Ji Kurdên Bakur gelek kes hene ku dîroka dinê ser û bin dikin, diroka mirovatîyê bi ezber tînin ziman, lê ji diroka gelê xwe ne hayîdar in.
Navê dê û bavên serokên bîyanî yek û yek dizanin û çîrokên wan bi saetan tînin ziman, lê navê kal u pîrên wan nayên bîra wan.
Navê dostên Castro û dilketîyên Che Guwera wek navê xwe dizanin, lê Qadi Mihemed û Qasimlo bile nasnakin...
Di bin idareya Baxçelî, Axar, Baykal û Erdoxan da dijîn, lê jîyana di bi serokatîya Barzanî û Talabanî ji xwe ra kemasi dihesibînin.
Sedem şal û şepikê wî, Barzanî mirovek "paşveru", yekî wek Erdoxan û Sezer pêşveru...
Talabanî "sîmsar", yekî wek Demirel sîyasetwan qebul dikin.
Ne kû tenê alî sîyasetê da, Kurdên bakur di warê edebîyatê da jî ji wusanin.
Hemû şiîrê ku Mayakowskî, Paplo Nerura û Nazim Hikmet nivîsandine, yek û yek bi devki dizanin, xêncî Memû Zîn navê pirtukên Ehmedê Xanê nizanin.
Bi van kirin û gotinên xwe jî nasekinin, li ser ferqa Kurdên Bakur û Kurdên Başur bi rojan xeberdidin û teorîyên nu icat dikin.
Ez ji ji teorîyên wanên nu ra tişteki nabêm, lê tiştê ku ez dizanim, ewe ku di navbera Kurdên Bakur û Başur da zêde ferq nîne, yek tiştek heye, ew jî:
Kurdên Başur çiqwas Kurd in, yên Bakur jî ewqas ji kurd û kurdayetîyê durketine...
Çima?
Kurdên Başur bi jîyana xwe va kurd in.
Bi şal û şepikên xwe va kurd in.
Bi zimanê xwe va kurd in.
Bi ruhên xwe va kurd in.
Lê Kurdên Bakur?
Ew bi jiyana xwe va tevlihev in.
Bi zimanê xwe va tirk in.
Bi ruhên xwe va enternasyonalist in.
Bi sîyasetên xwe va sosyalist û bênasyonaliist in.
Ji ber wê yeke ye ku Kurdên Başur azad û serbest in, yên Bakur hê bindest in.
Kurdên Başur xwedî ax û dewlet in, yên Bakur hê koçber û bê rumet in.
Kurdên Başur di dinê da xwedî dost û heval in, Kurdên Bakur îro jî hê bi xwe ra dijmin û neyar in.
ikramoguz@navkurd.net
|