovên derdora wî, wî rihat nahêlin.
Kurdên başur bi vê jî nesekînin, ji bo zewaca bi pirjinan ra qanunek nû derxistin. Ev qanun, bi duh jinan ra mafê zewacê dide mêran.
Ji alîkî tesîra olî, ji alîyê din tesîra feodalîzmê li Kurdistana Başur berdestîya jinan bi zagonî hat îlankirin. Ji vir şunda li Başurê Kurdistanê ki bixwaze dikare bi fermî bi duh jinan ra bizewice.
Derhêqê vê qanunê da binêrin berpirsîyarên Hukumeta Başur çi dibên, „di şerê kurdan da gelek mêr şehîd ketin. Di civatê da jinebî pirin. Ev qanun sedem vê yekê di parlamentoyê da hat qebulkirin“.
Pirsek heye.
Diben, „uzrê wî ji qebehatî wî zêdetir e“.
Gerekçêyên berpirsîyarên Hukumeta Başur jî bi rastî ji naveroka vê qanunê hovtir e.
Mafen mirovatîyê li kîderê dibe bila bibe yek e û hem ji bo mêran, hem jî ji bo jinan e. Çarcova wî li Europayê çibe, li Amerikayê jî, li Kurdistanê jî ew e...
Lê di civatek da durutî hebe, li wir mafê mirovatiyê jî, şert û şurtên demoqrasîyê, gor niyeta mirovên serdest tên guhartin.
Raste, jiyana Kurdên Başur di şer da derbas bu ku ew şer ne şerekî qirêj bu, şerê azadî û serxebunê bu. Kurdên Başur di warê netewî da tekoşînek balkêş kirin û dawîya wî da jî azad bun, lê ecêbek girane ku yên şerê azadîyê kirin û serketin, îro nivê gel, heger gotinên wan rast be, piranîya gel dikin bindest û berdest.
Sucê wan çî ye?
Tenê Jin in û wek mêran ne serdest in...
Lê sedem çi dibe bila bibe, ji bo civatek modern ev qanun, ne tenê ji bo kurden başur , ji bo hemu kurdan rureşîyek mezin e. Ji bo vê rureşîyê jî ne tenê jin, divê mêr jî dengê xwe bilindkin û bi hev ra xwedî li peşgotinên xwe yên dirokî derkevin û bi dengekî bêjin: „şêr şêr e, çi jin çi mêr e!“
15.12.2008
ikramoguz@navkurd.net
|