Gotinek pêşîya heye.
Dibê:
„Mirovên Kerr nabihîsin, lê li hev tînin!“
Lê mixabin ev pirs ne tenê bo mirovên kerr hatîye gotin. Gelek kes hene ku guhê wan tiştên tên gotin bibhîse jî, wan gotinan gor dil û mêjîyê xwe fêm dikin.
Wateya wan çiqwas cuda dibe bila bibe, ew gor fêmkirina xwe rastî û şaşîyê îddîa dikin.
Sankî strana govendê a bi navê; „Çep lêxîn e, rast derîne“ ji bo van kesan hatîye gotin.
Tu dema qala demoqrasîyê bikî, ew dîktatorîyê fêm dikin.
Tu qala aştî û azadîyê bikî, ew şer fêm dikin.
Tu qala wekhevîyê bikî, ew kara bêrika xwe hesab dikin...
Tu qala zanayîyê bikî, ew xizanîyê fêm dikin...
Tu reş bêjî, ew dibên golika beş!..
Ew demoqrasîyê tenê ji bo xwe dixwazin, mafê tu kesi nasnakin. Dema ku firsend bikeve destê wan, hata ku ji wan were ewê dijbertîya aştî û wekhevîyê bikin...
Di luqata wan kesan da empatî cîh nagre, tu car xwe nakin şuna kesî û li kuleka xweya teng da li dinê û mirovatîyê dinêrin.
Ji ber vê yekê ye ku ne ji zanayîyê ne jê ji mirovatîyê para xwe nastînin.
Ev şaş bîhîstin û şaş dîtin, nexwaşîyek civakî ye û dermanê wê jî kêm e.
Wek mîsal tê gotin;
Di dema Yewnan a Antik da Kurd û Yewnan cînarê hevdu bune. Jîyana gelê Yewnan bi demoqrasî û zanyarîyê dimeşe, ya Kurdan jî bi şert û şurtên eşîrtîyê.
Li alîyê Yewnan Fîlozif û mektebên wan, li alîyê Kurdan Axa û cemaatên wan...
Rojek Fîlozfek Yewnan şagirtên xwe ra dibê;
"- Em û Kurd cînarên hev in. Lê belê ne em wan, ne jî ew me nasdikin."
Şagirtek xwe dişîne ba Kurda, wan dawetî ser sînor dike ku li wir werin ba hev û xwe bi hev bidin nasîn.
Roj derbas dibin, dema hevdudîtinê tê. Fîlozof û şagirtên xwe ji alîkî va, Axa û xulamên xwe jî ji alîkiva li ser xeta sînor tên rextê hev.
Fîlozof bi serê xwe silavê dide, Axa jî wek wî silava wî distîne.
Fîlozof hêkek ji berika xwe dertîne û nîsanî Axa dide. Axa bi serê xwe wî tesdîq dike.
Axa jî pîvazek ji berika derdixe û ravayê Fîlozof dide. Pişt ra pîvazê dide ser çoka xwe, kulmek li pîvazê dixe û dihincirîne. Êjar Fîlozof bi serê xwe Axa tesdîq dike.
Hevdîtina wan bi vî awayi diqede. Her duh alî berê xwe didin welatê xwe û bi rê dikevin.
Di rê da xulamên Axa hêka Fîlozof, şagirtên Fîlozof jî pîvaza Axa meraq dikin.
Ji Şagirtan yek ji Fîlozof dipirse;
"-Mamoste, me tu tişt ji vê hevdudîtinê fêm nekir. Te ji bo çi hêk nîşanî Axa da û Axa jî çima wek bersiva te pîvaz hincirand?"
Fîlozof;
"-Kurên min, mexseda min ev bu ku min ji Axa ra got, dinya glover e, lê ne wek gog, mîna şiklê hêkê elips e. Lê birastî min ew bersiva wan a bi zanyarî jî texmîn nedikir. Ew jî di alîyê zanyarî dagelek pêsta çune û ji me kêm neman e. Axa bi hincirandina pîvazê ji me ra got ku, raste dinya wek elîpsê glover ê, lê belê hundurê wî jî wek hundurê pîvazê qat bi qat e.
Alîyê din jî xulam ji Axa dipirsin;
"- Axa, Fîlozof ji bo çi hêk ji berika xwe derxist û ravayê te da. Te ji bo çi pîvaz derxist û hincirand?"
Axa;
"- Xulamên min, kurê kerê ewqas rê hatîye, tenê hêkek bi xwe ra anûye û ji min ra dibê were em hêkê bixwin. Min jî bi hincirandina pîvazê jê ra got ku, hêk bê pîvaz nayê xwarin.
Hevdîtina wan a duyemîn jî heye, lê belê ne hewceye em drêj bikin.
Ev mîsal çiqwas ji bo Kurd û Yewnan hatibe gotinê jî, rastîya wê ne tenê ji bo Kurda ye. Li vir Kurd Rojhilatê, Yewnan jî Rojavayê temsil dikin.
Rojhilat, Kurd e, Tirk e, Ereb û Faris e.
Rojava jî, Yewnan e, Fransiz e, Îngilîz û Alman e.
Herkes gor dilê xwe dikarê navê wan bigherîne. Lê encam yek e.
Ew dibên demoqrasî, em dibên ji bo me!
Ew dibên aşitî û wekhevî, em dibên ne ji bo te!
Gulan 2009
ikramoguz@navkurd.net
|