Tirkên Erzirumê qasî ku dîndar tên xuyakirin, ewqas jî dur şert û şurtên islamê dijîn. Li alîkî limêj û taatê dikin, alîyê dîn çiqwas tiştên kû dîn qedexekirîye, xwe ji wan naparêzin. Mesela meha remezanê da rocîyê digrin. Hata nivroyê radizên. Piştî nivroyê cînar bi cîbnarên xwe va, jin bi mêrê xwe va şerdikin, çiqwas pirsên xirab hene ji hevra dibêjin.
Evarê bi xwendina azanê va, zu bi zu fitara xwe vedikin, pişt ra bi lez û bez xwe davên derva. Diçin hata paşîvê li qahwexaneyan da xumarê dilîzin. Meha remezanê bi vî awayî derbas dikin. Piranîya wan cejna remezanê bi iraq û şerabê pîroz dikin.
Lê vewxwerina wan a alkolê jî gelek cudaye. Alkol di hundirê wan da namîne. Li sere wan dixîne û wan dikşîne derva. Dema dertên derva, tewşo mewşo bi rêva diçin û haya ji wan va tê, li derdora xwe dinêrin û bila bê sebep diqêrin.
Carcaran derê dost û hezkirîyên xwe ra derbas dibin, berê kulaman dibên, hinek dur dekevin, pişta xwe didin ber diwareki û wek zarokên histuxwar bi ser xwe da digrîn.
Carcaran jî derdikevin sukê, di dine da ciqwas xeberên xirab hene ji bo polês û bekçîyan yek û yek li pê hev rêzdikin.
Rojek duh, sê hevalbend bi hevra iraqê vedixwin û pişt ra wek hertim dertên derva. Bi hevra diqêrin û kesên derdora xwe rihetsiz dikin. Sedem vê yekê bekçîyek derdikeve pêşîya wan û li ser wan da diqêre û heqaretê li wan dike.
Dema ku bekçî ji wan dur dikeve û winda dibe, ji serxoşan yek li derdora xwe dinêre û nişkêva dibêje; “Di dinê da çiqwas bekçî û polês hene, ez di di jin û makê wan …”.
Pişt ra hersê bi hevra wek orkestrayek;“Di dinê da çiqwas bekçî hene…” dibên tam di wê demê da erebeyek polêsan tê li kêleka wan disekine. Bi dîtina ereba polêsan, hersê hevalbend dengê xwe dibirin û li hev dinêrin, pişt ra xeberên xwe wuha diguherînin; “Di dine da çiqwas bekçî hene ewqas jî polês henin…” dibên û ji bi vî awayî ji zilma polêsan xilas dibin.
***
Nuha berpirsên dewleta Tirk jî kingê kamera û rojnamevanan dibînin, berê ser û guhê xwe duz dikin û wek Tirkên Erzurimê ji xwe va diçin, ji bo têkilîya Kurd û Amerîkîyan çi tê devê wan, yek û yek tînin ziman.
Hinekên wan di rojekî da koka Kurdên Başur diqelînin...
Hinekên wan di demek kurt da diçin hata Bexdayê…
Hinekên wan di nav saetekîda mesela Kerkukê çareser dikin….
Hinekên wan jî wek bapîrên xwe yên xwînmij dibên; “Emê laşê Barzanî li ber derê Xelîl Ibrahîm darda bikin û ji kokê va mesela Kurd û Kurdayetîyê hal kin”.
Rojname û televîzyonên wan jî deqê da carê gor van gotinên bê sînor manşetên xwe diguherînin û wan gotinên qirêj ji sibê hata êvare dubare dikin.
Ji çepên wan hata nijadperestên wan jî vala nasekini. Ew hemu di kuçe û kolanan da dikevin milê hev û ji bo işgalkirina Kurdistana Başur ji leşkeran ra telalîyê dikin.
Lê kingê ku berpirsîyarên Amerîkî ji van gotin û daxwazên Tirkan acizîya xwe tînin ziman û sînorên xwe nîşanî wan didin, wê demê berpirsîyarên dewleta Tirk jî wek serxoşên Erzurumî, dev ji wan daxwazên xwe yên qirêj berdidin û bi awayekî din nîyeta xwe eşkere dikin û wuha dibên; “Roja ku Amerika ji herêmê kişîya, emê tenê bimînin!…”
Gelo ew kurdên ku hê biratîya ji bo Kurd û Tirkan dijbertîya Amerîkayê dikin, ji van gotinên Tirkan tu tiştekî fêm nakin...
Kî bi çi awayî li Tirk û cînartîya Tirkan dinêre bila binêre xem nîne. Lê ev gotina ku pêşîyên me salan berê, gor tecrubeyên xwe anîne ziman, „Ji heqê dînsizan ancax îmansiz dertên...“ ez carek din dubare dikim û dibêm bila Xwedê kêmasîya van “îmansizan” nede me ku em di destê "dînsizan" da nemînin...
17.06. 2007
ikramoguz@navkurd.net
|